Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 5 July 2008

Mewlana İdrîs, kurê Mewlana Şêx Hisameddin Elî ye. Şêx Hisameddî Elî, ilimdarekê navdar û qedirbilind yê zemanê xwe ye. Şeref Xan di Şerefnameya xwe ya giranbaha da gava ilimdarên Bedlîsê dihejmêrê û tînê ziman, Navên Mewlana Şêx Hisameddin Elî û Kurê wî Mewlana İdrîs El-Hakim û kurê Mewlana İdrîs Eb-ul Fadil Efendî dike û Eb-ul Fadil Mihemed Efendî dixe rêza ilimdarên navdar yên Bedlîsê û bi stayîş û serbilindî navê wan diborînê.. Ji bo Mewlana Hisameddîn dibêje : “- Mewlana Hisameddinê Bedlîsî yê xwedan irfan û fezîlet, zanayekê navdar û mıtesewifekê ji kamılan bû. Ew şagirdê Şêx Emmar Yasîr bû. Li ser babetê tesawifê kitêbêka wî heye..“ Ligora Melûmatên Şerefnameyê Şêx Emmar Yasîr bi xwe jî ilimdarek ji ilimdarên Bedlîsê ye û şagirdê Tarîqeta Suhrewerdî ye. (Şerefname pr 362 wergera Ziya Awci)

Şêx Hisameddîn Elî Katibê Dîwana Dewleta Aqqoyînîya ye, ku paytextê vê dewletê bajarê Diyarbekir bû. Ev dewlet di sala 1400ê da ji terefê Ozbek û Tatarên hevalbendên Timorleng va hatıbû avakirin. Mewlana Şêx Hisameddîn dı dewra Uzun Hesen da Munşî ye, katibê Dîwan ê ye. Di hemî zemanê Siltan Hesen da ku ev zeman ji sala 1450 yan heya sala 1478'ê digrê ber xwe, bi Munşîtî xebitî ye û heya sala 1469 ê li Amedê niçtecî ye. Di sala 1469ê da Hesenê Dirêj (Siltan Uzun Hesen) paytextê dewleta xwe radıke dibe bajarê Tewrîzê. Şêx Hisameddîn jî bi malbatî diçe li Tewrîzê cî û war dibî.

Şêx Hisameddîn piştî ku Siltan Hesenê Dirêj di sala 1478 ê da dimirê û kurê wî Siltan Yaqûb dikevê dewsa babê xwe, ew jî berpirsyariya xwe ya ’Munşîtî' yê dispêre kurê xwe İdrîs. Mewlana İdrîs, ji vir û pêda di dereceya bilind da, bi Siltan Yaqûbê kurê Uzun Hesen ra dest bi xebatê dik e.

Mewlana İdrîs di sala 1452ê da li Amedê hatiye dinyayê. Gava ku bi babê xwe ra diçe Tewrîzê 17 sali ye. Li ber destê babê xwe hatiye perwerdekirin û di Serayê da bi Prensan ra xwendî ye. Ji medrese û ilm û irfana bajarê Amedê ya qedîm jî istîfade kirîye û zarokên hemî malmezin û eşrafên Diyarbekir dost û hevalên wî nin. Ew ji Amedê bê par nîne. Bi vê wesîleyê hemû prens û xanedanên Kurdistanê nas dike. Bi şer û qirên û aştî û hemû dijwarîyan, dewleta Aqqoyînî tim û daîm desrpîserê Mîrekên Kurdan bû. İdrîs û babê xwe jî Kurd bûn, Bedlîsî bûn û 2 rewşenbîrên zana û bi xîret bûn. İdrîs def û dolabên neyaran bi keys dizanê û ew lêvîya roja xwe ye..

Kurd jî di wan hêmanan da bi qehremanî li ber xwe didan û welatên xwe ji dijminan diparastan. Ewî mêrxasîyên Kurdan bi sedan caran dîtibû. Berxwedana Botan, ya Hekkarî, ya Çemîşkezekê , ya Amêdîyê, ya Palo, ya Licê û bi taybetî ya Bedlîsê, di dîwana bilinda Aqqoyînîyan da dihata pêş çavên wî. Kurd di wan dem û zemanan da bi mêranî berevanî li kel û bajarên xwe dikiran.

Mewlana İdrîs ji sala 1478ê heya 1500ê Katibê Dîwana devleta Aqqoyînîyan ya ku hikmê vê dewletê ji Toqatê heya Efganîstanê bû. Ew bi 3 siltanan ra xebitî; heya ku paşî lı vê dewletê hat. Siltan Yaqûb, Siltan Elwend û Siltan Ristem.

Di vê navê da hevalê babê Şah Simaîl Şêx Heyder bû. Şah Simaîl jî dostê wî bû. Di salên wî yên Tewrîzê da têkilîyên wî bi Kurdên Îran û İraqê ra jî çêdibî û xurt dibî. Ew vê herêma İran û Kurdistan û İraqê baş nas dike û dizanê ka kî kurê kî ye û çend dirheme. Bi taybetî dilê wî her li bajarê Diyarbekir davê; Zaroktîya wî li vî bajarê qedîm derbaz bu ye. Hemî zarokên eşrafê Amedê hevalên wî nin. Ew di nava kulpa wan da mezin buye.

Mewlana İdrîs ji ilm û ilimdariya Tewrîzê jî feyde dîtî ye. Bi Mela Camî yê navdar ra sıhbet kirî ye, dersdarê şêxzadan e. Ew “Mamosteyê Pîroz e“. Vî navî İlimdarê Zeman Xoce Saadeddîn daye wî. Xoce Sadedîn Şeyxilislamê Dewleta Osmaniyan e. İdrîs Lâlâ ye. Lâlâ ewin ku prensan, şêxzadan dighînin.

İlimdarîya wî :
Xebatên wî yên zanîstî bê hed û hisabin. Çewan ku hatîye tesbîtkirin 28 kıtêbên wî di warê Tibbê, Zeolojî yê, Kozmolojî yê, Dîrokê, Felsefe yê, Exlaq, Siyaset, Mentîq, Tesawif, Fiqih, Hedîs, Tefsîr, Seyahet, Mektûbat û bi helbestan va henin. Tarîxa Osmaniyan yekemin car wî bi navê Heşt Behîşt ê û bi 80 hezar beytan nivsandî ye. Ew bi babe xwe û bi kurê xwe yê Defterdar Mihemed Çelebî (Ebû Fadıl) va 3 nifş ilimdarên gewre nin. Lê emsalê Mewlana İdrîs nînin. Ez ne bawerim ku tû kesêk di tarixê da heya îro weka wî serkeftî û zîrek ji Kurdan rabibî. Ji ber vê ye ku Hikimdarê Dewleta Roşkan Şerefxanê Bedlîsî ji bo Mewlana İdrîs wiha dibêjê :

“- Siwarê meydana lêkolînan, reîsê karwanê bi ber rîya serkeftin û sefirazîyê, pisporê qanunên bingehin û teferûatan, sererastkerê defterên tên fikir kirin û hatine seh kirin, mamostayê medresa pîroz, kurê ilimdarê Bedlîsê , İdrîs ê Feylezof...“

Ma kî dikarê wey Şeref Xan waha xweşik Mewlana İdrîs bine zıman ?

Şexsiyeta wî :
Ew şexsiyeta xwe berî her tiştî ji bab û malbata xwe ya ilimdar girtî ye. Li bajarê Amedê, di maleke ava da hatîye dinê. Di dereceyeke bilind da û di Seraya dewletê da xwe dîtî ye. Di warê siyaset û dîplomasî û idara dewletê da teknokratek bê emsale. Di warê olperestiyê da gelêk pispor e û bi rastî dîndar û bawermend e.Ew ji tû siltan û imparatoran ra nabêje “ tû mezinî “, ew dibêje ê “mezin her Xwuda ye “. Di gel vê gelek zekî ye û terefên wî yên feylezofiyê jî gelek xwurt e. Di pratîkê da û di warê leşkeriyê da stratejîstek bê emsal e. Ya herê giring, Mewlana İdrîs dewletsazek pispor û hêja ye. Teknokrat û bi taybetî dîplomatêkê bê hempa ye.

Mewlana İdrîsê Bedlîsî di dereca siltanan da ye
Ewi bi Siltan Hesen, Siltan Yakub, Siltan Elwend û Siltan Ristem ra di pratîkê da 48 salên xwe borandî ye. Bi Şah Simaîl û bab û kalê wî yên Bertewîlî va têkilîyên wîyên xurt çêbûne.
Nameyeke wî ku ji Şahsimaîl ra bi helbestan û zimanek dîplomasî rê kirîye di Şerefnameya Şeref Xanê Hakimê Bedlîsê da bi tercûma Mamoste Zîya Awcî yê Tetwanî waha diborê :
( Şerefnama Kurmancî pera 364 ê)

Kû tû bende û xulamê xwe baş nasbikî baştir e mîrê min
Ji mêj va xulamên wê xanedanê ne bab û bapîrên min

Tû dizanî babê min jî şagirdê papîrê te yê diduyan bû
Xwedênasî hînî wî kir, rîya çewtîyê li ber girtibû

Ez li ba Şahê Heyder bûm û ji bo min heta tû bê jî çak bû
Nêzîkî û hogirîya me rast bû û wekî şîr û şekir bû

Çi rastlêhatinek (tesadufek) xweş e ku di ayetên Quranê de jî
Navê ’İsmaîl' li her cîyî bi navê min re derbaz bûye“.

Piştî ku Dewleta Aqqoyînî dikevê û Dewleta Sefewiyan ava dibe, ew nıkarê bi wê bawermendiya xwe ya ku ehlê sinet û cemaetê ye û bi mezheb Şafiî ye, bi Şahsimaîl ra bixebitê, ji Tewrîzê bi çend hevalên xwe yên ilimdar va berê xwe dide heccê. Siltanê Osmaniyan, Siltan Beyazîdê II., Xeber rê dike ku bê Stenbolê li gel hev bixebitin. Mewlana İdrîs, 10 salan di Sera Osmaniyan da li cem Siltan Beyazîd “Munşî“ ye; katibê taybet e, Şêwirdar e, Waqqenivîs e û nivîskarê Heşt Behiştê ye. Ew ilimdarek û dewletsazek wisa zîreke ku dikevê ber xezeb û çavnebariya Xadim Mihemed Elî Paşa yê Sedreezem. Xadim Elî paşa jî dewşirme ye.

İdrîs bi hiceta ku biçe hecê sala 1511 ê berê xwe dide Erebistanê. Diçe Mısrê bi Melîkê Misrê Kansavgewrî ra têkilîyê datînê. Kurê birayê İdrîs li Mısrê berpırsyarê heccacan e. Ew bi kurê birayê xwe va diçe hecê û ji hecê nameyek ji Şêxzade Yawuz Selim ra rê dike. Şêxzade Yavuz wê gavê Waliyê Trabzonê ye. (Mêz: 1514 Amasya Andlaşması ve Mevlana İdris-i Bitlisi- Pêrî yy. İst.)

İdrîs, di nama xwe da gelek gazinan ji dewşirman û Mekadonan dike û dixwazê ku Şêxzade Selim eyalên wî bişeynê Medîna Minawer. Lê Siltan Selim di sala 1512 ê da babê xwe ji ser text radıke (dibe ku babê wî mirî bî) û dişeynê pey Mewlana İdrîs ku bê pê ra bixebitê. İdrîs 8 salan (1512/1520) bi Siltan Selîm ra xebitî. Gava ku Siltan Selîm fermannaman ji Mewlana İdrîs ra rê dikira digo : “- Dostê Siltanan Hakimüddîn İdrîs. “

Têkilîyên wî bi 4 siltanên Aqqoyînîyan, 3 Şêx û şahên Sefewîyan ra heya 48 salîya wî dom kirî ye. 20 salan bi Siltan Beyazîd û Siltan Selîm ra xebitî ye. Di sala 1520 ê da piştî ku Yavuz Siltan Selîm dimire ew jî çemd mang şunda ji vê dinyayê koç kırî ye. Ew bi Qanûnî Siltan Silêman ra jî xebitî ye. Bi Melîkê Misrê ra têkilî danî ye. Ji ber vê ye ku ew ne tenê ’Dostê Siltanan e ’, ew bi xwe jî Siltan e. Siltanê dîplomatan û dîrokzanan e.

Têkiliyên İdrîs yên bi ilimdaran û fermanrewanan ra:

Ew ne tenê dostê Siltanan e, ew her waha dostê ilimdaran û hemû misyonên wê demê ye.. Mesela gava Siltan Selîm dişeynê ku bê Stenbolê, ew 6 heyvan li Şam û Helebê bi ilimdarên van bajaran ra dikevê têkilîyan. Gava diçe heccê bi alımên Misrê ra, lı İskenderîye û Qahîreyê têkilîyan datînê, li Erebistanê jî bi hemî alimên İslamê ra dikevê têkilîyan.Ew behra ilmê ye. Ew yek ji bijaran e.

İdrîs, di çerçewa Rohilata Nava Rasta İslamê da ne tenê ye. Ew grûbekê xurtin û xwedî erkin. Mînak, yek ji hevalên wî ku pê ra ji Tebrîzê hatiye li Hewlêrê bi cî buye û ji sulala wî ra dibêjin “Mala Miftiyan“, silala wî kesî nin.Ji vê silaleyê em dibînin ku niha Cenabê Ednan Miftî Serok Parlemanê Kurdistanê ye. Ev malbat 500 sal berê ji Tebrîzê derbazi bajarê Erbilê bûn e..

Mewlana İdrîs Mêrê Qîmê ye
Hemî Mîrekên Kurdan bi Mewlana İdrîs bawerin û qîma xwe pê tînin. Ji ber vê ye ku ewî 28 Mîrekan karî ye bike yekbend û yekrêz. Ji Suleymaniyê heya Mihabadê, ji Ormîyê heya Kilîs û Çemişkezeka Dêrsimê; kariye wan Mir û giregiran bîne ba hev. Ewî li ser pirsa Kurdan kariye Sunnî, Elewî, Êzîdî, Nastûrî û Kildaniyan bîne cem hev. Ew di hemî varanda serkeftî ye. Ew “Reîsê kerwanê serkeftinê“ ye.

Tesîra wî lı ser fermandarên Osmaniyan jî xwurt e. Di mesela Bıyıqli Mihemed Paşa û Şadî Paşa yê Mîrêmîranê Sêwasê da weka erkanê herb, bi zanistî karîye problema navbera wan çareser bike û dûbendiya navbera hêzên Osmaniyan rake. Ew stratejist e, dîplomat e, misyonek karizmatîk û xwedan vizyon e.

Piştî ku li Çaldıranê Osmanî zora Şah Smaîl dibin û bi ser dikevin, Siltan Selîm Mewlana İdrîs dişeynê Tewrîzê ku bi wê sıhbet û belağeta xwe ya giranbaha û zimanê xwe yê şîrîn, paytextê Sefewiyan nerm bike û wan bîne rê. Bi vê rîyê gava Selîm dikevê Tewrîzê, hemî kesên vî bajarî bi germî Siltanê Osmaniyan henbêz dikin. Wextê ku Siltan Selîm ji Tewrîzê dadigerê tê bajarê Amasyayê ku zivistana xwe li vêderê derbaz bike, bajarê Tewrîzê teslîmî İdrîs dik e. İdrîs bi wan nesihet û şîretên xwe yên mentîqî dilê bajariyên Tewrîzê bo Osmaniyan ron dik e. Ji xwe hemî dîroknas dibêjin ku Mewlana İdrîs bajarê Tewrîzê standiye.

Rewşa Kurdan ya wê demê :
Kurd bi gelenperi piştî dewra Eyyûbîyan (1180) di warek azad da jîyane, ji tehdîd û êrîşên dijminan xwe parastine û riheke netewî li seranserê Kurdistanê hêşîn bu ye. Kurd di beriya dewra Eyûbîyan da jî, bi taybet ji serê sedsala 10'yê va, ji Kermenşahê heya Qersê xwedî hikim û dewletin. Dewletên Lorıstan, Hesenweyhî, Şeddadî û Merwanîyan û çendên din ava kirin e. Mîrekîtîyên qedîm di nava van dewletanda cîyên xwe girtin e û piştgirî li dewletên xweyên herêmîyên navdar kirin e. . Piştî êrîşên Selçoqiyan û ji halê rakirina wan dewletên Kurdan dîsa kel û bajarên xwe parastine û li ber xwe da ne. Mînak, weka ku Şeref Xan dibê:

“- Niha ku sala 1005 (1597) ye, li gora got û bêjên xurt û belave, Ev hikimdarên navên wan derbazbûyî, (bab û kalên wî, Ş.Ep. ) piştî ku wilayeta Bedlîsê û van derên bi vê wilayetê va girêdayi ( Xelat, Mûş, Xinûs ) ketiye destê wan û heya vê salê 760 sal derbaz bune. ( Şrf. M. E.Bozarslan pr-281)

Li gora tesbîta Şeref Xan, ji sala 1597ê û wê da, ev 760 sal, me dibe sala 837ê mîladî. Şeref Xan di pera 276 ê ya vê Şerefnameyê da jî Eşîretên Roşkan tînê ziman û dibê ku 24 eşîr li Tapê di yek rojek de civîyan, yekîtîya xwe girêdan, şerê Guecîyan kirin, li Bedlîsê û Hezzo yê 2 hikumetan ava kirin, lê piştî ku Qralê wan bê waris mir û mane bê qral, ew çone Xelatê ji nesla Qralên Kısra bi navê Diyaeddîn û Ezeddîn 2 birayên esilmend anîn danîne ser textê van hikimdariyan.

Ji vê melûmatê dixwîyê ku ev hikimdariya bajarê Bedlîsê beriya 837 ê ava buye. Ya giring ewe ku 760 sal di dîroka vê hikimdarîyê da, tenê 110 sal ev bajar ji destê vê malbatê derketiye, ev 110 sal 40 salên Etebegiyan e, 29 salên Aqqoyînîyan e û 41 sal ( 1537-1579) jî işgala Dewleta Osmaniyan, ya ku piştî Emîr Şemseddînê babê Şeref Xan bi xeberê Qanûnî nekir, bajarê xwe bi Mereş û Meletê neguhart û di sala 1535 ê da ço xwe avête Şah Tahmasp, Şahê Dewleta Sefewîyan ku kurê Şah Smaîl bû..

Piştî ku Emir Şemseddîn Xan Bedlîsê terk kir, Osmaniyan bi hemî qewetên xwe hatin ser vî bajarî, lê Roşkiyan di Geliyê Bedlîsê, li Derbenda Duxanan û Kefendurê 3 salan bê mîr û hikimdar li ber xwe dan heya ku ew hêzên têkele yên Osmanîyan -ku artêşên Osmanîyan û yên Kurdan bûn- westandin. Paşî bi sîyaset û bi rîya aştîyê, Osmaniyan Mîrê Hezzo Bihaddîn Beg xistine dewreyê, hikumeta Bedlîsê dane Brahîmê kurê Emir Bilbasî yê Roşkî û bi vê rîya siytasetê Bedlîsê ji destê malbata Diyaeddîn derxistin. Lê, sala 1579ê carek din xeberê rêkirin, Şeref Xan ji Nehcîwana İranê anîn û Bajarê Bedlîsê teslîmî wî kirin. Şeref Xan vê buyerê waha anîye ziman :

“ - Her waha ez jî bi mirazê xwe şah bûm. Careke din hatim li ser textê devleta bab û kalên xwe runiştim û welatê ku ji bab û kalan mayî kete binê hikmê min.“(Şrf.M E Bozarslan pr. 345 )

Me vê babetê hebêk dirêj kir. Lê divê em bizanin ka ev 110 sal bi çi rengî qewimîne.Li gora melûmatên ku Şeref Xan da ye, Îmadedînê Zengî piştî ku buye Atabegê Mosilê, çavên xwe li kel û bajarên Kurdistanê pan kirî ye û bajarê Bedlîsê di sala 1140ê da vegirtî ye. 40 salan ev bajar maye di binê hikmê Atabegiyan da. Lê gava ku hikim ketiye destê Siltan Seleheddinê Eyyubî, eşîrên Roşkiyan ji newal û neqeban derketine û êrîş birine ser dijmin, welatê bab û kalan ji bindestîyê rizgar kirin e.

Niha li gora van melûmatên ku Şerefname da ye, çewan ku bi hatina Eyyûbîyan Mîrekên Kurdistanê xwe rizgar kiribin her wisan Eyûbîyan wek Mîrekiya Kilîsê, gelek Mîrekî û desthilatdariyên din yên Kurdan him parastine û him ji nûva ava kirine. Ji ber vê ye ku rola Eyyubîyan di Kurdayetiyê da bê hed û bê qîyas giring e.

Emê sala 1180 yê bidine destê xwe ku di navbera 1180 yan, heya 1510 yê da 320 sal heye. Ev 320 salin ku tenê di salên 1230-1260 ê da lehî û tofana wan wehşên Moxilan rabuye. Moxılan xisarareke mezin dane hukumeta Farqînê ya Eyyubîyan. Lê Ji ber ku Kurdistan çiyayên asêne, zêde nekarîne zîyan bidine Kurdan.

Li xar û jor hemî Mîrekên Kurdan ji vir û pêda azad û serbixwe jîyan e. Ne tenê azad û rizgar jîyan e, ewan xwe ji ger û fenên Çaxatayan, Aqqoyînîyan, Qereqoyînîyan û Herzemiyan parastine û di navbera salên 1465 ê û heya sala 1500 ê şerên giranên berxwedan û rizgarîyê bi wan fermandarên zalimên Uzın Hesen yên wek Bîjenoxlî Süleyman, Sofî Xelîl û Ereb Şah ra kirine. Yanê him 320 salan dewlet û fermanrewayîtîyên xwe parastine û ji alek din va dizanin ka winda kirina azadîyan û desthilatdariyan çi malkanbaxîyeke dijwar e. Kî çi dibêje bila bêje, di vê dewrê da roheke millî û Kurdistanî rû daye.

Rewşa Kurdan û desthilatdarîyên Kurdan ya herê qenc ewe ku piştî 20-30 salên bindestiya Aqqoyînîyan, li xar û jor di salên 1490'î da bi qehremanî û rêkepêk kel û bajarên xwe rizgar kirin e. Ji ber vê yekê germiyeke baş di neqeba mîrekan da jî çêbû ye, hê bîna Xwînê ji xaka Kurdistanê tê û hema pêra pêra Şah Simaîl weka serxweşan daye ser welatê Kurdan. (1507).

İzeddînşêrê Fermanrewayê Hekarya ,Colemêrg berdaye ketîye Kela Bayê. Aqqoyînî li ser Bajarên Bedlîsê, Bajarê Amêdîyê, Bajarên Botan û wanên din in. İzeddîn Şêr ê Mîrê Hekarya Cewabê ji Serfermandarê Aqqoyînîyan yê Cephê Behdînan Silêman Bîjenoxlî ra dişeynê dibê “- Heya Kela Bayê, Kela Gurgil, Kela Amedîyê û Kela Suyê ku bi Bedlîsê va girêdayî ye, di destê me Kurdan da bin, pakîya me ji we nîne û qîmeta we li cem me weka rêx û zibla heywanên we yên ku axa Kurdistanê dilewitî nin...“

Ezê mînakekê din bidim. 3 Mîrên bajarê Cizîrê ( Emîr Şeref, Emîr Bedir û Şah Elî Beg) di zerfê 50 salan (1465-1515) da, 2 caran şêrên gıran bi dewleta Aqqoyînîyan ra û 4 caran jî şerên berxwedan û rizgarî yê bi dewleta Sefewiyan ra kirine û ji bona azadîya xwe çavên xwe ji melkemot nequtan e.. Û ya giring karîne bi serkevin û welatê xwe rizgar bikin.

Ev mîsal û mînakên ku min dan, rewşa Kurdan ya wî zemanî tînê pêş çavan. Gava ku ew artêşên Şahsimail yên bermayîyên Aqqoyînîyan dane ser Kurdistanê, Kurd ne Kurdên vê gavê bûn. Mîr û fermandar û pêşkêşên wan jî ne weka pêşkêşên me yên metropolan hewçend nazık û patlamenperwer bûn. Di sala 2003 yê da rewş û helwest û tedbîra Kurdên Başûr çî be, rewşa Kurdên wî zemanî,ji vê helwestê ne kêmtir bû. Belku bête kolandin wê bê dîtin ku tevger û tedbîra Kurdên wê gavê ji ya vê gavê bi rêk û pêktir û mezbuttir bû.

Ezê navên çend Mîrên Kurdan yên wê demê dûbare bikim. Hun dikarin ji van navan jî tê bighên ka ew zeman çi zeman e : Li Bedlîsê Şeref Xan yê IV'în, li Palo Cemşîd Beg, li Egilê Qasim Beg, li Licê Ahmed Beg, li Cizîrê Şah Elî Beg, lı İmadîyê Sultan Hıseyn Beg, li Hesenkêfê Siltan Melîk Xelîlê Eyubî, li Hîzan Siltan Dawûd Beg, li Çemîşkezekê Pîr Hıseyîn Beg, lı Kılîsê Qasim Beg ..

Ev nav 500 salın winda nebûn e. Kurd, berîya ku bi Osmaniyan ra tifaqê girêdin, gelêk pêşketî nin. Lîderên wan, bajarên wan û xelkên wan pêşketî ne. Ew îrade û ew helwest ya pêşketîyan e. Kurdên Başûr jî di nava rêbaza azadîxwaza Şêx Ebdiselam û Mela Mistefa da pijîyabûn. Ew 15 salên ku berîya ketina Sedam li ser axa xwe hikim kirin, ev hikim bû sebebê ku qadroyên xwe gihandin û bi rîya aqıl meseleyên xwe çareser kirin. Hemî pêşketin di nava warên azad û aram da dafirin.
Kes di zikê dîya xwe da mezin nabî. Şert û mercin ku serok û lîder û zeîman dertînin holê...

Beriya Şerê Çaldêranê Halê Kurdan
Şahsmaîl sala 1507 ê bajarên Erdîş û Xelatê ku dikevin bakurê Behra Wanê zebt kir, Li Mereşê Fermanrewayî ya Dulqadirîyan bindest kir û heya Elbistanê girt. Cewabê ji Mîrê Çemîşgezekê Hacî Ristem Beg ra rê kir ku kel û bajarên mintîqa Dêrsimê teslîmî Xelîfe Nûr Elî yê şêxê tarîqeta Şêx Sefyeddînê bapîrê babê wî bike û êl û eyalên xwe rake bête Tewrîzê.
Hacî Ristem bi ya Şahsimaîl kir û welatê xwe yê ku 32 bajarên xwe hebûn, bi yek nameyêk ji nevîyê şêxê xwe ra hibe kir. 32 kilîdên bajarên xwe da Xelîfe Nûr Elî û malbata xwe hilda çu ber derizana Şahê Sefewî.

Şah Smaîl di dagerê da Kela Xarpêtê xiste destê xwe, Walîyê DîYARBEKİR yê Aqqoyînî, kilîdên bajarê Amedê teslîmî wî kir. Şah Smail Mihemed Beg Ustaçlu danî şûna walîyê Aqqoyînîyan. Şeref Begê Mîrê Bedlîsê jî rîayeta xwe ji Şahê Sefewî ra dîyar kir.

Walîyê Sefewî Mihemed Xan xwest ku hikmê xwe bi ser Mêrdîn,Cizîr û Mosılê bixe û di vê rîkê da weka çem xwîn rijand. Ji ber ku Cizîra Botan li ber xwe da, ewî vî bajarî kavıl kir. 2 caran bajarê Cizîrê van dijminên dîn û har qewirandin, cara 3. artêşên taybetên Şahsimaîl ji Hemedanê hatine alîkarîya Mihemed Xan Ustaçlu. Dîsa lehengên Botan dijmin qeştandin û nehiştin ku ev dever bikevê destê wan barbaran. Ji mesîhî û misilmanan 50 hezar kes qetil kirin û welatê merdemêran wêran kirin.( Mêze:K.Burkay-Kurtler ve Kürdistan Tarihi)

Li xar û jor di sala 1511 da Şeref Begê Bedlîsî, Şah Elî Begê Cizîrî, Siltan Melîk Xelîlê Hesenkêfî, Siltan Dawid Begê Hîzanî, Elî Begê Sasûnî, Emîr Şah Mûhemedê Şêrwanî û bi 11 Mîrekan va diçine bajarê Xoyê bo hevalbendîtî û dostanîya xwe teyîd bikin û bi aştî û aramî û cîrantî weke merivan bi hevra derbaz bikin. Şahsimaîl li ser raporê Walîyê Dîyarbekir van fermanrewayên Kurdistanê keyd û bend dike û destê girtinê datînê ser wan û dest pê dike hemi welat û bajarên Kurdistanê zevt dik e..

Melîk Xelîlê Eyyûbî zavayê Şahê Sefewî ye. Xwîşka Şah jina Mîrê Hesenkêfê ye. Babê Şah Şêx Heyder e. Şêx Heyder ji ber Siltan Yakubê kurê Siltan Hesenê Dirêj (Uzun Hasan) revîya ye, berê xwe daye Mala Xwedê, diçe hecê. Li Hesenkêfê bi êl û eyalên xwe va dibe mêhvanê Melîk Xelîl û keça xwe dide Melîkê Kurdan. Ev zavayê wî jî di nava girtîyan da yekemîn derece ye.

Şah Elî Beg, 3 caran artêşên wî yên dîn û har û dijwar ji welatê xwe qeştandî ye. Lê ya herê giring Şeref Begê Bedlîsî ye, ku evê malbatê di dîrokê da bi rêka siyaset û dîplomasî yê tim û daîm bi Siltanan û Qralan ra bi xweşî û aştî derbaz kirî ye, lê ew jî nikarê bi vî Şahê xeşîm ra dabor bik e. Şah, bi rastî gelêk xeşîm e. Di dîrokê da kî dijberîya Kurdan kiribî winda kirî ye, kî dostanî bi Kurdan ra girê dabin bi ser ketin e. Şahsimaîl di vêderê da xeletîyêk mezin kir û di vî ruyî da dîrokê wî li Çaldêranê ceza kir.

Lehengên Roşkan Mihemed Axa yê Kelokî, Derwêş Mihemed Axa yê Keleçirî û Mıhemed Mîraxurî yê Pertavî, Şeref Beg ji nava baregehên taybetmendên leşkeri yên Şah direvînin tînin û dest bi şerê rizgariya Bedlîsê dikin, lê mixabin ku nikarin dagirkerên Sefewîyan ji welatê xwe derî nin.

Bi Kurmancîya Ziya Awcî ku Şerefnameyê ya Mam Hejar a Soranî wergerandiye, emê guhdariya Şeref Xan bikin ka çı dibê je (per 427):

“- Gava ku hêvîyên Emîr Şeref ên sitandina wilayeta Bedlîsê ya mulkê bab û bapîrên wî ji destên Qizilbaşan bi ser neket û ev karê han hinek dereng ket û di wê navê re niyeta Siltan Selîm Xan ya sitandina hemû welatê Îranê seh kir; ji bo istîfadekirina ji şert û mercan, vê firseta han di cî de dît. Li ser vê, (...) kurê zanayê Bedlîsê İdrîsê Feylezof û bijarteyê daxwezkarê mezintî, qencî, dahatû û dewleta malbata bi xwedî bingeh a Diyaeddîn bi Mihemed Axa yê Kelhokî re di derheqê pêşkêşkirina ita'et û sedaqeta xwe ji Seraya ’Al_i Osmanî ’ re û sedaqeta xwe ji textê wan re li hev kirin. Ew, ji bo vê tedbîra han, heta ku 20 kesên ji mîr û fermanrewayên Kurdistanê ber bi xwe ve anîn, xebitîn. Pişt re tevan bi nameyekê girêdan û ita'eta xwe nivisandin û dan Mewlana İdrîs û Mihemed Axa. Wan jî, ji bo vê nameyê pêşkêşî serderê (derîzana Ş.Ep. ) bilind bikin, bê sekin û etle, berê xwe dane Stenbol.“
( Di vê beşê da mêzekin: Şerefnameyê - Kurd û Kurdistan a Kemal Burkay- Kürt-Osmanli İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi - Şakir Epözdemir – Pêrî yy- İst.)

Piştî Şerê Çaldiranê Rewşa Kurdan
Dibêjin 16 Mirên Kurdan pişgirîya Osmanîyan kirine û di qada şer da cî girtin e. Piştî ku şah Smaîl mexlûb dikin, ev mîr tên bajarên xwe ji destê walîyên Sefewîyan rizgar dikin. Li gora tesbitên Şewket Beysanoğlu ku di Tarixa Diyarbekır cilda 2. perên 492/502 yê da nîşan dike ew tevgera ku di wan sal û zemananda li Kurdistanê gerîya ye, ew rêzik, careke din lı ser axa Kurdistanê hêşîn nebu ye. Ji bona ku dirêj nebî emê tenê qala bajarê Diyarbekir bikin.

Walîyê Diyarbekir yê Sefewî Mihemed Ustaclu li Çaldiranê (Çildêranê) tê kuştin. Şahsimail birayê wî Qerexan bi 5.000 leşker va dişeynê ku vî paytextê stratejîk ji destê xwe bernedin.Lê gava ku miletê bajêrê Amedê mexlûbîyeta Şahsimaîl dibihîzin; hema dest datînine ser îdara bajêr, karbidestên Sefawiyan derdixine dervayê sûrê û derî û dergayên sûrê dadidin û xeberê ji Mewlana İdrîs ra rê dikin ku hawara xwe bighînin Siltanê Osmaniyan, bo careke din nekevine bindestê wan zalimên Sefewî û Aqqoyînîyan.

(( Ez li vira navê Aqqoyînîyan diborînim, ne ku nizanim dewleta Aqqoyînî di sala 1501 da rûxa ye. Lê Sefewîtî tenê nav û mezhebê dewletê guhartî ye. Zilm û zordarî û barbarî hîç ferq nekirî ye, hetta zêde kirî ye. Yanê Seddam çu ye, Hissam Bin Ladîn hatîye cîyê wî. Divê ku xwendevan vê rastîyê bizanin.))

Mewlana İdrîs, di vî midetê berxwedana bajarîyên Diyarbekir da xebat û tevgerek bê henpa li dar xistî ye. Ev midet ji Tebaxa 1514ê dest pê dike heya Êlûna 1515 ê didomîn e. Ev 13 heyv li ser bajarê Amedê şerêkê man û nemanê qewimî ye. Artêşa Qere Xan (Kara Han), bi hêz û qewetên dor û ber wey Mêrdîn, Riha, Erxenê, Xarpêt û Berecikê tê teqwîyekirin. Şah Simaîl di ser rîya Erdîş û Bîgolê da û di ser rîya Süleymanîyê û Mosilê da dixwaze ku Qere Xan teqwîye bike lê ji herdû rexan va jî hêz û artêşên mîrekên Kurdistanê rê nadine wan dagirkerên zalim û bêbext.

Diyarbekirî bi hewar û fîgan ketine pey Mewlana İdrîs û İdrîs jî bi lez û bez ji alek va yekbendiya mîrekan qewî dike, ji rexek din va xwe dighînê Siltan Selîm ku sozê daye bîne cî û alîkarîya Kurdan bike da Kurd ji binê hikmê Sefewiyan rizgar bibin.Siltan Selîm dibêje İdrîs

“- Here Kurdan berhev ke, bila di nava xwe da ’Mîremîrêk = Reîsêk' helbijêrin ku ez pê ra rûnim ittîfaqê girê bidim..“ İdrîs tê Kurdistanê ’Meclisa Millî' bi 28 mîrekan kom dike, bo seroktî yê 2 berendam tên kıfşkirin, ew berendam yek Siltan Melîk Xelîlê Eyûbî ye, yê din jî Hikimdarê Bedlîsê Emîr Şeref e. Mewlana İdrîs di vê civînê da hindek xeteran tesbît kirî ye ku hatîye Amasya yê ba Siltan Selîm, ji Siltan ra gotîye :

“ – Kurd meznayîya hev û dû li ser xwe napejirî nin. Divê em dereng nemî nin. Em dereng bikevin û bajarê Amedê carek din bikevê destê Sefewîyan wê ev girêdanên ku henin jî Emê winda kin û mimkine ku Şah Simaîl xwe bide hev û bê tola Çaldiranê bistînê. Tû ji bo wan Mîrêmîranek tayîn bike, wê hemî Kurd qîma xwe pê bînin.“

Mirêmîranê yekemîn ku ji terefê Siltan Selîm va hatîye kifşkirin, Bıyıklı Mıhemed Paşa ye û Kurd e, Di hemî zemanên têkilîya Kurd û Osmanîyan da yek jê baştir ranebu ye. Ev kes bi tewsîye û daxwaza Mewlana İdrîs hatîye tayînkirin.

Siltan Selîm ’Mîrêmîranê Herêma Behra Reş Biyiqli Mihemed Paşa' bi hêzên taybet yên serayê û hêzên Leşkerên Anedolê yên di binê fermandarîya Şadî Paşayê Mirêmîranê Sêwazê va, rê dike kû herin bajarê Dîyarbekirê ji ebluqa Qere Xan rizgar kin.

Artêşa Osmaniyan ji rexê Erxenê va gava dighêjin Deve Geçîdî (Derbenda Devan), Artêşên Kurdistanê jî di binê serfermandarîya Mewlana İdrîs da ji rexê Farqînê va dighêjin Çayê Enbarê (Enbar Çayî). Gava ku Qere Xan vê yekê dibihîzê, hemi xan û eywan û qesr û qonax û avayîyên dora bajêr çi hene xira dike, dar û ber û rezên Amedê dişewitînê û bi ber Berrîyê va direvê. Artêşa Osmanîyan berîya arteşên Kurdistanê dighêjine ber bedena Diyarbekir. Miletê Diyarbekir xwe teslîmî wan nakin, heya ku Mewlana İdrîs bi 40.000 qehremanên Kurdan va tê ber surê, wê gavê şahî dikevê bajêr û li ser destê Mewlana İdrîs dergehên Amedê vedikin.
(Mêzeke:HÊVÎ- Kovara Çanda Giştî- pr 26- Reşo Zilan- Ewliya Çelebi lı Diyarbekirê)

Li ser sitandina Amedê û tû bajarêkê din yê Kurdan Osmaniyan şer nekirine û di ber me da nehatine kuştin. Lê diva ku Qere Xan û bi artêşa xwe va bêne mexlûbkirin. Ji ber vê ye ku artêşên Kurd û Osmaniyan ketine peyî artêşa Sefewîyan. Ji Êlûna 1515ê heya Gulana 1516 yê ev artêş li dora hev çone hatin e. Di vê navê da ixtilafek mezin ketîye navbera hêz û fermandarên Osmanîyan. Mewlana İdrîs van ixtilafan çareser kirîye. Şadî Paşa artêşa xwe kişandîye çoye Sêwazê, ji ber wî va Miremîranê Qeremana Qonyayê Xisrew Paşa hatîye hawara Biyiqlî Mihemed Paşa. Di vê navê da Qere Xan jî ji Berecik, Riha, Mêrdîn û wan derên bê mîr û tedbîrên bê xwedî, Kurdan dane hev û cepheyê xwe xwurt kirin e.

Piştî heşt heyvan li nêzîkê bajarê Mêrdînê, Navça Qiziltepê ku navê vêderê ’Kosor' e û mewlana İdrîsê Bedlîsî ji vê Meydana Şer ra dibêje ’Koçhisar Meydan Savaşı', li vêderê arteşên herdû terefan şerêkê giran dikin û Qere Xan di vî şerê da tê kuştin, artêşa Sefewîyan mexlûb dibî û bi bayê bezê direvê.

Şerê Çaldiranê Tebaxa 1514 yê ye. Serhildana Bajarê Amedê ji vê buyerê dest pê kirî ye heya êlûna 1515yê, di sala 1516 ê di heyva gulanê da lingên Sefewîyên bê oxir ji xaka Kurdistanê
ya Bakûr qut bu ye. Hemî Kele û Bajar û Welatên din yên Kurdan bi destê Kurdan rizgar bûn e. Ya Osmaniyan ew bû ku artêş û hêza herê mezin ya Qere Xan mexlûb bikin. Osmaniyan di vî delavî da sozê xwe anîne cî. Artêşên Osmaniyan bi Kurdistanê neketine, bi ser Kurdistanê va negirtine . 40 hezar elewîyên Kurdan nekuştine. Ev yeka ha ji binî derew e. Siltan Selîm gava ku çoye Çaldiranê di Qeyserê, Erzincanê, Erzirûmê da çuye Çaldêranê. Çaldêran ne ev Çaldirana Wanê, ya Miradîyê ye. Ew Çaldêran jî di erda Kurdistana Îranê da ye. Piştî şer , Siltan dageriyaye Amasya yê. Zivistana xwe li vêderê derbaz kirîye. Siltan Selîm piştî şere Çaldiranê gava ku qesta Tewrîzê dike li ser rêka Tewrîzê, li Merendê Hacî Ristem û bi 40 kesên pê ra daye qetilkirin, ev yek raste. Lê ne 40 hezar. Ew Siltanê bi gotina Şeref Xan ’Ceberrut' piştî hingê li Amasya yê Çemîşgezek û bi hemî bajarên pêva girêdayî daye kurê Hacî Ristem Pîr Hiseyn Beg û bi fermannameyek mîrata bab û kalên wî bo wî teyîd kirî ye.
Ev jî piştî necamêriyek, camêriyek e.

Siltan Selîm ji alê dîya xwe va nevîyê fermanrewayên Dulqadirîyên Mereşê ye. Gava hatîye Qeyserê cewabek ji xalê xwe ra şandî ye ku ew jî bi hêzên xwe va iştiraqê wî bik e. Hikimdarê Zulqadirîyê daxwaza wî red dike û neyartîyê pêra dike. Wê demê Mereş, Adîyeman, Riha, Meletya û bajarê Mosilê, bi Melîkên Misrê va girêdayî nin. Siltan Selîm di bahara 1515 ê da difnê xalanên xwe yên Mereşê hebek firikandî ye. Ew Dulqadirî dibe ku babanên Dewlet Baxçelî bin. Lewra ku di sala 1616 ê da Kuyucu Murad Paşa hêzên Mereşîyan anîne ser Canpolatên Kilîsê. Ewan tûcar û tû wextî xizmetê ji Kurdan ra nekirin e.
Kurdbin jî, ne di rêzıka Kurdan da nin.

Siltan Selîm daxil, di beriya wî da bi 8 baban Osmanî tû wextî neketine nava axa Kurdistanê .
Dîrok bi derew û dijberîyan nabin dîrok, belkî ew dibine destan û çîrok.

Erznama Mewlana İdrîsî Ku Piştî Şerê Koçhîsarê ji Siltan Selîm ra Şandi ye û Fermannama Siltan Selim a ku Cewaba wê Erznamê yê da ye :
Suretên van herdû belgeyan ku orjînala wan bi Tirkî nin, ezê danime dawîya vê meqaleyê. Lê divê ku em bi van belgeyên ku kes nikarin itirazê li wan bikin em di wan da qerekter û şexsiyeta İdrîs bibînin û diristî ya Siltan Selîm jî bi vê belgeyê tesbit bikin.

Mewlana İdrîs ji Siltan Selîm ra waha erz dike :

*Min nûçeyên şerê Koçhîsarê gihandîye Ezirbeycan û hemî quncikên İraqê.
*Lê karesatên ne qenc qewimîn. Min bi şêwr û mişawere karî ixtilafên di navbera fermandaran da rakim û dilê wan serdaran bi hev xweş bikim.
*Bo ku em artêşa dijmin ji halê rakin min planeke waha rist :
- Min mihafizên serayê yên taybet, wan yenîçerîyên genc û zîrek lı nawendê bi cih kir.
-Li Milê rastê yê artêşê min Qeremanoxullariyan û leşkerên Anedolê rêz kir.
-Li milê çepê Emîr û Milûkên Kurdistanê cîyên xwe girtin.
-Ji bo ku tifaqa Kurdan biparêzim ez ketime nîvê wan
- Li milê minê rastê yek ji Emîrên Kurdan Siltan Xelîlê Eyyûbî, Mihemed Begê Sasûnî,Qasim Begê Egilî,Mihemed Begê Zirkî, Şah Elî Beg (Cizîrî), Emîr Sarim û Silêman Nasir'ê 'Mukrî'( ev mîrên Ormî û Mahabadê nin Ş.Ep.)
-Li milê min yê rastê Hakimê Bedlîsê Şeref Beg, Hakimê Hîzan Dawid Beg, Suleyman Şah Beled Beg, Atakî(Licê) Ahmed Beg, Hançûkî Siltan Ahmed ve kardeşi İsfahan Beg.
*Her yek ji van bi Eqreba û leşkerên xwe va yên suwarî û peyade va şer kirin.
*(...)
*Lêbelê li milê çepê di binê fermandarîyên Siltanê Kanazal, Hakimê Cûga û Daha Dûrmûş Beg û Hakimê Hemedanê da artêşa Qızılbaşan êrîşê artêşên Kurdistanê kirin, xwe li tifengçîyan badan û bi tektîkekêkê weka şerê Meydana Çaldiranê ketne şerêkê stratejîk. Tam di niqteyêkê qrîtîk da min deng li Şeref Beg kir û wî û Dawid Beg û Ahmed Beg Ataqî teşwîq kir ku bi ser wan va herin.
*(...) Ev hersê cengawer wisa bi qehremanî şer kirin ku dijmin mecbûrê mexlûbîyetê kirin.
* (...)
* Hasilê kelam ew Kurdên ku li milê çepê şer dikiran, wisa bi mêranî şer kirin ku Emîrên wan, bi taybet Mîrê Etaxê (Licê) Ehmed Beg fedekarîya wana bizzebit teyîd kir.
*Piştî vî şerî me bihîst ku hêzeke giranê Qizilbaşan karê xwe kirine ku bidine ser Kurdistanê û Bedlîsê û bajarên din talan û yexme bikin û xwe bighînine hewara Qere Xan.
*Belê artêşa Mucahid piştî serkewtinê (zafer) bi dest xistin Emîr Şeref,Emîr Dawid, Hakimê Sasûnê Mihemed (Elî), Mîr Mihemedê Zirkî (Derzin), Siltan Xelîlê Eyyûbî bi artêşa Kurdistanê va hereket kirin ku Derbenda Diyarbekir rapêçin.
*(...)
*Ew Artêşa neyaran a ku li Dîyarbekir mexlûb bû, ew arteş, artêşeke taybetmend û herê dijwar bû.. Ji ha û pêda em bi hêsanî dikarin dijmin ji navkoyê rakin û wan tunne bikin.
*(...) Zeftkirina milkê Ecem wisa keysa me lê hatîye ku ji xeyrî îrade ya Cenabê we tû mişkil li pêşîya me nemaye. Belê artêşa Siltanê me her çiqas ku çend mislê artêşa dijmin be jî, di nava wan de aheng û yekrêzî qelse.
*Ez hêvîdarim ku (...) hun li sozê xwe xwedî derkevin. Me umudê daye gelek insanan û hemî li benda lıtfa Siltan nin. İnşellah ew umîdên wan pûç nabin. Derdê bê mirazan ji mirinê kanbaxtir e. Belê ku bighêjin umuda xwe, mirin bo wan ne xeme. Her Xweda layîqê meznayî ye.

Siltan Selîm, ji Mewlana İdrîs ra waha ferman dike :

*Molla Hakimuddîn İdrîs,

*Xwedayê gewre domêk bide dereca te ya bijare û têgihîştî. Ev fermanê bilindê Padîşahî wê bighê destên te. Divê tû bizanî ku nama te taze giha derîzana me ya bilind û pîroz. Ew hêvî û gumanên ku ji te tên kirin û wan şolên ku tû bê kêmanî tînî cî, bi rastî û samimiyeteke bê emsale ku bu sebebê rizgarkirina bajarê Diyarbekir.
*Ruyê te sipî .. İnşellah wê tû bibî wesîle ku ew bajarên din jî bêtin rizgarkirin.
*(...)
*Ew beglerên ku li Diyarbekir û dor û berê wê baweriya xwe bi te anîne û bi nîyeteke paqij
xizmet kirine, li gora serkeftin û kapasîteya wana, li bajarên wan sancağên wan ji ber ku di melûmatên te da nin û tû rewşa wan qenc dizanî kifş bike û wan kaxizên bi nîşana şerîf nîşankirî bi nav û ınwan û dereceyên wan saz bike û senedên wan tenzîm bike û di defteran da qeyd bik e.
*Sureteke van kanunaman ji min ra jî bişeyne ku li vira bête mihafazakirin û em bizanin ka taybetîyên wan çine. Sancaxên her begêk, ka bi çî rengî didî, nav û unwana wan çewan têne nivsandin, rewşa wan û rîayeta wan çewa çêbuye, vekirî û bi melûmatên zelal û fireh
bo me beyan bik e.
*Ji xeyrî van Beratan (senedan) me kaxizên mohorkirîyên vale bona wan kesên ku gereke ji wan ra bête şandin me istimalatnaman (Gönüllü Birlik Sözleşmesi) şandîye.
* Van Miqawelenameyên yekîtîya bidil (bi îrada xwe) jî divê hun bi rêk û pêk dagirin, bi nav û nîşan û in'amên wan va bişînin. Divê hun van senedan jî bi melumatên zelal û fireh dagirin, li defteran da qeyd bikin û suretêkê wana bişeynine vê mala mezina ku siya wê dide ser cîhanê. ( yaxut, ’Cîhan di binê sî û seywana me da ye' Ku we rastî bivê Osmanî ABD ya wî zemanî nin -Ş.Ep.)
* (...)Di heqê wan began da litif û kerema me bê hidûd e.
*(...)
*Ji vir pêda jî serkeftinên we her bêne bihîstin.

Ku em li van herdû belgeyan kur bibin, em dibînin ku piştî şerê Koçhîsarê Mewlana İdrîs ji Siltan daxwaz dike ku sözê xwe bînê cî û sancax û pozisyonên mîrekan bête kifşkirin û di qanunaman da cîyên xwe bigrin.

Siltan jî jê ra dibê mektûba te taze gaha derîzana bilind û pîroz, min kaxizên mor û imzakirî ji te ra li ser destê Biyîqlî Mihemed Paşa şand, tû li gora zanîna xwe ku tû bi hemî mîrekan dizanî û waqifî, nav û unwan û dereceyên wan kıfş bike, istimalatnaman jî dagire û suretêm wan bo min bişeyne.

Ev yeka hanê, diristî û şexsîyta herdû camêran zelal dike. Bi rastî herdû jî xweşmerivin.,
Xweşmêr û xweşcamêrin.

Mewlana İdrîs navên Kurd û Kurdistanê, qehremaniya Kurdan, prestîjên mîrekan, nav û unwanên wan û bi taybet ARTÊŞÊN KURDİSTANÊ bê teredid û weswese tînê ziman. Ew xwe weka karmendekê Osmaniyan bihesibîne jî, di gel vê , xwe weke hakemek dihêjînê. Ew miessisê yekîtî û tifaqa Kurd û Osmaniya ye. İdrîs gelek hosta û pispor û şareza ye.

Ew jî, Siltan Selîm jî qenc dizanın ka roleke çiqas mezin û giring leyîztine û bi ser ketin e. Bi vê serkeftinê serxweş nebûn e. Welatê Osmaniyan di rojek da buye 2 mislê xwe. Barê wan giran e. Ewê Erebistan û Misrê jî bikin ser axa Osmaniyan. Li Meydana Şerê Koçhîsarê serê Qere Xan jê kirine û ji Melîkê Misrê ra rê kirin e. Ev mesaja han kifş dike ku programê van herdû pêşkêşan hê nagihîştîye hedefa xwe ya dawî yê.

Artêşên Kurdistanê, ev tê wê manayê ku her mîrek artêşek xwe heye. Gava ku 15- 20 mîr gahane hev, ew artêş dibine ’artêşên Kurdistanê’. Kurdistan wê demê weke NATO yê tê ber çavên min.

Ji Bona Mewlana İdrîsê Bedlîsî Çi hatine gotin:

*Hezretê Mewlana İdrîsê Bedlîsî ku me navê wî borand di wextê dewlwta Bayindirîyye yê (Aqqoyunî) da di dîwana siltanda sekreter (nişancî=MUNŞÎ) bû. Ji ber vê yekê li hemî derên Kurdistan û Îranê fermandar, fermanrewan û pêşkêşan dinasîya û dostaniyên ber fireh girê da bû. Bi taybetî hemî eşrafên Diyarbekir nas dikira . Ji ber vê yekê dostanîya wî û Siltan Selîm qewî bû û Selîm qîma xwe pê anî.(- Elî EMÎRÎ- ) (1)

*Ewê ku rêvabirîya (idare) navxwe ya Kurdistanê tesîs kirîye Mezinê Kurdan İdrîsê Bedlîsî ye. Zemîna miletperweriya Kurdan bi federasyonan, weka yekîtîya hikumet û eyaletan tenzîm kirî ye. Bo ku idareyên mihelîyên Kurdan heta hetayê bidomînin xistîye binê temînatê.
Mehmed Emîn Zekî Beg.(2)

*Hezretê Mewlana Şêx Hakimeddîn İdrîsê xwedan fazîlet û dostê Siltanan !
Xebatên te yên bi sedaqet û rastîya te, cehd û tevgera teya dirist bu wesîle ku Diyarbekir û dor û berê wê hate rizgarkirin. Ji ber serkeftina te ruyê te sipî bî. 23.11.1515 Siltan Selîm-Edirne.

*Di saya xebata serkeftî ya İdrîsê Bedlîsî, ku ji malbateke Şêxan yê xwedan sîyanet, Siltanê Osmaniyan û Emîrên Kurdan li hev hatin û peymanek di navbera xwe da girêdan.
Kemal Burkay ( 3)

*Şêx İdrîs, di wê bawerî û hîvîyê da bû ku wê ev tifaka mîrên Kurdan xurt bibî û di merkezeke millî da dewleta xwe ava bikin. Garo Sasûnî ( 4)

*Ew Kurdistana ku di herêma xwe da hingîhêjmara qeleyan Emîrên xwe hebûn, ancax yekê wekî Idrîs karibuye yekitiya van saz bike û wan yekrêz bik e. İdrîs van mîrekên hişk û cengawer bi zimanêkê nerm anîye rê û tenzîm kirî ye. Prf. Yalçin Küçük ( 5 )

*Piştî şerê Çaldiranê Mewlana İdrîsê Bedlîsî berîya Siltan Selîm çoye Tewrîzê standî ye.
Emekli Jandarma Alb.Nazmî Sevgen (6)

*Piştî şerê Çaldiranê li ser qewlê Mewlana İdrîsê Bedlîsî, wan mafên ku mîrekên Sunî bi dest xistibûn, eynî wan mafan dane hikimdarîya Çemîşkezekê , di hêmana mîrekan da Kurdên Elewî jî heya sala 1863 yê statuya xwe parastine û di vî zemanê dûr û dirêj da erdê xwe fire kirin e. Ew 40 hezar Elewiyên ku dibêjin Osmaniyan wana qetil kirine, ew Elewîyên Anedolê û Torosan in. Erdal Gezik (ji pirtuka “Alewi Kürtler“) ( 7 )

Ez tiştek li van zêde nakim. Lê ez di wê baweriyê da me ku li ser ruyê axa Kurdistanê heya vê rojê dîplomatêkê weka vî camêrî ranebu ye. Bi rastî ew mezinêk ji mezinên Kurdan e.
Ş a k i r E p ö z d e m i r
[email protected]

T ê b i n î :
1-“1514 Amasya Antlaşmasi, Kürt-Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi- WeŞanên Pêrî S.16
2-“1514 Amasya Antlaşmasi, Kürt-Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi- WeŞanên Pêrî S. 15
3- “1514 Amasya Antlaşmasi, Kürt-Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi- WeŞanên Pêrî S. 14
4- “1514 Amasya Antlaşmasi, Kürt-Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi- WeŞanên Pêrî S. 134
5- “1514 Amasya Antlaşmasi, Kürt-Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi- WeŞanên Pêrî S.134
6- “1514 Amasya Antlaşmasi, Kürt-Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi- WeŞanên Pêrî S. 136
7- “1514 Amasya Antlaşmasi, Kürt-Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi- WeŞanên Pêrî S. 137

Print 104 car hatiye xwandin

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.