Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 21 October 2008

[size=large][i][b]BUROYA KURDÎ[/b][/i]
[color=#CC0000][i][b]ya Pêwendî û Agahdariyê[/b][/i][/color][/size]

[b]Bultena sêmehî ya agahdariyê[/b]
N° 45 Îlon 2008

- Ev bulten bi çar zimanan, kurdî, fransî, hollandî û ingilîzî, hatiye wesandin -

[b]KONFÊRANS[/b]
29.06.2008 : Pirsên ramyarî (siyasî) yên
jinên kurd li Îranê

Semzîn Cihanî, rojnamevan, di destpêkê de
pirsên tevgerên kurdî li her çar perçeyên
Kurdistanê û besdarbûna jinên kurd van
tevgeran bi awakî rast yan ne rast bi kurtî
gotin. Pistre, ew li ser pirsên ramyarî
(siyasî) yên jinên kurd li Îranê rawestiya.
Jinên kurd li Îranê di dema avabûna partiya
yekemîn a Kurdistana Îranê, PDKÎ (Partiya
Dêmokrat a Kurdistana Îranê), di 1945 de,
xwe pêk anî. Dema ku Komara Kurdî ya
Mahabadê di 1946 de ava bû, û ku bitenê
11 meh ajot, jinên kurd gelek maf stendin,
li gel ku di wê demê de jinên xwenda gelek
kêm bûn.

Yekîtiya Jinên Kurd di 1946 de ava bû û
wê civîn û semîneran ji bo perwerdekirina
jinan pêk dianîn.

Pistî avabûna partiya kurdî Komela, ku
partiyeke marksîst e, di 1979 de, gelek
jinên kurd di warê ramyarî û leskerî de
besdarî wê bûn.

Partiyên din jî, ku tê de jinên kurd roleke
ramyarî dilîzin, li Kurdistana Îranê hene.
Lê di tevgerên civaka sîvîl de jî, ne bitenê
li Kurdistana Îranê, lê li Îran û derveyî
welêt jî, rola wan heye.

Di 2006 de, kampanyake bi navê
“Milyonek wajo“ (wajo = imza), bi
hevkariya jinên faris û kurd hati bû dest pê
kirin. Jinên kurd tê de roleke gelek jîndar
lîzt û gelek ji wan hatin ragirtin yan jî ji
aliyê desthilatên îranî hatin pelixandin.
Jinên kurd ji pasveçûna aborî ya
Kurdistana Îranê jî gelek dêsin. Bi ser de jî,
pelixandina olî ya rejîmeke islamî ku
zagonên (qanûn) wê laîkbûn (sécularisme),
dêmokrasî û wekheviya jin û mêran qedexe
dikin heye. Bi vî awayî, hemî Îraniyên ku
di warê ramyarî û mafên mirov de çalak in,
lê nemaze Kurd û jinên kurd, hergav tên
pelixandin.

Heta nuha, gelek jinên îranî – û ji wan jî
jinên kurd – yên rojnamevan, ronakbîr,
xwendekar û mamoste hatine girtin û
êskence kirin, yan jî hatine îdam kirin.

[b]NÛÇE JI KURDISTANÊ Ji Hezîran heta Tebax 2008[/b]

50 ROJ ZÎNDAN JI BO
PARLEMENTEREKÎ KEVN Ê KURD
Di 03 Hezîran 2008 de, dadgeha Qersê
parlementerê berê yê kurd ê partiya DEPê
(îro DTP), Mahmut Alınak, bi 25 roj
zîndan tawanbar kir. Pistre, wê ev ceza bi
dayîna 1.000 lîreyên tirkî guherand. Lê
eger Mîrza Alınak vî pereyî nede, divê ku
ew 50 roj li zîndanê bimîne. Alınak got ku
ewê vî pereyî nede û li zîndanê 50 roj
bimîne, lê ku ewê li bal Dadgeha Ewropî
ya Mafên Mirov gilî bike.
Alınak ji saredariya Qersê xwesti bû ku
navên Kurdên navdar ku ji aliyê
desthilatên tirkî hati bûn kustin, weka
Mûsa Enter, Vedat Aydın, Kemal Akbulut
û Oruç Korkmaz, li hin kuçan bên danîn. Û
wî xwesti bû jî ku mercên (sert) girtina
Abdullah Öcalan, serokê PKKê, bên bastir
kirin.
(netkurd.com, avestakurd.net, 04.06.2008)
BOMBERKIRINA KURDISTANA
IRAQÊ
Di 05 Hezîran 2008 de, hejmar dudu yê
leskerê tirkî, gênêral Ilker Basbuğ, di
konfêranseke li ser ewlehiyê (emniyet) de
da zanîn ku her du leskerên tirkî û îranî
tevgerên xwe li dijî Kurdistana Iraqê
koordine dikin û ku polîsên wan ên dizzî
agahdariyan li ser vê babetê didin hevdu.
Ev konfêransa bi navê “Rojhilata Navîn :
Wêbêya wê ya nediyar û pirsên wê yên
ewlehiyê“ ji aliyê Rêxistina Lêgerînên
Stratêjîk û Leskerî, “Sarem“, hat pêk anîn.
(peyamner.com, nefel.com, 05.06.2008)
Di 07 Hezîran 2008 de, firokeyên leskerî
dest bi bombekirina xurt a gundên
navçeyên sînorî yên Kurdistana Iraqê,
Nêrwe û Rêkan, ku girêdayî qezayê Amedî
ne, kir. Sewateke mezzin çêbû. Rez û
bostan (bexçeyên hesînaniyan) sewitîn, lê
tukes ne mir.
(peyamner.com, netkurd.com, 08.06.2008)
Di 05 Tîrmeh de, firokeyên tirkî navçeyên
Nêrwe û Rêkan, yên qezayê Amedî,
parêzgeha Duhokê, bombe kirin.
(avestakurd.net, 06.07.2008)
Di 08 Tîrmeh de, gundê Kernê, yê qezayê
Zaxo û parêzgeha Duhokê katjmêrek
(saetek) hat bombe kirin.
(avestakurd.net, 08.07.2008)
Di 18 û 19 Tîrmeh de, gundên Nêrwe,
Rêkan û Nehêliyê, yên navçeya Deralûkê,
qezayê Amedî, parêzgeha Duhokê, hatin
bombe kirin.

Di 20 Tîrmeh de, gundên Urê, Ormana û
Mayê, yên navçeyên Berwariya Balayê û
Kanîmasî, qezayê Amedî, parêzgeha
Duhokê, bi sev ji katjmêr 2 heta serê sibê,
katjmêr 7.20, hatin bombe kirin.
(avestakurd.net, 20.07.2008)
Di 23 Tîrmeh de, navçeyên Nêrwe û
Rêkanê, yên qezayê Amedî, parêzgeha
Duhokê, bi sev, ji du katjmêran bêtir, hatin
bombe kirin. Zararên mezzin bûn.
(peyamner.com, avestakurd.net,
rizgari.org, azady.nl, 24.07.2008)
Di 27 Tîrmeh de, navçeyên Binarê, yên
çiyayê Qendîlê, bi xurtî, bi sev ji katjmêr 1
heta 3.30, hatin bombe kirin.
(malperên kurdî, 28.07.2008)
DU KURD HATIN CEZA KIRIN JI BO
KU BI KURDÎ DIPEYIVÎN
Di Hezîran 2008 de, du Kurdên
Diyarbekirê, Mahmut Özkılıç û Ziya
Athan, li bexçeyekê li Konya, li Tirkiyê,
bûn. Ji Özçelik re têlêfonek ji endamên
malbata wî hat û ew bi wan re bi kurdî,
zaravê zazakî, peyivî. Polîsekî ku li nêzîkî
wan derbas dibû kartên wan ên zanavê
(kimlik, hewiyye) xwestin. Dema ku dît ku
ew ji Diyarbekirê ne, wî ew birin minibusa
polîs û li wê derê nifir kirin wan û ew
neçar (mecbûr) kirin ku her yek ji wan
cezayê 62 lîreyên tirkî bide. Li ser
“makbûz“a ku da wan, hati bû nivîsîn ku
ev ceza li ser bingeha zagona (qanûn)
cinayetan hatiye dayîn !
(netkurd.com, 07.06.2008)
SANDEYEKE BRÎTANÎ LI
KURDISTANÊ
Di 07 Hezîran 2008 de, sandeyeke brîtanî
ku ji 6 kesan pêk hati bû çû Diyarbekir û
Batmanê, ji bo ku rewsa wan bibîne.
Sande ji parlementer Ann Clwyd,
berpirsiyara mafên mirov li Iraqê;
berpirsiyarê Tirkiyê û 4 karbidestên
(mem'ûr) balyozxana (sefaretxane)
Ingilterê li Tirkiyê pêk hati bû. Ew rastî
saredarê Batmanê, Huseyin Kalkan, ji
partiya ku bi awakî ne fermî kurdî ye,
DTP, hatin û pê re li ser pêwendiyên bi
Kurdistana Îran û Iraqê re, bombekirinên
Kurdistana Iraqê ji aliyê leskerê tirkî,
rewsa DTPê û partiya AKPê (her du jî di
bin tehlika girtinê de ne), pirsa kurdî û
çarenûsa (qeder) bajarê kevnar Hesen
Keyf, ku ji sedema avakirina bendava
(baraj) mezzin a GAPê di bin tehlikê de ye,
peyivîn.
(rizgari.org, 08.06.2008)
ROJNAMEVANEKÎ KURD TÊ
TAWANBAR KIRIN
Di 09 Hezîran 2008 de, dadgeha cezaî ya
Diyarbekirê Vedat Kursun, berpirsiyarê
rojnama kurdî Azadiya Welat, bi 3 sal û 3
meh zîndan tawanbar kir.
Kursun bi propagandakirina rêxistineke
têrrorîst, ji sedema bikaranîna gotinên
weka “rehberê gelê kurd, Kurdistan,
çekdarên kurd, gêriyya HPG ...“hat
tawanbar kirin. Ji berê jî, Kursun ji 05 heta
29 Sibat 2008 hati bû girtin.
(netkurd.com, 10.06.2008)
VEKOLÎNEK LI SER „EZ JI
ATARÜRK HEZ NAKIM“
Di 11 Hezîran 2008 de, di bernameyeke
têlêvîzyonî ya kanala tirkî Kanal 1 de,
rojnamevanê tirk Fatih Altaylı pirs ji jineke
tirk, Nuray Canan Bezirgan, dipirsîn.
Di girtûbêjê de, ev banû got : “Ez ji
Atatürk hez nakim, ez ji Xumeynî hez
dikim“. Rojnamevanê sasmayî jê re got :
“Xumeynî sîî ye. Tu çima jê hez dikî ? ».
Banû jî weha bersîv da : « Sîî jî misilman
in », û pistre wê got ku çima ew ji Atatürk
hez nake : « Atatürk bi saya islamê gihajt
desthilatê, lê pistre wî xiyaneta misilmanan
kir ».
Dozkarê (prokuror) dadgeha Beyoğlu, li
Stembolê, vekirina vekolînekê li ser vê jinê
xwest û ew bi pelixandina bend 2 ya
zagona cinayetên li dijî Atatürk tawanbar
(mehkûm) kir.

ZAROKEKÎ KURD JI SEDEMA
NAVÊ XWE TÊ RAGIRTIN
Di 15 Hezîran 2008 de, zarokekî kurd,
Welat Dağ, ku li almanya dijî, tevî dê, xusk
û birayên xwe çû Tirkiyê. Dema ku firoke
ji Dusseldorfê gihajt firokexana Stembolê,
polîs li pasaporta wî nêrî û jê re got ku ev
nav li Tirkiyê qedexe ye û ku ew nikare ji
gumrukê derbas be. Zarok tenî bi firokê hat
vegerandin Almanya !
(netkurd.com, 18.06.2008)
PLAKÊTA SERLESKERIYA TIRKÎ LI
SER ZIMANÊ KURDÎ
Pistî dengdana parlemeneta tirkî, di 29
Gulan 2008 de, li ser zagoneke ku destûr
dide kanala têlêvîzyonî ya fermî ya tirkî,
TRT, ku 24 katjmêr (saet) bi kurdî û
zimanên din ên ne tirkî wesanan bike,
serleskeriya tirkî li hemî nivîsgeh (buro) û
servîsên xwe plakêteke ku li ser wê « Berî
tirkî » û di bin de tîpên kurdî « Q, X, W »
yên xêzkirî hatine nivîsîn daleqand.
Bi ser de jî, serleskerî nameyek ji hemî
sazendeyên leskerî re nivîsî û tê de ji wan
xwest ku tîpên kurdî û navên biyanî bi kar
neynin.
(avestakurd.net, rizgari.org, 19.06.2008)
ALMANYA « ROJ TV » QEDEXE
DIKE, PKK 3 ALMANAN DIREVÎNE
Di 24 Hezîran 2008 de, wezîrê alman ê
hundir, Wolfgang Schaeuble, da zanîn ku ji
19 Hezîran 2008 de Almanya wesanên
têlêvîzyona kurdî « Roj TV », ku bi saya
destûreke Danimarka dixebite, û yên
rêxistina « Mesopotamia Broadcast »,
qedexe kirin.
Daxuyanî dibêje ku Roj TV têlêvîzyoneke
PKKê, partiyeke ku li Almanya ji 1993 de
qedexe ye, ye û ku ew propaganda vê
partiyê bi satêlîtê dike.
Bi ser de jî, daxuyanî dibêje ku sirketa
almanî « VIKO Fernseh Produktion
GmbH », ku li Wupertal e, bernameyên
Roj TV û Mesopotamia Broadcast amade
dike, ku vekolînek li ser wê di Îlon 2007 de
dest pê kiri bû û ku di 19 Hezîran 2008 de
hat qedexe kirin.
(netkurd.com, avestakurd.net, nefel.com,
Milliyet, Hürriyet, 25.06.2008)
Di 08 Tîrmeh 2008 de, li hemberî vê
biryarê, PKKê 3 tûrîstên alman li çiyayê
Agirî revandin û bangek ji hukûmeta
almanî re kir ku ramyariya (siyaset) xwe li
hemberî PKKê nermtir bike. Berpirsiyarên
alman da zanîn ku ew santaja PKKê
napejirînin û azadkirina tavil a tûrîstan
xwest.
Ev rehîne besek ji komeke 13 alpînîstan
(çiyahilkês), ku li Beyazîdê bi cî bû bûn ji
bo ku hilkisin vî çiyayî, bûn. Ew Lars
Holger Renne, 33 salî ; Martin Georg, 49
salî û Helmut Hojann, 65 salî, bûn.
(çapemeniya kurdî, 09, 10 û 11.07.2008)
Di 20 Tîrmeh 2008 de, PKKê ev rehîneyên
alman azad kirin.
(netkurd.com, avestakurd.net, nefel.com,
efrin.com, 20.07.2008; Milliyet,
hemdem.com, 21.07.2008)
POLÎS AVA KELANDÎ BERDIDE
RUYÊ ZAROKEZÎ KURD
Di 07 Hezîran 2008 de, xwepêsandanek
(mesîn) li Wanê bû. Pistî êrîskirina polîs,
gelek kes hatin birîndar kirin û ragirtin.
Zarokekî kurd ê 12 salî, C.I., bê ku besdar
bibe xwepêsandanê, çay difirot. Bi behana
ku di çaydana wî de bombeyek hebû, polîs
ava kelandî berda ruyê zarok ! Bavê wî,
Behri Isik, giliyê polîs kir.
(avestakurd.net, 27.06.2008)
PARTIYEKE NUH A TIRKÎ
Di 27 Hezîran 2008 de, berpirsiyarên
partiya serokwezîrê tirk, AKP, partiyeke
nuh bi navê “Yeni Parti“ (Partiya Nuh), ji
tirsa girtina mumukun a AKPê (li bultena
me ya buhurî binêre), ava kir. Roja din,
wan daxwaziya xwe pêskêsî wezîrê hundir
kir.

KONFÊRANSEK TÊ QEDEXE KIRIN
Di 28 Hezîran 2008 de, rêxistinên kurdî
TEVKURD, Komeleya Ehmedê Xanî,
CIWANKURD, Wesana Ray û kesahiyên
serbixwe ewê konfêransek li ser serhildana
kurdî ya 1925, li Diyarbekirê amade bikira.
Lê parêzgarê (walî) Diyarbekirê ew qedexe
kir. Amadekeran du katjmêr ev biryar li
hemberî eywana sanoya saredariya bajêr
riswa (protêsto) kir.
Berdevkê TEVKURDê, Ibrahim Güçlü, da
zanîn ku Dadgeha 2mîn a Lihevkirinê ya
Diyarbekirê ev biryar stend û got ku ewê
ev konfêrans zarar bide asîtiya civakî !
(netkurd.com, avestakurd.net, 28.06.2008;
nefel.com, Milliyet, 30.06.2008)
BÎRANÎNA QIRKIRINA SÊWASÊ
Di 02 Tîrmeh 2008 de, li Enqere û
Stembolê du bîranînên mezzin ên qirkirina
Sêwasê (Sivas), li Kurdistana Tirkiyê, ku
berî 15 salan li otêla Madimakê bû bû, bûn.
Wê rojê, 02 Tîrmeh 1993, ronakbîrên kurd
û tirk ên elewî li vê otêlê civiya bûn, ji bo
bîranîna kustina helbestvanê kurd ê elewî
yê navdar, Pîr Sultan Abdal, di 1550 de. Li
derve, pistî limêja nîvro, nêzîkî 20.000
misilmanên sunnî li ber otêlê civiya bûn.
Hin ji wan agir berda otêlê. Sewatek zû
çêbû, ji bo ku otêl ji text hati bûn ava kirin.
Kesên ku li derve bûn ne dihist ku yên li
hundir birevin. Polîs û agirvemirên ku li
wê derê bûn tutist ne kir. Ji van 38
ronakbîran, 37 mirin. Yek tenê, nivîskarê
tirk ê navdar, Aziz Nesin, kutah (xelas) bû.
Heta nuha, dadgehên tirkî tutist ji bo
zelalkirina vê qirkirinê ne kir. Elewî
dibêjin ku ji sedema pelixandina ola wan li
Tirkiyê ev yek bû. Lê hin dibêjin ku Aziz
Nesin amanca êrîskeran bû, ji bo ku wî
pirtûka “Ayetên seytanî“ ya Selman Rusdî
wesandi bû.
(amude.com, 02.07.2008)
SEROKÊ TIRK JI ALIYÊ
FÊDÊRASYONA NAVNETEWEYÎ YA
FUTBOLÊ TÊ CEZA KIRIN
Di Hezîran 2008 de, di dema Mundiala
Footballê de, serokê tirk Abdullah Gül çû
bû odeya futbolciyên tirk ji bo ku wan
pîroz bike. UEFA (Fêdêrasyona
Navneteweyî ya Futbolê), ku ev maç pêk
anî bû, serok bi dayîna 35.000 € ceza kir !
(netkurd.com, 03.07.2008)
TECRUBEYA DARBEYEKE
LESKERÎ : ERGENEKON
Di 01 Tîrmeh 2008 de, desthilatên tirkî 21
kes ragirtin. Ji wan, gênêralên xanenisîn
(teqa'ud) ên leskerê tirkî, Hursit Tulon û
Sener Eryugur (evê dawîn serokê hêzên
polîs bû), serokê odeya bazarganiyê ya
Enqerê, Sinan Aygün, û birevebirê buroya
rojnama tirkî Cumhuriyetê, Mustafa
Bilbay, ku berdevkê laîkan (sêkularîst) li
Enqerê ye, bûn.
Ev yek di çarçeva tevgereke li dijî toreke
sirrî « ERGENEKON » a rastê tûj ku di
salên dawîn de çalakvanên kurd, ronakbîr û
nivîskarên tirk ku li dijî ramyariya dewletê
bûn, û hetta kesahiyên laîk ku bi awakî kûr
li girêdanên di navbera lesker, polîs û
mafya tirkî de digerriyan, dikustin.
Li gora efsaneyeke tirkî, Ergenekon navê
newaleke kûr, ku tê de Tirk ji aliyê dijmin
hati bûn dorpêçan û ku tê de gureke mê
riya derketinê nîsanî wan da, ye (gur
sembola fasîstên tirk Boz Kurt « Gurên
Boz ») e.
Hukûmeta tirkî ya nuha Ergenekonê bi
plankirina hilwesana xwe tawanbar dike û
dibêje ku ji bo ku ev hukûmet bikeve
Ergenekon tevliheviyan li welêt derdixîne,
ji bo amadekirina darbeyeke leskerî di
2009 de, û tecrube kir ku serokwezîrê îro,
Recep Tayyıp Erdoğan, bikuje.
Ev tevger ne bi rêkewt (bi tesadufî) bûye, ji
bo ku partiya desthilatê AKPê ji aliyê
dadgeha destûrî ya tirkî, ku nêzîkî lesker e,
bi girtinê hatiye harase (tehdîd) kirin (li
bultena me ya buhurî binêre).
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 6
Di 2006 de, bombeyek hati bû avêtin
pirtûkxaneyekê li Semzînanê, li Kurdistana
Tirkiyê. Xwediyê wê, ku sempatîzanê
PKKê bû, hat kustin û yekî din jî birîndar
bû. Dema ku xelk êrîsker girtin, ew radestî
polîs kirin û xuya bû ku ew du efserên
(zabit) leskerê tirkî, tevî PKKciyekî kevn
ku weka rehber alîkariya wan dikir, bûn.
Dozkarê (prokuror) gistî xwesti bû ku
serokê leskerê erd ê wê gavê û serokê
leskerê tirkî yê îro, gênêral Yasar
Büyükanıt, bê dadgeh kirin, ji sedema
girêdana wî bi vê êrîsê. Lê, pistî demeke
kurt, ev dozkar ji karê xwe hat dûr xistin !
Ergenekon ku tê de, ji derveyî gênêralên
lesker, serokên zanîngehan, rojnamevan,
parêzer (avukat) û sermayedar hene, di
nîvê sala 2007 de hat askere kirin, dema ku
bombeyên leskerê tirkî li mala efserekî
xanenisîn (teqa'ud) hatin dîtin. Pistre, ji
700 kg bêtir di barhilgirekî (kamyon) ku
girêdana wî bi Ergenekonê re hati bû
gûman (subhe, sik) kirin hatin dîtin.
(peyamner.com, çapemeniya tirkî,
03.07.2008 ; rizgari.org, 05.07.2008 ;
netkurd.com, avestakurd.net, Milliyet,
nefel.com, serwext.com, 06.07.2008 ;
azady.nl, 07.07.2008)
Polîs da zanîn ku wî belge li buroyên
rêxistina Atatürk Düsüncesi « Ramana
Atatürk », ku serokê wê gênêralê xanenisîn
Aygün e, dîtin. Di wan belgan de xuya bû
ku ev kesên ragirtî serhildaneke sîvîl a gistî
plan kiri bû, ji bo ku darbeyeke leskerî li
dijî hukûmeta partiya AKPê ya islamî
amade bikin. Ev yek bi pêkanîna 40
xwepêsandanên bê destûr (mesînên bê izn)
di 06 Tîrmeh 2008 de, ku tê de ewê
hukûmet bi harasekirina (tehdîd) pergala
(sîstêm) laîk bihata tawanbar kirin û
pasveçûna rewsa aborî bihata riswa
(protêsto) kirin. Li gora van belgeyan,
amanca sereke ya van xwepêsandanan
derxistina pevçûnan bi polîs re bû. Ewê ev
bûyer ji aliyê mêdyayan, bi alîkariya
serokê odeya bazarganiyê ya Enqerê,
bihata belav kirin.
Li gora vê planê, gehîneka (merhele) 2mîn
a vê kampanyê ewê kustina nêzîkî 30
kesahiyên layîk ên navdar li dawiya 2008
biba, ji bo ku hestê bêewlehiyê (ne
emniyet) bê xurt kirin û bê bawer kirin ku
êktrêmîsma olî ku hukûmet gurr dike
lesker neçar kir ku tevbilive ji bo
dabînkirina (te'mîn kirin) ewlehiyê
(emniyet).
Polîs dilniya (t'ekîd) jî kir ku wî bi mehan
guhdariya axaftinên têlêfonî û êlêktronîk
ên kesên ragirtî dikir, ku hin ji ajanên wî
ketin nav rêxistina « Atatürk Düsüncesi » û
ku ewê daxuyaniyan li ser hûriyên (tefsîlat)
plana wan bikin.
Hêzên ewlehiyê li dû Turan Sumaz,
parlementerê berê yê ku ji partiya AKPê
hatiye qewirandin, jî diçin. Ew bi dayîna
gelek hûriyan li ser avahiyên hukûmî û
xalên qels ên vê partiyê ji plankeran re tê
gûman kirin.
Gênêralê kevn Kadir Ali Esener jî hat
ragirtin. Ew serokê buroya plana hêzên
erdî bû û di koma gênêral Sener Eruygur
de bû, lê pistre wî karê xwe berda bû.
(peyamner.com, netkurd.com, 04.07.2008)
Li gora agahdariyên ku pistî jêpirsînan
gihastin çapemeniyê, nexseyên êrîsan di
kompyûtera yek ji tawanbarkiriyên bilind
de hatin dîtin. Li gora van belgeyan,
Ergenekon kustina serokwezîr Recep
Tayyıp Erdoğan, gênêralekî mezzin ê
leskerê tirkî û dozkarekî komarê (prokuror)
bi riya rêxistineke çep plan kiri bû. Kustina
gelek siyastvanên kurd, rojnamevan û
ronakbîran jî hati bû plan kirin.
Tê gotin ku jêpirsîn askere kir jî ku
Ergenekon plan kiri bû ku ji dergevan,
PKKciyên posman û caniyan (qatil, dizz,
qaçaxçiyên êroînê) bixwaze ku van
kustinan bikin.
Tistên din jî ku askere bûn : teqûreqên
mezzin di Newroza 2005 de li Mersinê, ji
bo ku xwedê giravî zarokek ala tirkî avêti
bû erd, û tevliheviyên mezzin di 1ê Gulanê
2008 de karên Ergenekonê bûn.
Serokwezîrê tirk çend caran goti bû ku ew
bi kustinê hatiye harase (tehdîd) kirin ...
(netkurd.com, serwext.com, 05.07.2008)
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 7
Di 04 Tîrmeh 2008 de, serokê partiya
CHPê, Deniz Baykal, gûmanbarên ragirtî
parastin û hebûna Ergenekonê nikolî (
inkar) kir. Wî got ku ev doza (da'wa) sexsî
ya serokwezîr e.
Baykal bi pêwendiyên xwe bi parlementerê
berê yê AKPê, Turan Çomez, û gênêralê
berê û serokê rêxistina « Atatürk
Düsüncesi », Sener Uruygur, re naskirî ye.
(Milliyet, netkurd.com, rizgari.org,
05.07.2008)
Di 04 Tîrmeh de jî, nêzîkî 200 fasîstên tirk
li ber rojnama Cumhuriyetê (ku nêzîkî
partiya CHPê ye) civiyan û ragirtina
gûmanbarên Ergenekonê riswa (protêsto)
kir. Wan durusm (slogan) li dijî partiya
serokwezîr û Amerîka, ku bi plankirina vê
tevgerê tawanbar kirin, avêtin. Pistre, ew
çûn ber rojnama Tercumanê û li wê derê
hin ji wan hejmara dawîn a rojnama Tarafê
sewitand, ji bo ku sernivîsa wê „Pasayên
(gênêral) ku darbeyeke leskerî amade
dikir di bin çav de ne“ bû.
(rizgari.org, 05.07.2008)
Di 11 Tîrmeh de, di rasthatineke bi
parêzerên xwe re, serokê PKKê yê girtî,
Abdullah Öcalan, da zanîn ku Ergenekon ji
aliyê Amerîka hati bû damezrandin û ku
yek ji gênêralên ku girtî ye (navê wî ne
got) çend caran rastî wî hati bû. Wî bi ser
de jî got ku ev tevger di 1926 de ji aliyê
Ingilîzan hati bûn dest pê kirin, ji bo ku
serrê Ata-Türk bikin !
(netkurd.com, 12.07.2008)
Di 13 Tîrmeh de, rojnama tirkî Taraf da
zanîn ku hesabên sala 2006 ên Rêxistina
„Atatürk Düsüncesi“ askere kir ku piraniya
masrafên wê salê ji aliyê serokê berê yê
Tirkiyê, Ahmed Necdet Sezer, hati bûn
kirin û ku ew besek ji buceya (mîzaniye)
serokatiya komarê bûn.
(netkurd.com, serwext.com, 14.07.2008)
Di 13 Tîrmeh de, dozdarê komarê yê
bajarê Stembolê, Aykut Cengiz Engin, di
konfêranseke çapemeniyê de got ku di
doza Ergenekonê de 48 kes hatine girtin,
38 doza wan ji derveyî zîndanê tê kirin û
86 jî gûmanbar in. Dozkar got jî ku
Ergenekon bi avakirina rêxistineke têrrorîst
a çekdar, alîkirina çalakiyên têrrorîst,
xwestina têkdana (xerab kirin) bingehên
Komara Tirkiyê û kirina darbeyeke leskerî
hatiye tawanbar kirin.
Wî bi ser de jî got ku bendnameya
tawanbarkirinê ji 2.455 rûpel pêk hatiye,
ku endamên Ergenekonê cinayetên gelek
giran kirine û ew dikarin cezayên giran ên
ji 27 hetta 61 salan bistînin.
(Milliyet, netkurd.com, avestakurd.net,
serwext.com, peyamner.com, 14.07.2008)
Di 23 Tîrmeh de, polîs tevgereke lêgerînê
ya fireh li Konya, Stembol, Mersin,
Kocaeli û Elazîzê kir. 26 kes hatin bin çav
kirin.
(rizgari.org, Milliyet, peyamner.com,
azady.nl, 24.07.2008)
Di 23 Tîrmeh de jî, serokê PKKê,
Abdullah Öcalan, ji parêzerên xwe, yên ku
çû bûn seredana wî li zîndana girava
Imrali, re da zanîn ku Ergenekon ji 1952
de, sala ku Tirkiye bû bû endama NATO,
heye û ku Ergenekon ji aliyê vê rêxistinê
hatiye ava kirin. Û wî got jî ku hin
endamên Ergenekonê pêwendî pê re kiri
bû, lê ku wî ne xwest ku hevkariya wan
bike. Û wî bi ser de jî got ku mîlîsên (çete)
ku di nav PKKê de bûn 15.000 Kurd
kustin, lê ku ne wî, lê berpirsiyarên din ên
partiya wî, ku navê wan gotin, fermanên
van kustinan didan.
Parêzera Öcalan, Hatice Korkut, da zanîn
ku Öcalan gelek tist dizane û ku dixwaze
ku agahdariyan bide dozkarê doza
Ergenekonê, Zekeriya Öz.
(nefel.com, 25 û 27.07.2008; serwext.com,
26 û 27.07.2008)
Di 25 Tîrmeh de, Dadgeha Cezayî ya
Stembolê daxwaziya dozkar Zekeriya Öz û
ya her du hogirên wî pejiran û destpêkirina
doza Ergenekonê da zanîn. Dosya ji 2.455
rûpelan pêk hatiye û doz 86 kesan, ku ji
wan 48 li zîndanê ne û 38 azad in, girêdide.
(netkurd.com, rizgari.org, Milliyet,
25.07.2008; azady.nl, 26.07.2008)
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 8
Di 29 Tîrmeh de, du rêxistinên mafên
mirov li Diyarbekirê, Toplum-Der û
Rêxistina Mafên Mirov li Tirkiyê – saxa
Diyarbekirê, Ergenekon tawanbar kir.
(netkurd.com, 30.07.2008)
Di 16 Tebax 2008 de, bi fermana dozkarê
Ergenekonê, Zekeriya Öz, yek ji avakerên
JITEMê (servîseke dizzî ya leskerî ya
tirkî), Arif Doğan, hat ragirtin. Ew bi
cinayet, qaçaxçîtî, revandin û kustinan
hatiye tawanbar kirin. 2 kalasnîkof, 3
tifing, tabancayek û gelek berr (fîsek) li
mala wî hatin dîtin.
(avestakurd.net, rizgari.org, 16.08.2008)
DADGEHA EWROPÎ HEQ DIDE
TIRKIYÊ
Di Tîrmeh 2008 de, Dadgeha Ewropî ya
Mafên Mirov, ku li Strasburgê ye, li ser
zagona (qanûn) hilbijartinan a tirkî ku
partiyên ramyaî (siyasî) neçar (mecbûr)
dike ku bendava (baraj) 10% derbas bikin
ji bo ku karibin bikevin parlementê heq da
Tirkiyê.
Di 2003 de, du parlementerên kurd ên
partiya DEHAPê (îro DTP), Resul Sadak û
Mehmet Yumak, ji Dadgeha Ewropî re
giliyê Tirkiyê kiri bû, ji bo ku partiya wan
ne gihajti bû bendava 10%, li gel ku ew
herdu li Sirnexê, li Kurdistana Tirkiyê,
45.95% stendi bûn.
(netkurd.com, 08.07.2008)
SEROKWEZÎRÊ TIRK LI BEXDADÊ:
IMZAKIRINA LIHEVKIRINEKE
STRATÊJÎK
Di 10 Tîrmeh 2008 de, serokwezîrê tirk,
Recep Tayyıp Erdoğan, li Bexdadê rastî
serokwezîrê iraqî, Nûrî El-Malikî hat.
Pistre, di konfêranseke çapemeniyê ya
hevrayî de, wan avakirina „Encumena
Bilind a Hevkariya Stratêjîk a Tirkî-Iraqî“
da zanîn.
Ev lihevkirin ji 26 xalan pêk hatiye û li ser
hevkariyê di warên ramyarî (siyasî),
berevanî (parastina leskerî), ewlehî, çand,
abor û ênêrjiyê ye.
Êvarê, Erdoğan ji aliyê serokê Iraqê, Celal
Talabanî, hat pêswazî kirin sîvê (xwarina
êvarê).
(Malperên kurdî, rojnameyên tirkî, 10, 11
û 12.10.2008)
SANDEKE KOMMISYONA EWROPÎ
LI KURDISTANÊ
Di 11 Tîrmeh 2008 de, danismendê
(musawir) ramyarî yê sandeya
Kommisyona Ewropî li Tirkiyê, Diego
Mellado, û berpirsiyarê firehkirina
Yekîtiya Ewropî, Ricardo Serri, çûn
seredana saredarê kurd ê Elihê (Batman),
Huseyin Kalkan. Amanca wan naskirina
rewsa rêformên ku ji aliyê hukûmeta tirkî
hati bûn soz dayîn bû.
Mîrza Kalkan ji wan re rewsa trajîk a
bajarê kevnar Hesen Keyf, ku di bin
tehlika hundabûnê de ye, ji sedema karên
mezzin ên avakirina bendavên (baraj)
GAPê, ravekir û ji Kommisyona Ewropî
xwest ku ji bo dêmokratîkkirina Tirkiyê û
lêgerîna çareyan bixebite. Wî xaliyeke
Elihê û tabloyeke Hesen Keyfê pêskêsî
wan kirin.
(peyamner.com, 11.07.2008)
PARLEMENTEREKÎ KEVN Ê KURD
TÊ TAWANBAR KIRIN
Di 12 Tîrmeh 2008 de, parlementerê berê
yê kurd, ê partiya DEPê (îro DTP), Hatip
Dicle, ji aliyê dadgeha cezayî ya Erzurûmê
bi du sal zîndan hat tawanbar kirin. Ev yek,
ji bo ku wî di mîtînga xwe ya hilbijartinan
a 11 Tîrmeh 2007 de, li Erdehanê, goti bû
ku partiyeke lêgal ku 400 sehîd dane nîn e,
û wî navên Kurdên navdar ên ku hatine
kustin, Musa Anter, Vedat Aydın, Mehmet
Sincar û Mushin Melik, goti bûn.
Pistî vê yekê, dozek li dijî wî hati bû
vekirin û bi propaganda „rêxistineke
veqetînxwaz“ hat tawanbar kirin.
(netkurd.com, peyamner.com, 13.07.2008)
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 9
SARKOZY : LI ROJHILATA NAVÎN,
YAN TALIBAN YAN ATATÜRK
DERDIKEVIN
Di 15 Tîrmeh 2008 de, pistî Civîna Bilind
a Yekîtiya ji bo Deryayê Sipî û cêjnên 14
Tîrmehê, serokê fransî Nicolas Sarkozy bi
parlementerên partiya xwe re civiya. Wan
ew ji bo vexwendina (dawetkirin) serokê
sûrî Bessar El-Esed ûyê tûnisî Zeyn El-
Abidîn Ben Alî rexne kir. Sarkozy bersîva
wan da û got : „Ez çi bikim, li Rojhilata
Navîn yan Taliban yan jî Atatürk
derdikevin“.
(netkurd.com, avestakurd.net, 16.07.2008)
GIRTINA TÊLÊVÎZYONEKE KURDÎ
Di 17 Tîrmeh 2008 de, ramyarên
(siyasetvan) ku ji wan saredarê Diyarbekirê
Osman Baydemir, ronakbîr, sendîkacî û
nimînendeyên rêxistinên civaka sîvîl li
eywana Rêxistina Mafên Mirov li Tirkiyê,
li Diyarbekirê, ji bo riswakirina (protêsto
kirin) girtina têlêvîzyona vê navçê, Hayat
TV, ji aliyê desthilatên tirkî, bi fermana
dadmendekî, xwe pêsan da (mesiyan).
Sedema vê girtinê ew e ku vê têlêvîzyonê
bi zindî pîrozkirina cêjna Newrozê wesand.
Studyoya wê li Ingiletrê ye û wesan bi riya
Tursat dibe.
(peyamner.com, 18.07.2008)
KONGREYA DTPê
Di 20 Tîrmeh 2008 de, li Enqerê
kongereya partiya ku bi awakî ne fermî
kurdî ye, DTPê, bû. Bi besdarbûna 1.000
endaman, Ahmet Türk weka serokê partiyê
û Emine Ayna weka hev-serok hatin
hilbijartin. Türk di heman (eynî) demê de
palementer û serokê koma DTPê li
parlementê ye. Ji berê jî, ew serokê partiya
DTPê bû.
Di axaftina xwe de, Türk ji Tirkiyê xwest
ku 3 mafan bide Kurdan : naskirina zanava
(nasname) kurdî, bikaranîna zimanê kurdî
li ciyên fermî û perwerdê, dayîna
otonomiyeke dêmokratîk (sîstemeke idarî
ya ne navendî). Ji bo gihajtina van
daxwaziyan, wî guherandina hin zagonan
(qanûn) xwest.
(netkurd.com, avestakurd.net, nefel.com,
serwext.com, Milliyet, peyamner.com,
azady.nl, 21.07.2008)
TEQÎNEK LI STEMBOLÊ
Di 27 Tîrmeh 2008 de, du bombe li dû
hevdu li taxa bazarganî ya Güngörê, li
Stembolê teqiyan. 17 kes mirin û 154 jî
birîndar bûn. Du kes hatin bin çav kirin.
Serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp Erdoğan,
çû ciyê teqînê û li wê derê PKK bi vê êrîsê
tawanbar kir. PKKê ew nikolî (inkar) û
sermezar (mehkûm) kir. Serokê partiya
DTPê, Ahmet Türk, got ku ev karê
Ergenekonê ye.
Çapemeniya tirkî, netkurd.com,
avestakurd.net, nefel.com, rizgari.org,
hemedem.com, amude.com, 28.07.2008)
Di 03 Tebax de, wezîrê tirk ê hundir, Besir
Altay, di konfêranseke çapemeniyê de got
ku bi saya peytên (isbat) ciddî, wezareta wî
dît ku êrîsa Stembolê karê PKKê bû. Wî
navên 13 kesên vê partiyê, ku hatin ragirtin
û ku ewê di nav çend rojan de bên dadgeh
kirin, gotin.
(Hürriyet, Milliyet, netkurd.com,
avestakurd.net, 03.08.2008)
Di 03 Tebax de jî, serokê polîsê dizzî yê
Almanya Fêdêral, Erns Uhrlau, ji rojnama
almanî Bild re da zanîn ku ev êrîs ne weka
karê PKKê, lê weka êrîsên têrrorîst ên
islamiyên tirk e.
(amude.com, 03.08.2008; netkurd.com,
avestakurd.net, rizgari.org, 05.08.2008)
Bi awakî gistî, dema ku PKK êrîsek dike,
ew wê dibêje. Loma, zor e ku meriv bawer
bike ku ev teqîn ji aliyê PKKê hatiye kirin.
(Buroya Kurdî, 10.08.2008)
PARTIYA AKPê NAYÊ QEDEXE
KIRIN
Di 30 Tîrmeh 2008 de, dadgeya destûrî ya
tirkî biryar stend ku partiya islamî ya
serokwezîr, AKPê, negire (li bultena me ya
buhurî binêre), lê ku buceya (mîzaniye) wê
bi nîvî bê kêm kirin.
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 10
Ji 11 endamên vê dadgehê, 6 girtina
partiyê xwest, 4 ji dewleta tirkî xwest ku
alîkariya diravî (maddî) nede wê û 1 jî
girtina wê nikolî (red) kir.
Ji kêmasî ve 7 deng diviya bû ji bo
stendina biryara girtina partiyê. Serokê
dadgehê, Hasim Kılıç, biryar stend ku ew
negire, lê ku nîvê alîkariya wê, ango 23
milyon lîreyên tirkî, bê birrîn. Û wî got jî
ku ev biryar ji AKPê re ixtareke hisk e.
Yekîtiya Ewropî razîbûna xwe ji bo vê
biryarê askere kir.
(Milliyet, Hürriyet, Al-Hayat, netkurd.com,
avestakurd.net, nefel.com, rizgari.org,
peyamner.com, azady.nl, serwext.com,
31.07.2008)
Di 03 Tebax de, berpirsiyarê bilind ê
Yekîtiya Ewropî, Xavier Solana, û cîgirê
serokê Kommisyona Ewropî, Günter
Verheugen, ji serokwezîrê tirk lezkirina
rêforman xwest.
(Hürriyet, peyamner.com, 03.08.2008)
ROJNAMEVANEKÎ KURD Ê IRAQÊ
TÊ VEGERANDIN
Di 03 Tebax 2008 de, sernivîskarê rojnama
kurdî Rûdaw, Ako Muhammed, ji
Kurdistana Iraqê, li firokexana Stembolê,
dema ku ew ji Kölnê, Almanya, hati bû,
hat ragirtin. Rojnamevan dixwest ku ji
Almanya, bi riya Tirkiyê, biçe Kurdistana
Iraqê.
Pistî ku wî rojek li hucreyeke firokexanê
derbas kir, ew hat vegerandin Almanya !
Li wê derê, wî dît ku çanta wî „hunda bûye
„ !
(avestakurd.net, 05.08.2008; azady.nl,
11.08.2008)
BERPIRSIYAREKÎ KURD TÊ GIRTIN
Di 12 Tebax 2008 de, serokê berê yê saxa
Qersê ya partiya kurdî DTPê, Mahmut
Alınak, ji sedema du dozan (da'wa) hat
zîndan kirin.
Alınak dixwest ku navên hin kuçan li
Qersê, li Kurdistana Tirkiyê, biguherîne û
dêlva wan navên kesahiyên kurd ên ku
hatine kustin, Vedat Aydın, Musa Anter û
Deniz Gezmis, deyne. Bi ser de jî, wî
rexneya mercên (sert) girtina Abdullah
Öcalan, serokê PKKê, li girava Imrali,
rexne kiri bûn.
Dadgehê Alınak bi 50 roj zîndan, ku bi
dayîna cezayê 1.000 lîreyên tirkî, hati bû
guherandin, tawanbar kiri bû. Lê Alınak ne
xwest ku vî cezayî bide û ket zîndanê. Berê
ku biçe wê derê, wî civîneke çapemeniyê
pêk anî û tê de ramyariya (siyaset) tirkî
rexne kir.
(netkurd.com, 13.08.2008)
CARDIN PÊTROL LI KURDISTANÊ
Di 12 Tebax 2008 de, birevebirê sirketa
pêtrolê TPAO li Batmanê, Erdal Coskun,
da zanîn ku pêtroleke gelek bas, pistî
kolana bîreke 2.150 mêtrî, hat dîtin û ku
ewê di rojê de 500 bermîl jê bên derxistin.
Di destpêka karên kolanê de, wan bawer
dikir ku ewê ev pêtrol pistî gihajtina
kûrayiya 4.000 mêtran bibînin.
(avestakurd.net, 13.08.2008)
40 ENDAMÊN PARTIYA DTPê
HATIN RAGIRTIN
Di 14 Tebax 2008 de, di tevgereke polîsî li
Adanê de, 40 endamên partiya kurdî DTPê
hatin ragirtin. Ji wan, saredarê Misîsê,
Burhan Aras; saredara Dikili, Leyla
Güven ; serokê saxa Adanê ya DTPê, Zeki
Karatas ; ê Seyhanê, Mehmet Yardan û yê
Yüregirê, Durmaz Özmen.
(netkurd.com, 15.08.2008)
DANISMENDÊ SAREDARÊ
BATMANÊ HAT RAGIRTIN
Di 25 Tebax 2008 de, nêzîkî 20 polîs ketin
nivîsgeha (buro) saredarê Batmanê, li
Kurdistana Tirkiyê, û tê de danismendê
(musawir) wî, Nesim Turhan, û du
karbidest ragirtin. Û wan hin belge jî
stendin.
Dibe ku sedema vê yekê seredana sandeke
parlementerî ya Kurdistana Iraqê bo
Batmanê û pêswazîkirina wê ji aliyê
saredarê vî bajarî, Huseyin Kalkan, be.
(netkurd.com, avestakurd.net,
peyamner.com, 26.08.2008)
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 11
MUZÎKVANEKÎ KURD HAT
RAGIRTIN
Di 27 Tebax 2008 de, muzîkvanê kurd
Brader Musikî, ku li Hollanda dimîne, çû
Tirkiyê ji bo çêkirina albumeke nuh. Ew li
firokexana Stembolê hat ragirtin û polîs ew
agahdar kir ku dozkarê (prokuror)
Diyarbekirê li dijî wî dozek, ji sedema
stranên wî, vekiriye;
Di 28 Tebax de, ew hat azad kirin, lê doza
li dijî wî dajo (dewam dike). Wê malpera
avestakurd.net agahdar kir ku sedema
ragirtina wî axaftineke ku wî di 2007 de, bi
hinceta Newrozê, li Diyarbekirê kiri bû ye.
Berê ku ew dest bi stiranê bike, wî goti bû
ku divê ku zarokên kurd bi kurdî bipeyivin.
(avestakurd.net, 27 û 29.08.2008; netkurd.com,
27 û 30.08.2008; rizgari.org, azady.nl,
27.08.2008)
OLDAR Û ZIMANÊ KURDÎ
Di 29 Tebax 2008 de, serokê saxa
Diyarbekirê ya Sendîka Karkerên Weqfa
Olî „DIVES“, Lokman Özdemir, bi hinceta
(munasebet) vekirina vê saxê daxuyaniyek
da çapemeniyê.
De destpêkê de, Özdemir bangî hemî
asîtîxwaz û dêmokratan kir ku besdar bibin
mîtînga asîtiyê li meydana stasyonê, li
Diyarbekirê. Pistre wî ramyariya
assîmîlasyonê teshîr kir, ji hukûmeta tirkî
xwest ku zimanê kurdî bê azad kirin û ji
aliyê melleyan di ezanê de bê bi kar anîn.
Wî helwesta welatên misilman li hemberî
Kurdan rexne kir :
„Pistî bombekirina Halabca bi çekên
sîmîk, Kuweyt konfêranseke islamî pêk anî.
Di vê konfêransê de, gelek welat ji sedema
kirinên wan ên antî-dêmokratîk hatin
sermezar kirin, lê bikaranîna çekên sîmîk li
dijî Kurdan ji aliyê Saddam Huseyn û
kustina 5.000 Kurd ne hat rexne kirin.
Qirkirina Kurdan qet ne babeta konfêransê
bû. Em dibînin ku herkes islamê li gora
xwe bi kar tîne, lê em dizanin ku islama
rast ne ev e“. Û wî avabûna pergaleke
(sîstêm) dêmokratîk li Tirkiyê û rakirina
mîlîsên Ergenekonê xwestin.
(netkurd.com, peyamner.com, 30.08.2008)
SEROKÊ TIRK PÊSWAZIYA
SANDEKE ENIYA TIRKMENÎ DIKE
Di 30 Tebax 2008 de, serokê tirk Abdullah
Gül pêswaziya sandeke Eniya Tirkmenî ya
iraqî, bi serokatiya Saadettin Ergic, kir.
Li gora CNN Türk, her du alî rewsa îro ya
Kerkûk û Iraqê giftûbêj kir. „Em li ser
tawanên li dijî Tirkmenên Iraqê peyivîn.
Em dixwazin ku Tirkiye pistgiriya me
bike“, Ergic ji rojnamevanan re got. Û wî
bi ser de jî got ku Tirkiyê hegav pistgiriya
Tirkmenan kiriye û bangî vî welatî kir ku ji
bo wan bêtir bike.
(azady.nl, 31.08.2008)
Brader Musikî
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 12
VEBÛNA QUNSULXANEYEKE
FRANSÎ LI HEWLÊRÊ
Di 02 Tîrmeh 2008 de, wezîrê fransî yê
karên derve, Bernard Kouchner, çû
Kurdistana Iraqê ji bo vekirina
qunsulxaneyeke fransî li Hewlêrê. Pistre,
ew rastî serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî,
serokwezîr Nêçîrvan Berzanî û serokê
parlementa kurdî, Adnan Muftî, hat. Evê
dawîn got ku “Fransa ewê bibe deriyê
Kurdistanê ber bi Ewropa“.
(peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net,
nefel.com, rizgari.org, hemdem.com,
serwext.com, Hürriyet, 02.07.2008)
ÊRÎS LI DIJÎ KURDAN
Di 03 Tîrmeh 2008 de, têrrorîstan du Kurd
di nav ereba wan de, li Tûz Xurmatû
(navçeyeke erebkirî), kustin. Yek ji wan,
Dilsad Abdulkerîm, karbidestekî navenda
Hemrînê ya Yekîtî Nistimanî Kurdistan, û
yê din, Nasih Mûsa, endamekî encumena
parêzgeha Salaheddîn bû.
(peyamner.com, 04.07.2008)
Di 06 Tîrmeh 2008 de, pistî teqîna
bombeyekê li ser ereba berpirsiyarekî
Yekîtî Nistimanî Kurdistan li Qeretepê,
Muhammed Ramazan, 7 kes hatin kustin û
4 jî, ku ji wan M. Ramazan, hatin birîndar
kirin. Qeretepe girêdayî qezayê Kifrî,
parêzgeha Suleymaniyê, ye.
(avestakurd.net, 06.07.2008)
Di 21 Tîrmeh de, pistî teqîna erebeyekê li
Mûsilê, 2 pêsmerge hatin kustin û 8 sîvîl
birîndar kirin.
(serwext.com, 21.07.2008)
Di 28 Tîrmeh de, êrîseke xwekujî li
Kerkûkê, di xwepêsandaneke mezzin li dijî
zagona (qanûn) hilbijartinên parêzgehî, bû.
22 kes mirin û 190 birîndar bûn (li jêr
binêre : Dengdan li ser hilbijartinên
parêzgehî li Kerkûkê : Boykotkirina
Kurdan).
(peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net,
rizgari.org, nefel.com, azady.nl, serwext.com,
hemdem.com, 28.07.2008)
Di 04 Tebax de, alîkarê parêzgarê Mûsilê,
Xusro Goran, ji êrîsekê li Mûsilê kutah
(xelas) bû, lê pêsmergeyek hatin kustin û 5
birîndar kirin. Bombeyek hat avêtin
karwana wî.
(avestakurd.net, 05.08.2008)
Di 10 Tebax de, êrîseke xwekujî li
Xaneqînê (navçeyeke erebkirî), li nêzîkî
buroya ewlehiya Yekîtî Nistimanî
Kurdistan, 3 kes kustin û 20 birîndar kirin.
(peyamner.com, avestakurd.net, rizgari.org,
10.08.2008)
Di 25 Tebax de, di êrîseke têrrorîst li ber
avahiya nuh a polîsê qezayê Celewla, li
navçeya Xaneqînê, de 30 kes hatin kustin û
40 birîndar kirin. Ev qeza tê de Kurd û
Ereb dijîn.
(netkurd.com, avestakurd.net, 26.08.2008;
azady.nl, Al-Hayat, 27.08.2008)
WAJOKIRINA KONTRATEKÊ BI
DUBAY RE
Di 03 Hezîran 2008 de, hukûmeta
Kurdistana Iraqê lihevkirinek bi sirketa
Damacê, ya Mîriyên Erebî yên Yekbûyî, ku
li Dubay e, li ser projeyeke ku ewê masrafa
wê 55 milyar dolar be, wajo (imza) kir. Ev
projeya mezzin a 2mîn a vê sirketa ku li 20
welatan kar dike, ku ji wan 7 li Rojhilata
Navîn, e.
Ewê maweya (muddet) pêsîn a projê „The
Tarin Hills Development“ bibe û ewê
masrafa wê 4,5 milyard dolar be. Li ser
erdekî li nêzîkî Hewlêrê, ku aqara wî 52
milyon m2 ye, ewê komplêkseke tûrîstîk ku
ewê tê de otêlên nûjen (modêrn), navendeke
bazarganiyî û navendên saxî û perwerdê
hebin bê ava kirin. Di merasîma vekirinê de,
ku serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî
besdarî wê bû, serokê sirketa Damacê, Husey
Sajwanî, got ku pistî 10 salan, dema ku ewê
maweyên 2mîn û 3mîn kutah bibin (biqedin),
50.000 kes ewê girêdayî vê projê bin :
vîllayên rojhilatî, apartman, 1.000 buro,
otêlên nûjen, motêl, navendên bazarganiyî,
ciyên hêsabûnê, stadên werzisî (spor).
(peyamner.com, netkurd.com, nefel.com,
04.06.08
KURDISTANA IRAQÊ
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 13
UN Û PIRSA KERKÛKÊ
Di 03 Hezîran 2008 de, serokwezîrê
Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Berzanî, ji
ajansa çapemeniyê Reuters re da zanîn ku
berpirsiyarên ramyarî (siyasî) yên kurd
çarekirina pirsa Kerkûkê dixwazin û ku
rêfêrandum ne mercekî (sert) pêwîst e ji bo
gihajtina vê çareyê (bend 140 ê destûra
iraqî kirina rêfêrandumekê heta dawiya
2007 goti bû. Lê pistî nelihevkirinan bi
Ereb û Tirkmenan re, parlementa
Kurdistanê biryar stend ku ev rêfêradum 6
meh bê sûn de xistin).
Li bin fisarên (tezyîq) Tirkiyê,
nimînendeyê taybetî yê UNê (Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî), Stephane De
Mistura, ji Kurdan xwest ku çareyeke
ramyarî ji vê pirsê re bibînin.
(peyamner.com, nefel.com, 03.06.2008;
netkurd.com, rizgari.org, Milliyet, Al-Hayat,
04.06.2008)
De Mistura besa 1mîn a rapporeke ku tê wî
pêsniyar kir ku qezayê Hamadaniyye bê
girêdan bajarê Mûsilê û yê Mendelî, ku li
parêzgeha Dyala ye, bê girêdan Bexdadê
amade kir. Eger em werin qezayê
Mexmûrê, ku li parêzgeha Hewlêrê ye, û
yê Akrê, ku girêdayî parêzgeha Duhokê ye,
De Mistura pêsniyar kir ku ew ji Herêma
Kurdistana Iraqê re bimînin (ango, ji 4
qezayên erebkirî, 2 ewê bên dayîn Ereban
û 2 Kurdan ! !).
Hemî berpirsiyarên kurd û ereb ev pêsniyar
nikolî (red) kir.
(Al-Hayat, 19.06.2008 ; nefel.com,
20.06.2008)
Di 10 Tîrmeh de, De Mistura çû
Parlementa Kurdistana Iraqê ji bo
giftûbêjkirina pirsên ku ev rappor
derxistin. Pistre, di konfêranseke
çapemeniyê ya hevrayî de tevî serokê
parlementê Adnan Muftî, De Mistura îtîraf
kir ku wî sasî kirin û soz da ku wan di
besên wêbê yên rappora xwe de rast bike.
Û wî pejirand (qebûl) jî ku wî gotinên
“Bakurê Iraqê“, dêlva “Herêma
Kurdistanê“ ku di destûra iraqî de hatine
nivîsîn, bi kar anîn.
(peyamner.com, avestakurd.net, nefel.com,
rizgari.org, serwext.com, 10.07.2008)
Di 12 Tîrmeh de, De Mistura rastî serokê
Kurdistanê, Mesûd Berzanî, bi amadebûna
serok û cîgirê serokê Kurdistanê û wezîrê
kurd ku berpirsiyarê navçeyên erebkirî ye,
Dr. Muhammed Ihsan, hat.
Mîrza Berzanî jê re bi awakî vekirî
nerazîbûna Kurdan ji rappora wî ravekir û
got ku amanca bend 140 a destûra iraqî ew
e ku maf bide kesên ku ji navçeyên xwe
hatine qewirandin ku vegerin ciyên xwe. Û
wî bi ser de jî got ku ev pirs divê ku bi
asîtiyane bê çare kirin û ku divê ku hemî
alî xwe girêbidin bend 140 a destûra iraqî.
(peyamner.com, avestakurd.net, 12.07.2008)
KONFÊRANSEK LI SER JINÊ
Di 04 Hezîran 2008 de, li bin sernivîsa „Ji
bo wêbêya Iraqê“, hêzên hevalbend ku li
Kurdistana Iraqê ne li Hewlêrê
konfêransek li ser jinê, bi hevkariya
hukûmeta iraqî, rêxistinên civaka sîvîl û
jinên çalak di warê parastina mafên jinê de,
pêk anî.
Fermandarê hêzên hevalbend li Kurdistanê,
Marc Hertling, got ku amanca vê
konfêransê giftûbêjkirina jina iraqî li her sê
parêzgehên Kudistana Iraqê (Hewlêr,
Suleymaniye û Duhok), û li parêzgehên
Mûsil, Kerkûk, Dyala û Selaheddînê, di
warên saxî, perwerde, kar û mafên jinê de,
ye.
(peyamner.com, 04.06.2008)
KESSEYÊN ALMAN LI
KURDISTANÊ
Di 05 Hezîran 2008 de, pistî hefteyeke
gerr û lêkolînan, nimînendeyên du dêrên
almanî li otêla Çarçira, li Hewlêrê,
konfêranseke çapemeniyê li ser rewsa
Filleyan li Kurdistanê pêk anî.
Di destpêkê de, kesse Michael Marten got
ku sandeya wan ji 7 kesên ku girêdayî du
dêrên almanî ne pêk hatiye û ku amanca
wê dîtina ji nêzîk de rewsa filleyan li
Kurdistanê ye. Û wî got jî ku wan her roj
dibihîst ku li bajarên iraqî ol û gelên cihê
tên piçûk kirin û pelixandin, lê ku gelek
bas e ku wan dît ku filleyên Kurdistanê ne
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 14
hatine ji bîr kirin û ku ew bi awakî hêsa di
asîtiyê de dijîn.
(rizgari.org, 05.06.2008)
PÊSANGEHEKE PÎSESAZIYÎ YA
ÎTALÎ
Di 09 Hezîran 2008 de, wezîrê pîsesaziyê
yê Kurdistana Iraqê, Fewzî Herîrî, li
Hewlêrê pêsangeha 2mîn a pîsesaziyî
(sinaî) ya îtalî vekir. 70 sirketên pîsesazî,
çandin û têknolojiyê besdarî wê bûn.
Ev sirket ji bajarên cihê yên îtalî hatin.
Balyozên (sefîr) îtalî û çêkî û
nimînendeyên hukûmeta Kurdistana Iraqê
amade bûn.
(peyamner.com, 10.06.2008)
SEREDANA LONDONÊ
Di 11 Hezîran 2008 de, berpirsiyarên
pêwendiyên derve yên hukûmeta
Kurdistana Iraqê, Fellah Mustafa, çû
Londonê û tê de rastî wezîrê dewletê yê
brîtanî ji bo karên derve, wezîrê
derhatîbûnê (immigration) William Biam,
serokê koma Iraqê Frank Baker û çend
parlementeran hat.
Amanca van rasthatinan giftûbêjkirina
pêwendiyên dualiyî di navbera Brîtanya û
Kurdistana Iraqê de û pirsa Kerkûkê bû.
Mîrza Fellah Mustafa ji berpirsiyarên
brîtanî xwest ku pêwendiyên bazarganiyî û
ramyarî di navbera Ingiltere û Herêma
Kurdistanê de pêsdetir bibin. Û Ingilîzan
dilniya (te'kîd) kir ku ewê pistgiriya
Kurdan bikin û ku ew dixwazin ku ji bo
pêsdebirina dêmokrasî, dadî û wekheviyê li
Kurdistana Iraqê alîkariya wan bikin.
Pistre, semînerek ji bo Mîrza Mustafa ji
aliyê hin parlementerên ingilîz hat pêk
anîn.
(peyamner.com, 12.06.2008)
LIHEVKIRINEKE BAZARGANIYÎ
LOMBARDYA-KURDISTAN
Di 11 Hezîran 2008 de, wezîrê bazarganiyê
yê Kurdistana Iraqê, Muhammed Reûf, û
wezîrê pêwendiyên derve yê herêma
Lombardya, li Îtalya, Roberto Runza, li
Hewlêrê lihevkirineke bazarganiyî wajo
(imza) kir.
(peyamner.com, 12.06.2008)
SEREDANÊN SEROKÊ
KURDISTANÊ
Îtalya
Di 16 Hezîran 2008 de, serokê Kurdistanê,
Mesûd Berzanî, besdar bû kongreya
Hevbendiya Dêmokrat, ku ji aliyê Partiya
Dêmokrat a îtalî, ku di dijberiyê
(muxalefet) de ye, hat pêk anîn. Gelek
kesahiyên din ên biyanî hati bûn
vexwendin (dawet kirin). Serok Berzanî tê
de axaftinek li ser „dêmokrasî, têrror û
awayê serkirina rêxistinên têrrorîst“ kir.
Di 18 Hezîran 2008 de, Mîrza Berzanî ji
aliyê serokê parlementa îtalî, Jan
Frankovini, hat pêswazî kirin. Her du alî
pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalya
giftûbêj kirin û dîtinên xwe li ser pirsên
girîng, li asta (sewiye) herêmî û
navneteweyî, gotin.
(peyamner.com, netkurd.com, 19 û
20.06.2008; avestakurd.net, nefel.com,
serwext.com, 20.06.2008)
Lîbya
Di 27 Hezîran 2008 de, Mîrza Berzanî û
sandeya ku pê re bû çûn seredana Lîbya û
tê de ji aliyê serokê lîbî Muammar El-
Qezzafî hatin pêswazî kirin. Di rasthatinê
de, rewsa îro ya Iraq û Kurdistanê hat
giftûbêj kirin.
Qezzafî namzedê serokatiya amerîkî,
Barak Obama, rexne kir û got ku wî bawer
dikir ku ewê serxwebûna Kurdistanê îlan
bike ! û Wî got jî ku “Amerîka diviya bû
ku li kêleka gelê kurd ê ku ji aliyê herkesî
pelixandî, perçekirî û vegirtî ye raweste
...“.
(peyamner.com, netkurd.com,
avestakurd.net, nefel.com, serwext.com,
29.06.2008)
Balkês e ku ji salan de ye ku Qezzafî di her
hincetê (munasebet) de dibêje ku ew
serxwebûna Kurdistanê dixwaze ! (Buroya
Kurdî).
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 15
DAXWAZIYÊN KOMEKE
PARLEMENTERÊN BRÎTANÎ
Di Hezîran 2008 de, komeke
parlementerên brîtanî, ji partiyên ramyarî
yên cihê, pistî vegera xwe ji Kurdistana
Iraqê, rapporek li ser vê herêmê nivîsî û tê
de ji hukûmeta brîtanî 8 daxwazî kirin.
Ev rappora ku li parlementa brîtanî hat
giftûbêj kirin nîsan dide ku Herêma
Kurdistanê hêjayî bêtir baldariya
navneteweyî ye, ji bo ku ew karibe di
warên istikrar, dêmokrasî û laîkbûnê de pês
de biçe. Û rappor dibêje jî ku biserketina
Kurdistanê ewê destkewtî (feyde) ji ewên
ku dixwazin ku li Rojhilata Navîn aramî û
pêsketin hebe re bîne. Li jêr 8 daxwaziyên
van parlementeran ji hukûmeta brîtanî :
1- Pistgiriya pergaleke (sîstêm)
nenavendî û fêdêral li Iraqê.
2- Alîkarîkirina bicîanîna bend 140 a
destûra iraqî (Kerkûk û navçeyên
din ên erebkirî ku divê ku bên
xistin nav sînorên Kurdistanê).
3- Li ser Tirkiyê fisar (tezyîq) kirin ji
bo ku ew bipejirîne ku rastî
berpirsiyarên Kurdistana Iraqê bê,
bangkirina hukûmetên iraqî û
amerîkî ku pirsa PKKê çare bikin û
tecrube bikin ku bi hevkariya hemî
aliyan jê re çareyeke asîtiyane
bibînin.
4- “Nijadkujiya“ kurdî bastir bide nas
kirin.
5- Handana (teswîqkirin)
sermayedarên ingilîz di hemî waran
de li Kurdistanê.
6- Handana parastina mafên jinê û
azadiya çapemeniyê .
7- Pêsdebirina hînbûna zimanê
ingilîzî.
8- Firehkirina pêwendiyên di navbera
sazendeyên akadêmîk ên Herêma
Kurdistanê û Ingilterê de.
Di dema giftûbêjkirina vê rapporê li
parlementa ingilîzî de, berpirsiyarê
pêwendiyên derve yê Hukûmeta Herêma
Kurdistanê, Fellah Mustafa, û nimînendeya
vê hukûmetê li Ingilterê, Banû Beyan Samî
Abdulrahman, amade bûn.
(peyamner.com, 20.06.2008; netkurd.com,
rizgari.org, 21.06.2008)
ENSTITUYA ÇAPEMENIYA SERR Û
ASÎTIYÊ
Di 25 Hezîran 2008 de, birêvebirê
Enstituya çapemeniya serr û asîtiyê, Hîwa
Osman (kurd), got ku ewê îsal ev enstitu bi
vekirina du navendên gihandinê li Hewlêr
û Bexdadê çalakiyên xwe firehtir bike, ji
bo alîkarîkirina pêsdeçûna agahdariya taxî
(navçeyî) li Iraqê. Û wî got jî ku ewê ev
her du navend studyoyên wan ên
têlêvîzyon û radyo hebin û ku ewê tê de
rojnamevan bên gihandin ji bo ku mêtodên
nûjen ên radyo, têlêvîzyon û entêrnêtê hîn
bibin.
Staja 2mîn a vê enstituyê ewê di 24
Hezîran 2008 de li Suleymaniyê bibe. Staja
pêsîn ji bo rojnamevanên jin ên iraqî bû. 25
rojnamevan ji parêzgehên Basra, Kerbela,
Bexdad û Kerkûkê besdarî wê bûn.
Enstitutya serr û asîtiyê NGOyeke
(Rêxistina Ne Hukûmî) ku buroya wê ya
bingehî li Londonê ye û saxên wê li 20
welatên ku serr jiyane, ku ji wan Iraq,
hene.
Ev navend çalakiyên xwe li Bexdadê di
2008 de dest pê kiri bûn, lê ji sedema
neewlehiyê (bêemniyet) ew hat guhaztin
Suleymaniyê.
(peyamner.com, 26.06.2008)
PARÊZGARÊ DUHOKÊ LI
AMERÎKA
Di Hezîran 2008 de, parlementer û
parêzgarê Pensylvanya, li Amerîka,
parêzgarê Duhokê, Temer Ramazan, tevî
sandekê, vexwend vê parêzgeha amerîkî.
Li ber parlementa Pensylvanya, Temer
Ramazan axaftinek kir û tê de rewsa
Kurdistana Iraqê ya ewle û aram ravekir û
sirket û sermayedarên amerîkî vexwendin
ku li Kurdistanê kar bikin û got ku zagona
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 16
(qanûn) berhemanînê li vê herêmê karê
sirketên biyanî hêsantir dike.
Sanda Kurdistanê bi parêzgarê
Pensylvanya û sermayedaran re peyivî.
Parêzgar soz da ku wan han bide (teswîq
bike) ku biçin Kurdistanê.
(avestakurd.net, 27.06.2008)
CELAL TALABANÎ DIBE CÎGIRÊ
SEROKÊ ENSTÊRNASYONAL
SOSYALÎST
Di 29 Hezîran 2008 de, kongreya
Enstêrnasyonal Sosyalîst li Atîna,
Yûnanistanê bû. Serokê Yekîtî Nistimanî
Kurdistan, Celal Talabanî, tê de weka
cîgirê serok hat hilbijartin. Mîrza Talabanî
serokê Iraqê ye jî.
(netkurd.com, avestakurd.net, 30.06.2008)
PARLEMENTA IRAQÎ BUROYEK LI
KURDISTANÊ VEDIKE
Di 29 Hezîran 2008 de, parlementa iraqî
ku li Bexdadê ye buroyek li Hewlêrê, li
Kurdistana Iraqê, vekir. Ev buroya
yekemîn a vê parlementê ye. Wê biryar
stend ku li hemî parêzgehên Iraqê buroyan
veke.
Cîgirê serokê vê parlementê, Arif Tayfûr
(kurd), got ku vekirina vê buroyê ewê
alîkarî bike ku dîtin û gazinên rûnistevanên
vê parêzgehê bigihêjin parlementê.
(peyamner.com, 30.06.2008 ; Al-Hayat,
01.07.2008)
KONFÊRANSEK LI SER ÎDAMAN LI
KURDISTANÊ
Di 01 Tîrmeh 2008 de, wezareta mafên
mirvo a hukûmeta Kurdistana Iraqê
jimartinên (statîstîk) li ser îdaman li
Kurdistanê wesandin. Ji 2002 heta 30
Hezîran 2008, 36 girtî hukmê îdamê stend
û 25 ji wan hatin îdam kirin.
Di heman mêjuyê (eynî tarîx) de, wezîrê
mafên mirov li Kurdistanê, Muhammed
Azîz, li ser vê yekê konfêransek, bi
amadebûna endamên parlementa
Kurdistanê, nimînendeyên rêxistinên
civaka sîvîl û mamosteyên zanîngehan, pêk
anî.
Wezîr got ku wî çend caran ji parlementa
Kurdistanê xwest ku zagona (qanûn) li dijî
têrrorîsmê, ku tê de çend bend li ser
îdaman hene, bê sivik kirin. Pistre,
parlementer Muhammed Ferec, dîtina
parlementê ravekir û kurteya dîroka
îdaman li cihanê got. Pistî axaftinan,
giftûbêj û berhevdanîn (muqayese) di
navbera vê zagonê û ya ku di destûra iraqî
de heye de bûn.
(peyamner.com, netkurd.com, 01.07.2008)
PEYKEREK Û GORISTANEK JI BO
QURBANÊN ENFALÊ
Di 01 Tîrmeh 2008 de, li qezayê Dokanê,
li Bakurê Suleymaniyê, merasîmeke
taybetî ji bo danîna kevvirê bingehî yê
peykerek û goristaneke ku ewê bermayiyên
lasên qurbanên nijadkujiya kurdî, Enfal, ku
ji aliyê Saddam Huseyn di salên 1980 de
hati bû kirin, tê de bên vesartin, hat dayîn.
Wezîra sehîd û qurbanên Enfalê, Çinar
Sa'ed Abdullah, tê de got ku ev qurban li
çola parêzgeha Semawa, 280 km li Basûrê
Rojavaya Bexdadê, hati bûn gor kirin. Wê
ji malbatên qurbanan xwest ku hemî tistên
wan berhev bikin ji bo ku li muzyeke
taybetî ya Enfalê, ku hukûmeta Kurdistanê
Iraqê ava dike, bên parastin.
(peyamner.com, 02.07.2008)
SANDEKE BAZARGANIYÎ YA SÛRÎ
Û YEKE PÎSESAZIYÎ YA ERMENÎ
Di 02 Tîrmeh 2008 de, serokê Yekîtiya
odeyên bazarganî û pîsesaziyê li
Kurdistanê, Dadar Celîl Xeyyat, rastî du
sandeyan, yeke bazarganiyî ya sûrî û yeke
pîsesaziyî (sinaî) ya ermenî, hat. Wî bi her
yek ji wan re imkanên hevkariyê û
pêkanîna projeyên hevrayî ji aliyê
sermayedar û pîsesazên Kurdistanê û yên
sûrî û ermenî giftûbêj kirin.
(peyamner.com, 03.07.2008)
PISTGIRIYA AGAHDARIYA
XERBIXWE
Di 02 Tîrmeh 2008 de, wezîrê karên
civaka sîvîl ê hukûmeta Kurdistana Iraqê,
Georges Mansûr, pêswaziya sandeke
Encumena Dyaloga Navneteweî „Airx“,
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 17
sirketeke amerîkî ku pistgiriya agahdariya
serbixwe dike, kir. Sande bi serokatiya
birêvebirê tenfîzî yê buroya iraqî ya vê
rêxistinê, Dr. Kazim El-Rikabî; birêvebira
alîkar Meha Zafer Mecîd û koordînatorê
buroya Bakur (Kurdistan), Saman
Abdulrahman (kurd), bû.
Dr. Rikabî li ser amanc û xebata vê sirketê
li Iraqê, li alana perwerdê di warê azadiya
bîr û ravekirinê de, peyivî. Û wî got jî ku
rêxistina pistgiriya pisporiyê di warê
agahdaiyê de dike û rojnamevanan digihîne
û diparêze.
(peyamner.com, 03.07.2008)
SERMAYEYÊN BIYANÎ LI
KURDISTANÊ
Di 02 Tîrmeh 2008 de, serokê birêvebiriya
(idare) berhemanînê li Kurdistana Iraqê,
Hêris Muharrem, da zanîn ku di 18 mehên
dawîn de sermayeyên bi 15 milyar dolar
gihajtine Kurdistanê. Û wî got jî ku nîvê vî
pereyî ji sermayedarên welatên erebî,
nemaze yên Kendavê, tê û ku sedema vê
yekê ewlehî û asîtî li Kurdistanê ye.
(netkurd.com, 03.07.2008)
GORKIRIN LI XANEQÎNÊ
Di 03 Tîrmeh 2008 de, di merasîmeke
taybetî de û bi amadebûna wezîra sehîd û
Enfalan, Çinar Sa'd Abdullah, û
nimînendeyên partiyên ramyarî yên kurdî û
berpirsiyarên buroyên hukûmî, bermayiyên
lasên 33 qurbanên serhildana 1991 li
Xaneqînê (navçeyeke erebkirî) hatin gor
kirin. Ev bermayî di goreke hevrayî de li
navçeya Melik Sahê, li nêzîkî Xaneqînê,
hati bûn dîtin.
Hin têrrorîstên ku berê çend mehan hati
bûn ragirtin ev tawan îtîraf kir û ciyê gora
hevrayî nîsan da.
(peyamner.com, 04.07.2008)
PÊSANGEHA ÇEKKÊN EL-QAIDA LI
SULEYMANIYÊ
Ji 06 heta 08 Tîrmeh 2008, birêvebiriya
hêzên polîsê navçeya Germiyanê
pêsangeheke çekkan li muzeya neteweyî ya
Suleymaniyê pêk anî.
Ev çek di tevgerên polîsê kurdî li dijî
bingehên El-Qaida li navçeyên Hemrînê
de, li nîvê sala 2007 de, hati bûn stendin :
mîtrayoz, erebe, topên cihê, pistên (qayîs)
teqemeniyan, tabance, bombeyên dest,
mask, kompyûter, gopalên (dar) bi seriyê ji
çîmento û tijje derzî, sûr ji bo serjêkirina
girtiyan, tîr ... Hin ji wan sopên xwîn li ser
wan hebûn.
Kolonêl Çeto Salih da zanîn ku serrên
xwînî di Hezîran 2007 de di navbera hêzên
polîsê kurdî û têrrorîstan de dest pê kiri bû
û ku 94 roj li navçeyên çiyayên Hemrînê
ajot (dewam kir).
Ji derveyî pêsangehê, fîlmeke belgeyî ku
serrên di navbera polîs û çekdaran de li
Hemrînê bûn hat nîsan dan.
(peyamner.com, 08.07.2008)
SEBEK Û YEZÎDÎ BÊTIRÎN
PELIDANIYÊN LI IRAQÊ NE
Di Tîrmeh 2008 de, wezareta iraqî ya
mafên mirov rapporek li ser jimara mirinan
li bal hindikayiyên olî li Iraqê, pistî êrîsên
rasterast yan ne rasterast li dijî wan ji 2003
heta dawiya 2007, û jimara penaberên ji
her êtniyê wesandin.
Hindikayiya ku bêtirîn zarar dît a Sebek
(Kurdên sîî), ku li parêzgeha Nînewa
(Bakurê Mûsilê) dijî, ye : 529 kustî û 3.078
malbatên penaber (nêzîkî 16.000 kes).
Tevayiya jimara vê hindikayiyê 300.000
yan 400.000 e.
Pistre, Yezîdî (Kurd) tên : 335 kustî.
Jimara penaberên wan di rapporê de ne
hatiye nivîsîn. Di Tebax 2007 de, di 4
êrîsên xwekuj ên li dû hev de, 215 yezîdî
hatin kustin.
Hindikayiya 3mîn a Filleyan e : 172 kustî,
ku ji wan 107 Kildanî, 33 Ortodoks, 24
Katolîk, 4 Asûrî, 3 Anglîkan û 1 Ermenî.
1.752 malbat bûn penaber (nîzîkî 9.000
kes).
Hindikayia dawî sa Sabiî ye. Ew li
navçeyên Iraqê yên cihê, nemaze li Basûr,
dijîn : 127 kustî û 62 malbatên penaber, ku
ji wan 3.500 li Urdunê û 10.000 li Sûriyê.
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 18
PARLEMENTEREKÎ EWROPÎ
NASKIRINA NIJADKUJIYA KURDÎ
DIXWAZE
Di Tîrmeh 2008 de, parlementerê hollandî
yê partiya SP (sosyalîst) û endamê
Parlementa Ewropî, Erik Meijer, ji
Kommissyona Ewropî xwest ku
nijadkujiya kurdî (Enfal) nas bike. Û wî
anî bîran ku di 16 Adar 1988 de, 5.000 kes
bi gazên sîkîm fetisîn (Halabca) û vekirina
vekolîneke (ankêt) navneteweyî li ser
encamên bijîjkî (tibbî), civakî û aborî yên
vê êrîsê xwest. Û wî ji Kommissyona
Ewropî xwest jî ku pere bide saxkirina
nexwesên vê êrîsê.
Her du partiyên ramyarî yên hollandî,
VVD û SP, naskirina nijadkujiya kurdî
(182.000 mirî ji 1978 heta 1989) û danîna
peykerekî vê nijadkujiyê, ku Saddam
Huseyn navê wê kiri bû Enfal, dixwazin.
(azady.nl)
SEMÎNEREK LI SER PÊWENDIYÊN
TURKMENÎ-KURDÎ LI KERKÛKÊ
Di 07 û 08 Tîrmeh 2008 de, Yekîtiya
Parlementerên Kurdistanê li eywana
Serefxanê Bedlîsî, li Hewlêrê, rasthatinek
bi Tirkmenan re, bi navê « Giftûbêj ji bo
biratî û hevjiyana dêmokratîk a Tirkmenî-
Kurdî », pêk anî.
Rasthatin li bin serokatiya cîgirê serokê
parlementa Kurdistanê, Kemal Kerkûkî, û
bi amadebûna jimareke palementer,
kesahiyên ramiyarî û olî, ronakbîr û
mamosteyan bû.
(rizgari.org, 12.07.2008)
SANDEYA PERWERDEYA BILIND LI
HINDISTANÊ
Di 08 Tîrmeh 2008 de, sandeke wezareta
perwerdeya bilind û lêgerîna zanyarî li
Kurdistana Iraqê gihajt New Delhi,
Hindistanê, ji bo ku tê de lihevkirinên bi
zanîngehên biyanî re wajo (imza) bike.
Sande ji wezîr Dr. Idrîs Hadî, birêvebirê
gistî yê sandeyan û pêwendiyên çandî yên
vê wezaretê, Dr. ahmed Dizeyî, û seroka
encumena perwerdeya têknolojîk li
Hewlêrê, Banû Kewser Gelalî, pêk hati bû.
Amanca vê seredanê jî wajokirina
(imzakirin) kontratan bi zanîngehên hindî
re, ji bo sandina 100 xwendekarên kurd
Hindistanê, ji bo ku tê de master û doktora
bixwînin û kompyûter, têknolojiya
agahdariyê û bernamekirinê hîn bibin, bû.
Li firokexana Indira Gandi, li Delhi, sande
ji aliyê balyozê (sefîr) iraqî li Hindistanê,
Mueyyid Seîd, û xwendekarên Kurdistanê
ku li zanîngehên hindî dixwînin, hat
pêswazî kirin. Pistre, wê civîn bi serok û
berpirsiyarên zanîngehên Otar Bradish û
Indrabras re kirin. Ewê di Tebax 2008 de
54 xwendekar ji Kurdistanê biçin
Hindistanê.
SANDEKE EWROPÎ LI
KURDISTANÊ
Di 13 Tîrmeh 2008 de, cîgirê serokê
parlementa Kurdistanê, Kemal Kerkûkî,
pêswaziya parlementerê brîtanî Robert
Walter, berpirsiyarê ramyarî (siyasî) yê
Kommissyona Ewroî, Mikael Walter, û
lêgerê navdar ê ewropî, Walter Push, kir.
Sandê got ku amanca vê seredanê naskirina
rewsa ramyarî li Kurdistana Iraqê û
sedemên bombekirinên Tirkiyê û
tecrubekirina dîtina çareyan ji vê pirsê re
ye.
(peyamner.com, 14.07.2008)
ÇALAKIYÊN ÇANDÎ YÊN SURYANÎ
Di 13 Tîrmeh 2008 de, hefteya çandî ya
suryanî, ku ji aliyê birêberiya çand û
hunerên suryanî, ku wezareta çandê ya
Kurdistana Iraqê alîkariya wê dike, dest pê
kir.
Di dirêjayiya heftê de, ewê semînerên
çandî û sevên helbestê bi zimanên suryanî,
kurdî û erebî bên pêk anîn. Bi ser de jî,
ewê pêsangeheke hunera sewekarî (teskîlî,
art expressionniste) û seveke muzîkî bên
pêk anîn.
Di vekirinê de, birêvebirê çand û hunerên
suryanî, Dr. Se'dî El-Malêh, xelat dan
ronakbîrên suryanî, Dr. Faiq Battî, Henna
Abdul-Ehed, Rûfo, Andryos Xemo Bakurî
û Benyamîn Heddad.
Avahiya vê rêxistina suryanî li taxa fille li
Hewlêrê, Eyn Kawa, ye. Ew stajên çandî û
hunerî pêk tîne û berhemên nivîskarên
suryanî diwesîne.
(peyamner.com, 14.07.2008)
Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 19
AVAKIRINA OTÊLEKE LUBNANÎ
Di 17 Tîrmeh 2008 de, serokwezîrê
Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Berzanî,
kevvirê bingehî yê Otêla Rotana, ku ewê li
Hewlêrê bê ava kirin, bi hogiriya wezîrê
lubnanî yê tûrîsmê, Joseph Serkis, danî. Ev
otêl ewê ji aliyê sirketa lubnanî Maliya
Holding bê ava kirin.
Merasîm bi amadebûna çend wezîrên kurd,
parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, balyozê
Danemarkê li Iraqê û nimînendeyên
konsulxaneyên welatên cihê ku li Hewlêrê
vebûne, bû.
(peyamner.com, 17.08.2008; netkurd.com,
avestakur.net, nefel.com, serwext.com,
18.07.2008)
BÛRSÊN XWENDINA ÇANDINÎ LI
OSTRALYA
Di 18 Tîrmeh 2008 de, birêvebirê gistî yê
plankirinê li wezareta çandinê (zira'et) ya
Kurdistana Iraqê, Enwer Umer, da zanîn
ku pistî giftûbêjên di navbera balyozê
ostralî li Iraqê û wezîrê çandinê yê
Kurdistana Iraqê, 12 bûrsên xwendina
bilind a çandinî (ziraî) ji vê wezaretê re
hatin dayîn.
Balyozê ostralî got ku bi tevayî 100 bûrs ji
hemî wezaretên iraqî re hatine dayîn.
(peyamner.com, 19.07.2008)

Anonymous (not verified)

Tue, 10/21/2008 - 14:06

[size=large][color=#CC0000][i][b]BUROYA KURDÎ ya Pêwendî û Agahdariyê[/b][/i][/color][/size] [b]Bultena sêmehî ya agahdariyê[/b] N° 45 Îlon 2008 - Ev bulten bi çar zimanan, kurdî, fransî, hollandî û ingilîzî, hatiye wesandin - [b]DENGDAN LI SER HILBIJARTINÊN PARÊZGEHAN LI KERKÛKÊ BOYKOTKIRINA KURDAN Û VÊTOYA SEROKÊ IRAQÊ[/b] Di 22 Tîrmeh 2008 de, parlementa iraqî li Bexdadê li ser zagoneke (qanûn) li ser hilbijartinên parêzgehan, ku divê ku di Cotmeh 2008 de bibin, deng da. Dengdan li ser hemî bendên vê zagonê, ji derveyî N° 24, bi askere, bi bilindkirina destan, bû. Lê bend 24 a li ser rewsa Kerkûkê bi dizzî bû ! Serokê parlementê, Mehmûd El-Meshedanî, xwest ku ev bend bi awakî dizzî bê deng dan ! Koma Hevalbendiya Kurdî (54 kursî), ya Yekîtiya Islamî ya Kurdistanê (4 kursî), û her du cîgirên serokê parlementê, Sêx Xalid El-Atiyya (sîî) û Arif Tayfûr (kurd), ev yek riswa (protêsto) kir û ji eywanê derketin û got ku ev hilbijartin illêgal in. Ev bend bê wan, ji aliyê 127 parlementer, ji 140, hat deng dan. Di 23 Tîrmeh de, Encumena Serokatiya Iraqî, ku ji serokê Iraqê Celal Talabanî (kurd) û du cîgirên serok, Tariq El-Hasimî (sîî) û Adel Abdulmejîd (sunnî) pêk hatiye, vêtoya xwe li ser van hilbijartinan danî û got ku ji sedema dengdana bi dizzî ya bend 24 ew illêgal in û dengdaneke nuh xwest. Cîgirê serokwezîrê iraqî jî, Behrem Salih, ku ew jî Kurd e, ev hilbijartin sermezar kir. Serokwezîr Nûrî El-Malikî li Almanya bû. Her du cîgirên serokê parlementa iraqî, ku me li jor gotin, konfêranseke çapemeniyê pêk anî û ev dengdan sermezar (mehkûm) kir. Hukûmeta Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniyek derxist û tê de illêgalbûna vê dengdanê sermezar kir. Parlementa Kurdistanê jî ew sermezar kir. Bend 24 dixwaze ku pêkhatina encumena parêzgeha Kerkûkê, ku piraniya endamên wê Kurd e, lê ku tê de Ereb, Tirkmen û Fille jî hene, biguherîne. Li gora vê bend 24, encumen divê ku ji 32% Ereb, 32%Tirkmen, 32% Kurd û 4% Fille ava bibe û ewlehî (emniyet) divê ku tê de nema ji aliyê hêzên Kerkûkê, lê ji aliyê hêzên ji Basûr û Navenda Iraqê, li gora bend 53 ya vê zagonê, bê dabîn (te'mîn) kirin. (nefel.com, 22 û 23.07.2008; peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net, rizgari.org, azady.nl, Milliyet, 23.07.2008; Al-Hayat, 24 û 25.07.2008) Di 24 Tîrmeh de, encumena serokatiya Kurdistanê, encumena bilind a partiyên ramyarî yên Kurdistanê û nimînendeyên Kildanî-Asûriyan li Hewlêrê, li bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî, civiyan. Wan biryara parlementa iraqî nikolî (red) kir û biryar stend ku xwepêsandanên (mesîn) mezzin li hemî navçeyên Kurdistanê, û li destpêkê li Kerkûkê, bibin. (peyamner.com, netkurd.com, 24.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 20 Di 24 Tîrmeh de jî, encumena parêzgeha Kerkûkê nikolîkirina (redkirin) zagona li ser hilbijartinên parêzgehan îlan kir û dilniya (te'kîd) kir ku ew xwe girê nade biryarên parlementa iraqî, nemaze yên li ser bend 24. Û wê lezkirina bicîanîna bend 140 a destûra iraqî xwest, ji bo garantîkirina çarekirina vê pirsê û hevjiyana asîtiyane ya besên êtnîkî yên cihê li Kerkûkê û li navçeyên din. Wê li dawiyê got ku eger ev nebe, ewê encumen riyên din, ji zimanê hisk û tund dûr, bibijêre. (peyamner.com, 25.07.2008) Di 26 Tîrmeh de, serokê Kurdistana Iraqê, Mesûd Berzanî, çû Bexdadê û tê de rastî balyozê amerîkî Ryan Crocker hat. Mîrza Berzanî ji balyoz re giliyê tevgerên li ser Kerkûkê û navçeyên erebkirî kir û jê re dabîn kir ku li Iraqê „gelê kurd divê ku sirîkê rasterast be û ku tu siyaseteke yekaliyî divê neyê kirin, ji bo ku gelê kurd ewê nema bipejirîne ku careke 2mîn bên pelixandin“. Balyoz jê re got ku ew hêvî dike ku sasiyên ku hatin kirin bên rast kirin û ku pêvajoya (processus) dyalogê, ji bo çarekirina pirsan, bajo (dewam bike). Di 27 Tîrmeh de, Mîrza Berzanî rastî balyozê Ingilterê li Iraqê, Christopher Printice, hat. (peyamner.com, netkurd.com, nefel.com, avestakurd.net, 27 û 28.07.2008) Di 28 Tîrmeh de, bi deh hezaran kes li Kerkûkê xwe pêsan da (mesiyan) û durusmên (slogan) li dijî serokê parlementa iraqî, Mahmûd El-Meshedanî, ji bo xwestina wî ya dengdaneke dizzî, avêtin. Êrîseke xwekuj bû, 25 kes hatin kustin û 180 jî birîndar bûn. Di heman (eynî) rojê de, di civîneke parlementa iraqî de, serok El-Meshedanî ji dil ve çû û hat birin nexwesxaneyekê. (peyamner.com, netkurd.com, nefel.com, avestakurd.net, rizgari.org, azady.nl, serwext.com, amude.com, 28.07.2008; Hürriyet, Milliyet, Al-Hayat, 29.07.2008) Di 29 Tîrmeh de, xwepêsandaneke din a mezzin ji bo Kerkûkê li Hewlêrê bû. (heman malperên kurdî, 29.07.2008) Di 30 Tîrmeh de, xwepêsandaneke mezzin li Suleymaniyê û yeke din li Seqlawa bûn. (peyamner.com, avestakurd.net, nefel.com, amude.com, 30.07.2008) Di 31 Tîrmeh de, xwepêsandaneke mezzin li Duhokê bû. (maperên kurdî, 31.07.2008) Di 31 Tîrmeh de, encumena parêzgeha Kerkûkê civîneke awarte (istisnaî) kir û tê de biryar stend ku Kerkûk bê girêdan Herêma Kurdistanê. Dengdan bi 24 deng ji 41 hat kirin. Li gora zagonê, ji bo stendina biryarekê 22 deng têr dikin. Endamên Eniya Tirkmenî, ku girêdayî Enqerê ye, û yên hin partiyên islamî yên erebî ne amade bûn. Serokê encumenê, Rizgar Elî, Kurd, da zanîn ku metnê dengdanê ne bitenê ji aliyê Kurdan, lê ji aliyê Ereb, Tirkmen û Filleyan jî hat wajo (imza) kirin. Û wî got jî ku ev biryar li gora bend 2, paragraf 3, ya zagon N° 13 a sala 2008, a li ser avakirina herêman, hat stendin. Di 31 Tîrmeh de, wezareta karên derve ya tirkî daxuyaniyeke nivîskî kir û tê de nerazîbûna xwe ji vê biryara encumena parêzgeha Kerkûkê ravekir. Bi ser de jî, serokwezîrê tirk, Recep Tayyıp Erdoğan, di axaftineke têlêfonî bi serokê Iraqê Celal Talabanî re, ev helwest dilniya (te'kîd) kir. (peyamner.com, netkurd.com, nefel.com, avestakurd.net, amude.com, azady.nl, serwext.com, 31.07.2008; Hürriyet, Milliyet, Al-Hayat, 01.08.2008) Di 04 Tebax 2008 de, serok Mesûd Berzanî vegeriya Kurdistanê, pistî ku çend civîn bi berpirsiyarên iraqî re, bi amadebûna balyozên amerîkî û brîtanî û sandeyê taybetî yê UNê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) De Mistoura, kirin. Li Hewlêrê, wî konfêranseke çapemeniyê pêk anî û tê de ji rojnamevanan re hemî pêwendiyên xwe li Bexdadê gotin. Wî Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 21 xwexistina welatên biyanî nav karên Kerkûkê teshîr kir û tawanbarkirinên (bisûckirin) hin kesan ku Kurd hilwesana hukûmeta iraqî dixwazin û ku wan li Kerkûkê nîv milyon Kurd ji Tirkiye û Îranê anîne ji bo guherandina dêmografiya wê nikolî (red) kirin ! Wî got ku Kurd ne bitenê sirîk, lê avakerên Iraqa nuha ne, ku ew ji bo dyalogê amade ne, lê di çarçeva destûra iraqî de. (peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net, nefel.com, rizgari.com, azady.nl, hemdem.com, 04.08.2008) Di 08 Tebax de, serokê Kurdistanê, Mesûd Berzanî, ji niska ve çû Kerkûkê û tê de rastî parêzgar, cîgirê wî û serok û endamên encumena parêzgehê hat. Pistre, wî ji rojnamevanan re got ku ew hatiye ji bo ku peyameke asîtiyê ji Kerkûkê re bîne, ji bo ku ew di heman demê de bajarekî kurdistanî û iraqî ye û ku divê ku hemî êtnî tê de bi hev re bijîn. Û wî got jî ku bend 24 a zagona hilbijartinan li dijî destûra iraqî hat deng dan û ku çara tenê ya pirsa Kerkûkê bicîanîna bend 140 a destûrê ye. (peyamner.com, nefel.com, avestakurd.net, 08.08.2008) Amanca hemî van tevgerên parlementa iraqî nehistina girêdana wêbê ya Kerkûkê Herêma Kurdistanê ye ! Lê, li gora bend 140 a destûra iraqî, hemî gelheyên navçeya Kerkûkê û yên din ên ku di dema Saddam Huseyn de hatin ereb kirin diviyan ku vegerin ciyên xwe; pistre rêfêrandumek diviya ku derengtirîn li dawiya Kanûn 2007 bihata kirin û pistre jî ew navçe diviya ku bihatana girêdan Kurdistana Iraqê, eger piraniya xelk ew bixwesta. Lê, pistî fisarên (tezyîq) mezzin ên Tirkiye, Ereb û Îranê, Amerîka, Ingiltere û UNê Kurd dehf dan ku pasdexistina vê rêfêrandumê heta Tîrmeh 2008 (lê ew ne bûn !) û kontrolkirina wê ji aliyê UNê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) bipejirînin (li jor binêre : UN û pirsa Kerkûkê). Kurdan pasdexistina rêfêrandumê û hevkariya Unê pejirandin, lê wan tevger û hîleyên herêmî û navneteweyî li ser çarenûsa xwe ne pejiradin û ew li ser lêgalbûna mafê xwe û bicîanîna bend 140 a destûra iraqî israr dikin. Ji destpêka sedsala 20mîn de, Kurd qurbanên berjewendiyên (menfeet) aborî û stratêjîk ên Rojava û welatên herêmî ne. Israîl, Filistîn û Kosovo, çiqas piçûk bin jî, UN û civata navneteweyî pejirand ku dewleta wan hebe. Lê Kurd, ku jimara wan nêzîkî 40 milyon e û erdê wan bi qasî Fransa mezzin e, nikarin ne bitenê mafê serxwebûnê, lê heta mafên tam li hundirê 4 dewletên ku wan dipelixînin jî bistînin. Divê ku meriv bawer bike ku dewlemendiyên xwezayî (tebîî) yên Kurdistanê (pêtrol, av, madenên cihê ...), ciyê wî yê erdnigariyî (cografî) yê pirr stratêjîk (pirek di navbera Rojhilat û Rojavayê de) û hezkirina azadiyê û jîndariya (dynamisme) gelê wê herkesî ditirsînin ! (Buroya Kurdî, Tebax 2008) RAPPORA AMNESTY INTERNATIONAL Amnesty International di 2008 de rapporek li ser rewsa mafên mirov li Kurdistana Iraqê wesand. Ew tê de ragirtinên neqanûnî, êskence, îdamkirin û tundiya (siddet) li dijî jinan teshîr dike. (rizgari.org, avestakurd.net, 04.08.2008) GOREKE HEVRAYÎ Di Tebax 2008 de, goreke ku tê de lasên 500 Kurdan hene li Tel Afarê, li nêzîkî Mûsilê, hat dîtin. Piraniya qurbanan zarok û jin in. Wezareta kurdî ya sehîd û Enfalê ewê bi vegerandina van lasan Kurdistanê xerîk (mijûl) bibe. (netkurd.com, avestakurd.net, 05.08.2008) HALABCA HIROCHIMA Û NAGASAKI BÎR TÎNE Di 06 Tebax 2008 de, berpirsiyar û gelheya bajarê Halabca sersaliya 63mîn a bombekirina Hirochima, li Japonê, di 1945 de, kir. Wê salê, bombeyeke atomî ya amerîkî 140.000 kes kustin. Bombeyeke din li ser Nagasaki hat avêtin û 70.000 kes kustin. Li Halabca jî leskerê iraqî di 1988 de çekên sîmîk avêtin û 5.000 kes kustin. Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 22 Merasîm ji aliyê Rêxisina Saredariyên Cihanê ji bo Asîtiyê, ku di 1910 de ava bûye û li Jenêvê, li Swîsê ye, bi hevkaiya Birêvebiriya Peykerê Halabca, ku girêdayî wezareta kurdî ya sehîd û Enfalê ye, hat pêk anîn. Birêvebirê Peykerê Halabca got ku wî dixwest ku avêtina çekên sîmîk li ser bajarê Serdestê, li Kurdistana Îranê, ji aliyê leskerê iraqî di 1987 de jî bê bîr anîn. (peyamner.com, azady.nl, 06.08.2008) BILINDKIRINA BUCEYA KURDISTANÊ Di Tebax 2008 de, di civîna 44mîn a parlementa iraqî de, buceyeke (mîzaniyye) zêde (idafî) ji Iraq û Kurdistanê re hat dayîn. Bi vî awayî, buceya Iraqê digihêje 72 milar dolar û ya Kurdistanê 8 milyar û 500 milyon dolar (ji derveyî buceya Kurdistanê bixwe, ku digihêje 7.7 milyar dolar. Bi tevayî, buceya Kurdistanê digihê 16.200 milyar dolar). (peyamner.com, 07.08.2008) RAGIRTINA GOSTÇIYÊ DIYALA Di 09 Tebax 2008 de, wezareta iraqî ya berevaniyê (parastin) ragirtina Casim El- Xefajî, ku bi navê „Gostçiyê Dyala“ hatiye nasîn, li Dyala da zanîn. Wî îtîraf kir ku 5 jin revandin û kustin û 11 sîvîl revandin û fetisandin. (Al-Hayat, 10.08.2008) SEROKWEZÎRÊ KURD LI ÎRANÊ Di 09 Tebax 2008 de, bi vexwendineke (dawet) fermî ya Îranê, serokwezîrê Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Berzanî, tevî sandekê çû Tehranê. Ew tê de rastî berpirsiyarê encumena bilind a ewlehiya (emniyet) Îranê, Saîd Celîlî, û birêvebirê gistî yê encumena bilind a pêwendiyên aborî di navbera Îran û Iraqê de, Hasan Danayîfer, hat. Her du alî li ser pêwendiyên bazarganiyî di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê de, di warên tranzît, tûrîsm, bazarganî, berhemhanîn, çalakiyên bankî û besdarbûna sirketên îranî di avakirina Kurdistana Iraqê de giftûbêj kir. Di 10 Tebax de, Mîrza Berzanî bi cîgirê serokê îranî, Alî Saîdlû, re peyivî. Wan pêwendiyên dualiyî û bombekirinên Kurdistana Iraqê ji aliyê leskerê îranî giftûbêj kirin. Pistre, ew rastî alîkarê 1mîn ê wezîrê îranî yê karên derve, Alî Reza Sêx, hat. (peyamner.com, 10.08.2008; netkurd.com, 11.08.2008) Di 11 Tebax de, ew rastî serokê îranî Mahmûd Ahmedî Nejad hat û pê re xurtkirina pêwediyên dualiyî giftûbêj kir. Û bi wezîrê êlêktrîkê, Parvîz Fattah, re jî peyivî, ji bo ku ew alîkariya Kurdistana Iraqê bike ku pirsên êlêktrîkê bên çare kirin (êlêktrîk bi awakî muntazam tê birrîn, ji sedema kirinên têrrorîst li Iraqê). Pistre, bi berdevkê parlementa îranî, Alî Larîcanî, re peyivî. Li dawiyê, Mîrza Berzanî rastî sermayedarên îranî li odeya bazarganiyê hat û ew han dan (teswîq kirin) ku li Kurdistanê kar bikin. Wî konfêranseke çapemeniyê pêk anî û tê de got ku amanca hukûmeta wî ew e ku Herêma Kurdistana Iraqê ava bike û di çarçeva Iraqeke nuh, dêmokratîk û fêdêral de jiyaneke bas ji xelkê Herêmê re dabîn (te'mîn) bike. (peyamner.com, avestakurd.net, rizgari.org, refel.com, azady.nl, 11.08.2008) ATELYEYEK LI SER ROLA JINÊ DI ROJNAMEVANIYÊ DE Di 12 Tebax 2008 de, Tora (sebeke) Parastina Mafên Jinên Rojnamevan li Hewlêrê ateliyeke 3 rojan, bi navê „Çalakkirina rola jina rojnamevan di warên rojnamevanî û agahdariyê de“, bi hevkariya rêxistina IREX, pêk anî. Bi vê hincetê, Banû Hawjîn Heme Resîd, endama encumena birêvebirina vê ateliyê, da zanîn ku li gora vekolîneke (ankêt) Tora wê li bajarên Kurdistanê, 45% ji jinên ku di warê rojnamevaniyê de kar dikin tên perçiqandin, ku bitenê 10% ji jinan li sazendeyên mêdya, partiyên siyasî û hukûmetê de kar dikin û ku piraniya wan nagihêjin pileyên (derece) birêvebirinê di van sazendeyan de. Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 23 Ev Tor li Hewlêrê di Nîsan 2008 de ji aliyê komên jinên rojnamevan ava bû ji rêxistinên navneteweyî alîkarî distîne. (peyamner.com, 13.08.2008) RAKIRINA MÎNAN (LEXM) Di Tebax 2008 de, berpirsiyarê pêwendiyên koma rakirina mînan (lexman) „Mines Advisory Group – MAG“, Ator Hadu, ji radyoya Sewa re da zanîn ku rêxistina wî, ku ji 1992 de li Kurdistanê kar dike, heta nuha 700 navçe ji mînan paqij kirine. Vê rêxistinê li Basra, li Basûrê Iraqê, jî kar kiri bû, lê ji sedema neewlehiyê neçar (mecbûr) bû ku xwe jê bikisîne û li Kerkûk û Mûsilê karê xwe bajo (dewam bike). Nuha, ew vî karî li Xaneqîn û Dyala dike. Mines Advisory Group rêxisineke ne hukûmî ya brîtanî ye û di 1989 de ava bûye. Ew li 35 welatan kar dike û ji 1992 de li Iraqê ye. (avestakurd.net, 13.08.2008) BORANA (KRÎZ) XANEQÎNÊ Di 26 Tebax 2008 de, leskerê iraqî ket bajarê Xaneqînê, ku li navçeya ku ji aliyê Saddam Huseyn hatiye ereb kirin e û nuha li derveyî Herêma Kurdistana Iraqê ye, û ji pêsmergan xwest ku xwe jê bikisînin. Berê hefteyekê, ew keti bû Dyala. Rûnistevanên Xaneqînê xwepêsandaneke (mesîn) mezzin pêk anî û leskerê iraqî xwe jê kisand. Berpirsiyarê encumena serokatiya Kurdistana Iraqê, Fuad Huseyn, da zanîn ku amanca vê tevgerê nehistina bicîanîna bend 140 a destûra iraqî, ku girêdana navçeyên erebkirî bi Kurdistana Iraqê re, pistî rêfêrandumekê li bal rûnistevanên wan, e. Û wî got jî ku haya serleskerê iraqî, Babekir Zîbarî (Kurd), ji vê tevgerê nîn bû. (malperên kurdî, 26.08.2008) Di 28 Tebax de, serokê encumena pêwendiyên derve ya parlementa iraqî, Humam Humûdî, da zanîn ku serokwezîr Nûrî El-Malikî ji pêsmergan xwest ku xwe bikisînin xêza kesk (yeksaniya „paralêl“ 36mîn ku hêzên hevalbend di 1991 de, ji bo parastina Kurdan li dijî Saddam Huseyn, sepandi bû „ferz kiri bû“). Di 29 Tebax de, serokê Kurdistana Iraqê, Mesûd Berzanî, ji rojnama erebî El-Serq El-Ewsat re da zanîn ku eger hukûmeta iraqî bixwaze ku bend 140 a destûra iraqî bi bendeke din biguherîne, ewê Kurd daxwaziya encumena parêzgeha Kerkûkê ku ev parêzgeh bê girêdan Herêma Kurdistanê bi cî bînin. Û wî hukûmeta iraqî rexne kir û got ku helwesta wê ne zelal e : „li gel ku em sirîkên vê hukûmetê ne, tu roleke me li Bexdadê di warên leskerî, ewlehiyî, aborî ... de nîn e“. Û wî bi ser de jî got ku ne serokê iraqî Celal Talabanî (Kurd) û ne jî serokê lesker Babekir Zîbarî (Kurd) roleke wî a rast heye. Ji pirseke li ser serxwebûna Kurdistanê re, Mîrza Berzanî weha bersîv da : „Serxwebûn mafekî ser'î ye, lê divê ku di zemanê xwe de bê stendin. Em vî mafê ji bo xwe dihêlin û ev ne tawanek e“. Li ser helwesta Tirkiyê li hemberî Kerkûkê, wî got ku ne Tirkiye û ne welatekî din mafê wî nîn e ku xwe bixe nav pirsa Kerkûkê, ji bo ku Kerkûk ne pirseke Tirkiyê ye. (peyamner.com, avestakurd.net, netkurd.com, nefel.com, 30.08.2008) Di 30 Tebax de, nêzîkî 15 erebeyên leskerî yên iraqî tecrube kir ku bikeve Xaneqînê, lê pêsmerge ew ne histin. (rizgari.org, 30.08.2008; netkurd.com, 31.08.2008) Di 31 Tebax de, pistî axaftineke têlêfonî di navbera serokê kurd Mesûd Berzanî û serokwezîrê iraqî Nûrî El-Malikî de, sandeke kurdî çû Bexdadê, ji bo ku tê de pirsa Xaneqînê bi berpirsiyarên ramyarî yên iraqî re giftûbêj bike. Ev sande ji Behrem Salih, cîgirê serokwezîrê iraqî; Husyar Zîbarî, wezîrê karên derve yê Iraqê; Roj Nûrî Sawês, endamê parlementa iraqî û nimînendeyê serok Mesûd Berzanî; Fuad Mahsûm, serokê koma Hevalbendiya Kurdistanê li parlementa iraqî, pêk hat. Wê bi rasthatina serokwezîr Nûrî El-Malikî û cîgirê serokê iraqî, Adil Abdulhamîd, dest pê kir. (peyamner.com, netkurd.com, 31.08.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 24 Di 01 Îlon de, Husyar Zîbarî, endamê vê sandê û wezîrê karên derve yê Iraqê, ji rojnama erebî El-Serq El-Awsat re da zanîn ku her du alî li hev kir ku leskerê iraqî li derveyî bajarê Xaneqînê bimîne û ku dema ku ew bibîne ku pêwîst e ku ew bikeve nav vê navçê, divê ku ew bi vê yekê berpirsiyarên ramyarî yên iraqî agahdar bike. Zîbarî bi ser de jî got ku her du alî li hev kir ku encumeneke ku li hemî dosyeyên girîng binêre û pirsên demdirêj bisopîne bê ava kirin. (peyamner.com, netkurd.com, avestakurd.net, serwext.com, 02.09.2008) Di 01 Îlon de jî, sandeyeke din a kurdî, ji koma Hevalbendiya Kurdistanê li parlementa iraqî, çû Xaneqîn, El-Sa'diyye, Qere Tepe û Jabara, ji bo ku rastî rûnistevanên wan bê û pistre mêmorandumekê bide parlement û hukûmeta iraqî. Sande ji 25 endamên ku ji parêzgehên Kerkûk, Hewlêr, Suleymaniye û Duhokê ne pêk hat. Divê ku bê amaje (isaret) kirin ku jimara endamên vê komê digihêje 53. (netkurd.com, 02.09.2008) ÎRAN KURDISTANA IRAQÊ BOMBE DIKE Di 04 Hezîran 2008 de, leskerê îranî ji nuh de navçeyên sînorî yên Kurdistana Iraqê bombe kirin : gundên Siyamêwe, Çomeresî, Bureyder, Kanî Sîf, Qelbeze, Berdebel, Boriye û Xirnokî, ku girêdayî bajarê Pencwînê ne. Du rûnistevanên gundê Boriyê hatin birîndar kirin, gelek lawir (heywan) hatin kustin û rez û bostan (bexçeyên hesînayiyan) hatin sewitandin. Xelk gelek tirsiya. (peyamner.com, 04.06.2008) Di 05 Hezîran de, vî leskerî navçeya Dolî Kogê bombe kir. Du endamên kurd ên parlementa iraqî, ji lîsteya Hevalbendiya Kurdistanê, konfêranseke çapemeniyê li Bexdadê pêk anî û tê de bangî Tirkiye û Îranê kir ku bombekirinên xwe rawestînin û ji hukûmeta iraqî xwest ku bêdeng nemîne. Di 06 Hezîran de, navçeya Pisderê, 160 km li Bakurê Rojhilata Suleymaniyê, hat bombe kirin. (peyamner.com, 06.06.2008) Di 15 Hezîran de, ji nuh de navçeya Pisderê hat bombe kirin : destên Tenkî û Cîxonkê, geliyên Koke û Kirîzê û dorên gundên Rizge, Mardû û Alîresê, yên çiyayê Qendîlê. (peyamner.com, netkurd.com, 15.06.2008) Di 08 Tîrmeh de, berpirsiyarê Jarawe, yê qezayê Qela Dizê, Azad Wesso Hesen, da zanîn ku çêrgehên Dolî Kokê û Alîresê, yên navçeya Pisderê, ji nîvê sevê heta katjmêr 2 ya serê sibê bi xurtî hatin bombe kirin. (netkurd.com, 09.07.2008; peyamner.com, 11.07.2008) Di 17 Tîrmeh de, çêrgehên gundên Kelmar, Estêrokan, Sinîn, Lolan, Girde, Siwan, Seroke, Bêrkim û Xinêrê, yên navçeya Sîdekanê, qezayê Soranê, hatin bombe kirin. Li gundên Sinîn, Estêrkan û Kelmara, 15 bombe li nêzîkî xaniyên gundiyan ketin. Hin ji wan di nîvê sevê de reviyan navçeyên hêsatir û hinên din jî di skeftan de hetta rawestana bombekirinan, ku nêzîkî katjmêrekê ajot, xwe vesartin. (netkurd.com, 18.07.2008) KURDISTANA ÎRANÊ Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 25 Di 04 Tebax de, katjmêr 22, navçeyên Kanîres, Kanîmês, Berdîçiya, Berdegiya, Berdunaz, Kodo, Wêz, Doleres, Umer Xeyatiyanê, yên qezayê Çomanê, bi xurtî hatin bombe kirin. Sê rûnistevanên Berdîçiya birîndar bûn. (peyamner.com, serwext.com, 05.08.2008; azady.nl, 07.08.2008) XORTEKÎ KURD HAT ÎDAM KIRIN Di 06 Hezîran de, desthilatên îranî xortekî kurd ê 17 salî, Mohammad Hasanzadeh, îdam kir. Dema ku ew 15 salî bû, ew bi îdamê, bi kustina zilamekî li Kamyaranê, li Kurdistana Îranê, hati bû tawanbar kirin. Ew li ber xelk li Sanandajê (Sine) hat bi dar ve kirin (daleqandin). Amnesty International daxuyaniyek wesand û tê de got ku ev îdam li dijî zagonên (qanûn) navneteweyî ne. Divê ku bê amaje (isaret) kirin ku Îranê du peymanên navneteweyî ku hukmê îdamê li ser cuhanên ji 18 salî kêmtir qedexe dikin wajo (imza) kirine : Lihevkirina Mafên Zarok û Lihevkirina Navneteweyî li ser Mafên Sîvîl û Ramyarî. (PDKÎ, netkurd.com, 12.06.2008) ÇALEKVANEKÎ KURD HAT TAWANBAR KIRIN Di Hezîran 2008 de, dadgeheke îranî Banû Hena' Abdî, 21 salî û endama Rêxistina Jinên Kurdistanê, bi cezayê girtina 5 salan, ji bo „komplo“ya li dijî ewlehiya neteweyî, hat tawanbar kirin ! Hena' Abdî ji Cotmeh 2007 de li Sinê, li Kurdistana Îranê, dema ku ew besdar bû bû kampanya „Milyonek wajo“ (imza), ku di Hezîran 2006 de dest pê kiri bû, ji bo xwestina guherandina zagonên îranî li ser jinan di warên zewac, berdan, mîras û lênêrîna zarokan de, hati bû girtin. Pistî vê kampanyê û di mehên dawîn de, desthilatên îranî gelek jinên ku besdarî vê kampanyê bû bûn ragirtin. (peyamner.com, 22.06.2008) ÎRAN XWARINÊN RIZIYAYÎ DISÎNE KURDISTANA IRAQÊ Di Tîrmeh 2008 de, berpirsiyarên gumruka Hac Umranê, li Kurdistana Iraqê, 18 ton dew û mastê riziyayî ku ji Îranê hati bûn dîtin. Wan ew di cî de sewitandin. Ev ne cara yekemîn e ku xwarina riziyayî ji vî welatî tê û ku ji aliyê Kurdên Iraqê tê vegerandin. (netkurd.com, 09.07.2008) RAGIRTINA JINEKE KURD Di 09 Tîrmeh 2008 de, Zeyneb Bayezîdî, endama Encumena Jinên Kurdistanê, li Mahabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îranî hat ragirtin. Ew 26 salî ye û endama Kampanya ji bo milyonk imza ye. Li gora rappora Rêxistina Mafên Mirov li Kurdistanê, sedem û ciyê girtina wê hîn ne hatine zanîn. Ji berê, ew bi belavkirina nûçeyên sas, propagandakirina li dijî rejîma îranî û derbasbûna sînor hati bû tawanbar kirin, û wê cezayê 6 meh zîndan, ku 4 sal hati bû rawestandin, stendi bû. (avestakurd.net, 15.07.2008) BÎRANÎNA KUSTINA DR. QASIMLÛ Di 12 Tîrmeh 2008 de, Kurdên Îranê bîranîna kustina sekreterê gistî yê berê yê PDKÎ (Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê), Abdulrahman Qasimlû, û ya hogirên wî di 13 Tîrmeh 1989 de, li Vyêna, li Otrîsê, ji aliyê « dîplomatên » îranî, di dema giftûbêjên li ser mafên Kurdan li Îranê de, pêk anî. Hetta nuha, hukûmeta otrîsî vekolînek (ankêt) li ser vê babetê ne kiriye. Zeyneb Bayezîdî Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 26 Li 7 bajarên Kurdistana Îranê, Urmiye, Neqade, Mahabad, Sino, Bokan, Seqiz û Pîransarê, firosgeh (dikkan) hatin girtin û çira hatin vemirandin. Rewsa awarte (istisnaî) tê de hat îlan kirin û jimareke mezzin ji hêzên ewlehiyê hat van bajaran. Polîs nifir kirin bazarganan û destûrên karên wan ji wan stendin. (azady.nl, 12.07.2008 ; avestakurd.net, 13.07.2008 ; netkurd.com, rizgari.org, 15.07.2008) Ji 14 Tîrmeh de, ji kêmasî ve 86 Kurd li Bokanê hatin girtin. Pistre, ew hatin sandin zîndanên Urmiye û Miyandoabê. Bi ser de jî, bi hezaran antênên têlêvîzyonan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îranî hatin berhev kirin. (PDKÎ, Buroya Pêwendiyên Navneteweyî, 16.07.2008) Bi vê hincetê, pirtûkek bi almanî, bi navê « Der Fall Mykonos III », di Tîrmeh 2008 de ji aliyê Encumena Dijberiya (muxalefet) Îranî li Derveyî Welêt hat wesandin. Tê de belgeyên li ser kustina Dr. Qasimlû hene û ewê di nêzîk de li ser entêrnêtê, ji aliyê pirtûkxana kurdî Sara, li Stokholmê bê wesandin : www.kurdishbookbank.org, yan www.kurdishlibrarymuseum.org RAGIRTINA DU NIVÎSKARÊN KURD Di 13 Tîrmeh 2008 de, hêzên ewlehiyê yên îranî Emced Xolamî, nivîskar, rexnegirekî wêjeyî (edebî) û sernivîskarê kovara xwedekarî « Mana », ku ji aliyê xwendekarên zanîngeha Bûelya li Hemedanê tê wesandin, û Ismaîl Serîfî, helbestvan û wergêr (tercuman), endamê encumena wêjeyî û çandî ya bajarê kurdî yê Bokanê, ragirtin. Polîs bi sev ketin mala wan û ew birin ciyekî nenas. (netkurd.com, 15.07.2008) HUKMÊ ÎDAMÊ JI 6 ÇALAKVANÊN KURD RE Di 15 Tîrmeh 2008 de, Rêxistina ji bo Parastina Mafên Mirov li Îranê di daxuyaniyeke çapemeniyê de da zanîn ku hukmê îdamê ji Farzad Kamangar, mamoste û çalakvanê mafên mirov, re ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranî hat dilniya (te'kîd) kirin. Ev hukmê îdamê ji bo ku du çalakvanên din jî, Ali Haydaryan û Farhad Vakîlî, derbas bû. Her sê hatin birin zîndana Rajaî. Li gora parêzerê (avukat) Kamnangar, wî tu tawan ne kiriye û naveroka dosya wî ne zelal e. Parêzer got jî ku desthilatên îranî jê xwest ku nameyekê ji Ayatullah Xamenî re binivîse û tê de bêje ku ew posman bûye û ku dixwaze ku hukmê îdamê bê rakirin. Lê Kamangar ne pejirand. (azady.nl, 15.07.2008) Du mamosteyên kurd, Enwer Huseyn Penahî û Erselan Ewliyayî jî, pistî 10 meh zîndan û êskence, hukmê îdamê stend. Ew bi alîkirina PJAKê (baskê îranî yê PKKê) hatine tawanbar kirin. (avestakurd.net, 06.08.2008; zady.nl, 07.08.2008) Di 12 Tebax 2008 de, dadgeheke soresgerî ya Sinê, li Kurdistana Îranê, hukmê îdamê da xwendekarekî zanîngehê yê 26 salî, Habîbullah Latîfî. Ew bi alîkirina PJAKê hatiye tawanbar kirin. (netkurd.com, 14.08.2008) KURDEK HAT KUSTIN Û YEKÎ DIN REVANDIN Di 17 Tîrmeh 2008 de, li gora Rêxistina Parastina Mafên Gelên Pelixandî, nivîskarê kurd Garîb Hasanî hat kustin û ronakbîrê kurd Kamal Sarîfî hat revandin û dibe ku hatibe êskence kirin. Ev her du Kurdên Îranê ji zû de li Kurdistana Iraqê dijiyan. Ew vegeriyan mala xwe ji bo seredana malbatên xwe. Dema ku di meha Tîrmehê de ew çûn pirtûkfirosiyeke hevalekî xwe li Saqizê, li Kurdistana Îranê, polîs li dû wan ket. Li gora rêxistina jorîn, lasê Garîb Hasan hîn ne hatiye dayîn malbata wî û Kamal Sarîf jî ji bo jêpirsînê li bajarê Sinê ye. (avestakurd.net, 18.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 27 5 KURD HATIN DALEQANDIN Di 20 Tîrmeh 2008 de, 5 Kurd, ku ji wan cuhanekî 15 salî, li Tebrîzê hatin bi dar ve kirin (daleqandin). Ew bi alîkirina PJAKê, partiyeke kurdî ku serrê çekdarî li Kurdistanê Îranê dike, lê ku saxeke PKKê ye, hatin tawanbar kirin. (avestakurd.net, 21.07.2008; netkurd.com, 22.07.2008) RAPPORA AMNESTY INTERNATIONAL Di 30 Tîrmeh 2008 de, Amnesty International rapporek bi navê « Iran : Human rights abuses against the Kurdish minority » (Îran : Pelixandina mafên mirov li dijî hindikayiya kurdî) wesand û tê de tirsa xwe ya xurtkirina pelixandinê li dijî Kurdên Îranê, nemaze li dijî çalakvanên mafên mirov, jin û mêdyayan, ravekir. Ew tê de ji hukûmeta îranî dixwaze ku pelixandina Kurdên Îranê, nemaze ya jinan, rawestîne. Rappor nimûneyên pelixaninên olî û çandî li dijî Kurdan, ku li gora wê jimara wan digihêje 12 milyon û ku 15% ji gelheya Îranê pêk tînin, dijimêre. ÎDAM LI ÎRANÊ Li gora Amnesty International, Îran welatê 2mîn li cihanê ye, pistî Çînê, ku îdaman bi cî tîne. Di 2008 de 188 kes û di 2007 de 470 kes hatin îdam kirin. (avestakurd.net, serwext.com, 04.08.2008) BANGA YEKÎTIYA EWROPÎ Di 08 Tebax 2008 de, Konseya Ewropî bangî Îranê kir ku pelixandina welatvanên îranî, li ser bingeha bijartinên wan ên ramyarî, girêdanên wan ên êtnîkî û olî, yan jî meylên wan ên cinsî, rawestîne. Konseya Ewropî li ser rewsa gelê kurd li Îranê israr kir û endîseya xwe ya kûr ji bo pelixaninên askere yên kesên ku ji vî gelî ne, eger ew rojnamevan yan xwendekar ya sendîkacî yan çalakvanên mafên mirov bin, ravekir. Wê bal kisandin çend Kurdan di van mehên dawîn de, nemaze hukmên îdamê yên sê çalakvanên civaka sîvîl û ragirtin û zîndankirinên jinên ku mafên jina îranî diparêzin. Konseyê bangî Îranê kir ku hemî girtiyên ramyarî, û Kurd jî tê de, azad bike û lidûketina yên ku azad in rawestîne. Wê jê xwest ku rûmeta (hurmet) peymanên xwe yên navneteweyî yên li ser mafên mirov û azadiyên gistî bike. Ev daxuyanî di demeke ku tê de 5 endamên Encumena Ewlehiyê ya Unê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) û Almanya li ser cezakirinên Îranê, ji sedema helwesta wê li ser dosya atomî, giftûbêj kir derket. (peyamner.com, 08.08.2008) MANGIRTINA BIRÇÎBÛNÊ YA GIRTIYÊN KURD Di 25 Tebax 2008 de, girtiyên kurd mangirtina (grêv) birçîbûnê, ji bo riswakirina (protêsto) hukmên îdamê yên Kurdan û pelixandina mafên mirov li hundir û derveyî zîndanan, kir. (azady.nl, 28.08.2008) ************************ ************ **** Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 28 KUSTINA SÊ POLÎSÊN SÛRÎ Di 05 Hezîran 2008 de, komek bi navê “Koma Sehîd Ferhad“ êrîsî polîsê gerrok kir û 3 polîs û ajanên dizzî yên sûrî li Qamislî, li Kurdistana Sûriyê, kustin. Belavokeke ku ji aliyê “Tevgera Azadkirina Kurdistanê » hat wajo (imza) kirin gihajt Ewropa. Tê de ev tevger vê kustinê distîne ser xwe û dibêje ku sedema vê yekê bîranîna kustina sêxê pêsverû yê kurd, Sêx Masûq El-Xeznewî, di 2005 de ye. (netkurd.com, 05.06.2008) 50 KURD LI BER DADGEHÊ Di 22 Hezîran 2008 de, 50 Kurd hatin birin dadgehên sûrî li Samê, pistî xwepêsandaneke (mesîn) asîtiyane ku li Qamislî di 05 Hezîran 2005 de, ji bo riswakirina kustina oldarê kurd Sêx Masûq El-Xeznewî, bû bû. Di vê bûyerê de, gelek Kurd bi awakî neqanûnî hati bûn ragirtin, bitenê ji bo ku ew Kurd bûn. Polîs agir berda bû xwepêsandiyan û jimareke mezzin birîndar kiri bû. Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyê xwest ku dosyeyên van tawanbaran bên girtin û tawanbarên rast bên dadgeh kirin. Û wê azadkirina hemî girtiyên bîr (fikr) jî xwest. (peyamner.com, 26.06.2008) BI DEHAN KUSTIYÊN ISLAMÎ LI ZÎNDANÊ Li gora Çavdêrîgeha Sûrî ya Mafên Mirov, di 05 Tîrmeh 2008 de, girtiyên islamî serhildanek li zîndana Sêdnaya, li nêzîkî Samê, pêk anî. Pistî pevçûnên bi polîsê leskerî ku zîndanê diparast re, 25 kes mirin. Ji tirsan, girtî derketin ser xanî û malbatên wan qîrînên hawarê ji vê Çavdêrîgehê re sandin, ji bo ku ew ji serokê sûrî Bessar El-Esed bixwze ku bikeve navberê. (efrin.com, 05 û 08.07.2008; netkurd.com, avestakurd.net, 06.07.2008) SERBAZEKÎ KURD HAT KUSTIN Di 13 Tîrmeh 2008 de, serbazekî (esker) kurd ê cuhan, Ferhad Elî Seyf Xan, 19 salî, ku ji aliyê serbazekî din li bingeha leskerî ya Swêdanê hati bû kustin, li navçeya xwe, Kobanî, li Kurdistana Sûriyê, hat gor kirin. Malbata Kurdê cuhan da zanîn ku efseran (zabit) jê re got ku Ferhad nexwes e û ku ew li nexwesxana leskerî ye. Û wan soz jî da ku rapporek li ser vê babetê binivîsin û bidin malbatê. Lê wê hîn tu rappor ne stendiye. Ji dema serhildana kurdî ya Adar 2004 de, 7 cuhanên kurd li bingehên xwe yên leskerî, bê sedemên askere, hatin kustin. (serwext.com, 22.07.2008) XWEPÊSANDANÊN KURDAN LI PARÎSÊ Di 14 Tîrmeh 2008 de, Kurdên Sûriyê yên Almanya û Fransa li Parîsê ji bo riswakirina vexwendina (dawetkirin) serokê sûrî Bessar El-Esed ji aliyê serokê fransî Nicolas Sarkozy, bi hinceta Civîna Bilind a Yekîtiya ji bo Deryayê Sipî û cêjna neteweyî ya fransî, xwe pêsan da (mesiyan). Pêkaniyên xwepêsandanê notek ji bo Mîrza Sarkozy da wezareta fransî yê karên derve û tê de rewsa Kurdên Sûriyê anî bîra wî. Berpirsiyarê vê wezaretê soz da wan ku wê bigihîne serokatiya Civîna Bilind a Yekîtiya ji bo Deryayê Sipî. (efrin.com, 15.07.2008) Di 15 Tîrmeh 2008 de, pistî Civîna Bilind a Yekîtiya ji bo Deryayê Sipî û cêjna 14 Tîrmehê, serokê fransî Nicolas Sarkozy bi parlementerên partiya xwe re civiya. Wan ji bo vexwedina serokê sûrî Bessar El-Esed û yê tunisî Zeyn El-Abidîn Ben Alî ew rexne kir. Sarkozy bersîva wan da û got ku ew çi bike, ji bo ku li Rojhilata Navîn yan Taliban yan Atatürk derdikevin (li jor, li besa Kurdistana Tirkiyê binêre). (netkurd.com, avestakurd.net, 16.07.2008) KURDISTANA SÛRIYÊ Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 29 SÊ BERPIRSIYARÊN RAMYARÎ YÊN KURD HATIN RAGIRTIN Muhammed Mûsa Di 19 Tîrmeh 2008 de, rêxistina kurdî ya mafên mirov li Sûriyê, MAF, da zanîn ku serokê Partiya Kurdî ya Çep li Sûriyê, Muhammed Mûsa, li Samê hat ragirtin û dûrûdirêj hat jê pirsîn. (avestakurd.net, 20.07.2008 ; netkurd.com, peyamner.com, amude.com, 21.07.2008) Mes'el Temo Di 15 Tebax 2008 de, berpirsiyarê partiya kurdî Teyyar El-Musteqbel El-Kurdî (Pêla Wêbêya Kurdî), Mes'el Temo, ji aliyê kesên nenas di ereba xwe de, li nêzîkî Kobanî, di katjmêr 2.30 di serê sibê de, hat revandin. Pistî 11 rojan, desthilatan da zanîn ku ew li zîndanê ye û ku ewê di 26 Tebax de bê dadgeh kirin. (amude.com, 15 û 26.08.2008 ; avestakurd.net, peyamner.com, 16 û 26.08.2008 ; efrin.com, 26.08.2008) Di 27 Tebax de, Mes'el Temo derket ber dadmendê Samê, bi amadebûna parêzerê (avukat) xwe Xelîl Ma'tûq. Temo bi « belavkirina nûçeyên çewt ji bo qelskirina morala netewe û hestê neteweyî, endambûna rêxistineke dizzî û xwedî sifeteke navneteweyî, ji bo guherandina damezrana ramyarî û aborî ya dewletê, hisyarkirina meylên (tandans) nijadparêz û olî, nizmkirina dewletê, amadekirina êrîsan ji bo derxistina serrekî sîvîl yan serrên olî, bi çekkirina Sûriyan yan bi dehfdana wan ku çekkan li dijî hevdu hilgirin yan jî kustin û talanan li taxekê yan li taxan bikin » hat tawanbar kirin. Dadmend hukmê îdamê xwest, eger ev êrîs bên bi cî anîn, li gora bend 285, 286, 287, 288, 295, 298, 306 û 307 ên zagonê (qanûn). Temo ev tawankirin nikolî (red) kirin : « Ez nabînim ku ez û hevalên min bi avakirina rêxistineke bi navê Teyyar El- Musteqbel El-Kurdî me tawanek kiriye. Amanca vê yekê rêformkirina tistên ku hene û guherandina Sûriyê û kirina wê dewleteke medenî, piraliyî (pluralist) û besdarker, ji bo hemî Sûriyan ... ». Pistî vê parastinê, dadmend ferman da ku ew bê ragirtin û vegerandin zîndana navendî ya Adra. (efrin.com, peyamner.com, 28.08.2008) Di 29 Tebax 2008 de, berdevkê wezareta amerîkî ya karên derve, Robert Wood, ragirtina Mes'el Temo û girtiyên din ên civaka sûrî sermezar kir û bangî Sûriyê kir ku tavil û bêmerc wan azad bike. (amude.com, 30.08.2008) Talal Muhammed Di 24 Tebax 2008 de, Talal Muhammed, mamosteyekî kurd, di nîvê sevê de li Qamislî, li garaja Bolmana, dema ku wî xwe amade dikir ku biçe Samê, hat ragirtin. Talal Muhammed yek ji serokên partiya “Rêkeftina Dêmokrat a Kurdî li Sûriyê“ ye. Sedema ragirtina wî ne xuya ye. (avestakurd.net, 28.08.2008) QEDEXEKIRINA DERKETINA SÛRIYÊ JI ROJNAMEVANEKE KURD RE Di Tîrmeh 2008 de, ewlehiya sûrî ji rojnamevana kurd Lava Xalid re qedexe kir ku biçe Urdunê ji bo ku besdar bibe stajeke rojnamevaniyê ji 14 hetta 17 Tîrmeh 2008. Lava Xalid rojnamevaniyê li zanîngeha Samê xwendiye û ji Kurdên ku zanava (nasname) wan a sûrî di 1962 ji wan hatiye stendin e. Li gel vê yekê, balyozxana (sefaretxane) Urdunê li Samê destûr da bû wê ku ew bi kaxizeke derbasbûnê ku wê ji servîsa derhatîbûn û pasaportan li Sûriyê stendi bû bigerre. Ev servîs hergav belgeyên weha dide Kurdên ku netewahiya wan a sûrî ji wan hatiye stendin. Encumenên ji bo Parastina Azadiyên Dêmokratîk û Mafên Mirov li Sûriyê bi xurtî ev qedexekirin riswa kir. (amude.com, 21.07.2008 ; avestakurd.net, 22.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 30 FÊRÊN ZIMANÊ KURDÎ LI SWÎSÊ Di 31 Gulan 2008 de, mamosteyê zimanê kurdî, Hasan Deniz, rêzeya 2mîn a fêrên zimanê kurdî li kantona Zugê, li Swîsê, dest pê kir. Zarokên ji 9 heta 15 salî, tevî dê û bavên xwe, besdarî wê bûn. Pistî axaftina Mîrza Deniz, nimînendeyê encumena zimanê kurdî, Yavuz ; nimînendeyên malbatên xwendekaran, Nasir û Banû Aysan, û nimînendeyê xwendekaran, Bisar, peyivîn. Pistre, fîlmeke ku xweza (tabîet) û zarokên Kurdistanê nîsan dide hat nîsan dan. Li dawiyê, besdaran sîraniyên ku ji aliyê malbatan hati bûn amade kirin xwarin. (avestakurd.net, netkurd.com, 04.06.2008) PÊSANGEH LI SER NIJADKUJIYA KURDÎ LI LONDONÊ Ji 08 Hezîran heta 07 Îlon 2008, ewê pêsangeheke wênekês (ressam) Osman Ahmed li ser nijadkujiya kurdî « Enfal » li muzeya imparatoriyî ya serr li Londonê bê kirin. Osman Ahmed ji Suleymaniyê, Kurdistana Iraqê, ye û li dibistana hunerên bedew li Camberwell, li Ingilterê, xwendiye. (netkurd.com, 04.06.2008) FÎLMEK LI SER NIJADKUJIYA KURDÎ LI STOKHOLMÊ Di 09 Hezîran 2008 de, ewê fîlmek li ser nijadkujiya kurdî « Enfal » û qirkirina sîiyan li eywana Folkets Bio Zita, li Stokholmê, li Swêdê, bê nîsan dan. Ew ji aliyê du fîlmçêkerên kurd, Ibrahîm Sa'dî û Zahavî Sanjavî, hatiye çêkirin. Danismendê (musawir) wan, fîlmçêkerê navdar Bahman Qobadî ye. Navê fîlmê « Diyên Min » e. Ew jiyana jinên ku ji Enfalê kutah (xelas) bûn dibêje. (netkurd.com, 05 û 09.06.2008 ; nefel.com, 09.06.2008) ALA KURDÎ LI ÇÎNÊ Di 14 Hezîran 2008 de, yaneya (tîm, êkîp) futbolê ya iraqî li Çînê, di çarçeva Mondialê de, lîzt. Dema ku yaneya iraqî ya çînî sikand, temasevanên kurd ala kurdî bilind kir. Ev ne cara yekemîn e ku Kurd ala kurdî bilind dikin. Wan ew di Mondial 2006 de, li Almanya, jî hilda bû. PÊSANGEHA FOTOYAN LI DUHOKÊ Di 24 û 25 Hezîran 2008 de, ewê li Duhokê, li Kurdistana Iraqê, pêsangeha 95 fotoyan li ser cillên jinên kurd li Kurdistana Sûriyê bibe. Folklorîst û helbestvan, Salih Heydo, ji Kurdistana Sûriyê, ewê vê pêsangehê li eywana koroya xwendekaran « Seraim », bi hevkariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê, amade bike. Cillên ku fotoyên wan hatine kisandin ji navçeyên Qamislî, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Dêrika Hemko, Efrîn û Kobanî ne. Nav, rih (esl) û destkewtiya (feyde) besên cihê yên van cillan ewê bên ravekirin û albumek bê wesandin. Amadeker, Salih Heydo, arsîveke wî ya dewlemend û bijare ya folklora kurdî heye. (netkurd.com, nefel.com, 19.06.2008) KONFÊRANS LI SER ENTÊGRASYONÊ LI ALMANYA Di 22 Hezîran 2008 de, konfêransa 4mîn li ser entêgrasyon û dyaloga ramyarî (siyasî), ku cara pêsîn serokwezîra alman, Angela Merkel, besdarî wê bû, li Berlînê bû. Konfêrans ji aliyê buroya Banû Merkel hat pêk anîn û nimînendeyên rêxistinên olî û êtnîkî yên cihê hati bûn vexwendin (dawet kirin). Ji besdaran du Kurd, Mehmet Tanrıverdı, serokê BAGIV (Hevkariya Fêdêral a Rêxistinên Penaberan li Almanya), û Banû Bêrîvan Aymaz, nimînendeya rêxistina kurdî NAVEND, hebûn. Her du jî dîtin û daxwaziyên Kurdan li ser entêgrasyonê ravekirin. Banû Aymaz ji Banû Merkel xwest ku Kurd weka gelekî cihê bên nas kirin û ku taybetiyên wan neyên ji bîr kirin. Û wê ramyariya entêgrasyonê li almanya rexne kir : Ji alîkî ji penaberan tê xwestin NÛÇEYÊN ÇANDÎ YÊN KURDÎ Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 31 ku entêgre bibin û ji aliyekî din jî riya wan ber bi entêgrasyonê bi zagonê (qanûn) li ser derhatîbûn û netewahiyê (cinsiyyeta almanî) tê girtin. (netkurd.com, 23.06.2008) BERNAMEYEKE ENTRÊNÊTÊ BI KURDÎ Di Hezîran 2008 de, bernama entêrnêtê « Firexox-3 » bi kurdî derket. (avestakurd.net, 27.06.2008) FÊSTIVALA HELBESTÊ LI KERKÛKÊ Di 29 Hezîran 2008 de, fêstîvala pêsîn a helbestvanên karker li Kerkûkê dest pê kir. Ew ji bo rûmetkirina helbestvanê kurd ê mezzin Mîrza Xelîl Munewwer Kakayî (1878 – 1923) hat pêk anîn. Ev helbestvanê ku jê re navê “helbestvanê çîna karkeran“ hati bû dayîn, besdar bû bû liberxwedana li dijî vegirtina osmanî li Iraqê û erebî, kurdî, tirkmenî û farisî dizanî bû. Helbestvanê tirkmenî yê ji Kerkûkê, Abbas Izzeddîn, got ku di wê demê de Mîrza Kakayî dengê çîna karkeran li bal dethilatdaran bû. Ewê fêstival 3 rojan bajo (dewam bike). Navdartirîn helbestvanên Kerkûkê ewê helbestan bixwînin û perçeyên sano ewê bên nîsan dan. (peyamner.com, 30.06.2008) FÊSTIVALA KURDÎ-ALMANÎ LI DUHOKÊ Di 29 Hezîran 2008 de, fêstivala sanoya Duhokê dest pê kir. Ewê 4 rojan bi almanî, otrîsî, kurdî û erebî bibe. Li bin durusma (slogan) “Ber bi sanoyeke nûjen“, ew bi hevkariya “Mala sanoyê“ ya almanî, pistî seredana sanoya Duhokê bo Almanya di behara buhurî de, hat pêk anîn. Fêstivalê bi vekirina eywana pêsangehan a sanoya Duhokê, pêskêskirina sanoyeke bi navê “Jinbûn û mirin“, a nivîskara alman Ulrika Doriker, û konfêransan dest pê kir. Hundermend û rexnegirên sanoya Hewlêr, Bexdad, Suleymaniye, Kerkûk, Almanya û Otrîs besdarî wê bûn. (peyamner.com, 30.06.2008) MUZEYEKE FOKLROLÊ LI KELA HEWLÊRÊ Xalid Yûnis Mustafa katjmêrên (saet) dirêj li muzeya xwe ya sexsî, ku tê de perçeyên gelek kevn ên folklora kurdî hene, derbas dike. Navê vê muzeyê “Antîka Kelê“ ye û li serê kela navdar ya Hewlêrê ye. Tê de 9 jûre (ode) hene û her yek ji wan destgehên aliyekî jiyana kevn a rojane li Kurdistanê nîsan dide. Hews tijje peykerên (heykel) kesahiyên kurdî bi cillên folklorîk, xaliyên kevn, destgeh, çek ... e. Di destpêkê de, ew xaniyekî 200 salî bû û malbata wî tê de dijiya. Ji derveyî jureyên (ode) ku ji berê tê de bûn, Mîrza Mustafa jureyên din ji 40 salan de ji bazaran kirrîn. (peyamner.com, 02.07.2008) TÛRÎSTÊN AMERÎKÎ LI KURDISTANA IRAQÊ Di Hezîran 2008 de, cara yekemîn komeke tûrîstên amerîkî çû seredana Kurdistana Iraqê. Radyoya Dengê Amerîka da zanîn ku ev kom ji 19 kesan pêk hatiye, ku gerra wan ji aliyê sîrketeke li California hat pêk anîn û ku ewê seredanên birehber ên din jî bên pêk anîn. Li www.voanews.com binêre. Ev kom li hemî Kurdistanê, ji Zaxo heta Halabca, gerriya û çûn seredana gelek ciyên kevnar, ku ji wan skefta navdar Sanîdar, ku ji dema merivê Nêandêrtal heye. Jimara ciyên arkêolojîk ên Kurdistana Iraqê digihêjin 3.000 (netkurd.com, serwext.com, KRG, 18.06.2008) FÊRÊN ALMANÎ LI KURDISTANA IRAQÊ Di 01 Tîrmeh 2008 de, lihevkirinek di navbera wezareta perwerdê ya Kurdistana Iraqê û Enstituya Goethe ya almanî de, li ser hînkirina zimanê almanî li 10 dibistanên navçeyên cihê yên Kurdistanê, hat wajo (imza) kirin. (peyamner.com, avestakurd.net, rizgari.org, 01.07.2008) Bultena sêmehî ya agahdariyê - N° 45 Îlon 2008 Rûpel 32 KONFÊRANSEKE ÇANDÎ YA NAVNETEWEYÎ LI STOKHOLMÊ Ji 30 Hezîran heta 02 Tîrmeh 2008, li Folksesthus (Mala Gel), li Stokholm, Swêdê, konfêransek bi navê WALTIC 08 „Konfêransa Çandî ya Navneteweyî“ bû. Ew ji aliyê Sendîkaya Nivîskarên Swêdê hat pêk anîn. Nêzîkî 1.000 ronakbîr ji 30 welatan bêtir besdarî wê bûn û nêzîkî 40 kes semînerên cihê bi rê ve birin. Amanca vê konfêransê lêgerîna navgînên (wasite) pêsdebirin û pistgiriya çandên welatan, handana (teswîqkirin) nêzîkkirina çandan (interculturalité) û dîjîtalkirina bikaranîna zimanan e.

[center] [color=#990000][b] [size=x-large]Kurdish Bureau for Liaison and Information[/size] [/b][/color] [img]http://www.kurdishbureau.be/images/logo.jpg[/img] [i]KURDISH OFFICE[/i][/center] Buroya Kurdî li navenda Bruksêlê ye. Ew li kuça Quai aux Pierres de Taille (Arduinkaai) 11 – 1000 Bruxelles, li qata pêşîn a avahiya “Résidence Breughel“ e. Û ew li kêleka û li hemberî Şanoya Qralî ya Flamanî (KVS), li nêzîkî Metro Yzer û kuça Rue de Laeken e û 5 xulek (deqqe) ji stasyona trênê ya Bakur, Gare du Nord, dûr e. http://www.kurdishbureau.be Ground floor of the Breughel Residence Quai aux Pierres de Taille 11 1000 Brussels

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.