Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 July 2008

[center][i]Di 19'emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de[/i]
[b]GREVEKE GIŞTÎ LI ROHILATÊ KURDISTANÊ[/b]

[img]http://img385.imageshack.us/img385/3604/azadkurdiek1.jpg[/img]
[b]Azad Kurdî[/b][/center]

Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bona rêzgirtin ji yad û bibîranîna 19'hemîn salvegera Şehîd û terorkirina Dr. Qasimloyê rêber û hevalên wî, gireveke giresyî û berfireh a nerazîbûnê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê lidar xistin. Heta bi vî awayî kerb, nifret û nerazîbûna xwe ji vê kiryara terorîstî a rayedarên rejîma Komara Îslamî a Îranê bona Şehîdkirina rêberê gelê Kurd, Dr. Qasimlo û kekê Ebdula Qadirî Azer di sala 1989'an bidin xuyakirin.

Armanca bingehîn a vê girevê eva bû ku li jor me bas kir, ji ber ku gelê Kurd xwast ku çalakiya xwe bi awayê liv û tevgereke aştiyane û sivîl bimeşîne û bê bedeldayîn û xwînrijandin bihê rêve biçe. Çunkî di salên borî de, her tevger û çalakiyeke Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi tund û tûjî û zext û zorê hatiye bersivdan û dehan kes ji ber wan liv û çalakiyên aştiyane û meşên nerazîbûnê hatine Şehîdkirin û sedan kes hatin birîndarkirin û girtin.

Gireva han a nerazîbûnê li ser bangewaza PDKÎ hate meşandin. Vê partiyê daxwaz ji gelê Kurd kiribû ku bi vê hencetê bi meşandina çend liv û tevgerên aştiyane û sivîl, Şehîdên Viyenê ên sala 1989'an bibîr bînin û siyasetên terorîstane ên rejîma Komara Îslmaî şermezar bikin.

Lewra roja şemî 22'ê Pûşpera sala 1387'an a Rojî, hevberî 12'ê Tîrmeha 2008'an, bi hinceta 19'hemîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û hevalên wî, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gireveke giştî hate meşandin û li bajarên Urmiye, Mehabad, Seqiz, Bokan, Şino, Nexede, Pîranşar û wd... dikan û bazar bi tevahî hatin daxistin û girêdan û hatin û çûn li gundan ji bo bajaran bi tevahî hate sekinandin. Li tevahiya bajarên din ên Kurdistanê jî heta radeyeke xuya û berçav dikan û bazar hatine daxistin.

Ji bilî vê çalakiya girseyî û mezin, her vê rojê û bi wê hencetê, seet 22'ê şevê bi dema Rojhilatê Kurdistanê, piraniya xelkê Kurdistanê çirayên mal û cihên karê bo dema 3 deqîqeyan temirandin û bi vî awayî wefadariya xwe bi Dr. Qasimlo û bersiva erênî a xwe ji bo PDK Îranê xuya kirin. Her wiha êvariya wê rojê xelk li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi kincên Kurdî hatin ser rê û şeqaman.

Hêzên Ewlekarî û leşkerî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê gellek hewl dan ku b tirsandina xelkê û gefxwarin ji gel, pêşgîriyê ji vê çalakî û gireva giştî a gelê Kurd bigirin, wan îcazenameya hemû dikandaran ji wan standibûn û bi xwe re biribûn û gef ji wan xwaribûn ku her dikandarek roja 22'ê Pûşperê, salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, dikanên xwe neveke, em dê derfata karkirina qanûnî, zagonî ji wan bistînin. Lê bi wan gef û hereşeyane û gellek yên din, xelkê biwêr û emegnas yê Kurdistanê guh û bala xwe neda rejîmê û bi girseyî û berfireh ew girev lidarxist. Di wêneyên bi vî nûçeyî re rastiya han tê xuyakirin.

Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte hatibû ragihandin û li bajarên din ên Îranê hêz ji bo bajarên Kurdistanê hatibû anîn, lê gelê Kurd hêcet û mihana serkut û tund û tûjiyê neda destê wan û gireva han bi awayekî berfireh û girseyî hte lidarxistin û Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin bibîranîn.

[b]Agirî & Zarathustra News [/b]

[b]* * *[/b]

[img]http://img383.imageshack.us/img383/4964/rojhilatakurdistan1ww5.jpg[/img

[img]http://www.geting.se/image.php/113252-rojhilate%20Kurdistane2.jpg[/img]

[img]http://www.geting.se/image.php/113256-Rojhilate%20Kurdistane3.jpg[/img]

[b]SERBESTÎ[/b]
http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=522

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.