Ana içeriğe atla

[img]http://serbesti.net/AlaKurdistane.gif[/img][img]http://www.peyamner.com/filesbank/news/fullsize/050209071336.jpg[/img] PNA - Bi armanca zêdetir xizmetkirina warîsên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, wezareta karûbarên şehîdan û enfalkiriyan a hikûmeta herêma Kurdistanê bi hevkariya komeleya civaknasên Kurdistanê pirojeyê amadekirina îstatîstîka tevaya şehîdên Kurdistanê li jêr navê îstatîstîka şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dest pê kir... Di preskonferensekê de, ku li avahiya wezareta karûbarên şehîdan û enfalkiriyan hat saz kirin, Çinar Seid Abdula wezîra karûbarên şehîdan û enfalkiriyan behsa giringiya pirojeya navborî kir û got, ku ew ji bo wergirtina zaniyariyên zêdetire li dor çewaniya derbasbûna jiyana malbatên şehêdan e û zêdetir xizmetkirina warîsên şehîdan e. Herwesa Çinarê got, ku ew pirojeyê jibona dirustkirina banka zaniyariyan e û danana pilana domdirêj e ji bo ku warîsên şehîdan ji xizmetên hikûmeta herêma Kurdistanê bê par nebin. Li dor wendabûyên sala 1991-ê jî, wezîra karûbarên şehîdan û enfalkiriyan got: - Piştî timambûna vê pirojeyê, em dikarin nisbeya wendabûyan jî diyar bikin û li gor îmkanan alîkariya warîsên wan bikin, da ku ew jî ji xizmetên hikûmetê bê par nebin. Çinarê ew jî got, ku di meha nîsana îsal de dê hemû zaniyarî kom bibin û dê mifayekî baş ji pirojeyê amara tevaya şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bê wergirtin. Jêder: KRG [img]http://i217.photobucket.com/albums/cc45/kurdishking_03/Biji_Kurdistan.gif[/img]

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.