Ana içeriğe atla

Ji Başurê Rojavayê Kurdistan dengê ZENGÊ tê !

Dengê Zeng li Başurê Rojavaye Kurdistan tê. Gelo, dengê zeng li Başurê Rojavayê Kurdistan, ji bo xêr an ji bo rojên tari tê? Bi giştî dengê zeng an lêdana zeng; ji bo xeterî u ji bo pêşerojekî tarî tê lêdan. Ez hêvîdarim, em car, vateya lêdana zeng ji bo gelê Kurdistan, dengê xêr ê zêrîn, xweşî u şahî be.

Ev buyerên çend roje, kû li Başurê Rojavayê Kurdistan diqewêmin, hêjayê dilxweşîye ji bo gelê Kurdistan. Gûnd u Bajarên Kurdistan yek bi yek dikevin destê xortên u kecên Kurdistan.

Ev gav, gava duyemîne ji bo Kurdistana serbixwo u yekgirti. Her çika rudaw u peşketinên li Başurê Kurdistan ne ligorî dilê me be jî, Gava yekemin li Başurê Kurdistan li sala 1991, bi Raperîna ( Serhildan) gelê me ê Başurê Kurdistan hat avêtin. Niha jî an pêştî 21 sal gava duyemîn, li Başurê-Rojavayê Kurdistan tê havetin u zincira dagirkeri tê şikandin. Ev mizgîne$ mizgîna Kurdistana serbixwe u yekgirtîye.Ev rureskirina derevên kû gelê me dixwaze di bin baskê dewletên dagirkeran bijî. Carek din derewên cahsên ber derewên Tirka derket hole u ruyên wan res bu. Careka din dîrok pejirand kû dilê gelê me ji bo Qamislo-Mehabad-Hewlêr u Amed lêdixe ne ji bo Enqere-Tehran-Baxda u Sam.

Deshilatdarîya Beşar Esad li Surîyê ber bi davî diçe u çend hefte an çend meh sunda li Surîyê Guhertin peyda dibe u deshilatek nu li Samê tê damezrandin. Lê mixabin heta nuha Konseya Netewi a Surî, li ser mafê gelê Kurd li ser riçka Beşer Esad dimeşe u dan bi mafê gelê Kurd nade. Ev pirsgirêkeke ji bo pêşeroja Başurê-Rojavayê Kurdistan.

Her çika 11 Xezîran li Başurê Kurdistan bi bangawazî u serperiştîya Serokê Herêma Kurdistan Berêz Mesud Barzanî di nabeyna Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Encumena Gelê Rojavayê Kurdistanê peymanek hat îmzekirin lê buyer u daxwanîyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)" dure ji naveroka peymana Hewlêr e .

Propaxanda u buyerên dertên holê nîşan dide kû layangirên PKK an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nezikbuna vî a peymana Hewlêr taqtikîye ji xapandina raya giştî. Li gor peymana Hewlêr pêwiste hêzên Başurê-Rojavayê Kurdistan bi hevra tevbigerên u li gor biryara hawbeş bi hevra bimeşen. lê li gor belavok, çavpêketinên YPG her çika peyman hatibe imzakirin jî, YPG wek hêzek serbixwe tevdigere u xwe li ser peymana Hewlêr dibîne. Propaxandayê ku dike jî dure ji rastîyê.

Pêwîste ev bê zanîn kû gûnd u bajarên ku azad bune, bê şer u ji alîyên hêzên rejima Beşar Esed hatîye valakirin. Gûnd u bajarên Başurê-Rojavayê Kurdistan ji alîyê YPG nehatîye azadkirin. Propaxandayên YPG durên ji rastîyê. Daxuyanîyên YPG li ser pêşeroja Başurê-rojavayê Kurdistan didin, tiştên seyr u semere, tiştên dibêjên peyvên kû bi kar tînên, hê li lîteratura politîk a cihanê u di nav soresgerên kû xebata serxwebuna weletên xwe dikin, nehatîye bi karhînan ; ‘’Xweseriya demokratîk’’ ,‘’Gel xwe bi xwe bi rêvebibe’’


Ez bawerim hê jî YPG’ da têgihîştîna xebat u xwe rêvebirina welat çîye u çawa ye tuneye u kême. Ger YPG, bi rastî li gor peymana Hewlêr nemeşe u li gor biryarên peymana Hewlêr, tevnegere, ewê li gel dirok u gelê Kurdistan şermezar u sucdar bibe. Xebat u azadkirina welat, bi wan rê u rêçka bi sernakewe. Welatek bi keleşkofek rut azad nabe ger, egerên navxo, herem u navnetevi nedin ber çav.

PKK pêwiste ji rabirdu sûd bistîne, bi taybetî ji sala 2003. Sala 2003, Kerkuk ji alîyê YNK, Musil ji alîyê PDK hat rizgar kirin lê pirsgirêk u bê bername u planek hawbes di nabevna PDK u YNK bu egera destberdana Kerkuk u Musil. Dîrok jî sahîde kû pirsgirêk u astengên navxwe buye sedema bindestbuna gelê Kurd u welatê vî. Di vî varêda beyaname ya 16 parlementarên Basurê Kurdistan bi navê « Bo ewêy helekan dubare nebin- Nabêt Rêga bidên helekanî naw mêjuman dubare bibnewe » hatîye belavkirin, cîhê dilxwesîyê ye.

Pewîste YPG an PKK li Basurê-Rojavayê Kurdistan dev xweserîya demokratîk an demokratîzekirina Rojhilat-Surî berde u realîst be. Niha derfetek mezin ji bo gelê me peyda buye. Ev derfet dibe zemînxweşker ji bo Bakur-Basur u Rojhilatê Kurdistan. Ger li Suri u Basurê-Rojavayê Kurdistan, federasyon an konfederasyon were damezradin u ji alîyê Ereba jî were pejirandin ewê bahara gelê Kurdistan bê westandin bidomine. lê pêwîste pêş ev,yekîtîya gelê Kurd avabe. Kurd mala xwe bi rêk u pêk rêk bixwe. Yanî yekîtîya hêz u gel pir girîng u çarenusaz^ya gelê Kurdistan. Ji bo vî jî Peymana Hewlêr pir girînge.

A herî girîng kû ney ji bîr kirin, niha walayîyek, walahîyek deshilatdarî li Surî heye. Piştî şer u pevçuna Arteşa Azadi a Suri u Arteşa Beşar Esad, bê guman dor tê şer u pevçuna Hezên Kurd u Ereb. Ger wek niha derz u pirsgirêk di nabeyna Hêzên Kurdîstanî hebên bê gûman yên kû hinda bikin, Kurdin. Kîjan hêzên Ereb serbikewe kû diyare Hêzên Artesa Azadî a Surîyê ye, ewê ru bi ruy daxwazê gelê Kurdistan bibe u ji bo dagirkirina Kurdistan bi hemu derfetên xwe li dijî Kurda şer bikin.

Bi kurtayî ji bo serkeftina gel u hêzên Basurê-Rojavayê Kurdistan pêwîste zutirîn dem da organa biryardan were bi rêkxistên, hemu hêz u rêkxistinên di bin vê organê da cîh bigrîn. Nav pir girîng nîne lê tistên girîng xwe amadekirin ji bo ru bi rubuna artesa dagirkerên dewleta Suri. U di warê dîplomasî u lobî da komîte bên avakirin li nav xwe u li navnetevi dest bi dan u stendin bikin.

Rojhat Badiki

23.07.2012 Genève

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.