Ana içeriğe atla
Submitted by Rêvebir on 3 March 2011

Hevpeyvîn : Seyîdxan Kurij
Derbarê îdiayên dawî yên ku dibejin Sekreterê PSKê yê kevn Kemal Burkay dê vegerê Tirkiyê, Rûdawê xwe gihand Kemal Burkay
Derbarê îdiayên dawî yên ku dibejin Sekreterê PSKê yê kevn Kemal Burkay dê vegerê Tirkiyê, Rûdawê xwe gihand Kemal Burkay. Burkay behsa pêşveçûnên dawî li Tirkiyê û di meseleya pirsa Kurd de kir û destnîşan kir ku gelek kesên din jî êdî vedigerin Tirkiyê, ew êdî çima venegerê?
Rûdaw: Di van rojên dawî de di çapameniyê de tê îdia kirin ku we gotiye hûn ê piştî hilbijartinê vegerin Tirkiyê. Gelo astengên zagonî li ber çûyîna siyasetmedarên Kurd ên ku di rewşa we dane, hatine rakirin?
Kemal Burkay:Gelek kesên ku piştî 12 Îlonê ji ber sedemên siyasî derketibûn derveyî welat, rêvebirên gelek partiyan jî di nav de, vegeriyan welat, yan jî dikarin bi serbestî biçin û bên. Di nav wan de gelek hevalên min jî hene, ji ber ku me sîleh bi kar neaniye û kar û xebata xwe bi rêyên aştîxwazane kiriye. Heta doh hildana navê Kurdan qedexe bû, îro pirsa Kurd li her derê bi serbestî tê guftûgokirin, êdî li welat jî gelek saziyên Kurdan hene. Heta partiyek mîna HAK-PAR’ê ku ji bo Kurdan federasyonê dixwaze heye. Televîzyoneke dewletê seranserî rojê bi kurdî weşanê dike. Mesajên min bi xwe di gelek kovar, rojname û televîzyonan de bi serbestî tên weşandin. Divê mirov van guhartinan bibîne.Serokwezîr Erdogan salek berê got ’Burkay dikare vegere, asteng tune’. Wezîrê hundur Beşîr Atalay jî telefonî min kir û pirsî ’çima venagerî?’�Her wiha jî got ku ji bo vegera min ti asteng tune. Vêca ez çima venegerim?Vaye ji 30 salî zêdetir e li derveyî welat im û ji bo kêfê ji welatê xwe derneketime. Ger ji bo vegerê rewşeke wiha heye, çima venegerim?
Helbet pirsa Kurd hîn çareser nebûye û kar û xebat û têkoşîn berdewam e. Lê dixwazim êdî li welat bim û li wir pişt bidim berxwedana gelê xwe, berxwedana ji bo azadî û demokratiyê. Ger rîsk hebe jî, ne tenê ji bo min e, ji bo her kesî ye.

Rûdaw: Hûn ê çima piştî hilbijartinan biçin? Gelo ger hûn berê hilbijartinan biçin û ji bo partiyeke nêzîkî xwe xebat bikin, baştir nabe?

Karên min ên berdest hene ku divê xilas bikim, bi taybetî karên bîranînên xwe (cild 3 û 4), divê berî vegerê temam bikim. Ez dikarim di derheqê hilbijartinê de bîr û baweriyên xwe li derveyî welat jî bînim ziman.
“Dibe ku niyeta AKPê bikaranîna me be, lê ez û Şivan em ne zarok in“

Rûdaw: Hin nivîskar û siyasetmedarên Kurd di van rojan de dinivîsin ku AKP bi polîtîkvan û rewşenbîrên Kurd, û bi taybetî bi we û Şivan Perwer re, dikeve pêwendiyê ku we ji bo polîtîkaya xwe, ji bo qelskirina siyaseta Kurdan bikar bîne?

Dibe ku niyeteke wiha ya AKP’ê hebe, lê ez û Şivan jî em ne zarok in, jiyana me û kar û xebata me, berhemên me li meydanê ne. Çi li hundirî welat, çi li derveyî welat, em ji xwe bawer in. Yên ku siyaseta xwe gor daxwaza dewlet û hikûmeta Tirk qels kirine û dikin ne em in û bila raya giştî ya Kurd ji bo me dilrehet be.

Rûdaw: Ji ber ku Şivan dixwest derkeve TRT-6, ew rastî êrîşan hat, hûn vê çawa dinirxînin?

Ev êrîş neheqiyeke mezin e. Şivan hunermend e û dikare stranên xwe li her derê bêje. Ew stranên kurdî ne û TRT-6 jî bi kurdî weşanê dike. Gelek hunermend û rewşenbîrên Kurd îro di TRT-6’ê de bernameyan çêdikin, ev xizmeteke mezin e ji çand û zimanê kurdî re.

Rûdaw: Hûn jî derketin TRT-6’ê, gelo derketina wê televizyonê çima ewqas dibe pirsgirêk?

Belê ev cara duyemîn e ku ez derdikevim TRT-6’ê. Herdu hevdîtin jî li Stokholmê çêbûn. Min di van herdu bernameyan de bîrûbaweriya xwe li ser zimanê kurdî û li ser siyasetê got. Çima nebêjim? Rojname û televîzyonên bi zimanê tirkî jî bi dehan caran bi min re reportaj çêkirine û weşandine. Ma ev gunekarî ye? Çi dibêjim ew giring e û di vî warî de serbilind im, min ti car li gelê xwe û bîr û baweriyên xwe bêbextî nekiriye, lê yê ku ji van tiştan aciz dibin ne dilpak in. Çavê wan pê ranabe ku li dervayî wan deng hebe, naxwazin rastî bên eşkerekirin, ev jî ne çîroka îro ye, ya salan e.

Rûdaw: Dîsa di çapemeniyê de tê behskirin ku AKP’ê xwestiye hûn ji bo TRT-6’ê şêwirmendiyê bikin? Ji bo we teklîfek wiha hatiye?

Ev gotinên wiha derew in, teklîfek wiha ji min re nehatiye û ez jî ne li benda tiştekî wiha me.
Rûdaw: Hûn ê biçin welat, hûnê bi giranî çi bikin?

Karê ku îro li derveyî welat dikim, li hundir jî bi giranî ez ê wî karî bikim. Binivîsim û bîrûbaweriyên xwe bêjim.

Rûdaw: Hin ajansên nûçeyan û medya çima di derheqa we de her tim nûçeyên derew belav dikin?
Burkay: Ew jî metodekî şer e ji bo wan. Xuya ye ji dîtinên min û yê wan ne yek e, li hev nayê û ji siyaseta min hez nakin. Lê yên ku di derheqê min da nûçeyên derew belav dikin, xuya ye bi ditinên xwe û sîyaseta xwe ne bawer in. Her usa jî, yê ku vî karî dike ne tenê medyaya Tirk ya di bin qontrola dewletê da ye, lê mixabin hin medyaya kurdên me jî bi salan e vê metodê bi kar tîne. Herhal di vî warî da mesleheta wan yek e...
Not: ew hevpeyvîn hejmara 84 (25ê Sibatê 2011) Rûdavê çapa Ewropayê da hatîye weşandin.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.