Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 30 June 2009

Yasaya bingehin yaKurdistan derket û ev Nosirwan dibêjit ev yasa ne yasayiye. Erebên fasist jî dijê yasaya Kurdistanê derketine wekî Nosirwan. Nosirwan dibêjit kesê ew nyasa nedit. Ev direweki mezine. 2006 de di rojnameyên Kurdistanêde ew yasa bu gotubêjkirinê hatibu wesandin û nosirwan hingê li kuderêbu?

Nosirwan dijê sayaa Kurdistan propagandeki cewt û weki ereban rawestaye.
Aso zagrozî vê xizmetê bila bo bistevaniya Nosirwan bike , jiberku ew siyaseta gruba wî îri lisilimaniyê dike di berjewendiya rerebên fasistdeye.
Duhî tv yên Kurdistan bi teybetî GTV û Kurdsat hidek wêne nisandan ku ji reveyên usul û prensipên propaganda hilbijartiinan bun. Hetea besdarên bernamê diyarkitrin , hindek weneyên kiryarên wan em naxwazin biwesînin gotin.

Nosirwan ji xelê dixwaze dijê destura Kurdistan dengîbidin! Ev weki lijor mingoti raste rast xizmeta nasyonalistên Erebaye ev siyaseta Wisirwan.

Aso Zagrosî bi despêkekî xirab despêkir û pstevaniya Nosirwankirin ne berjewendiya Kurdaye. Eger Aso vê weko wefayekî ji siyaseta xweya kevin dike , ev jî ne raste.

Komisyona hilbijartinan yên Lista Kurdistanî îro bi daxwiyaniyekê husyari da lista Nosirwan ku bi cekan xelkê tehditdikin. Kurdsat û GTV îro di nûceyande diyarkirin ku Komisyona cavdêriya Hilbijartinên lista Kurdistan bîroya Silêmaniyê hisyari da Nosîrwan û Layengirên wî ku ji derveyê prensîpên propaganda hilbijartinan tevdigerin. PUKmedia/2009-06-30/20:30:21 Vê êvarê lîjneya serpereştîkirina bangewaziyên hilbijatinê yên Lîsteya Kurdistanî ya parêzgeha Silêmaniyê di heqê xemsariya ku hinek alîgirên lîsteyên beşdar di hilbijartinan de li hemberî Lîsteya Kurdistanî û têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê heye, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya lîjneya serpereştîkirina bangewaziyên hilbijartinê yên Lîsteya Kurdistanî de wiha tê gotin: -Her çend e em dizanin û ji her kesî re, bi taybet jî ji xelkê bajarê Silêmaniyê re aşkere bûye, yek ji lîsteyên beşdar di hilbijartinan de bi awayekî mafê bangewaziyê bi kar tîne, ku aramî û ewlekariya xelkê têk dike û alîgirên lîsteyên din, nezame Lîsteya Kurdistanî nerihet dikin. Lê belê em bi temamê berpirsyariya xwe ya li hemberî xelkê Kurdistanê, bi taybet jî ya li hemberî xelkê bajarê Silêmaniyê, tevaya alîgirên Lîsteya Kurdistanî tewsiye dikin ku, reftar û hewlên alîgirên wê lîsteyê ku guh nade aramî û ewlekariya bajêr û xemsar in li hemberî vê prosesa demokratîk, wan neşêwîne û bi temamî pêbendî aramî û ewlekariya bajarê xwe, tewsiyeyên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan û yasayên wê bin û wek kesên têkder tev negerin. Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, di demekê de ku lîjneya serpereştiyar ya bangewaziyan, komîsyon ji wê yekê haydar kiriye, alîgirên Lîsteya Kurdistanî jî şiyar dike ku agahdar bin, ji berê zêdetir aramiyê biparêzin û pêbendî prensîba bangewaziya şaristanî, tewsiyeyên komîsyon û lîjneya bilind ya Lîsteya Kurdistanî bin.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.