Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 26 May 2009

33 Saliya dirêjdayîna şoreşa gelê Kurd didîroka gelê Kurd û Kurdistanêde berdewamiya şoreşa Mezin ya Şoreşa Îlona Sala 1961 tête diyarkrin. Şoreşa Îlona dengvedan, piştî 9-10 Heyîvan bo berdewamiya Şoreşê 26 Gulanê 1976 Pêşmergeyên dilovan û bê westan li serên çiyayên Kurdistanê bi piştevaniya dostên herî mezin yanî çiyayên Kurdistan dijê rejîma talanker û zalim berdewamiya şoreşê despêkirbu. Ev şoreşê heta îro domand û gelê Kurd îro dewlap sere vê şorerşê azadiyekî bidestxweve aniye.

Dîrokiye ev geşkirina şoreşê. Jiberku di nava Şahê Iran û Rejîma Iraqêde peyamekî pîs û dij însanî hatibu pêk anîn û ji wan webu ku gelê Kurd hêdî nikare têkoşeriyê bi domîne. Ev xewna dijminên gelê Kurd kete nava serguyî û xiyalên wan jî tinê xwe tatmîn kirin. Gelê Kurd bi rêberiya pêşmergeyên dilovan derbe liser derbê li dijmin da.

Serokê wê şoreşê îro serokê Kurdistane. Rêzdar Mesûd Barzanî temenekî dirêj û serketinê bo cara didoyê bo hilbijartina wî dixwazim.
Ev şoreşe li gelê Kurd û malbatên şehîdan pîrozbe.

Ew têkoşeriya wan bi berhembu û ew berhem jî îro gelê Kurd li Başûrê Kurdistan azadiyekî timam de dijîn.

Silav bo wan pêşmergeyên şev û rojê xwe liber singên dijminê Kurd nedayin paş bo azadiya Kurdistan.
Îsmaîl Girikî
26 Gulan 2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.