Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 28 June 2009

Di berwara 30'ê Gulanê de Platforma Jinên Kurd û Navend ji bo Lêkolînên Kurdî bi hevre li bajarê Koln'ê li Almanya civînek bi navnîşana Demokrasiya di Navbera Regezan de rêxistin.

Herçiqas Navend û Platforma Jinên Kurd berya lidarxistina civînê bi mehan di bangewaziya xwe de ragehandibûn, ku deriyên civînê ji bo hatina zilaman jî vekirî ye, lêbelê dîsa jî beşdarên civînê bi piranî jin bûn.

Piraniya zilamên ku tevlî civînê bibûn yan rojnamevan, yan jî hevjînê wan jinan bûn, ku beşdarî civînê bibûn. Ya rastir piraniya wan zilaman hilgirê van herdû taybetmendiyan bûn. Wate zilamên rojnamevan/mêr....

Bi kurtî jiber kêmasiya hijmara wan, mirov dikarî bi tiliyan wan bijmêrê.

Di kûlîsan de ger derfet dîtiban bahsa çîrokên xwe dikirin.

Wek herkesî, heryek ji wan jî çîrokeka wî hebû. Bêwextî û tijîbûna rojeva civînê rêgir bûn li pêşiya axaftina zêde.

Jixwe gelek sohbet bi nîvî man.

Di rastî de eger hijmara zilaman di civînekî de kêm be, wê demê tolazîkirin ji bo wan hêsan e û zêde berçavan nakeve. Jixwe hijmara zilaman di civîna Koln'ê de kêm bû , eger xwesteka wan ya tolazîkirinê jî hebwaya wê wek Keçelhenek di naverastê de xwiya ban.

Pêkhata vê civîne, civînên zilaman bi bîra min hênan, ku hijmara jinan di nav wan de kêm e. Ev civîn ji min re wek mizgîniya guhartina dewranê hat.

Di roja 30'ê Gulanê de bi navê rêkxerên civînê Berîvan Aymaz bixêrhatina mihvanan kir û derbarê wan jinên ku jiyana xwe li Almanya dibine ser axaftinek pêşkêşkir. Cudayî zilamê bi navê Arvid Vormann, ku ji Rêxistina Wadî ya Almanî ji bo civînê hatibû vexwandin, yên din ku axaftin pêşkêşkirin hemû jinên Kurd bûn.

Derbarê çalakiyên jinan li Kurdistan'ê Gulmay Ertunç, sebaret rewşa jinên Kurd li Rojhilatê Kurdisatnê Malûk Caferî, derbarê pêwîstiya hebûna rêxistinên xweyî yên jinan Sema Letîfe Guçlu û derbarê xebatên Rêxistina Wadî li Başûrê Kurdistan'ê Arvid Vormann axaftina xwe pêşkêş kirin.

Piştî axaftinan bi beşdariya her yek ji Cînûr Ghadirî, Pervaneh Ghorishî, Hatice Yaşar (Xecê), Gülseren Demirel, Ferha Xelîl û Sevgi Alpsen mêzgirtek hat lidarxistin.

Beşdarvanên mêzgirtê li ser çanda Kurdî, Kurd û entegrasyon, demokrasiya di navbera regezan de, çalakî û pirsgirêkên jinan di warên cuda de gengeşe kirin.

Wergerandina axaftin û gengeşiyan bi giştî ji Almanî- Kurdî , Kurdî – Almanî û Almanî- Tirkî ji alî Jomana Djoumma û Berîvan Aymaz ve hat kirin.

Wergerandina ku van herdû hevalan kirî bi kurtî mirov dikare bêjê wergerandineka mukemel bû.

Ew jinên ku ji bo civînê hatibûn vexwandin her hemû di warê xwe de mirovên şehreza bûn.

Lêbelê jiber tengasiya wext herhemû neçar man axaftin û bersivên xwe bi kurtî bînin ziman.

Ji bo ku zêdetir balkêş biwaya, xweziya maweya gengeşeyan dirêjtir ba û derfeta ramandin liser pirsgirêkan baştir ba.

Zilamên me heyanî dawiya civînê di cihê xwe de bêdeng bêdeng rûniştibûn.

Kesekî ji wan destê xwe bilind nekir pirsekî bike yan jî nêrîneka xwe bîne ziman. Cara yekem e ku ez zilamên me di vî halî de bibînim.

Yanî halek bi serê zilamên me de hatibû.

Di hemû civênê de cudayî 2-3 jinan hîç kes bi tirkî ne axifî.

Axftin hemû yan bi Kurdî yan jî bi Almanî bûn.

Hindek ji beşdarvanan nerazîbûna xwe li hember axftina bi zimanê tirkî dan nîşandan. Ez bawer dikim hindekî jî di binya vê kardaneweya (reaksiyon) hişk de bandora wî fîlmê vîdeoyî ku ji Wan'ê hênabûn û têde peykerê Atatürk, ala Tirk û dîmenên zarokên Kurdan dema stranên Tirkî dibêjin hebû.

Di encam de xaleka hevbeş hat dîtin.

Hestiyariya diyaspora Kurdan eger bi cûrên cuda jî be hat derê.

Xwiya ye ku emê di pêvajoyên pêşiya me de gelek reaksiyonên wiha bibhîzin.

Di vê civînê de Serokê Navend'ê Metin İncesu namûsa zilaman rizgar kir.

Ez jiberê ve Metin nas dikim. Ez başdarî dehan civînên navendê bûme. Min nedît ku Metin zêde kar dike.

Lêbelê di roja 30'ê Gulanê de, Serokê Nawend'ê Metin İncesu di civînê de bê navber xebitî. Wî wê rojê soz dabû ku kar bike. Ew bû rêgir lê pêşiya talankirina berqûta (bufe) sar ji alî jinan ve, ji hemû beşdarvanan re di yek wextî de û bi rêzê xwarin misoger kir.

Jiber ku kesek liber meze ya sar ne westiya bû, şiv yan jî hesik di destê kesekî de nebû hijmar ji 100 kesî gihişt 200 kesî û rêz dirêj û dirêjtir dibû.

Di encam de yên ku li dawiyê man destê wan vala ma.

Di rewşên wiha de westan li pey hev di rêzê de, bêdadî û ne wekhevî ye. Di rewşên wiha de eger kesek nehatibe diyarkirin ji bo belavkirina xwarinê, ya baş ew e di şûna rêzkirina beşdarvanan di rêzê de, herkes wek maratonê di kêleka hev de biwestê.

Min bahsa wekheviyê kir. Di dema mêzgirtê de, Jomana Djoumma hemû carê ji Almanî "Geschlechter Demkratie" dikir "Demokrasiya di navbera jin û mêran de" dema werdigerand ji bo Kurdî.

Liser vê yekê Xecê bi axftin hat û got:" Ev pir dirêj e, tenê bêje Demokrasiya Regezan.“

Di vê navberê de Jomana Djoumma dîsa heman gotina Almanî her wek demokrasiya di navbera jin û mêran de werdigerand Kurdî û dema gotina Xecê dihat bîra wê, daxwaza lêborînê dikir û digot:" Demokrasiya Regezan.“

Wata rêza gender jî bi qasî rêza xwarinê dirêj bû.

Wek encam, civîna hevbaş ya bi navê "Demokrasiya Regezan" ku Platorma Jinên Kurd û Navend ji bo Lêkolînên Kurdî saz kir, gelekî baş derbas bû.

Rêkxer, yên ku axaftin pêşkêş kirin û beşdarvanên civînê jin bûn.

Ez bi encamên civînê şad û keyfxweş bûm.

Helwesta piraniya wan kesên ku tevlî civînê jî bibûn bi vî rengî bû. Biqasî ku em dizanin, Platforma Jinên Kurd ne toreka rêxistinê ye.

Ne komîteya navendî, ne jî polîtburo ya wan heye.

Ne programekî nivîskî, ne jî destûrnameya wan heye.

Lêbelê qanûneka wan ya nenivîskî heye ku bi kar e û wan bi hev ve dide girêdan.

15 sal e di rêbaza xwe de berdewam in. Hercarê kesekî bi dilê xwe, xwe pêşniyaz dike ji bo rêxistina civîna sala bê.

Jixwe Platforma Jinên Kurd zemîna xebata bi dil e.

Piştî civîna 30'ê Gulanê bi du rojan, jinan dûr ji çavê zilaman civîna xwe girêdan. Civîna wan bi dawî bû. Ew şûnê ku civîna xwe ya taybet lê girêdan û lê dixewtin şûnê rahîbeyan bû.

Zilam nedikarîn derbas bin.

Yek ji hevalên zilam ji bo zarokê xwe diçe şûnê rahîbeyan femînîst, lêbelê nikare wê wêrekiyê bide nîşandan û derbasî hindir bibe.

Ev hinekî jî wek wê yekê ye, ku jin wê cesaretê di xwe de bibînin û nikaribin derbasî nav çayxaneya zilaman bibin.

Di vê navberê de, mana femînîstên me di wargehê rahîbeyan de hişt gelek tiştên seyr di mejiyê min re derbas bibin.

Eger femînîstên me rahîbeyan ji rê derxin?

Wê demê wê keşe piştevaniya me bikin!!!

Ev tenha nêrînên kesekî çavdêr e.

Wê hevalên din jî vê mijarê binirxînin. Kurdsat û Kurdistan TV jî li wir bûn.

Di encam de 15. salvegera damezirandina Platforma Jinên Kurd pîroz dikim. Spas ji bo piştevaniya Navend'ê ji bo wan di 15. salvegera damezirandina wan de.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.