Ana içeriğe atla

Konferansê biryara bikaranîna herdu alfaban da

Netkurd.com- Konferasa zimanê Kurdî li hola Pêşewa li Hewlêrê bi çavdêriya serokê Herêmê û bi amadebûna wezîrê rewşenbîrî ya Herêmê û her wiha bi tevlîbûna nêzîkî 250 kes ji mamostayên zanko û pisporên ziman yên derve û yên li Kurdistanê û endamên parlamentoya Kurdistanê, bi duruşma “Ziman nasnameya netewî ye” paş 4 roj gotûbêj li ser ziman duh kutayî bi karê xwe anî.

Li gor daxuyaniyê beşdarbûyên di wê konferansê de, ew weke gaveke girîng tê nirxandin û pêwîstî bi wê tê dîtin ku ji bo konferansên dema pêş, amadebûneke zêdetir ji wê re, bê kirin.

Raspartiyên li konferansê ev in:

1- Yasaya ziman bê amadekirin ji parlamentoyê re, bê pêşkêşkirin.

2- Lijneya bilin ya zimanê Kurdî bê sazkirin û bi zankoyên Kurdistanê û akademiyên Kurdî û enstîtoyên zimanê Kurdî re, di peywendiyê de bin.

3- Hikûmeta Herêm asankariyê ji çêkirina ferhenga Kurdî-Kurdî bi her du tîpên Erebî û Latînî û bi hemû şîwezarên Kurdî re çê bike.

4- Her du tîpên Kurdî di warên zanist û perwerde û rewşenbîrî û ragehand de, bê bikaranîn.

5- Zemîne ji lêkolîna diyalektîka zimanê Kurdî di demûdezgehên akademî û zanistî û rewşenbîrî de, bê avakirin.

6- Zimanê Kurdî li hemû Karûbarên Bzirganî û rêklam û geştyarî, tabloyên ser kolana, bi her du tîpên Kurdî bi kar bê.

7- Li Êraq federal ku zimanê Erebî zimanê Fermî ye, zimanê Kurdî ji di peywendiyên navxwe û derve yê welat de, bê bikaranîn.

8- Daxwaz ji dewletên Tirkiye, Êran û Sûriye ku Di destûra xwe de, zimanê Kurdî binasin û bipejirînin.

9- Di teknolojî û torên Înternetê de, zimanê Kurdî kar pê bê kirin.

10- Mediyayên Kudî bernameyên teybet ji ziman re, bi her du tîpên Kurdî amade bikin.

11- Konferans lijneyek pêk bîne ku dûdaçûnê û cibicîkirinê ji raspardeyan re bike.

12- Konferansa zanistî ya zimanê Kurdî bibe nerîteke salane û bi çavdêriya wezareta rewşenbîrî û lawên Hikûmeta Herêmê bê sazkirin.

13- Konferansa yekîtiya netewî ya Kudistanê bê pêk hatin.

13- Zimîneya vergirtina xwendekaran ji parçeyên dî yên Kurdistanê , di asta bilin ya xwendinê de, li zankoyên Kurdistanê, bê amadekirin.

http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=8436

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.