Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 11 August 2009

Teqrîben nezîkî salekeye li Tirkîya bi zmanekî tûj li ser dîrok û leşkerê Tirkîya tê mineqeşekirin. Her yek alîkîva dikolî, her nalbendik alîyê xwe va reşdike. Di nava vê mij û dumanêda du taife xwe baş didin dîyarkirin. Ya kû dewlet û leşkerê xwe bê şert diparêze û ya kû, bi nîv dilî le ser daxwezîya hinek qwetên xerîb çen gavên mezin (hun bêjin gavên piçuk) pêşva davêje. Heta naha gor gotinên wan sê pelên mezin hilhatin û gelek mîrovên sîvîl, leşker, polez ued.weku endamên rêxiraba Ergenekonê hatin girtin, derheqa wanda glîkarê dewletê hezaran rupel glîname nîvîsandin. Li ser wan glînaman him sîyasetmedarên Tirkîyayê, him jî yên Kurdistanê dîtin û lekolînên xwe neşîrkirin. Gor taqeta xwe min ji wan hinek xwendin û çavekî din lê nerîm. Min dît kû piranîya wan ji rusipîyên dewletê, heqî û adaletê dixwezin. Hevîya wan ewe ku, rusipîyên dewletê wan mahkeme bikin û derheqa wanda biryarên rast bigirin, cezayên wan bidin wan û avek sar li ser dilê gelê Kurdistan, Anatolîa û Tr
akyada berdin.. Bawerîya min ewe ku li vir tiştek tê bîrkirin; heqî bi du rusîpîyên puç yên dewleta dagirker pêknayê. Hozan mezin Edîp Çelîk naha jîyana xwe bidomîya, biqîrîya û bigota: „ez adaletê naxwezim ji supintîyên dewleta dagirker“. Erê ez adaletê naxwezim ji du rusipîyên supintî yên Kemalîst.

Ji bo çi ew rasteyetî wusaye:

1-Di nava dewleta Tirkda (tenya navê xwe Tirke, rasteyetîyêda bi xwe ji Tirkan jî dure) hezên tarî tunin, dewlet ji roja damezrandina xwe heta naha, bi xwe hezekî tarîye, ji serî heta binî tarîyê. Dewlet bi xwe leşkere, yên sîvîl heta naha qeşmerên dewletêne, bê zanîn û daxwezîyên wan ew nikarin ji cîhe xwe bilivin. Merxasîya Erdogan jî di nava vê çarçovêdaye. Dîsajî pewîste Kurd pişgirtîya merxasîya Erdogan bikin.

2-Pêşvaçun û aktîfbuna glîkarên dewleta Tirk li diji hinek kuştdar, diz, rişwetxwar, serserî û sosreteyên dewletê ne ji bi dile û nejî li ser daxwezîya wane. Hinekan ew daxwezî ji wanra dîkte kirin, ew ji bê dil vî karî dikin. Dilê wanda esasî xwîn diçe.

3-Ew sê pelên ku dijî Ergenekonê organîze hatine hilatin bona xilaskirina dewleta Tirkin, ew bi vî karî dixwezin serê çend kesan bixwin, hemu kirinên qîrej bikin suyê wan û dewleta xwe pîr û pak bidin alîkî.

4-Di nava glînameda pazila azadberdana kesên ku hatine girtin serîda veşartîye, logîka glîname li ser hevqelibendina rastî û nerastîyê hatîye avakirin. Avokatikî bê tecrube asan bikare bi nerastîyên ku glînamêda vêşartîne, temamîya glînamê puçbike û kuştdaran weku qehremanên nu azad bike.

5-Dewleta tarî bo diwaroja xwe li ser eleqetên xwe yên nava Kurdan zede mijul nebe û mecalê bona lekolînan heta sînorekî bide.

6-Bi eşkerebuna hinek dokument û eleqetan dewleta Tirk zedetirin bikeve hemeza hinek hezên xerîb, ew li ser suyê wan weku şurê demoqles her tim bimînin.

7-Bîr û bawerîya xelkê Trakya, Anatolîa û parekî gelê Kurdistan ji dewleta Tirk zedetirîn kem be, rexbeta dewletê nemîne.

8-Struktur, dîrok û kultura Dewleta Tirk; bona reorganîzekirinek nu, nikarin mecal bidin.

Ji ber vê pêwîste Kurd bona çaresekirina problema xwe, xwe amadebikin, di diwarojda bona qwilên me, ew nikarin ji mera binin derman. Tekçuna Şahê Îranê û rejîma Sadam ya Iraqê bînin bîra xwe, tekçuna hinek dewletên Bloka Rojhilatê û Dewleta Arnawutan bînin bîra xwe. Kurdên me, Sîyasetmedarên Tirk nikarin Dewleta Tirk bi hinek reforman rizgarbikin û jîyana we dirêjbikin. Bi nemana Bloka Rojhilatê û Rojava, hebuna Dewleta Tirk kir bê mane. Berbirsîyarîya wan vî katî da qe tu quwetek naxweze hilde serê milin xwe. Yekîtîya Dewletên Emerîka û Yekitîya Ewropa wan bi vî şiklî qebul nakin. Dawîya wan nezîke xwe her alî va amade bikin .

Bîşar Norşîn

10.07.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.