Ne westayê Rêberê têkoşerê Miletê Kurd Mistefa Barzanî 33min.Salvegera wî bibîr tînin
Dîrok...Rêberê Netewî Mistefa Barzanî 14.3.1903 liGundê Barzan hate dinyayê.1906 de kete zîndana Osmanliyan li Bidlîsê.Di navbera 1917 û 1919 Liser daxwaz û biryara Şêx Ehmed Barzanî wî rêdike Bakurê Kurdistan li Muşê ligel Şêx Seîdê Pîran û Evdirehmanê Şirnexî re liser mesela Kurd êkdudibînin.1919 de Mistefa Barzanî bo piştevaniya şoreşa Şêx Mehmudê Hefîd bi hêzeka pêşmergan berbi Silêmaniyê rêket. 9.2.19931 di raperîna yekemîn Barzande bi hestê Netewî û niştimanperwerî hêza dijmin paşde şkand.
1920-1921 Rêberê netewî Barzanî bihêzeka pêşmergan bo Entrikê Paşayê Ermenî û çendîn havalên wiyên êrmenî ji kuştinê azadkirin ji destên Tirkan.Mistefa Barzanî 1943-1945 de Şoreşa Barzan despêdike. Bi hezaran pêşmerge û jin û kal û zarok ve lihawara Kurdistana Rojhilat diçe. 1946 de erkên netewî bi hemî kiyanên xwe ve bi kartînit. Rolê serekî didit lehîztin di komamara Mahabatêde. Li komara Mahabatê de Dibe General. Çona Barzanî ya dîrokî bo Sovyet û vegerandina wî ya 1958 ê. Şoreşa Tîrmehê.
11.9.1961 Şoreşa Îlonê ya Mezin bo rizgariya netewiya Kurdstan despêkir. 11.3 1970 rejîma Baas mecbur ma, General Barzaniyê nemir bo Kurdistan Otonumî stand. Ev berhemê îro ji xebat û têkoşeriya wî Mirovê Mezin Mistefa Barzanî buye.Hezar silav lite ey dilsozê Kurd perwer.
11 Adar 1970 Mistefa Barzanî û Kurdayetî
11 Adar 1970 de serokê tevgera rizgariya Kurdistan Mistefa Barzanî Otonumî bo Kurdistan bi dest xist. Ev rojekî dîrokiye, di diroka rizgariya Kurdistanêde. Dilê Kurdistan Kerkuk jî dinava vê peymanêde hatibû qebûlkirin. Hêjî Salek derbaz nebûyî rejîma Xwinrij bi rêya Melayên ji Bexda rêkirin nik Mistefa Barzanî û xwestin wî mirovê mezin û giranbiha terorbikin. Lê ev xewna dijminkarî serneket. Îrada Serokê Rizgariya Kurdistan barzanî ji ya terorkaran mezintir bu.
Bajarê Qeledizê bi Balefirên Rusya û Napalmên Rusya û her weha dihat gotin ku pîlotên Rusya 1974 bimbebarandinê de beşdarbun û bi sedan Kurdên sîfîl di navde zarok û Jin hatin şehîdkirin û birîndarkirin. Ewebû Rêberê Rizgariya Kurdistan jibona xatirê Kerkûka Dilê Kurdistan qebûl nekir û agirê şoreşê dîsa geşkir li ser çiyayên Kurdistan dijê dijminê Kurd.
Liser rêya Bexda xwestin Idrîs Barzanî terorbikin dîsa biserneketin. Di sala çaremînde Rejîmê dest bi karên xweyên terorkarî zêdetir kirin dijê şoresê. Liser mesela Kerkukê serokatiya şoreşê bi teybetî Nemir Barzanî: “Ez ditirsim ku Kurd bêne ser mezarê min bêjin te çima Kerkûk ji Dijminare hêla” Jiber vê çendê ne mumkûn bu Barzanî vê qebûlbike û Yan Kurdistan yan jî neman dîsa îna bîra xwe û doza serfirazî û azadiya Kurdistan wek hercaran kire şîarê xweyê jiyanê.
Nemir Barzanî îro ref bi ref Pêşmergeyên te, civaka te û dîplomatên biyanî seredana te û Idrîsê herden sax dikin û wefadariya xwe ji wera didin diyarkirin û liser wê rêbaza Kurd û Kurdistanê soz û peymanên xwe nû dikin. Belê em jî dibêjin rêbaza te, manewiyeta te, zanabûn û şarezahiya te rêya gelê Kurd û Kurdistan ruhnî deke.
Duhîbû hindek kesan ne dixwestin navê te binin ziman, îro liser Gora te rondikan dibarînin.
Pilana xiyanetkara navdewletan ya Cezayîr 1975. Piştî 11 heyîvan dîsa Şoreşa Gulanê despêkir û ev berdemana Şoreşa Îlon û ya Gulane..
Dîrok bila ji dîrokvananre bimîne. Di rakişandina dîrokêde dema mirov lêdigere rewşek mezin dikevit berçavên mirov ligel riste û buyerên mezin,giran, asteng û neteweperestiya Balbata Barzaniyan.Rakişandina şoreşêde her ji 1915 de dema Osmanliyan Mamê Serok Mesud Barzanî li Mîsil dardekirî,herweha hêjî paşde em herin 1898 dema Osmanliya êrîşê Barzan kirî heta îro ev Mala Barzaniyan wên dijê dijminên gelê Kurd di cenga man û nemanêdene. Meydan vale nehiştin, dilê dijmin reşkirin, ruyê Kurdan geşkirin, ji tere pîroz xort dibim ey serok Mesud Barzanî...
Belê têkoşer zehmetkêş û birêya dur û asê û êşan, şagirdê Kurdîniyê, şagirdê rêberê netewî Mistefa Barzanî îro liser basku zinarên çiyayên Kurdistan şalîl û bilbil te pîrozdin Serok Mesud BARZANÎ. Serok Barzanî tu hemîdema serokê minbuyî, lê îro pêla bingehê dewleta evîndariyê dana liser axa Kuristan. Di 15 saliya xwede buyî pêşmerge 59 saliya xwede buyî serokê Kurdistan. Ji Xwidayê mezin dixwazim te biparêze. Daxwaza xwe berfirehtirbike, bi sê parçeyan mezintir bibe.
Mesud Barzanî di 15 saliya xwede buye Pêşmerge. Diwî jiyê 15 Salîde bi şertên kiyanê û netewayî xwe dinav rêzên cangoriyên Kurdistan PÊŞMERGEYAN de bidilviyan û daxwazek zor mezin de dît. Wê rojê dema te barê xebat û şoreşa azadiya netewiya Kurdistan hilgirtî ev erkê birumet û şerefa mezin li hêviya te bu. Didayîwa hemî zorkêşandin, mihacirbun, sutinê, talankirinê enfalan, şehîdbunê û bi zozdariya binemala canguriyên Kurdistan Barzaniyan, tu giheştî vê roja pîroz, ku hêjî gotina teya mezin wa mayî…
Dievî jiyê biçûkde dinava cengê azadiya Kurdistan de li beramberên dijminên hov, xwînrij û talankar de, parastina ax û şerefa gelê Kurd diparast. Hem civakî û hemjî netewayî çandina tovê jiyana azad, hemdem û medenî dîtinên teyên biçêkerbun.
Dinav per û baskên şoreşêde, dibin emrê Mistefa Barzaniyê rêberde tu giheştî vê pêla netewîxwaza Kurdistan, raçandin û hunandina bîr û baweriya netewayî û civakî bo gelê Kurd di pêla herî bilinde te dît. Zehmetiya pêkhatina cengê azadiyê te dît, û bixwe buyî rêberê çeperên şoresa netewî û rizgariya Kurdistan. Komandarê te Mistefa Barzanî bu. Gurzên mêraniyê dixweşand liser milên dijminên Kurd û Kurdistan.
Dîrok. Didîrokêde Malbatek weke vê malbatê dilsoz û Kurdviyan û êşa gelê xwe kişandî tuneye. Bo raya giştiya Cîhanê her di despêka şoreşêde Nav û dengê Gelê Kurd bi dinyayê ragihandin. Serok Barzanî ez bixwe hêjî nemirîm min evejî dît ku tu buyî serokê gelê Kurd, serokê min.
Pêşberge yên te xwîna xwe gorîkirin bi biryar û emrê te. Silavê bighîne wan di goristana wan ya pîroz; ey şehîdên rêya azadiya Kurdistan birayê we , havalê we, milbimilê were bum ez di çeperên cenga dijê sitemkariyê û zordariyêde, îro eve bume serokê axa Kurdistan.
Kerkuk. Te şoreşa Kurd bo xatirê Kerkûk berdewamîdayê. Xala 140 ya yasaya bingehî ya Iraqa Federal desthilata Kurdistan li bendêye ku bi şêweyên desturî bête çareserkirn û Kerkuk û doroberên wên vegerin ser ser mala xweya pîroz Kurdistan. Ev daxwaz û xebata teya pîroz vale neçûye û berhemê têkoşeriyêye îro bi dehan Konsulên dinyayê li Paytexta Kuridtan seyra rêveberiî û destgilata meşrû ya Kurdistan dikin. Belê Rêberê Mezin û têkoşerên navudend Mistefa Barzanî miletê Kurd divê tucara te jibîr neke û herdem û gav te libîra xwe bîne. Ez rêzê li cenabê we û rêhevalên teyên şehîdên azadiya Kurdistan digirim. Ew alaya pîroz yaku we dayî destên Kurên Kurd, di destên emîndeye û Rêzdar Mesûd Barzanî wê alayê liser Kurdistan biling kiriye.
Silav bo Rêberê şoreşa netewiya Kurdistan Nemir Mistefa Barzanî
Silav bo şehîdên rêya rizgariya axa Kurdistan
Îsmaîl Girikî
1.3.2012