Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 18 July 2009

Duhî êvarê sekreterê giştî yê YNK'ê Mam Celal li binaya Kulturê ya li bajarê Silêmaniyê digel hezaran kesên hewramî civiya ku ji çendîn kesayetî,çîn û pêkhateyên hewramî pêk hatibûn. Çend kesayetiyên navdar bi cihê gotar pêşkeş kirin û soz dan dê deng bi Lîsteya Kurdistanî û Mesûd Barzanî bidin.

Di civînê de kesayetên navdar ên hewramî Cemîl Hewramî,Şêx Ebdulmelîk Neqşîbendî,D. Tahîr Hewramî, lîva Aram Se'dî û berêveberê nahiyeya Biyareyê jî amadebûn.

Mam Celal di civînê de gotarek pêşkeş kir û got:“ Em dixwazin ji bo Hewraman pir tiştî bikin, bo nimûne em difikirin li Biyareyê nexweşxaneyekê çêkin û navçeyeke tûrîstîk ya baş li Hewraman ava bikin.“

Mam Celal got:“ Me bawerî bi demokrasî, azadî û bîr û baweriya cida heye, me ji bo rizgarkirina Kurdistanê bi rûbar xwîn rijtiye, me pişta xwe bi meşrûyeta şoreşgêrane nebest ku bêjin ji ber ku me xwîn rijtiye û şehîd daye,şoreş kiriye û vê rojê aniyê holê , heqê me ye ku em hukimraniyê bikin, belkî me pişt bi xelkê Kurdistanê bestiye ku xelkê Kurdistanê bi azadî nûnerên xwe yên bo parlamentoya Kurdistanê hilbijêre û ew parlamento jî hikûmeteke li gor dilê xelk hilbijêre daku xizmeta xelkê bike. Hêvîdar im wek li we tê çavêrêkirin, li roja hilbijartinan deng bidin û tikaya me jî ew e dengên xwe bidin cenabê kek Mesûd û Lîsteya Kurdistanî.“

Di beşeke din a gotara xwe de got:“ Cihê matmayînê ye ku hin kes pê nexweş be ku PDK û YNK'ê bi hev re bin û hevxebat bin û yek lîste hebin ji bo hilbijartinên li Kurdistanê,kesê ku dilsozê kurd û Kurdistanê bin divê ji vê yekê dilxweş be. Ev birayetî û aramî di berjewendiya herkesî de ye.“
Serok Talebanî wiha dom kir:“ Çima cenabê kek Mesûd? Rast e kak Mesûd zarokê serkirdeyekî me yê mezin e,rast e kek Mesûd ji malbata Barzan e ku yekek in ji şêxên terîqeta neqşîbendî, rast e kek Mesûd zarokê Barzan e ku di çend salên borî de dihan car şewitiye ,hatiye wêran kirin û hezaran şehîd daye lê ne ku tenê ji ber van sedeman divê em dengê xwe bidin Lîsteya Kurdistanî û Mesûd Barzanî,belkî ji ber wê çendê ye jî ku kesekî bihêz û karîn e û dikare serokatiya herêmê bike, ji zaroktiya xwe pêşmerge ye û li Iraq,Kurdistan,Rojhilat,Ewropa,Amerîka û Asyayê kesekî navdar û naskirî ye, lewra divê em hemû dengê xwe bidin Mesûd Barzanî bidin.“
PUKmedia

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.