Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 30 September 2008

EuroKurd Human Rights
Malper: www.eurokurd.net
E-mail: [email protected]
[img]http://img157.imageshack.us/img157/5245/urokurdyj4.jpg[/img]

[b]Cejna Ramazanê û hîsên me[/b]

Me meha Ramazana pîroz bi hurmet, rê kir. Em bixêrhatina Cejna Ramazanê, bi xweşî û nexweşiyan dikin.

Li bakurê welêt, êrîşa Tirkiyê li dijî nasname, ziman û çanda Kurdan bi xurtî didome. Parçeyê azad, Herêma Kurdistanê jî, ji bin tehdîdên ereb, tirk û farisan rizgar nebûye. Hovîtiya rejîma Baas ya neteweperest û diktator li başûrê biçuk didome. Qetilkirina Kurdan li rojhilatê welêt didome.

Hejmarek bilind ji Gelê Kurd bi ola Îslamê baweriya xwe tînin. Lê mixabin e ku qatilên me, kesên ku Kurdistanê talan dikin, me ji mafê însanî mehrûm dikin, mirov û dewletên olîslamî ne. Û kûştina Kurdan li ber cave cîhanê, ji ber bêdengî û bêhelwestbûna wan û Organîzasyona Yekîtiya Îslamê didome.

Êrîşa wan, ne tenê berê xwe li Kurdên olîslamî ye. Êrîşên wan yên hovane berê xwe li esas û stuna hebûna me, ola me ya kevnare û nasnameya me ya bingehîn, li Êzidiyan e.

Di bin van mercan de, em dîsa bi hêviyên mezin bixêr hatina Cejna Ramazanê dikin.

Bi duayên xwe, berê me li Yedanê heq e, li K`abe û Lalişa pîroz e. Hawara me ji Mihemed û Zerdeşt pêxember e. Ku ew birîna me Kurdan derman bikin. Me ji zilma olîslamiyên bêbawer rizgar bikin.

Em cejna we ji dil û can pîroz dikin. Silavên xwe yên ji dil û gurr rê dikin.

Gabar Çiyan
Rêvebirê Giştî yê
[b]EuroKurd Human Rights & Zarathustra News[/b]
Stockholm

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.