Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 17 July 2009

SERSAXÎ Û XEMBARİYA KİRASGUHASTİNA ÊZDİYÊ EMEKDAR !
Li ber dilê min, xembariya kirasguhastina rûsipiyên ÊZDIYAN, bi taybetî jî ew kesên ku di nav welat de çande û ola me di bin hemû zahmetiyan de diparastin, gelekî emek û nandarbûn zêdetir e.
Xwedê dizane û gelek kesên mîna min jî şahde ne ku rahmetiyê xalê Kasim Savgat (Qasimê Temo) jî yek ji wan emek û nandarên rûsipiyê me Êzdiyan bû.

Ez nikarim hemû dîtin, zahmetî û koçberiya malbata Xwedê jê raziyê xalê Qasimê Temo birêz bikim. Lê ez dizanim, wexta desthilatdarên Tirkiyê û bi taybetî jî rêvebirên „dewleta kûr„ ,rêxistinên nijadperest, hêzên bêxîret, bihevûdinê re desthilatdarî, teror, zilm û zora xwe li ser partî, rêxistin, dezgeh, kesên demokrat, azadî xwaz û hemû Kurdên bixîretbûn zêdetir kirin, bi hezaran gundên me Kurdan wêran kirin û bi deh hezaran jî welatparêzen Kurd di zindanên xwe de darizandin, hingê di 24.08.1988 de birayekî xalê Qasimê Temo yê bi navê Dewrêş Savgat jî li herêma Wêranşehirê, li gundê Mozikê(Yukarıkoşanlar köyü) Daxanê de wenda û qetil kirin(berdewama vê buyerê di Çavk.:1 Rûp.:351-352).

Rahmetiyê xalê Qasimê Temo, piştî vê qetîlkirina birayê xwe jî çend salan bi xêra hinek nas û maldariyê li dijî teror, zilm û zora desthilatdarên Tirkiyê û Kurdên bêxîret liberxwe da. Lê, dûre ew jî ji ber wahşeta wan dagirker û kevneperestan mecbûr dibe bireve û têye Almaniya dimîne.

Xalê Kasim Savgat, li xerîbiyê jî derd û belayên bav-kalan ji bîra nedikir. Lewma jî tendûrîstiya wî Êzdiyê emekdar ne baş dibû û ew di 16.07.2009 de kiras diguhêze.
Ez bi kirasguhastina xalê Qasimê Temo, vî Êzdiyê ku di nav û derveyî welat de çande û ola me di bin hemû zahmetiyan de bi can û malê xwe diparast, zêdetir xembar bum.

Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim ku ew xalê Qasimê Temo bi rahmeta xwe şahbikin û ji hemû nefêrên malbat, dost û nasên xalê Qasimê Temo ra jî sebir û sersaxiyê dixwazim.

Kemal Tolan
Oldenburg, 17.07.09

Çavkanî :

1. Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî- Çileyêpêşîn 2006 Stenbol.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.