Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 29 June 2009

Taybet – Berpirsê Ofîsa Navendî ya Hilbijartinên PDKê ragehand ku li gor wan pîvan û rapirsiyên hatine kirin ger lîste ya wan û YNKê'ji 65 kursiyan kêmtir bîne pir xirab e' û got: ’'Lîste ya Goran herî zêde 10 kursiyan bidest tîne, lîste ya herçar hizban jî li gor rapirsiyan ji 7 kursiyan zêdetir nabe.''

Di hevpeyvînekê de li gel Rûdaw'ê Berpirsê Ofîsa Navendî ya Hilbijartinên PDKê Caferî Êmînkî got: ’'Xala lawaz a Lîste ya Kurdistanî Parêzgeha Silêmanî ye, li wir hevrikên me yên bihêz hene wek Lîste ya Goran û lîste ya herçar hizban. Dilniya me Silêmanî ya Lîste ya Kurdistanî ye, Lîste ya Goran jîrane kar dikin, lê di warê çendayetî, çawahî û dîrokî de ew cihê wan tune bibin hevrikekî pir bihêz ên Lîste ye Kurdistanî.''

Êmînkî da zanîn ku di hilbijartinên derbasbûyî de Yekgirtû ya Îslamî rikberê wan bû lê vê carê bi dereca yekê Lîste ya Goran rikberê lîste ya hevbeş a PDK û YNKê ye û piştî wê lîste ya Yekgirtû û hersê hizbên hevpeymanên wê tê: ’'Cara borî Yekgirtû ya Îslamî 145 hezar deng anîbûn, dilniya me vê carê kêmtir tînin. Di hilbijartinên rabirdû de ewên ne bi me re bûn deng dan wan. Niha lîste yên opozîsyon zêde bûne. Deng ji wan re jî diçin û ji lîstên din re jî diçin.''

Di berdewamiya axaftina xwe de Êmînkî pêşbînî kir ku gera siyem a parlamen çalaktir be û domand: ’'Ji ber hinek ji endamên parlamen ên cara din ne hewqasî çalak bûn. Herwiha parlamenê vê carê jî piranî YNK û PDK dibe û em dikarin kabîneye şeşem a hikûmetê pêk bînin.''

Derbarê beşdarbûna Talabanî û Barzanî de ya di propagandeya hilbijartinê ya Lîste ya Kurdistanî de Êmînkî wiha axifî: ’'Lijneyeke bilind ji 10 kesan pêk hatiye. Mam Celal û Kek Mesud rasterast ne di nav kanpanyayê de ne û piştgiriya manewî û siyasî didin Lîste ya Kurdistanî.''

Berpirsê Ofîsa Navendî ya Hilbijartinên PDKê Caferî Êmînkî axaftina xwe wiha qedand: ’'Kosret Resul hevkariya kanpanya hilbijartinê ya Silêmanî û Hewlêr'ê dike, Azad Berwarî û Sadî Pîre diçin Dihok'ê, Dr. Roj û İzedîn Berwarî li gel Dr. Berhem li Silêmaniyê dimînin û Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemmed û Ednan Muftî jî li Hewlêr'ê dimînin. Lê Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed bi sedema karê hikûmetê tevî propagandeya hilbijartinê nabin, herçiqas mafê wan e wek dû berpirsên PDK û YNKê li derveyê dewama fermî wî karî bikin.''

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.