Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 1 June 2009

Hukumeta Federal ev salek bu asteng dirêkirina petrol Kurdistanê de çêdikir. Herçende rêkirina pertola Kurdistanê bi gorî yasaya Kurdistan xalên 111,112 û 115 desturî bujî lêbelê hukumeta ku N.Malikî giriftarî û astend dirêkirina wêde çêdikirin. Lêbelê biştî xebate cid û siyasi Hukumeta Kurdistan ew astend dan rakirin û îro bo cara yekemin gelê Kurd bo xediyê firotina petrol xwe li ser axa xwe.

Hindek ji Axaftina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî li jêr bixwînin.
Bi Navê Xwedayê Mezin Û Dilovan

Birayê min ê birêz Cenabê Mam Celal Serok Komarê Iraqa Federal

Amadevanên Birêz

Mîhvanên Rêzdar

Xuşk û Birayên Xoşewîst

Hemû aliyek gelek gelek bi xêrhatin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û paytexta duyema Iraqê.

Bi rastî îro rojekî dîrokiye ji bo me hemûyan, ji bo hemû take keseke gelê Iraq û serkeftinekî mezine ji bo hemû gelê Iraq, ewê ku gelek gelek cihê şanazî û serfiraziyê ye ji bo me eweye ku vê serkeftina mezin ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tomar kir.

Ji bo vê yekê jî pîrozbahiyekî germ li hemû gelê Iraqê û bi taybetî li gelê Herêma Kurdistanê dikim û ji bo vê destkefta mezin jî spasiyekî bêpayan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Samanên Sirûştiyan dikim.

Spas ji bo xwedayê mezin ku hêz dame ku beramber bi hemû wan zext û tehdîd û tometên ku bi neheqî arasteya me dihate kirin, em xwe rabigirîn.

Îro me diyar kir û bersîvekî gelek ronahî me şand bi hemû aliyek, ku belê em girêdayî destûra Iraqîne, lê belê nefta Iraq û xaza Iraqê ji bo hemû gelê Iraqe û dahata wê jî ji bo hemû gelê Iraqe, me bi vê kiryarê îro diyarkir.

Eve destpêkekî gelek gelek mezine ji bo dirûstkirina bingehekî bi hêz ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Iraqê jî û li ser siyaseta xwe em berdewam dibîn, ji ber ku em bawerin ku eve siyasetekî raste û li berjewendiya hemû gelê Iraqê daye û bi hêviya xwedê berev serkeftinên baştir û destkeftên baştir jî gavan davêjîn.

Carekedin bi hêviya xwedê serkeftina mezintir û destkefteke mezintir ji bo hemû gelê Iraq û ji bo Herêma Kurdistanê dixwazim, her xweş û şad û serkeftî bin û gelek spas.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.