Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 16 July 2009

Letîf Şêx Umer: Bêhna Provaksiyonan Ji Silêmaniyê Tê

Rûdaw/Taybet – Cîgirê Mam Celal bo Karûbarên Hilbijartinê Letîf Şêx Umer ragehand; ’'Bêhna xwînê ji Silêmaniyê nayê, lê bêhna provakasyonan jê tê.'' Di heman demê de Cîgirê Wezîrê Navxwe li Silêmaniyê Celal Kerîm jî got: ’'Xwiya ye alîgirên Lîste ya Goran dixwazin bajêr têk bidin û Parêzgarê Silêmaniyê jî li pişt wê têkdanê ye.''

Di hevpeyvînekê de li gel Rûdaw'ê Letîf Şêx Umer dibêje li Silêmaniyê Lîste ya Kurdistanî li pêşiya hemû lîsteyên din e û wek belge jî civînên cemawerî pêşan dide.

Lê belê Letîf Şêx Umer, li Bajarê Silêmaniyê hest bi çêbûna provakasyonan dike û şêwazê propagande kirin û hatina derve ya alîgirên Lîste ya Goran jî rexne dike û didomîne: ’'Bi wî awayî dixwazin vê cejna hilbijartin û demoqrasiyê li me têk bidin.''

Di heman demê de navbirî tu egeran nabîne şerê navxweyî yan parçebûna civakî çêbibe û di vê derbarê de wiha axifî: ’'Ew çend kes in bi kînê hatine penckirin. Bêhna provakasyonan ji Silêmaniyê tê û dezgahên Hikûmeta Herêma Kurdistan, asayiş û polîsên bergiriya çalakiyên sivîl kontrola rewşê dikin, ger heta niha hinekî nermî pêşan dabin, bo wê yekê ye tundûtûjî çênebe. Lê wek min bihîstiye ji niha û pêve hewl didin hişktir bin li beramber her yasaşikênerekî ji her aliyekî be.''

Di vê derbarê de Cîgirê Wezîrê Navxwe li Silêmaniyê Celal Kerîm di daxwiyaniyekê de bo Rûdaw'ê bi sedema gwehnedana têkdana rewşa bajêr Parêzgarê Silêmaniyê Dana Ehmed Mecîd rexne kir û got: ’'Em wek wezareta navxwe ne berpirsê ewlekariyê ne, lijneya ewlekarî heye û Parêzgarê Silêmaniyê serokê lijneyê ye. Ew li gel rêveberên polîs, asayiş û polîsên çalakiyên sivîl dicive û ji wan re dibêje rê vekin xelk çi dike bila bike.''

Celal Kerîm wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ’'Xwiya ye Parêzgarê Silêmaniyê wek alîgirên Lîste ya Goran ku dixwazin bajêr têk bidin, ew jî li pişt wê têkdanê ye. Lewra em neçarin bê wî lêpirsînê bikin.''

Li gor axaftina Celal Kerîm, şevane bi sedema çêkirina provakasyonan 10 alîgirên Lîste ya Goran tên desteser kirin û piştî soznamê bi wan tejî dikin, tên azad kirin. Lê heta niha bi heman sedemê tenê yek alîgirê Lîste ya Kurdistanî hatiye desteserkirin.

Lê Mam Rustem Bazyanî yek ji serkirdeyên Lîste ya Goran bervajiya wan diaxife: ’'Ya ew jê re dibên provakasyon, qet ne provakasyon e û me Ewrûpa jî dîtiye. Lewra axaftinên cîgirê wezîrê navxwe ne rast in û bi hîç awayekî alîgirên Lîste ya Goran provakasyon çênekirine û nakin.''

Rêveberê Polisên Bergiriya Çalakiyên Sivîl Fermander Luqman Şasiwar jî bo Rûdaw'ê diyar kir ku li Bajarê Silêmaniyê li gel polîs û asayişê bo rêgirtina her provakasyonekê tedbîr standine û ji bo parastina aramiya bajêr jî nêzîkê 5 hezar polîs wek yedek hatine amadekirin.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.