Ana içeriğe atla
Submitted by Rêvebir on 3 July 2010

Piştî ku M. Kemal û hevalên wî desthilatdarî ji destê malbata Osmaniyan wergirtin, jinûve dewleteke li ser bingeha miletê tirk ava kirin, ew teehûdên di pêvajoya avakirina dewletê û wergirtina desthilatdariya siyasî de bîr kirin: Hebûna miletê kurd înkar kirin. Hemû mafên neteweya kurd xesip kirin. Kurdistan jinûve dagir kirin û kirin kolonî. Statuya Kurdistanê ya di dema Împeratoriya Osmanî de ji holê rakirin.

Li hemberî vê siyasetê serokên neteweya kurd bê deng neman, neteweya kurd jî rabû ser piya û serîhilda. Serîhildana 1-emîn li Koçgiriyê pêk hat. Serîhildana 2-emîn li Beytûlşebabê pêk hat. Serîhildana mezin ya netweyî jî di sala 1925-an de pêk hat. Serîhildana Agriyê di sala 1932-an pêk hat. Berxwedana dawî ya Kurdistanê jî di sala 1938-an de li Dersîmê hat lidarxistin.

Serîhildana 1925-an di Sibatê de dest pê kir û di demeke kurt de bi zulm û zordariya dewletê hat şikandin. Gelek têkoşerên vê serîhildanê di nav şer de hatin kuştin. Şêx Seîd û gelek hevalên wî jî dîl ketin û di demeke kurt de di dadgeha awarte de di Dadgeha Îstîklalê ya Rojhilatê de bi lezûbez, ji derveyî hiqûqê hatin dadgehkirin, di 28-ê Hezîrana 1925-an de jî Şêx Seîd Efendî û serokên din yên tevgerê hatin darve kirin. Ji van 47 kes şêx bûn.

Serokê Azadiyê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Begê Bedlisî jî beriya wê hatibûn dadgehkirin, ji derveyî dadgehkirineke hiqûqî hatibûn gulebaran kirin.

Piştî Berxwedana Dersîmê, li Kurdistanê her hêjayeke kurd qedexe bû û li ser pirsa kurdî qise kirin, ji mafên neteweya kurd, ji dîrok û çanda kurd, ji serîhildan û berxwedanên Kurdistanê qal kirin qedexe bû.

Li Kurdistanê bêdengiyeke kûr û tarî dest pê kir. Her kurdekî di hundirê xwe de, li pişt deriyên qala mafên neteweya kurd û qala serîhildanên Kurdistanê dikir. Ew qisekirina di navbeyna du, an jî sê kesan de didomand û di heman dem de di navbeyna wan kesan de jî diqediya.

Mezinên kurdan dema ku di nav xort û cîwanên kurd de livandinek tespît dikirin, ditirsiyan û hawar dikirin û digotin “ew tirkan bê baf in, bê wîjdan û bê însaf in. Hûn nikarin zora wan bibin. Wan welatê me şevitandin û serokên me daleqandin û bi sedhezaran kurd qetil û sirgun kirin.”

Ev bêdengiya heta sala 1959an ya livandina rewşenbîrên kurd domand. Ev livandina jî, bi êrîşa dewletê hat temirandin û 50 xwendayên kurd hatin hepis kirin û di hepisxaneya leşkerî ya Herbiyê de hatin girtin û hatin dadgeh kirin. Lê wan 50 xwendayên Kurdistanê pêşî li qetlîameke kurd girtin. Lewra dewletê dixwest ku bi hezaran kesan bigrin û gelekên wan jî darve bikin.

******

Her çiqas bi riya îllegal û bi dizî, ji serîhildan û bexwedanên Kurdistanê dihat bahs kirin û heta gelek bi sînorkirî dihat nivîsandin jî, ji bona ku bi aşkere bên qal kirin 45 sal derbas bûn.

Cara yekem û vekirî û legal qala serîhildan û berxwedanên Kurdistanê di bulten û programa DDKOyê de (1969), pişt re li Dadgeha Leşkerî ya Diyarbekirê di parêznameyên DDKO-yê de (1972) qal hat kirin. Ji serîhildana 1925-an jî hat qal kirin, meşruiyeta van serîhildanan hat parastin û siyaseta dewletê ya li hemberî van serîhildanan hat şermazar kirin û rexne kirin.

Di sala 1975-an de di rewşenbîrî û çapemeniya kurd de qonaxeke nû dest pê kir. Weşanxaneya Komalê di sala 1975-an de ava bû. Kovara Rizgariyê di Newroza 1976an de dest weşanê kir. Komalê, li ser seîhildana Koçgiriyê pirtûkek amade kir û vekirî weşand. Kovara Rizgariyê, cara yekem durûdirêj li ser Serîhildana 1925-an nivîsar weşand.

Ev nivîsarên Kovara Rizgarî kollektîf bûn. Kovara Rizgarî, Serîhildana 1925-an wek “Xwepêşandina Bi Çek” bi nav kir. Lewra Serîhildana 1925-an serîhildeneke milîter nebû, serîhildaneke gel û sivîl bû. Ew kesên sivîl, ji bona parastina xwe û ji bona desthilatdariya Kurdistanê bigrin destê xwe çek girtibûn.

Dîsa Kovara Rizgarî, cara yekem siyaset û nerîna dewletê, tezên îdeolojiya fermî teşhîr kir. Diyar kir ku Serîhildana 1925-an serîhildaneke kesekî nîn e, li pişt Serîhildana 1925-an Rêxistina Azadiyê heye. Serîhildana 1925-an ji bona ku xwediyê serokekî manewî yê oldar bû, tevgereke oldar nebû. Ev tegereke milî û xwediyê programeke serxwebûn û dewletavakirinê bû. Belgeyên hundir yên dewletê jî wusa digot. Lê dewletê ji dinyaya Rojavayê û Ewrupayê re, Serîhildana 1925-an wek serîhildnake şerîatî nîşan dide. Rizgarî manîpulasyona ku Serîhildana 1925-an ji Engîlîstanê alîkarî girtiye jî deşîfre kir. Derxist holê ku M. Kemal û hevalên wî mirovên Îngîlterê ne.

Helbet dema ku Tevgera 1925-an wek tevgereke rizgarîxwaz, ji Îngîltereyê pişgirî jî werbigirta, ev tiştekî gelek rewa bû.

Dîsa dema ku Berpirsiyarê Rizgarî Mehmed Uzun hat dadgeh kirin, wî di parêznameya xwe de hemû serîhildan û berxwedanên li Kurdistanê, bi taybetî jî Serîhildana Kurdistanê ya 1925-an li hemberî dadgehê parast û rewabûna vê tevgerê anî ser zimên.

Pişt re jî, weşan û kovarên li Bakurê Kurdistanê jî, li ser serîhildana 1925-an rawestiyan.

Li Bakurê Kurdistanê, piştî salên 1980-yî tu wext ji bona Serîhildana Kurdistanê ya 1925-an konferans û bîr anîn pêk nehatin. Cara yekem Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê), di sala 2005-an de, ji bona Tevgera Milî ya 1925-an Konferansek lidarxist. Dr. Mehmed Emîn Sever, Şêx Kasim Firat, Şerefxan Cizîrî wek axevtevan beşdarî konferansê bûn. Di hemandem de li ber Mizgefta Mezin civîneke kîtlewî û çapemenî li darxist, di vê civînê de serok û têkoşerên Serîhildana 1925-an bîranî û nerewabûna dadgehkirina wan îlan kir.

Pişt re di derbarê wê ev konferans û bîranînê de lêpirsîn çêbûn û doz hatin vekirin. Di wan dozan de Serîhildana 1925-an bi kurdî hat parastin. Hîn ev dozan dom dikin.

Di sala 2008-an de TEVKURDê, Komeleya Ehmedê Xanî, CIWAN KURDê, Weşana Ray û siyasetvanên serbixwe biryar dan ku Serîhildana 1925-an bi panelekê şirove bikin. Serok û têkoşerên Serîhildana 1925-an li ber Mizgefta Mezin bi civîneke çapamenî ya kîtlewî bîr bînin. Ji bona wan mewlûdekê bidin xwendin. Hezar mixabin ev xebata hevbeş, ji aliyê parêzgeh û dadgeha Diyarbekîrê ve hatin qedexe kirin. Lê Komîteya Amadekar ev qedexan guhdar nekir, bi helwesteke bêîtîadkarî xebata xwe meşand.

Di derbarê van xebatan de jî, ji bona min lêpirsîn çêbû, encama lêpirsînê doz vebû. Di vê dozê de jî bi kurdî Serîhildana 1925-an hat parastin û hîn jî ev doza dom dike.

Îsal jî, Gruba Dîyalogê ya Dîcleyê û Firatê, di 26. 06. 2010-an de Konferansa Şêx Seîd pêk anî. Di 28. 06. 2010-an de jî li ber Mizgefta Mezin Serok û Têkoşerên Serîhildana 1925-an civîneke bîranînê lidarxist.

Nevîyên Şêx Seîd Diyadîn Firat, Bedrî Firat, Samed Bîlgîn, Felat, ji bona Serîhildana 1925-an îro (29. 06. 2010) panelekê û mewlûdekê pêk tînin.

Bi van xebatan Serîhildana 1925-an, serîhildan û berxwedanên li Bakurê Kurdistanê rojane bûn. 80 salî kesî raste rast nedikarî ku li meydanan vekirî û legal ji serok û têkoşerên Serîhildana 1925-an re xwedî derkevin. Ev tirs hat şikandin û ev tarîtî ji holê hat rakirin.

Pêvajo wusa xuya dike, ku nûha şunda gelê kurd, rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên kurd dê ji serok û têkoşerên xwe re xwedî derkevin. Wan li hemberî dewletê jî biparêzin. Dê rûmet û qiymeta wan derxin pêş reya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê.

(ibrahimguclu21gmail.com)

Amed, 29. 06. 2010

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.