Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 24 May 2009

Bonn – Çalakvanên mafên jinan, lêkolîner û siyasetvanên jin ji bo demokrasiya navbera jin û mêran nîqaş bikin, komdibin. Ji bo vê yekê li Almanya li Bajarê Koln'ê di roja 30ê Gulan'ê de ’'Konferansa Ji Bo Demokrasiya Navbera Jin û Mêran'' tê lidarxistin. Di konferansê de ji çar perçeyên Kurdistan'e û ji dîasporayê jinên Kurd yên pispor wek axaftvan beşdar dibin.

Konferans ji alî Navenda Lêkolînên Kurdî-Almanî (NAVEND) û Platforma Jinên Kurd roja şemiyê, li Bajarê Koln'ê li Salona Internationales Zentrum Caritas tê birêvebirin.

Di konferansê de wê pispor û çalakvanên mafên jinan, mijara demokrasiya navbera jin û mêran binirxîn.

Li gor bernamê wê berpirsa Navend'ê Berîvan Aymaz di vekirina konferansê de, di derbarê ’Rewşa Taybetî ya Jinên Kurd li Dîaspora'yê' gotarekî pêşkeşbike.

Ji Bakûrê Kurdistan'ê Çalakvana Mafê Jinan Gülmay Ertunç, ku ji Bajarê Wan'ê tevlî konferansê dibe, wê bi sernavê, ’'Xebata Jinên Kurd li Bakûrê Kurdistanê: Stratejî, Hêz û Astengiyên Wan'' semînarekî bide.

Ji Bajarê Genevre'ya Swîsre Malouk Caferi, wê di derbarê rewşa jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistan'ê raporekî peşkeş bike.

Li gor bernama konferansê Berpirsê Komela Alîkariyê WADİ Arvid Vorman wê proje û kampanyayên WADI li Başûrê Kurdistan'ê bîne ziman û di derbarê rewşa jinan de, dane û encamên xebata saziya xwe binirxîne.

Di rêza dawîn ya axaftinên konferansê de Sema Güçlü ji Bajarê Hamburg'a Almanya wê li ser pêwîstiya serxwebûna rêxistinên jinên Kurd gotara xwe peşkeş bike.

Demokrasiya Navbera Jin û Mêran Xeyal e?

Piştî konferansê wê êvarê panalekî jî bê lidarxistin. Beşdarên panele wê di nîqaşan de bersîva ’'Gelo demokrasiya navbera jin û mêran tenê xeyal e?'' bidin.

Di panelê de ji İzmir'ê (Tirkiye) Sevgi Alpsen Binbir, ji Munchen'ê (Almanya) Gülseren Demirel, ji Düsseldorf'ê (Almanya) Cinur Ghaderi, ji Frankfurt'ê (Almanya) Parvaneh Ghorishi, ji Langenhagen'ê (Almanya) Ferha Khalil û ji Silêmanî (Başûrê Kurdistan'ê) Hatice Yaşar (Xecê) wê biaxifin. Konferans û panel wê ji alî Berîvan Aymaz û Jomana Cuma ve bê birêvebirin.

Ji rêxerên vê çalakiyê, Platforma Jinên Kurd di heman demê de wê salvegera platforma xwe jî pîroz bike. Çend înîsiyatifên jinan ji sala 1984an virve di bin navê Platforma Jinên Kurd de salene 3 rojan komdibin. Komcivînên platformê hersal li bajarekî cuda yê Awrûpa tên lidarxistin.

Navenda Lêkolînên Kurd-Alman (Navend) jî di sala 1992an li Bajarê Bonn'ê hatiye damezirandin. Navend ji dema damezrandinê û virve bi taybetî li ser rewşa Kurdên Almanya û entegrasyona wan ya li gel civaka Alman gelek xebatên akademîk meşandiye. Navend ji dû salan vir ve jî di derbarê jinên Kurd de tevlî saziyên Alman projeyekî dimeşîne.

Konferans katjimêr 16.00an de li ''Salona Internationales Zentrum Caritas ya Stolze Str. 1a'' de wê bê lidarxistin.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.