Ana içeriğe atla

Zaxo bona çi hate sotan, li Kurdistana Başur çi dibe?

Rindî û xirabî bi hevra dimeşin, heqî û neheqî jîyana xwe bi hevra berdewam dikin. Cîhyê ku neheqî namînê heqî jî namîne. Dij bi hevra jîyan dikin, bi hevra dimêşin û bi hevra ji holê radibin, ango mirina wan bihevra tê. Di mabeyna dijanda berhevdan çiqas tîn û dijwar dibe, di nava Komêda mîrov ewqas dikevin nava tengasîyê. Di Komên pêşveçuyî da şerê dijan sare, ji ber vê çîn û grup hevnakevin û qirtika hevnagirin. Diyalog, ji hevpirsîn gwihdan û bi zanistî rêvaçuyîn panavên Komên serketîne. Li ku derê dij di nava berhevdanek tîn danê li wê derê bingehya pevçun û şer heye. Dema endamê Komê xwe wekhev nabînîn, durîya jê û jor mezin dibe û serdest bindestan difetisînin; bindest li pey çaresekirinê digerin. Li vir ne tenê dilsoz, qwetên rêş û tarî jî serî didin û dixwezin bona armancên xwe yên kîrêj gel bidin şuxulandin.

Di dîrokê da heqî û rasteyetî di kata xwe da her tim serneketîye, di nava belangazî û neçarîyê kesekî çavên xwe venekirîye. Xizanî, nezanî û belangazî çiqas zede be, „çînên“ jêrdest ewqas bê mecal dimînîn û pêy xeyalên nerast diçin. Zede nafikirin laser(lehî) wan kîjan alîva dibe, berê doj û bihiştê bona wan yêkdibe.Di rewşên wusa da kom dikevin nava nesaxîyên mezin. Kwilên nu peyda dibin, qîmeta kedê namînê, jîyana mîrovan tê penc peran, di mabeyna mîrovanda zmanê îxtiramê hedî hedî ji holê radibe, zmanê şer û pevçunê xwe her alîva dide bilindkirin. Her kes dengbilind dibêje ez rastim! Kesek enîyekê (helîyekê) nagirê ber xwe û xwe nanêre Komek bi hezar birînî, di bin kîjan darê da dibe bila bibe, nikarê demek kwirt da birînen xwe xweş bike. Dema dagirkerî dibe, berbirsîyarîya her xirabîyê wê va tête zeliqandin. Dema dar dikeve nava destên endamên komê û çend sîlsileyên nu mezin dibin, edî kesek nikarê asan qala dagirkerîyê bikê û berpirsîyarîya xirabîyê bavê ser wê. Îro li Kurdistana Başur mifteya rindî û xirabîyê destên destselayedarên Kurd dayê. Ji 1990 virda bîstûyêk sal borîn, di bin Dara Kurdan da ewe du sîlsile mezin bun, mindal û cîwanên Kurdistana Başur hebuna rindî û xirabîyê yekhemcar di Dara xwe da digerin. Panavek gelek xirab û pirîmîtîvê di salan virda ketîyê nava gelên Navarest û weku qwilerekê wan dixwe. Koma Kurdan jî ji vê panavê zedetirîn para xwe digire. Împeryalîzm wusa dike, „Yekitîya Emrîka“ wusa dike, „Yektîya Ewropa“ wusa dike, nizanim „Urîzistan û Çîn“ wusa dikin, jî ber vê em nava hetanekî wusa pirîmîtîvda dijin. Ma hun ewqas bê mejune xwe di destên wan da didin titik. Ma hun ewqas bê garijîn xwe wekû berxekê bona kêrê didin destên wan! Ma hun ewqas bê ruhmet û bê îxtîramin her daxwezîya wan ra erê dibêjin! An jî hun bi wan xwe rizgardikin û naxwezin gel rûyê we yê rastî bibîne.

Darek sîyasî ya xwirt û rast asan nayê livandin. Xwirtî bi çek, tirs, xof û îstîqbaratê nabe. Di dîrokêda kîjan darên sîyasî hatin kîjan çun?! Ji Dara Medan şunva çi ma? Ka Aşur, ka Rom, ka Osmanî?! Şaxê Îranê ku da çu? Ji Yekitîya Sovyetê û Yekitîya Slavên Başur şunva çi ma? Ka Dara Çavuşesku û ya Saddam Husenê Tikrîtî? Çi hat serê Dara Kazafî? Sibe çi bê serê yên din?! Ma va dinya kê ra maye? Şilf hatin û şilf çuyîn bona çi tête bîrkirin? Bi çek û îstîqbaratê bimana, Dara Hîtler dima, Dara Musolînî dima, ka jî wan şunda çi ma?! Mîlyonan bona wan dest radikirin û bi çavgirtî bona wan xwe diavitin nava agir, îro zarok û nebîyên çi dibêjin?! Bi hôvitî û xwirtîya wan kî xwe dipesînî?! Kî dikarê bêjê xwezî min bî ku; ez nebî û zarokê wan im?!

Raste Dara Kurdên Başur mecbure bete paraztin, pewîste weku runya çavan bete xwedîkirin. Luksa ruxandina Dara Kurdan bona gelê Kurdistan tune. Pewîste tu car neye bîrkirin xirabtirîn Dara Kurd hezar car ji Dara Dagirkeran baştire. Li gel hemu neheqîyan, îro li Kurdistana Başur her alîva gavên mezin hatine avitin. Hebuna gendalîyê, durketina serdestan ji bindestan vê rasteyetîyê wanda nake. Rojhilata Navarest di nava gwihranda parzatina Dara Kurda karekî asan nîne. Gel wan govendê bigre û xwe mede devê wan, bikeve nava avê û za derkeve ra yeke. Îro gelek Kurd jî Dara Kurdan vî tiştî dixwezin. Ew daxwezîya wan ji rasteyetîyê gelek dure û lingen wan li ser erdê nînin. Li paş rakişandina Hezên Emrîkayê, dîyare ku dagirkerên Tirk, Ereb û Fars bi hêz bên ser Dara Kurdên Başur, li vê derê tejxale û serhevbinhevbunên mezin rêbixînin, pozberîyan tiz bikin, komên olên curebicur berdin hev, bi terorê tirs û xofê carek din bikin zikê gelê Kurdistana Başur. Weku çareseker alternatîvên xwe derxînîn û bidin pêşîya gel. Di vî katî taybet da çi bete kirin? Îstîqbarat û polîsekî xwirt?! Kirîn û karanîna çekên modern?! Dijî dagirkeran seranserîûberanberî dayîna şerekî dijwar?! Anjî bi diplomasîyê pêşkêşkirina sererd û binerdên Kurdistan yên mayî?!

Eger ji min bete pirskirin, ez van hemuyan ra dibêjim na…. Dara sîyasî ya herî mikem li ser heqîyê ava dibe. Ew çîye? Bê rawestan perwerdekirina gele, xandine carek din xandine, bi heqîyê di nava gelda parvakirina sererd û binerdên Kurdistanê, aşîkar û bê tirs fikra xwe gotin û neşîrkirine, bê tirs û serbixwe karkirina Ruspîyanê, bê tirs xwe rêxistin û nava jîyana polîtîkta cîhyê xwe girtine. Transparensbuna butçeya dewletê, partî û komelane. Alîyê neçarî û devlemendbunê da wekhevîyêk mezine.

Pilbuna berik û kontoyan li ser pişta endamê Komên yên din dibe. Di nava Kurdan da devlemendbuna grubekê nikarê Dara Sîyasî ya Kurdan biparêze. Devlemendbuna gel û zanistî paraztina herî mezine. Bi girtin û sicinkirinê darek sîyasî nikarê bete paraztin. Wekû darek biyanî herin Îsvîçrê û xwe ra rexirawekî îstîqbaratê rêbixînin, hun çiqas serdikevin û bona tenzîmbuna îstîqbaratê dikarin çend kesan bibînin?! Îro li Kurdistana Başur daxawa bingehya îstîqbaratên dagirkeran zedetirîn heye. Ew asan û erzan dikarin xwe tenzîm bikin. Berkû alîyê parvakirina sererd û binerdên Kurdistana Başurda bêheqîyêk mezin heye. Her alîva propaganda îmaratbunê tete kirin, li vir Îmaratên Ereb weku mînak têtin girtin. Axl i serê me… Ewqas xwîn, ked û şer bona îmaratbunê bu?! Ma gelê Kurdistan Îmaretek dixwest?! Bona zengînîya xwe hemu mîrov xwe û dewleta xwe diparêzin feqet kesek bona belengazî û neçarîya xwe û dewleta xwe naparêze.

Li bajarê Zaxoyê bi tertîp û plan 2 Çileya Pêşin 2011 da, xanî û dukan hatin sotandin, gor hinekan “jin dihatin firotin û alkol dihat vexwerin”. Çi gotubu Ruspîyê Fransiz: „dema ez bixwezim yekî rêyî gîyotîne bikim, her tim dikarim ji vêra sedemekê bibînim”. Dîyareki “alkol û jin firotin” lê lê ye. Ma wan got mejî bawer kir! Di bin Darek Sîyasî ya Heq da, şansê tu îstîqbaratekê nabe. Pewîsta ew Dara Heq ya Sîyasî betê avakirin û gelê Kurd bi perwerdebunê xwe bigehîjîne tiltilekî mezin. Birmekin ne „olparêz“ alimdar û zana zedetirîn nezîkî Xweda ne.

Dema Dara Siyasî ya Kazafî li Libyayê hate ruxandin, mîrov dikarîya xwe bipirsê va heqîyê an neheqîyê, di rojên tengasîyê da wî gelek cara bi gotinên xwe Kurdanra pişt derketibu. Lîbya welatekî devlement bu, zede belengazî jî tunebu, dîsa jî dara wî hate ruxandin û Ew bi çavsorî hate kuştin. Sedem çi bu? Biyanîyan xwe nava gelê Lîbyayêda çawa tenzîmkirin, demek kwirt da wan çawa ewqas mîrov bi gel xwe xistin?! Min dibêm sedema ruxandina Dara sîyasî ya wî; ne dîktatorbuna wî bu, ew berê jî dîktator bu, rejîma wî serîda çi bu dawîyê da jî ew bu. Sedema ruxandina Dara Wî pilbuna berika malbenda wî û kontoyên wan yên derî Lîbyayê bun. Ji ber vê ew hate ruxandin. Berika wî pil nebuya û ewqas pereyê giredayî yê wan derveyî Lîbyada di bankayên biyanîda neketana serhev, ew îro jî bimana. Hevîdarim destselayedarên Kurd jî vê buyerê dersek dîrokî digirin, ji gendalîyê durdikevin û kesek ji wan li ser pişta gelê Kurd berika xwe pil nake.

Pewîste tu car neyê bîrkirin û mejûyê mîrovda cîh bigre, kesek nikarê bibe xudan, bona xudanbunê pewîste mîrov bê mirinbe, em hemu tazîûşilf hatine dinyayê û tazîûşilf jî biçin, Xudanbu ji bona Xudayê ne ji bona mîrovane. Paraztina herî mezin tenya bi çekan, îstîqbarat, polîs, sicinkirin û kuştinê nabê. Paraztin bi perwerdebun û devlemenbuna gel dibe. Dem berikî endamên komê bi hevra tijî dibe, dara sîyasî ya we komê jî xwirt dibe. Ji ber vê bona diwaroja me û hebuna dara sîyasî ya me pewîste berikê gelê me bi hevra tijî be. Her tîşt bi hevra, çi belangazî, neçarî û tengasî be, çi zengînî û jîyanek çak be……..

Bîşar Norşîn

14.12.2011

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.