Ana içeriğe atla
Submitted by Bîşar Norşîn on 13 July 2009

Dewletên ku xwedî dîroka demokrasîyê û mafê mîrovan ninin, li gelek hevçune. Bi manupulasîyona reya gelemberî û xapandina gel, di her gavekêda daf û kamên tên danîn, çavên gel tên girtin, xelk bi xeber û armancên valava tê pelişandin. Komara Tirkîyê jî xwedî dîrokik wusaye. Qezîyek di zmanê Tirkî da te paşhevdan: „hemu diçin Mersînê hun diçin tersînê“ Mersîn di başura Anatolîyayê bajarekî nav û denge û xwedî lîmanik mezine. Ango bi vê paşhevdana qiseyê, tê serê zman ku; hemu berê xwe didin Mersîne û diçin we dere, hun ji di regayek şaş ya tersva diçin. Naha gelê Anatolyayê ne boku xwe dixweze, ew bi zorê hîle û xapandinê regayek tersda tê birin.

Di rojên dawîyêda medîya Tirk (ew bi navê Tirkana feqet xizmeta Tirkanda jî nîne) dîsa bi hostatîyek mezin xelkê xwe xapand. Çend rojan berîpêş ji Erebîstana Suudî, ji malbenda Monakirên Suudî grubek bona tatîla xwe hate Tirkîyayê. Rojnemanê wan, hun bêjin paparazoyên wan ji durava çend fotografên wan girtin û çapkirin, çawa ew nîv tazî ketine behrê. Li Erebîstana Suud xwe girtin, hêram û çarşev, li „Tirkîyaya demokratîk“ nîv tazî ketina behrê. Bi vê xebere wan „systema şariatê a gemar û systema demokratîk ya herî pêşkevtî a Tirkîyayê“bi hevra miqayese kirin. Peyama wan ew bu ku; qîmeta systema demokratîk ya dewleta xwe bizanin û bibarêzin. Binêrin li Tirkîyayê systema pêşkevtî a modern û Erebistana Suude systema hov a şundamayî.

Çend roj derbaz nebun wan bajarê Stenbolê gava duem ya vê manupulasyonê avitin. Leşkerê Tirk bi îstîqbarata xwe ya sîvîl, li ber Saraya Topkapîyê xwenîşandanek organîze kirin, li diji konsera pîyanoyê. Wan li vêderê bi hevra nimêjkirin, plakatên konserê cirandin û dengbilind qerîn. Wan bi vê mesaja xwe xelkera got ku; binerin alîgarên şeriatê çikas hêzin, sibe ew bêne ser hikum, ewê çi bînin serê we. Ew nahava tehamûlû konsera pîyanoyê nakin, diwarojda çi bikin? Ew systema Îranê û Erebîstana Suud li Tirkîya jî bidin damezrandin. Bi vê mesajê xelkêra tê gotin ku; leşkerê me bibarezin, leşkeremê garantîya systema demokraik û laîq a Tirkîyaye. Leşkerê Tirkîya gelê Anatolîya bi şeriâtê ditirsîne û dixweze qanunnenasî, dizî û supintîtîya xwe ra qilîfekî bibîne

Em çavên xwe vekin û xwe nedin xapandin, bla ew Komar û şarîata xwe bextîyar bin. Em bimînin vî alî ew bimînin wî alî. Şerîat û Komara xwe bla ew bigirin bidewisînin xwe mera şeriat û komara wan hewce nine.

Bîşar Norşîn
13.07.09

Tu bi xêrhatî!! Daxwaz û hevîya me ew e ku tu hertim bi zimanê Kurdî şêrîn, argument û fikrên rênîşander di rojeva me de beşdarbibî. Kurt û kurmancî tu bi xêrhatî Silav Mikail Canpolat

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.