Skip to main content

akt-- (not verified)

Tue, 02/01/2011 - 18:21

Derbarê beyannameya Goranê de rojnamevan û çavdêrê siyasî Rêbwar Kerîm Welî got: ‘’Min pêşbîniya vê derketinê ji Tevgera Goran dikir û bawer nakim tu encam jê derkeve Derbarê beyannameya Goranê de rojnamevan û çavdêrê siyasî Rêbwar Kerîm Welî got: ‘’Min pêşbîniya vê derketinê ji Tevgera Goran dikir û bawer nakim tu encam jê derkeve. Ji ber rewşa Kurdistanê bi hîç awayekî ligel wan welatên ku niha xwepêşandan tê de tên kirin, nayê berhevkirin.’’     Rêbwar Kerîm Welî beyannameya Tevgera Goran bo malpera Xendan wiha dinirxîne: ‘’Nedadperwerî, sextekirin û tezwîr di Herêma Kurdistanê de hewqas nîne ku li welatên wek Misir, Tunis û Sûriyê dikeve ber çavan. Herwiha ji sala 2008-ê ve Tevgera Goran encama hilbijartinê qebûl kiriye û wek fraksyonekê çûye nav parlamentoyê. Ger ne bi dilê wan bû divabû wê demê vekişin ne ku piştî 2 salan.’’     Navbirî amaje bi wê yekê jî da ku li her welatekî dema kêmîne nikarî xwe bi ser piranî de ferz bike, nabe wê şêwazê bikarbîne û daxwaz bike hikûmet û parlamento bên hilweşandin û hîç yasayek jî nîne ku bi vî awayî daxwaz bike hikûmet û hiziban hibiweşîne.’’     Welî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ji ber hîç piştgiriyeke wê ya yasayî û rewa nîne beyannameya Goran nemantiqî ye, ev pêngtaveke radîkal e ku Goran avêtiye, evna jî di encama xirab a wan encaman de ye ku di hilbijartinên vê dawiyê yên mamoste û endazyarên kiştûkalî û karmendên tendirûstî de bidest anîn. Goran dixwaze li wê şepolê siwar bibe ku niha li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa dest pê kiriye û xwel dixwazin bi xwepêşandanan rejîmê xwe biguherin.’’     Welî axaftina xwe wiha bidawî tîne: ‘’Li Kurdistanê dîktatorekî me nîne ku 30 sal bi zorê hikum li welat kiribe û ji aliyê Amerîka ve hatibe danîn, ev 2 sal e Goran di nav proseya siyasî de ye, ger bi rastî baweriya wê pê heye bila 2 salên din jî tehamûl bike, çima niha di vê demê de wan dezgahên niştimanî ku hene hilbiweşîne.’’     Tevgera Goran doh bi beyannameyekê daxwaz kir ku hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê werin hilweşandin.     Rudaw  

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.