Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 6 February 2010

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

STENBOL, 5/2 2010 — Hunermenda operayê Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû "Lorîka Adîloş" de, ko ji Kom Muzîkê derket, helbestên Cigerxwîn, Ahmed Arif û Teymûrê Evdikê bi besteyên muzîsyenên navdar Rahmaninov, Mozart û Verdi re gihandin hev.

Albûma Mizgîn Tahir ko navê xwe ji helbesta Atmed Arif "Adîloş Bebe" girtiye bi navê "Lorîka Adîloş". Ev berhema ko di warê operaya kurdî de tiştekî nû ye, bestekarên naskirî yên dinyayê Rahmaninov, Mozart, Verdi û Puccini digihîne helbestvanên kurd ên wekî Cigerxwin, Ahmed Arif û Teymûrê Evdikê.

***

Pirs: — Tu di derdoreke çawa de mezin bûyî? Te çawa berê xwe da muzîkê?

Mizgîn Tahir: — Ez li Dirbêsiya başûrê biçûk a Sûriyeyê hatim dinyayê. Niha li Serê Kaniyê dijîm. Ez ji malbateke hunermendan im. Ji zaroktiya xwe ve di nav muzîkê de me. Babê min dengbêjekî navdar ê bi navê Necîmê Omer bû. Ji mala me qet muzîk kêm nedibû. Ez bi stran û çîrokan mezin bûm. Stran û çîrokên dengbêjan gelek meraq li ba min çêdikir.

Min stran û çîrokên dengbêjan jiber dikirin. Heta her şev çîrokek ji min re nehata gotin ez ranedizam. Ligel ko min ew çîrok gelek caran bihîstibû dîsa min jê hez dikir û dimane bîra min de. Ji ber ko babê min jî dengbêj bû, ez di nav stranan de mezin bûm. Vê yekê berê min da muzîkê. Heta min xwendegeha navincî qedandî li bajarê Hesekiyê jiyam.

Pirs: — Te çawa opera nas kir û kengê biryar da ko operayê bêjî?

Mizgîn Tahir: — Stran û destanên ko di zarokiya xwe de min guh lê dêrî hişt ko ez bala xwe bidime ser operayê. Hunerê operayê têkildarî destanan û çîrokan e. Opera, helbest e, stran e, çîrok e. Opera nêzîkî hunera oratoryoyê ye û oratoryo bi xwe bingeha operayê ye. Min xwest ez di nav muzîka kurdî de gaveke wisa biavêjim. Min xwest ez stranên kurdî bi operayê bistêrim. Operaya kurdî bikim û vê bi zimanê dayika xwe ji gelê xwe re bikim.

Pirs: — Her kesê dengxweş dibe ko stranan bêje lê ji bo operayê perwerdehiyeke zehmet divê. Tu dikarî hinek behsa vê pêvejoya xwe bikî? Mamosteyên te kî bûn?

Mizgîn Tahir: — Rast e, ji bo hunera operayê perwerdehiyeke dijwar pêwîst e. Min li paytexta Sûriye Şamê du salan perwerdehiya muzîkê girt. Ji sala 1998-ê ve min amadekariya konservatuwarê kir. 2000-ê min dest pê kir û 2005-ê jî min konservatuwara muzîkê qedand. Heft salan min perwerdehiya muzîkê girt. Mamosteyeke min ê konservatuwarê rûs bû, pê re, gelek mamosteyên alman, îtalyan û fransiz jî dihatin konservatuwarê. Em bi hev dixebitîn.

Pirs: — Opera ne muzîkeke popûler e. Kurd jî gelek pê nizanin. Gava te dest pê kir, gelo te qet negot ez ê xerîbiyê bikêşim?

Mizgîn Tahir: — Belê, opera ne muzîkeke popûler e. Opera li tevahiya dinyayê baş nehatiye fêm kirin. Çimkî teknîka operayê cuda ye; divê devê te bimîne beş û deng ji qirikê bê. Ji ber vê jî hunermendê operayê berî ko dest bi strînê bike, jê re notek tê şandin û serhatiya stranê jê re tête gotin û bi slaytekê nîşanî wî didin. Lê min gelek guhê xwe neda van tiştan, ez pirtir bi helbestên gelê xwe yên nêzîkî ruhê xwe ve mijûl bûm. Min ev yek pêk anî. Kom Muzîkê ev projeya me weşand.

Pirs: — Te di albûma xwe helbesta Ahmet Arîf "Adiloş Bebe" jî şîrove kiriye û te ev wek nav li albûma xwe jî kiriye. Gelo ma rîsk nîn e ko te helbesteke ew çend naskirî hilbijartiye? Te çawa biryar da ko "Adîloş Bebe"yê bi operaya kurdî bistrî?

Mizgîn Tahir: — Stran û muzîka xweşik tu carî xwe li tu sînoran ranagire. Min helbestên Ahmed Arif di sala 1993-ê ji wergera Dildar Şeko xwendibûn. Ji nav van helbestan bi taybetî yekê gelek bala min kişandibû, "Adîloş Bebe" û "33 gule". Gava min "Adîloş Bebe" hilbijart min di muzîka Rahmanînov de ruhê wê dît. Ji ber wê min ew hilbijart.

Pirs: — Di albûma te her wiha helbestên Cegerxwîn jî hene. Ew jî di nav kurdan de gelek tê nas kirin. Ez sedema hilbijartina te ya vana meraq dikim?

Mizgîn Tahir: — Albûma “Lorika Adîloş“ ne projeyeke ketober e. Lê rîsk ji bo hunermend gelek girîng e. Operaya Tsawber flüt a Mozart, ji bo teknîka operayê gelek zehmet e. Ji ber vê min xwest bi vê teknîkê bistêrim. Lê min tu helbestên li gorî vê besteyê nedîtin. Min leyîzeke zarokan a kurd dît ew li vê besteyê dihat. Herdu stranên dîtir jî min bi Massenet; helbesta Teymûr Evdikê lê anî û Verdî; bi helbesta Şêro Hindê gelek baniyan. Helbestên Şêro Hindê helbestên nûjen in.

Pirs: — Di albûma xwe ya yekem de te berhemeke baş daye. Gelo Mizgîn Tahir dê di paşerojê de çi bike?

Mizgîn Tahir: — Ez gelek kefxweş im ko niha "Lorîka Adîloş" hatiye weşandin û ez çaverê reaksiyonên guhdaran im. Her wiha ez niha bi Maestro Abdullah Cemal Sagırman, û Mehmûd Berazî re li ser xebatên nû radiwestim. Di dema bêt de ev dê derkevin pêş.

Pirs: — Bo dawiyê tu dixwazî tiştekî bêjî?

Mizgîn Tahir: — Ez, ji bo ko muzîka kurdî bi pêş bikeve dixwazim konservatuwareke kurdî bête ava kirin. Ez gelek dixwazim ko di wê konservatuwarê de beşa operayê jî hebe da ko di muzîka kurdî de em hin gavan ber bi pêşve bavêjin.

PORTRE / MIZGÎN TAHIR

Mizgîn Tahir li Dirbêsiya Binxetê di malbateke hunerî de hate dinyayê. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bû. Lê Mizgînê dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbike.

Wê operay cara ewil di qenalên televîzyonê de guhdarî kir. Pir bala wê dikişand. Piştî ko lîse xwend, dixwest biçe konservatuwarê, lê him ji ber jinîtiyê, hem jî ji ber ko muzîk ne girîng bû mixabin civak ji wê re pir ne alîkar bû. Wê pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend. Du an bi şûn de dest jê berda û sala dawî temam nekir. Lê wexta ko wê dixwend, diçû cem mamosteyeke rûsî bi navê Gelîna. Wê li konservatuwara muzîkê mamostetî dikir û li ber destê xwe Mizgîn ji bo konservatuwarê amade kir.

Di 1999-ê de dest bi konservatuwarê kir û xwendina xwe di amûjgeha mûzîkê ya bilind de, di sala 2004-ê de li Şamê bi dawî kir. Di dengê opêralî de pênc dengê bingehîn hene: dengê Mizgîn Tahir bi xwe du beşî ye, soprano lîrîk û soprano dramatîk e. Mizgîn Tahir heta niha li gelek bajarên mîna Şamê, Silêmaniyê û Amedê konsêr pêşkêş kirine.

-----------------------------------
Nivîskar: Bayram Balci / AKnews

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.