Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 16 May 2009

Pirsa gelê Kurd jiberku siyasiye divê bi şêweyên siyasî jî bête çareserkirin. Ne Dtp û nejî Kck jiberku liesr bingehê çareseriya siyasî ya doza Kurd nehatîne avakirin, ew nikarin vê dozê jî bi metodên siyasî derkevin pêsmerên muhataban jî. Dewlet jî vê dixwazit.

Pirsgirêka Kurd. Birastî, Pirsgirêka gelê Kurd. Pirsa Kurd çawa dê were çareserkirin? Bigotinên qelew û nava wan vale? Yanjî bigotinên akilane û û siyasî û medenî ku mafê gelê Kurd yê xwezayîye bêt çareserkirin?

Aha dabasa doza gelê Kurd evevye. Bi gotinekî din; Axa wî yanî Kurdistan welatê Kurda bêyî îrade û daxwaza wî bi dare zorê û bi tankarî jê hatî standin. Ev doza bi maf dive dîsa biu maf û rêkupêk bête çareserkirin.

Dewletên talanker birêya Partiya Karkerên Kemalîstan(pkk/kck) doza Kurd û dewletbûna wî bi metodên giriftarî û xapandinî, xwastin û armanca Kurd berovajî têxin ber civaka Kurd.

Serokkumarê Tirk Abdulah Gul: Pirsgirêka Kurd li Tirkiye birsgirêka yekemîne, muheqek divê bête çareserkiri“ Cumhurbaşkanı Abdullah Gül'ün, "Kürt meselesi Türkiye'nin birinci meselesidir, mutlaka halledilmelidir" (9.5.09 ji Kumara ek didema vegeranêde bo rojnamevana got).

Çapemeniya Tirk bi zanabun dest bi reklamên Kck kirîne. Qendîl ku liser daxwazên hêza ku îrojî dixwazit ew li wêderê bîmînin û liser kutina Kurdan berjewendiyên xwe pêbêxin dest avêtin direwan. Kck tucara nikare bibe muhatabê doza gelê Kurd. Jiberku ew bixwe hêteza dewletêye û ew mecbure daxwazên hêza kurdkuj biparêze û daxwazên wan bîne bic.

Gutinên Serokkumarê Tirk A.Gul rastiya doza Kurd berçav dike, lê muhatabê wê doze Ne Dtp û nejî kck nikarin çareser bikin. Wekî lijor hatî nivîsîn, daxwazên dtp ji daxwazên Imralî ne cudane û bê îradene.

Diroja emtêde dijîn bêku garantiyekî navdewletî doza Kurd ne mumkune bête çareserkirin dinava destên van dewletên talanker û zordar de. Jiberku dîrokê serpêhatiyên durexî bas nîsa Kurdan daye. Eger biryara civîna Sêvrêsê em negirin jî. Yanî dema mesele ma dinava destên hukumeta osmanlide û duvre Babê Tirka destbixwin Ataturk dîsa Kurd pxapandin.

Imrali di Av.gör. Cavpêketina vê dawiyêde sûçê mezin dixe ser milênserhildana Şêx Seîd. Ku dilxwede Da otonumiyê din Kurda lê Jiber serhildana Şêx Seîd Atatürkê Babê Ocalan mecbur maku vê daxwazê bicih neynein û qebulnekirin ku otonumiyê bidin Kurda. Ew xapandina ku Tirka liser Kurda anî, îro bi ikere Kck/Dtp bi kuletieki serûr Kurdan dixapi^nin bo berjewendiyên dewleta talanker.
Ev gotinên Imrali û Ocalan direwin û ew bixwejî bawernake. Lê jiberku wezîfedarê dewletê û bermayê Ergenekona Terorkare bi ikere serên Kurdên Imralî bê vebir gêjdike û wan ji daxwaza wan didie pa.

Kck jiberku tu daxwazên çareserkirina doza gelê Kurd nine û armanc jî nekirîne, weko xwezayî nikarin pakêta çareseriyê jî danin meydanê. Kurdistan welatê Kurdaye. Yan divê Kurd weko Tirkiye dewleta xwe sazbike yanjî di sîstemekî federalîya berfirehde mafên xwe bistînin. Evan herdu daxwazan ne Kck û nejî Dtp jivan durin.

Eger hêzek dibin kirasê Kurdîde û nave Kurd lixwe kirîbe û dijê muqedesên Kurdistan rawestayîbin bo nimone; “ em ala Kurdistan qebulnakin, em dewletekî Kurdistan jî qebulnakin, em federaliyekî berfireh jî qebulmnakin, em Otonumiyê jî bo Kurd qebulnakin kirîbin di nava mejiyên xwede(kck û dtp kirine diserên xwede), wan mafê muhatabiyê jî nîne û namîne. Tu çi dixwazî bo doza gelê Kurd? Tu çawa dixwazî Kurdistan bibe dewlet? Kurd Milete û vî miletî jî axa xwe heye, erê ev bê çareserî çawa tu dikarî evçen Kurda bixapîni?

Jiberku DTP nikare ji çarçûva Imralî û Qiyada Qendîl derbike, nikare mesela Kurd jî çareserbike ligel Terefê dewletê. Kes bila xewnên direw û demberzekirinê neêxe mejiyê Kurdande. Ma ne Ahmet Türk bu ji çapemeniya Tirkîre ew daxwazên serokê wî Öcalan ji Imralî weku benîst dixe devên wande, dubare nekir? Belê çidibêjit A.Türk ,“Em dijê Ulus dewletê ne“. Kesekî xwediyê zihniyetîkî hole çawadikare bibe muhatabê doza Kurd û daxwaza Federalizmê bo gelê Kurd? Ne mumkune.

Emê didemên pêşde vê bibînin û dîsa ev xapandin vêcarê jî dê dtp liser daxwaza komîta îmralî agên xwe bavêje! Nivîska^ren Kuncikên Rojnameyên Tirka bi zanabun vê tavên meydanê. Lê wa dizan ka Dtp û Ahmet Türk xwediyê çi siyaseta bê bingehin.

Başe kîne muhatabê vê doza xwezayîya Gelê Kurd? Aha ev pirse min zor diêşînit.
Hindek Kurdên dilxwede jixwrere dibêjin siyasetmedar yanjî bo vê meselê serwextin jî Dtp wekî adres nîşandidin bêku bînin bîra xwe kîne lipit Dtp û bo çareseriyê jî herî astengan ew çêdikin.
Îsmaîl Girikî
16.5.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.