Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 7 October 2009

Îsal li Laleşê merasîma Cejna Cimayê bi rê ve naçe

--------------------------------------------------------------------------------

Ji bo parastina canê êzdiyên Iraqê û wan êzdiyên ku ji bo beşdarîkirina merasîma Cejna Cimayê ya li perestgeha Laleşê ji derveyî welat tên, îsal merasîma Cejna Cimayê bi rê ve naçe.

Rêvebirê giştî yê ji bo karûbarên êzdiyan ya Wezareta Diyanetê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî wiha got: “Civata Rûhanî ya Êzdiyan bi boneya Cejna Cimayê pîrozbahî li hemû êzdiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike, ku cejneke salane ya êzdiyan e û rêkefta roja 6'ê kewçêrê tê pîrozkirin, lê ji ber rewşa xirap a ewlekariyê ya Iraqê ku reng e di dema hatina bo peresgeha Laleşê ya li Herêma Kurdistanê de beşdarbûyî rastî gef û terorê nebin, herweha ji bo parastina canê wan êzdiyan ku ji welatên Ewropayê tên Herêma Kurdistanê, biryar da merasîma Cejna Cimayê bi rê ve neçe.“

Her di vê çarçoveyê de rêvebirê giştî yê karûbarên êzdiyan di peyamekê de bi boneya Cejna Cimayê pîrozbahî li hemû akinciyên Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ev cejn zêdetir bihêzkirina hevrejiyana olan û aramiyê be.

Her ji bo vê boneyê wezîrê diyanetê yê hikûmeta Herêma Kurdistan Şêx Mihemed Şakelî jî peyameke pîrozbahiyê arasteya êzdiyên Kurdistanê kir û hêviya cejneke kameran û bextewar xwest.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.