بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hisên: Dîwarên navbera Welatên Erebî û Herêmê nemane

Hewlêr, 7 Tîrmeh (AKnews) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên diyar kir ku ew dîwarê ku heya niha di navbera Herêma Kurdistan û Welatên Erebî de hebûn nemane û ji bilî vekirina konsolxaneya Urdun û Mîsr dê berpirsên bilind yên wan welatan bên herêmê.

fuad<br />
hussein, Fwad Huseinhttp://www.aknews.com/images/cms-image-000015353.jpg" sub="fuad hussein, Fwad Husein" width="314" />Fuad Hisên di hevpeyvînekê de di gel peymanêrê AKnewê hatina şîrketên Erebî bo Herêma Kurdistan bi giring dide zanîn, ji ber ku welatên erebî bi Kurdistanê nêzîk in, her wiha diyar kir ku welatên Erebî giringiyê bi herêmê didin, Herêma Kurdistan jî rolek giring li Iraqê û deverê heye.

Dê kînga dest bi amadekirin û vekirina konsolxaneya Mîsr û Urdunê li Herêma Kurdistanê bikin?

Bê guman mijara vekirina konsolxaneya wan du welatan li Herêma Kurdistan pêwendî bi Mîsr, Urdun û Wezareta Derve a Iraqê heye, ev jî mijarek hêsan û dê di dahatiyek nêzîk de amadekariyan bo bikin, bi awayekî fermî her du welatên Misir û Udunê ev biryare ragihandine, ev jî nîşan dide ku roj li pey rojê Herêma Kurdistan giringiyek zêdetir dibe ne tenê ji bal welatên rojava, belkê ji hêla welatên erebî ve jî.

Tenê ev du konsolxaneyên Erebî li Herêma Kurdistan tên vekirin?

Ez dixwezin behsa ve bikim ku welatên Erebî tenê bi vekirina konsolxaneyê li Herêma Kurdistan ranawestin, belkî pêngavên mezin berdewam dibin, her wiha dê berpirsên mezin yên welatên Erebî serdana Herêma Kurdistan bikin, ew dîwarê ku heya niha di navbera welatên Erebî û Kurdistanê de hebû nemaye û pêwendiyên me baş bûne, bi taybet bo geşepêdana aboriya Herêma Kurdistan.

Biryar e di daahtî de hejmarek berçav binzinsman û berhemhênerên welatên Misir û Urdun serdana Herêma Kurdistanê bikin, armanc li serdana vê şandê çiye?

fuad<br />
hussein, Fwad Huseinhttp://www.aknews.com/images/cms-image-000015351.jpg" sub="fuad hussein, Fwad Husein" width="275" />Biryar e di dahatiyek nêzîk de şanda mezin a Binzinsman û berhemhênerên Misir û Urdun bi hewrêtiya şandeke hikûmetên wan du welatan serdana Herêma Kurdistan bikin, armanca wan serdanan jî hevdîtin û civîn e da ku bigihîjin tifaqekê bi merema aktîvkirin û dîtina derfeta kar li Kurdistanê.

Hatina binzisman û berhemhênerên Erebî çi giringiyek bi taybet di warê siyasî û aborî de heye?

Herêma Kurdistan bi rûy hemû şîrketên cîhanê çi erebî yan rojavayî vekirî ye, bê guman hatina şîrketên welatên erebî bo Herêma Kurdistan giring e, ji ber ku di warê aborî de ezmûna wan li me nêzîktir e, zêdebarê we giringiya siyasî ya xwe heye û nîşan dide ku welatên Erebî giringiya temam bi Herêma Kurdistan didin, herêmê jî rolek giring di Iraq û deverê de heye.

Hevpeyvîn: Firyad Mihemed
Wergêr: şm AKnews

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.