Skip to main content

نەناسراو (not verified)

Tue, 10/14/2008 - 20:37

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di seredanekî xwe ya li Swêdê behsa serpêhatîyekî xwe kiribû. Gava ji Xabûr dixwaze derbasî “Tirkiyê“ bibe berpirsên JÎTEM/MÎT a Tirkiye bi ûslûbekî gellekî xirab ji Neçîrvan Barzanî re dibêjin; “Li ser belgeyên te nivîsîye, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, bi me nexweş e ji ber ku em welatekî (Kurdistan) bi vî navî nas nakin.“ Barzanî jî li wan vedigerîne ; “Ez bi hilbijartinê bûme serokwezîrê welatê xwe. Gelê min bi vê sifatî min binav dike. Heger bi we nexweş e û naxwazin bibêjin serokwezîr, xem nake, hûn dikarin bêjin Mr. Barzanî !“. Ji vê gotinê heta îro şeş sal derbas bûn. Kurdên Iraqê wê demê biqasî îro bihêz nebûn. Statuya wan ne dîyar bû û lewre jî dewletên cîhanê wan resmî nas nedikirin. Lê rewş zû guhurî. Di nav van salan de gellek gavên girîng ên dîplomatîk hatin avêtin. Kurd û nûnerên kurdan bûn yek ji aktorên esasî yên Rojhilata Navînê. Derveyî tirkan hejmareka mezin ên dewletên cihanê bi heremê Kurdistanê re di nav dîyalogê de ne û gellek ji wan li Hewlêrê konsûlên xwe yên resmî vedikin. Ev destkeftîyên dîrokî ji alîyê kurdan ve wek nirxekî mezin tên parastin. Van rojan tê behs kirin ku Tirkiye di nav hazirîyê de ye ku Neçîrvan Barzanî bi awayekî “fermî“ mêvanê xwe bike. Ji xwe demekê dûr û dirêj ev behs di rojeva herdû terefan û herweha di rojeva rayadarên DYA de bû. Ji bo kurdan girîngîya vê hevdîtinê di awayê pêşwazîkirinê de veşartîye. Hêvî tê kirin ku Herêma Kurdistana Iraqê ji teref tirkan bi awayekî resmî bê nas kirin. Ev daxwaz û hêvî çiqas dê rast derkevin em ê hemû bihevre bibînin. Lê şik heye ku tirk vêcar jî bixwazin kurdan bixapînin. Çawa? Wek xapandinên ku di dema damezrandina komara Tirkiye de li hember nûnerên kurdan pêk anîbûn. Wek, di pirsên komkûjîya ermenîyan û dagîrkirina Qibrisê de, Wek, di pêvajoya endametîya YE de hê jî pêk tînin. Tirk bi tu awayî naxwazin ku pêwendîyeka xweser di navbêna kurdên başûr û perçeyên din ên Kurdistanê de zîndî bimîne. Dixwazin, di warê ziman, kultur û tîcaretê de pêwendîya kurdên başûr û bakur bi xetekî qalind ji hev bê qut kirin. Dixwazin ku sarî û dijminatî bikeve navbêna herdu perçeyan û kurd bên hember hev. Ji bo vê armancê çalakîyên PKK ji xwe re dikin hacet. Ji destpêk heta niha daxwazên/zextên wan li hember Kurdistana Başûr aşkere ye. “Lazim e hûn bêjin PKK rêxistinekî terorîst e. Divê hûn wek “Bölgesel Yönetim“ (Kuzey Irak) çalakîyên PKK mehkûm bikin da ku em bi we re rûnin.“ Tirk heta niha di pirsekî de tu caran tawîzan nedane. Ew jî naskirina hebûna kurdan e. Roja ku rejîma Tirkiye hebûna mîletê kurd qebûl bike divê hemû awahîya xwe ya 85 salan ji binî ve xira bike. Tirkiye ji bo vê yekê ne hazir e. Di pêwendîyên Tirkiye û Başûr de ev rastî gellek vekirî xuya dike. Di nivîsekî kurt de mirov nikare behsa hemû alîyên van pirsan bike. Lê dîyar e ku gellek dest û berjewendîyên curbecûr van rojan di nav hewldanekê piralî de ne. Hêvîdar im ku “nêzîkbûna“ kurdên başûr û tirkan zerarê nede pêşeroja hemû perçeyên Kurdistanê û pêwendî li gor planên dagîrkeran nemeşe. Bi gotineka din; Divê pêşwazîya Neçîrvan Barzanî wek Serokwezîrê Kurdistana Federe bête kirin û di vî hevdîtinê de cihê ala kurdan biqasî ala tirkan dîyar be.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.