Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 25 June 2009

Li Kurdistanê hilbijartinên Parlamentu û Serokê Kurdistan despêkir

Di merasîmeke cemawerî ya fireh de ku bi amadebûna serokê Iraqa Federal Talebanî û serokê Kurdistan Barzanî,Kosret Resûl,Berhem Salih,Nêçîrvan Barzanî û hemî berendamên Lîsta Kurdistanî û hijmarek ji berpirs û dehan hezar welatiyan, Lîsteya Kurdistanî dest bi propagandeyên hilbijartinên serokatiya herêm û parlamentuya Kurdistanê kir. Serok Barzanî diyarkir ku ew weko hevwelatiyekî Kurd dê dengê xwe bide Lîsta Kurdistanî. Serokkomarê Iraqa Federal ku binavê Sekreterê giştiyê YNK Celal Talabanî daxwaz ji gelê Kurdi kir ku dengên xwe bidin Lîsta Kurdistanî ûdengên xwe bidin Serok Barzanî.Jiberku Serok Barzanî laiqê serokê Kurdistanêye.

Talebanî di axaftian propaganda yêde got: „Ku tevî kêmasî,şaş û netamiyên heyî eger em li Kurdistanê binêrin emê pêşveçûnên ku çêbûne bibînin lewma Lîsta Kurdistanî peyman dide ku ji berê baştir kêmasî û rêgirên heyî hel bike û rewşa xelkê Kurdistanê baştir bike“. Ji gelê Kurd xwest ku dengên xwe bidin Pêşmerge û dîplomatê naskiriyê xwemxwarê gelê me Serok Mesûd Barzanî, bo Serokê Kurdistan.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di şadîmana destpêkirina propagandayên hilbijartinan de, ku bi navê propagandaya lîsta Kurdistanî hat naskirin, gotarek pêşkêş kir û da diyaekirin ku, lîsta PDK û YNK ya bi hevdu re di vê hilbijartinê de, ji cîhanê re peyameke û weha dide zanîn ku, di vê Kurdistanê de PDK û YNK ji her alîyekî bêtir nêzîkî hevdu ne got.

Di vê şadîmanê de, roja sêsemê (24.6.2009) êvarî li bajêrê Hewlêrê hatibu sazdan, serokê Kurdistanê di gotara xwe de pîrozbayî li gelê Kurdistanê kir û got ku, ev roja heye berhemê xwîna şehîdan û xwêhdana têkoşeraye.

Serok Mesûd Barzanî got: Peyama we ya Îro ji navxweyî re û ji derve jî re Işkereye ku, lîsta Kurdistanî, lîsta Kurdistanî ye. Ez bi taybetî jî spasiya gencên xweştivî dikim, ji ber ku amadebûna wan bersivdana dijminaye .

Serok Barzanî ji endamên PDK û YNK re got: Nabe ku em rola hevpeymanên xwe yên din ji bîra bikin. Em her wan wek hevpeymanên xwe dizanin. Wek çawa erkê we bû ku Îro pêk hat, holê jî erkê we ye ku hûn parêzgariyê lê bikin.

Serok barzanî got: bila em roja 25 ê tîrmehê bikin roja cejnê û rûyê sipîyê gelê xwe nîşanî cîhanê bidin. Rê nedin ti kesî ku hilbijartinan nebaş bidin nîşandan. Me soz daye gelê xwe ku ew di evan hilbijartinan de aza in. Me ji bo evê çendê jî daxwaz ji komisiyona bilinda ya hilbijartinan kiriye ku, bangî çavdêrên biyanî yên Amerîkayî, Ewropayî, welatên cîran û Kombesta Erebî bikin, da ku nav û dengê evan hilbijartinan nehê xerabkirin.

Serok Barzanî got:Rêza min ji hemû aliyên siyasî re heye, belê ez wek hevwelatiyekê evê Kurdistanê deng didim lîsta Kurdistanî. Em serblinin ku xelê mek li Kurdistanê azad in.

Serokê Kurdistanê di evê gotara xwe de rola kurd ya di danîna destûra Iraqa federal de da nîşandan û holê jî got: Îro destûra herêma Kurdistanê jî hat pesendkirin û dê di roja 25 ê tîrmehê(25.7.2009) de, dê bikeve dengdanê de û dê bibe kelema di çavên dijminan de.

Serok Barzanî bal kêşa ser roja hilbijartinê û daxwaz kir ku hilbijartina Parlamentu û serokê Kurdistan bila bibe nimuneyî bo dewletên cîran û cîhanê. Serok Barzanî dazanîn ku , raste berpirsiyariya me mezine, lê Kurdistan ne liser du kesan tapokiriye û milkê hemu kesêye û divê herkesek mesuliyeta xwe bizane got.

Belê em jî vê hilbijartinên Parlamentû û serokê Kurdistan weko pîroziyekî mezin dizanin û erkên nîvîskar û rojnamevanan jî liser vê mijarê mezindibe. Bo Dahatiya gelê Kurd û firehbuna Kurdistan bila ev hilbijatine bibe rê veker, bo danîn û raçandina bingehê serxwebuna Kurdistan.
Îsmaîl Girikî
25.6.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.