Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 12 February 2010

HEWLÊR, 12/2 2010 — Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî di programa xwe ya hilbijartinan de dibêje ew dê li gor prensîpên destûrî û qanûnî, hem ji bo parastina destkevtên Kurdistanê xebatê bike û hem jî dê lêbixebite ko destkevtên nû jî qezenc bike.

***

Bernameya Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî

+ Pirsên Çarenivîssaz

-Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî dê xebatê ji bo evan armancan bike:

Yekem: Daxwaza Xakê:

Ev armanc ji bi cihanîna maddeya 140 pêkhatî ye û dê evan xalan misoger bike:

1- Nehiştina bi yekcariya paşmayên Erebkirinê, veguheztinê û derxistinê.

2- Vegerandina deverên Kurdistanî – bi bajêrê kerkûkê ve – ko dê bikevin nava herêma Kurdistanê de û dê ev prosesa han aştiyane bihê encamdan.

Duyem: Daxwaza Mulkiyeta Samanan

Ev jî ji bi cihanîna maddeyên 111-112-141 ên destûra Iraqê pêkhatî ye û dê evan xalan misoger bike:

1- Dê gelê Kurdistanê bi saman û dahatên suriştî – li gel petrolê – behremend bibe.

2- Dê jêrxaneya aboriya Kurdistanê û binemayên niha û ayindeyê (paşeroja) xweşguzeraniya hevwelatiyan bihê vejiyandin.

Sêyem: Daxwaza hevpariya di biwarê desthilatdariyê de û rêxistina peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta federal, ko ev jî ji berdewamkirina siyaseta rêkevtiniyê (tewafuqê) pêkhatî ye û dê evan xalan misoger bike:

1- Jiyana bi hev re ya hemû pêkhatên coraneyên (cor bi corên) Iraqê.

2- Serkevtina prosesa siyasî û damezrandina Iraqeka demokratîk, federal û plural.

3- Dê hemû pêkhat bigihêjin mafên xwe.

+Asayiş

-Dê Hevpeymaniya Kurdistanî di biyavê asayişê de xebatê ji bo evan armancan bike:

1- Berdestkirina asayişa hemû hevwelatiyan û paraztina wan ji hemû gef û xeteran, bê ko nasnameya wan a neteweyî, oldarî û tivêjeyî li ber çav bihê girtin.

2- Xurtkirina giyanê aştiya civakî û jiyana bi hev re, ya ko dê li ser binemayên rêzgirtina cudayiyan bihê damezrandin.

3- Paraztina serweriya Iraqê li ser binemayên rêzgirtina serweriya welatên cîran, aştiya cîhanî û nedestwerdana di nava kar û barên hev de.

4- Berdestkirina amîr û alavên nûjen û pêşkevtî ji hêzên polîsan û parêzkarên asayişa hevwelatiyan re, pêşkêşkirina alîkariyên pêdivê û rahînankirina karmendên evan hêzan.

+ Azadiyên Serekî

-Ji bo pêkanîna azadiyên serekiyên hevwelatiyan, dê lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî xebatê ji bo evan armancan bike:

1- Rêzgirtina hemû binemayên mafên mirov û hemû ewan azadiyên ko di nava belgenameyên navdewletî de hene, ko ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine pesendkirin.

2- Hemû kesek, pêkhatek û grûpeka civakî di biwarê hizra xwe, pêşkêşkirina taybetmendiyên xwe yên neteweyî û oldarî de azad in û herweha, di biwarê encamdana azadiyan de li ser bingeha paraztin û nebinpêkirina azadî û taybetmendiyên kes, pêkhat û grûpên din jî azad in.

3- Destûra Iraqê azadiya rêxistinbûna di nava partiyekê yan rêxistineka civaka sivîl de, xwenîşandanê û mangirtinê, di çarçêweyê qanûnê de daye hemû kes û grûpekê û ji wan re misoger kiriye û divê hukûmet jî, bi rêya qanûnê evan maf û azadiyan biparêze û di rûyê her kar û kirdarekê de biraweste, dema ko ew kar û kirdar evan azadiyan sînordar bikin an binpê bikin.

+Xizmetguzarî

Yekem: Xizmetguzariyên Serekî

1- Ji mafê hemû hevwelatiyan e, ko sûdê ji xizmetguzariyên avê, kehrebayê, rêyan, piran, tendiristiyê û jîngeha paqij bibînin û erkê hukûmetê ye, ko evan xizmetguzariyan ji wan re berdest bike.

2- Berdewambûna prosesa avakirina gundan û divê giringî ji astê jiyanê, guzeranê û kar re hebe, da ko koça ber bi bajêran ve biraweste û koça ber bi gundan ve dest pê bibe.

3- Çareserkirina arêşeyên akincîbûnê, ko gerek di evî biwarî de yekeyên akincîbûnê û avayî bihên diristkirin, mortgaj (sulfeyên eqarî) yên demdirêj bihên dan û rê ji kerta taybetî re hebe, da ko di evî biyavî de kar bike.

Duyem: Tendiristî (Saxlemî)

1- Pêşxistina kerta tendiristiyê, ko di evî biwarî de nexweşxaneyên bêtir û nûjen bihên avakirin, amîrên pêşkevtî bihên kirrîn, nûjdar (doktor) û karmendên evî biyavî bi awayekî zanistiyane bihên rahînankirin û ev nûjadar û karmendên han, li derveyî welat jî beşdariyê di xolên (korsên) zanistî de bikin.

2- Gerek xizmetguzariyên tendiristiyê bigihêjin hemû bajêr, dever û gundên Iraqê.

3- Gerek bazara dermanan û amîrên nûjdarî (tibbî) di biwarê kwalîte û dema berhemanîna xwe de bihê kontrolkirin.

4- Gerek rê li bazirganiya bi endamên laşên mirovan bihê girtin û ewên ko bi evî karî radibin jî bihên sizadan.

5- Derxistina qanûnekê ji bo rêxistina karên nexweşxaneyên ehlî û klînîkên nûjdarî (tibbî).

Sêyem: Perwerde û Xwendin

1- Pêşxistina kerta perwerde û xwendinê, ko bi rêya demokratîzekirina sistema perwerdeyê û peywendiyên diristên navbera rêvebiran û desteya mamosta û xwendevanan dihê encamdan.

2- Bilindkirina astê zanistiyê programên xwendinê û berdestkirina amîr û alavên pêdivê û nûjen, ji hemû qonaxên xwendinê re.

3- Vekirina xolên rahînanê ji hemû mamosta û karmendên perwerdeyê re û di hemû astan de.

4- Vekirina dayingeh, baxçeyên savayan, institut û zankoyan li hemû parêzgehên Iraqê û amadekirina mamosta, karmend û hemû pêdivêyên zanistî.

5- Gerek giringiyek taybetî ji xwendina bilind re hebe û gerek astê zanistî di evî biyavî de bilind bibe.

+ Biwarê Civakî

Geşkirina civakê hîmê bingehînê pêşkevtina siyasî û aborî ye. Ji ber evê çendê jî, dê lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî kar ji bo evan armancan bike:

1- Pêkanîna aştiya civakî, bi rêya paraztina tevna civakê, pêgeha civakê, xêzanê (ayleyê) kêmkirina cudayiyên civakî û nehiştina hemû awayên cudayî yên ko li ser bingehên neteweyî û oldarî ne.

2- Gerek giringî ji boneyên (munasebetên) oldarî re hebe û mizgeft, perestgeh û mezarên din, bihên nûjenkirin û keresteyên avakirinê ji wan re bihên pêşkêşkirin.

3- Qerebokirina maddî û giyanî ya kurdên Feylî, Êzdî, Şebek, Mendayî û hemû ewan pêkhatên neteweyî û oldarî yên ko di serdemên corane de bi egera nasnameya xwe, sitem li wan hatiye kirin.

4- Pêkanîna hemû binemayên qanûnî û praktîkî yên di bareya mafên Turkman, Aşûrî, Kildanî û Armeniyên Iraqê de û hukûmeta federal, di ber bi cihanîna ewan maddeyên destûrî de berpirsyar e.

5- Belavkirina hişyariya karkirinê û berdestkirina derfeta kar ji hemûyan re û ji bo nehiştina bêkariyê jî, gerek rê ji karê kerta taybetî re bihê vekirin.

6- Gerek giringî ji rewşa kêmendaman re hebe û giringî ji ewan kesan re jî hebe, ewên ko xwediyên pêdivêyên taybetî ne û derfeta karkirinê ji wan re hebe û sûd jî, ji berhemên wan hebe.

7- Gerek giringî ji pîrejin û pîremêran re hebe, misogeriyên civakî ji wan re hebin, cihên mana wan hebin û tendiristî û mirovaniya wan jî paraztî bin.

8- Gerek misogeriyên tendiristiyê, bûyeran, pîrîtiyê, pekkevtinê (seqetiyê) dugiyaniyê (hemilbûnê) û wecaxkoriyê hebin.

9- Diristkirina karta misogeriya bêkariyê ji ewan kesan re, ewên ko nû ji zankoyan û institutan derçûne û ji bo ewên ko li ser kar nemane, da ko kar ji wan re bihê vedîtin.

10- Gerek giringî ji sandikayên karkir, pîşeyî û cemawerî re hebe û giringî ji rêxistinên sivîl re jî hebe. Gerek azadî û serxwebûna evan sandika û rêxistinan misoger bin, da ko bi rastî bibin benda navbera civakê û hukûmetê.

11- Gerek giringiyek mezin ji mafên jinan re hebe û ew jî dê bi rêya xweşkirina kar û çalakiyên civakî, siyasî, aborî û rewşenbîriyên wan pêk bihê û gerek sûd ji şiyanên wan bihê dîtin. Gerek ew hemû qanûn jî bihên rastkirin, ewên ko sitemê li jinan dikin û buhayên wan kêm dikin.

12- Gerek giringî ji genc û xortan re û ji daxwaz û berhemên wan re hebe, sûd ji şiyanên wan di gelek biyavan de bihê wergirtin, peydakirina derfetên guncayîtir da ko beşdariyê di siyasetê de bikin û bigihêjin pêgehên biryara siyasî di nava parliyamentê, hukûmetê, dezgehên corane, sandika û rêxistinên civaka sivîl de.

13- Gerek giringî ji werzişê (sporê) û werzişvanan re hebe û amîrên wan bihên berdestkirin. Gerek alîkariya hemû tîp û çalakiyên werzişî bihê kirin û lîzgehên nûjen li navendên parêzgehan bihên diristkirin. Divê lîzgehên millî jî li tax û bajêrên biçûk û gundan bihên diristkirin û seyran û hevrikiyên werzişiyên li ser astê parêzgehên Iraqê û derveyî Iraqê jî bihên sazdan.

14- Divê giringî ji taybetmendiya werzişa herêma Kurdistanê re, li ser astê navdewletî, Asiya û deverê hebe.

15- Divê giringî ji wêjevan û rewşenbîran re hebe û ji tore, huner û hunermendan re hebe. Gerek rêzgirtin ji taybetmendiyên neteweyî re hebe û alîkarî ji afirandinê re hebe. Gerek giringî ji sînemayê re jî hebe û pêdivêyên wê bihên berdestkirin.

16- Divê şûnwarên kevnên Iraqê bihên paraztin û kar jî bihê kirin, da ko ew şûnwarên hatine dizîn, dîsan bihên vegerandin.

+ Aborî û Geşbûn

Ji bo ko aboriyeka geş û dewlemend hebe û di xizmeta xweşî û pêşkevtina civakê de be û li ser binemayên geşbûneka berdewam be, dê lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî xebatê ji bo evan armancan bike:

Yekem: Babetên Serekî

1- Dê giringî ji avakirina jêrxaneya aboriya welat re hebe û ew jî bi rêya geşkirina biyavên coraneyên berhemanînê, çandinê, geştevaniyê (turizmê) û pêşvebirina kerta petrolê û gazê, ko êdî pişta aboriya Iraqê nema tenê bi petrolê ve bihê girêdan.

2- Piştevanîkirina binemayên aboriya azad, ko tê de dewlet li angora qanûna rêxistina hevrikiyê kar bike. Ji bo ko pirraniya xelkê jî sûdmend bin, xelk beşdariyê tê de bikin û bi rêya plandanînê jî, geşbûn bihê diristkirin.

3- Gerek rolek bêtir ji kerta taybetî re bihê dan û sûd ji şiyanên sermayedaran bihê wergirtin.

4- Gerek piştevaniya sermayedarên niştimanî li beramber sermayedarên biyanî bihê kirin, da ko pirsa bilindkirina nirxên li bazarê bihê kontrolkirin.

5- Bilindkirina buhayê Dînarê Iraqê li beramber buhayê Dollar û diravên dinên biyanî.

6- Gerek tekezî li ser hebûna qanûna paraztina berhemxuran bihê kirin.

7- Geşkirina hemû corên pîşesaziya niştimanî, ko li angora hemû astên pîşesaziyê yên mezin û navincî bin. Geşkirina projeyên biçûk, pîşesaziya temamkar, pîşesaziya komkirinê û alîkarîkirina evan aliyan, hêsankarî ji wan re bihên pêşkêşkirin û li angora qanûnê rêxistî bin.

8- Pêşvebirin û çalakkirina sistema bankê, da ko bibe cihê baweriya hevwelatiyan, xwediyên pîşeyan, bazirganan, cotkaran û sermayedaran û hêsankarî û piştevanî ji karên wan re hebin.

Duyem: Çandinî

1- Divê giringî ji kerta çandiniyê re hebe û ew jî, bi rêya diristkirina projeyên stiratecîk, avdanê, avakirina gundan, gihandina xizmetguzariyan, dana mortgajan (sulfeyên eqarî) ji bo berhemanînê û xwedîkirina lawiran û xwedîkirina masî û tewalan çê dibe.

2- Berdestkirina tov, gilêşê, nemamên baş (şitlên baş) alav û amîrên nûjen ji cotkaran re û ji xwediyên terş û tewalan re. Herweha, diristkirina bingehên hilgirtinê û enbarkirina berhemên xwemalî.

3- Gerek pirs û arêşeyên cotkaran û xwediyên berhemên navxweyî, li angora qanûnê bihên çareserkirin û berjewendiyên wan jî bihên paraztin.

4- Gerek giringî ji ewledariya xurek re hebe û ev jî, bi rêya kontrolkirina corên xurekên ko dikevin nava welat de dibe.

5- Gerek giringî ji pîşesaziya berhemên çandiniyê re hebe û ew berhemên ko dikevin çarçêweyê pîşesaziyê de – wek bacanên sor, xurme, gulberoj, zeytûn, genimeşam, tûtin û ...hd – bihên paraztin.

Sêyem: Biwarê Deryayî

1- Paraztina samanên deryayî û giringiya xwedîkirina masiyan û pîşesaziya dagirtinê (qutîkirinê) pêdivê ye.

2- Pêşxistina benderan û berdestkirina amîrên nûjenên enbarkirina import û eksport û veguheztina wan, da ko paraztî bin.

Çarem: Geştevanî (Turizm)

1- Divê kerta geştevaniyê giring be û qanûnek ji bo rêxistin û pêşxistina evî biyavî hebe. Ew jî ko geştevanî di herçar werzan (demsalan) jî de li herêma Kurdistanê û li Iraqê hebe. Herweha, li hemû ewan parêzgehan jî hebe, ewên ko mezarên pîroz û şûnwarên kevn lê hene.

2- Gerek sermayedarên navxweyî bihên paldan û hêsankarî bihên pêşkêşkirin û mortgaj (sulfeyên eqarî) ji ewan kompanyayan re û ji ewan hevwelatiyên Iraqî re bihên dan, ewên ko xwediyên projeyên geştevaniyê ne. Herweha, gerek sermayedarên derve jî bihên paldan da ko beşdariya xwe bikin.

Pêncem: Petrol û Samanên Suriştî

1- Samanên suriştiyên wek petrolê, gazê û keresteyên xavên serzemîn û jêrzemîn, samanên gelên Iraqê ne. Pêdivê ye dahatên Iraqê ji bo pêşxistin û geşkirina parêzgehên Iraqê bin û di evê bareyê de wekhevî hebe. Gerek rêjeyek ji petrolê ji hevwelatiyan re jî bihê terxankirin û li angora qanûnekê jî bihê rêxistin.

2- Gerek parliyamenta Iraqê qanûna petrolê û gazê pesend bike.

3- Divê di biwarê vedîtinê, derhînanê, werivandinê û şandinê de, giringî ji pîşesaziya petrolê re hebe û di biyavên dinên berhemanînê de jî, bi kar bihê.

+ Biwarê Avê

Av yek ji arêşeyên serekiyên cîhanê ye. Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî di evî biyavî de, dê kar ji bo evan armancan bike:

1- Divê pişkên ava Iraqê ji Dicle, Firat, Kendav û hemû ewan zê û rûbarên ko ji welatên cîran dikevin nava xaka Iraqê de paraztî bin.

2- Gerek sikrên (avgirên) biçûk û mezin li hemû deverên Iraqê bihên avakirin.

3- Vejiyandina hemû ewan bîr û jêderên ko rejîma berê ya herrifî wan kûr kirbû yan girtibû.

+ Biwarê Jîngehê

Jîngeha cîhanê rastî gefên pîsbûnê bûye û Iraqê jî, ji ewan gefan ne dûr e. Ji ber evê yekê, dê Hevpeymaniya Kurdistanî kar ji bo evan armancan bike:

1- Gerek Iraqê bi rêkevtinên navdewletiyên paraztina jîngehê ve bihê girêdan û ji bo ko jîngeh pîs nebe, qanûnek bihê danîn.

2- Divê Iraqê ji mayinan, şûnwarên çekên kîmyayî û biyologî û hemû maddeyên ziyandar, bihê paqijkirin û palavgehên (refineriyên) pêdivê, ji bo paqijkirina avê û cihokan jî bihên danîn.

3- Gerek hemû çalakiyên avakirinê, pîşesaziyê û karên din, girêdayî binemayên paraztina jîngehê bin.

4- Gerek giringî ji bernameyên keskkirina bajêran re hebe.

+ Sazkariya Rêvebiriyê

1- Dê kar û bizav ji bo nehiştina gendeliyê (fesadê) bihên kirin û ev gendeliya han, çûye nava hemû movikên rêvebiriya hukûmeta Iraqê.

2- Gerek rotîn di nava dezgehên hukûmetê de nemîne û ji bo bi rêvebirina dosya û kar û barên hevwelatiyan jî, gerek sistema yekpenceriyê bi kar bihê. Herweha, gerek di evî biyavî de sûd ji teknologiya komputerê û internetê bihê wergirtin.

3- Divê diyardeya xwarina bertîlê nemîne, xizmîtiya nava rêvebiriyê nemîne, parvekirina di biwarê oldarî û neteweyî de nemîne, navdesteyî (wasîtekarî) di nava dam û dezgehên hukûmetê de nemîne û prensîpê kesê guncayî li cihê guncayî cihê xwe bigire.

4- Gerek civata xizmetguzariya şaristanî aktîv bibe.

5- Gerek bi rêya pêşkêşkirina advansan (sulfeyan) û alîkariyên din – ko li angora qanûnê bin – astê jiyana karmendên dewletê bihê bilindkirin. Ew qanûn û rênîşanên ko rêxistina anahiyan (muhletan) demên bêhnvedanê û geştevaniyê dikin, gerek li gel awa û şêwazên nûjenên jiyanê biguncin.

6- Gerek yekeyên akincîbûnê (xanî) ji karmendên dewletê re bihên avakirin û firoştina wan li angora piçên (qistên) demdirêj be, da ko êdî karmendên dewletê kirêdar nebin.

7- Gerek sistema zîndanan, sazkariyên giştî, rêvebiriyên nexweşxaneyan û dezgehên dinên hukûmetê, bêtir di xizmeta hevwelatiyan de bin.

PNA

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.