Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 18 September 2009

Çend gotin derheqê helwest û tendensa teslîmîyetê – Fevzi Namli
Aqilê mirov ji kîsê xelkê be, ji peyatiyê xerabtir e. Mirov bê ku bizanibe dibe peyayê xelkê
Tirkayeti"Pirsgirêka neteweyî pirsgirêka temama mirovên wê neteweyê ya xaka wê dagir bûye ye. Siruşt, ekolojî û hemû tiştên li ser wê ji vê pirsgirêkê heta radeyek mezin muteesîr dibin. Dema welatek ji teref hêzekê, neteweyekê, anjî dewleteke begane bê dagirkirin û ji teref vê hêzê pêşketina welat û neteweya li ser vê xakê dijî, di hemû warên jiyanê de (siyasî-rêxistînî, civakî, aborî, kulturî-manewî ûhw.) bi darê zorê tê rawestandin, dewlemendiya wê tê talan kirin; Ango, hêza dakirker neteweya welatê wê bindest bûye, mecbûrî koletiyê dike. Ji ber van sedemana pirsgirêka neteweyî dibe fakteke di têkilîyên di nav hêza dagirker û netewa bindest de. Têkiliyek werê, ya bi darê zorê û li ser esasê îşgalê hatiye avakirin, dibe sedemê bingehîn ê nakokîya di navbera dewleta dagirker û netewa mahkûmî di bin nîrê dagirkerîyê de bijî. Mirov dikare hebûna pirsgirêkek werê ya di halê atil de, wek potansiyel nakokî (konflikt) binav bike.

http://www.peyamaazadi.com/manset/cend-gotin-derheqe-helwest-u-tendensa-...

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.