Ana içeriğe atla
Submitted by Aso Zagrosi.. on 26 June 2009

Min ji bo xwe dinyayek piçûk avakiriye. Wê dema derdên min giran û zêde dibin, wê dema xemên min radibin li ser pîyan, wê dema bîna min teng dibe, wê dema bê hevîtî tê ber derê min, wê dema ez li kesekî an nasekî diqehirim, wê dema ez....... yekser diçim li wê derê.
Ew dinyaya min e..
Ew gêtîya min e...
Ew welatê min e..
Ew evîna min e...
Heke derfeta min hebe ez ê jiyana xwe heta dawîyê li wir derbazbikim.
Li wir bîna min fire dibe, li wir wext çawa derbaz dibe qet fem nakim..
Wê dema ez diçim wir yekser Ahmedê Xanî silava min dike..
Erê Ahmedê Xanî xwe na tabloya wî pêşwazîya min dike..
Min ev tabloya pêş çend salan kirî...
Nêzîkî du hezar dolaran..
Ev tabloya a hunermendekî bi nav û deng e Kurd e..
Wê dema min got ez dixwazim vê tabloyê bikirim.. Dûr û dirêj bala xwe da min û got “bibe....“
Min got: “Na... na ez dixwazim bikirim“..
Min dizanibû ew ji bilî hunerê “kêrî qet tiştekî“ naye..
Ew jiyana xwe a rojan e di hejarîyê de bi hunera xwe dimeşîne..
Gelle Kurdên me ji bo wî “dîn“ dibêjin.
Di dawîyê de em li ser 2000 dolaran rêkketin. Min beşek ji wî dirawî ji hinek hevalên xwe qerz kiribû.. Car û bar min dibîhist an jî dihat li ber goyên min, ku nasên min li tabloya min henekan dikin..
Wê dema min ev yeka hanê dibîhist ez yekser diçûm li cem Ahmedê Xanî...
Min dûr û dirêj wî dinerî, di dawîyê de min destpêdikir an pêşgotina Mem û Zinê an Nubaran Piçukan an jî ew dîwana helbestan a wî li Duhokê hatiye çapkirin, dixwend..
Wê dema sibê zû radibim û Ahmedê Xanî dibînim bi “Soranî“ dibêjim “Beyanî baş Mamoste!!!!“..
Wê dema ez êvarê têm yekser “êvarbaş mamoste“ dibêjim..
Car û bar hinek kesên biyanî tên mala me.. Wê dema ew dikevin li malê yekser Ahmedê Xanî dibînin.
Û dipirsin “ev kîye?“
Bersiva min gellek kurt e..
Car car ez dibêjim “ew bavê min e...“ an jî bapîrê min e..
Lê hewsera min ranaweste..
Yekser destpêdike “na... na ew Ahmedê Xanî ye, helbestwan û feylosofê Kurd e, pêş çendîn sed salan jiyaye......“
Wisa Ahmedê Xanî yek ji endamên mala meye... Herkesekî derîya mala me vebike, wî jî nasdike..
Berî me ew herkesî silav dike..
Car û bar mêvanên me tên em destpêdikin bi zimanê Tirkî qisedikin..
Ez dibînim Ahmedê Xanî acizbûye û turebuye....
Tê bibêjî tabloya wî hatiye zimên û dibêje: “hûn şerm nakin malxirabno zimanê neyarê xwe diaxivin“....
Û dema xwe tîne bîra me... Çawa li dijî “zimanê pîroz“ ê Kuranê rawestîyaye, çawa zimanê şêrîn ê Kurdî karanîye û çawa jibo vê yekê ji alîyên Kurdên olperest ve hatiye tawanbarkirin...
Wê dema mirov van gotinên wî dihîze şerm dike, fedî dike....
Li jêr tabloya Ahmedê Xanî de min hezaran pirtukê Kurdî komkirine..
Ew dema ez pirtukek Kurdî a nû dibim malê ew kêfxweş dibe û dikene...
Gellek kes niha min bawernakin...
Heke hûn min bawernakin destpêbikin berhemên Ahmedê Xanî bixwinin..
Hûnê jî weki mamosteyê Kurên Bedirxan, helbestvanê mezin Hacî Qadrî Koyî bibêjin “Nirxê van berheman bizanin......“

Şevbaş...
Şevbaş evîndarên wêjeya Kurdî,
Şevbaş Kurdevînon...

Aso Zagrosi

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.