بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Gengeşiyên Dêrsimê* | İsmail Beşikçi

Divê berî ku em bên Dêrsima 1937-1938an bi kurtî li dîroka wê binêrin. Armanceke Îtîhad û Terakiyê hebû ku Împaratoriya Osmanî, ji nûve ligor etnîsiya Tirk organîze bike. Ev armance ku herî bêtir Îtîhad û Terakiyê mijûl kiriye, herî bêtir Îtîhad û Terakiyê serê xwe pê êşandiye.

Dê împaratoriyeke wisa bê avakirin ku sînorên wê ji Derya Adriyatikê ta bi Okyanûsa Mezin be, Împaratoriya Tirk be. Lê di nava vê împaratoriyê de ji Tirkan pê ve tu etnîsîtek tunebe. Bi tevayî ji Tirkan miteşekil împaratoriyek.

Vekiriye ku ev têgihîştin, bi etnîk û civata ku di nava dewleta Osmanî de heye li hev nake. Li hember vê têgihîştinê gelên Xiristiyan, Ermenî, Rûm, Suryanî... yên di nava sînorên împaratoriyê de ne wek asteng dertên holê. Bêguman rewşa Kurdên Êzîdî jî girîng e.

Kurd, bi Kurdan re Laz, Çerkez... yên ku Misilman in lê, ne Tirk in dîsa wek astengek girîng tên dîtin.

Tirk an jî Kurd bin qizilbaşên(‘Elewî) ku ne misilman in jî pirsgirêkek pir girîng in.

Rewşeke duyem a dî jî hebû ku Îtîhad û Terakî dixwest pêk bîne. Îtîhad û Terakî dixwest ekonomiya Osmanî bike ekonomîkî neteweyî. Ev dihat wateya sermiyan û çavkaniyên aborî yên ku di dest Ermenî û Rûman de desteserkirin û radestî hêzên misilman û tirkan kirin.Îro em dikarin bêjin ku çavkaniya dewlemendiya burjuwaziya mezin ya li Tirkiyeyê malên Ermen û Rûman e. Li herêmên Kurdan, çavkaniya dewlemendiya axa, serok ‘eşîr û şêxên Kurdan malê Ermenî û Suryaniyan e.

Îtîhad û Terakî bo ku van ramanên xwe têke meriyetê pir hewldanan kir. Plansaziyên ber fireh çêkir. Piştî şerên li balkanan û têkçûnan di ramana Tirkperestiyê de geşedanên mezîn derketin holê. Osmanîtî, Mislimanperwerî Împaratoriya Osmanî neparastibû. Dihat hesabkirin ku dê ramana Tirkperestiyê Împaratoriyê biparêze. Hîmek pir girîngê Tirkperestiyê jî têgihîştina Îslamê bikaranîn bû.

Di civînên nepenî-vekirî de,di gengeşiyên berfireh î ku dem bi dem dihatin kirin de, biryarên wiha hatin girtin: Dê Rûm-Pontûsên li herêma Derya Reş, Rûmên li Kapadokyayê, Egeyê, Kilîkyayê berbi giravên Ege û Yunanîstanê ve bêne mişextî kirin. Nifûsa Ermenî bi polîtîkayên di bin navê tehcîrê de ku bêne sepandin dê bê pûç krin û tune kirin. Dê heman polîtîkaya tehcîrê li Suryaniyên Xirîstiyan û Kurdên Êzîdî jî were sepandin. Jiber ku Kurd Misilman in dê berbi Tirkî de werin asîmîle kirin. Heman polîtîkaya asîmîlasyonê dê li ser Laz û Çerkezan jî bê sepandin. Qizilbaş(‘Elewî) dê berbi Misilmaniyê ve bêne asîmîle kirin.

Mal û milkên Ermen û Rûmên ku tên tehcîr kirin dê bê desteser kirin, radestî Tirkên Misilman bête kirin...

Îtîhadperest, bo ku van ramanên xwe bisepînin li benda demeke destdayî bûn.Şerê Cîhaniyê Yekem fersenda ku Îtîhadperest lê bendê bûn da wan. Çawa şer destpê kir, Rûmên li Kapadokyayê û Egeyê, Rûm-Pontusên li herêma Derya Reş ber bi Yunanîsta û Giravên Egeyê ve hatin mişaxtin.

Di mehên Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran a sala 1915an de, di nava 3-4an de, milyon û nîv Ermenî, di bin navê tehcîrkirinê de, bi jenosîdê re rûbirû man. Bi vî awayî, du astengên girîng li gor xwe çareser kirin. Di vê navberê de, pirsgirênkên bi Suryanî û Kurdên Êzîdî re têkildar li gor xwe çareser kirin.

Jenosîda ku Îtîhadperestan li hember Ermeniyan domand, ji layê Almanan ve dihate destek kirin. Pirtûka Wolfgang Gustî ya bi navê “Belgeyên Almanî yên Jenosîda Ermenan a 1915-1916an, Belgeyên Arşîva Siyasî yên Wezareta Derveyê Almanî(Wergêr Hasançebi- A.Takcan, Weşanên Belge, Çile 2012) çavkaniyeke girîng e.

Di ‘eslê xwe de jenosîd li hember Rûm, Pontus, Suryanî û Kurdên Êzîdî jî hatiye kirin. Lê li hember Ermenan jenosîd, li hember Rûm-Pontusan mişaxtin sepandin xwedî sedemeke girîng e. Li Rûm-Pontûsan xwedî derketina Yunanîstanê hatiye fikirîn. Hâleve ku di salên 1894-95an de, Li Sason û Stenbolê, di sala1909an de li Kilikyayê berxwedanên Ermenan pêk hatin û dewleta Osmanî van berxwedana bi awakî xwînxwar pelçiqand, dewletên Rojava li hember Osmaniyan tu bertekek nîşan nedan. Ev bêbertekiya Rojava di mijara jenosîdê de cesaret daye Îtîhadperestan.

Polîtîkayên Asîmîlasyonê û Sepandina wan

Di mijara Kurd û Qizilbaş(‘Elewî)an de polîtîkaya bingehîn asîmîlasyon bû. Asîmîlasyona Kurdan ber bi Tirkîtiyê ve, ya ‘Elewiyan ber bi Misilmaniyê ve pêvajoyek bû ku bi Îtîhad û Terakiyê dest pê kiribû. Ev polîtîka bi Komarê re bêtir bi sîstematîk hat sepandin.

Dewlet, bo ku asîmîlasyona Kurdan bi bal Tirkîtiyê pêk bîne tedbîrên mezin digirt. Înkara Kurdan, înkara Kurdî dihat rojevê. Bikaranîna peyvên wek Kurd, Kurdî Kurdîstan, axaftina Kurdî dihat qedexe kirin. Dihat gotin ku herkesên li Tirkiyeyê dijî Tirk in. Kurd wek qebîlekî Tirkan dihat hesab kirin. Ji Kurdan re Tirkên bi Oxuzan re hatine, binemala Kurd dihat gotin. Çîrokên Kart-kurtê dihatin vegotin. Bi navê Kurdî zimanek tune dihat gotin. Ji Kurdî re devokeke Tirkî ya seretayî dihat gotin. Qedexeyên Kurdî bi awakî tundî dihatin sepandin. Li ser înkara Kurd û Kurdî îdeolojiya fermî dihat sazkirin.

Asîmîlasyon, û qedexe çawa dihatin sepandin? Pêşî yasa hebûn. Wek mînak, dê perwerdehî bi zimanê Tirkî bê kirin, dihat gotin. Ev dihat wateya qedexe kirina Kurd, Kurdî û hebûna Kurdan bê derbaskirina navê Kurd, bê ji Kurdan behs kirin. Medya saziya îdeolojiya fermiya herî girîng... Saziya girîng ku îdeolojiya fermî disepand, bibinyad dikir û di nav gel de belav dikir.

Bêguman dibistan girîng in. Dibistan saziyeke bingehîn e, di sepandina asîmîlasyonê de, di sepandina qedexeyan û di nav gel de belavkirinan de... Di ‘eslê xwe de dibistan saziyeke ku zanista civakî radigihîne nifşên nû. Lê dibistan di serdema komarê de li herêmên Kurdan, li Kurdîsatnê, wek saziyeke asîmîlasyonê dertê holê. Li karxanan Kurdî qedexe ye, bi zimanê Kurdî axaftin, nivîsîn qedexe ye... Li dibistanan di mijara ku Kurdî bidin jibîr kirin û Tirkî bi herkesê bidin hînkirin de hewldanên pir bi tûndî hene.

Tevî vî gelî hevala, qada leşkerî, di jibîrkirina Kurdî û fêrkirina Tirkî de xwedî fonksîyoneke girîng e. Saziyên olî bi heman awayî tên bikaranîn. Û ji vanan girîngtir ew pêvajo ye ku jê re toponîn antroponîn tê gotin. Yanî qedexekirina navan, qedexekirina navên Kurdî, qedexekirina navê cihên Kurdî. Ev bi awayek tûndî, bi awayek sîstematîk tê domandin. Li Dêrsimê jî wiha. Di salên 1920an de Koçgirî, paşê berxwedana Şêx Se’îd, paşê Agirî. Di hemî wê pêvajoyê de îdeolojiya fermî, qedexekirina Kurdî bi awayek sîstematîk, bi awayek tûndî tê domandin. Di navberê de dêrsim dimîne. Bo Dêrsimê qanûnek taybet tê amade kirin. Di salên 1937-38an de li Dêrsimê hêrîşeke leşkeriya tûnd heye.

Di serdema Tek Partîtiyê de Kurdîstan bi mifetîşên ‘umûmî tê îdare kirin. Mifetîşiya ‘Umûmiya Yekem di mijdara sala 1927an de, bi biryara Lijneya Wezîran tê saz kirin û bajarên Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Agirî, Bedlîs Mûş, El’ezîz, Wan, Hekarî digre nava xwe.

Mifetîşîya ‘Umûmiya Duyem, di Sibata 1934an de tê damezrandin û bajarên Çanakkale, Edirne, Tekirdağ, Kırklareli digre nava xwe. Mifetîşîya ‘Umûmiya Duyem bi Kurdên ji herêmên xwe hatine mişaxtin re têkildar bo ahengiya wan bi van bajaran re dixebite.

Mifetîşiya ‘Umûmiya Sêyem, di Îlona sala 1935an de tê saz kirin û bajarên Erzîngan, Erzirom, Qers, Gümüşhane, Çoruh, Trabzon û Rîze digre nava xwe. Agirî jî, Mifetîşiya ‘Umûmiya Yekem tê girtin û bi Mifetîşiya ‘Umûmiya Sêyem ve tê girêdan.

Mifetîşiya ‘Umûmiya Çarem, di Çileyê sala 1936an de, yanî heftekî piştê pejirandina Qanûnê Dêrsimê tê saz kirinê. Bajarên Dêrsim, El’ezîz, Erzîngan, Çewlîk digre nava xwe. E’ezîz ji Mifetîşiya Yekem, Erzîngan jî ji ya Sêyem tê girtin û bi ya Çarem ve tên girêdan.

Qanûna Dêrsimê ya 1935an û Jenosîda li Dêrsimê

Qanûna Dêrsimê ku di dawiya sala 1935an de hat pejirandin, bo jenosîda ku dê li Dêrsimê pêk bê zemîn çêdikir. Abdullah Alpdoğanê ku wek Mifetşê ‘Umûmiyê Çarem hatibû te’yîn kirin, di herêmê de fermandarê herî paye bilind bû. Dozname nagihîjin destê bergumanan. Berguman nikarin parêzeran bigrin. Wergêr tunene. Biryar misoger in. Biryar nikarin bên temyîz kirin. Mifetîşê ‘Umûmiyê Çarem, hem dozger e, hem jî dadgere e. Mifetîşê ‘Umûmiyê Çarem, xwedî raye(selahiyet)ya TBMM(Meclîsa Mileta Mezin ya Tirkiyeyê)ye. Raya wî ya înfaz kirina îdaman heye. Dikare mirovan yevî malbatên wan ji cih û warên wan mişextî bike. Di herêma Mifetîşiya Çarem de dikare sînorên bajar, navçe û gundan biguherîne.

Peymana NYê ya pêwendîdar bi astengkirin sezakirina tewana jenosîdê re heye... Hêmanên di vê peymanê de tên zimên hemî li Dêrsimê pêk hatine. Kiryarên bi mebesta tunekirina grûbeke etnîkî an olî bi tevayî an beşî. Wek mînak ger di nava grûbê de kuştin hebin. An bi mebesta zerardanê pêk anîna herifandina bedenî, zihnî ya grûbê. An dîsa bi mebesta tunekirinê, hinek ji grubê bi mebesta tunekirinê wan tûşê şertûmercên jiyaneke dijwar kirin. Wek mînak, sigûnkirin, wek ku tehcîrê sirgûn... Tê gotin ku mişaxtin jî perçeyek ji jenosîdê ye. Tevî vê diyardeyek e, ku bi mebesta tunekirinê pêşî li zarokanînê bê girtin jenosîd pêk tê. Bi vê re zarokan neqilkirina bi bal grûbek din ve... Ev tev li Dêrsimê di salên 1937- 38an de bi tûndî pêk hatin. Bi vî awayî helbet li Dêrsimê jenosîd pêk hat. Tiştên hatin kirin jenosîd bû.

Ez dixwazim li ser jenosîdê daxuyanîkî bidim. Jin û zarok ji ber operasyonên leşkerî li Dêrsimê direvin çiyayan, dikevin şikeftan û van şiketan bi jehra gazan tên bombe kirin. Jixwe nişaneke girîng a jenosîdê ev e... Viya di sala 1986an de ji aliyê İhsan Sabri Çağlayangilî ku di sala 1938an de pêwirdarê ewleyiyê ye, ji serokê giştî yê Partiya Gel a Komarê Kemal Kiliçdaroglu re tê vegotin. Wiha dibêje: “Reviyan şikeftan. Jin, zarok, kal û pîr xwe avêtin şikeftan. Li hember van grubên ku xwe avêtin şikeftan gazên bi jehr hatin bikaranîn. Me ew wek mişkan bi jehr kuştin.”

Di dawiya sala 2011an de, li Geliyê Teyarê, dewletê li hember gerîlayên Kurd dîsa gazên jehrê bikaranîn. Ez difikirim ku ev jî polîtîkayek girîng e. Yanî polîtîkaya sîstematîk a dewletê ye... Gelî hevalan, ev bûyeran arşîvên Necmettin Sahir Sılan, ku ji aliyê Weqfa Dîroka Civakî ve hatine weşandin, jî didin xuya kirin. Gengaz e ku mirov di ev arşîvên Necmettin Sahir Sılan de bibîne ku li Dêrsimê, li hember Kurdên ‘Elewî gazên jehrê hatine bikaranîn. Wek mînak di pirtûka Arşîva Necmettin Sahir Sılan a 3, Pirsa Kurd û Dewlet, Polîtîkayên Te’dîb û Tenkîlê (1925-1947) Berhevkar Tuğba Yıldırım, Gulan 2011, de vê pêvajoyê şopandin pêkan e.
Di pirtûka Necmettin Sahir Silan Arşîvên 4 de jî şopandina vê pêvajoyê pêkan e. Navê bergê çarem, “Herekata Dêrsimê û Burokratên Komarê (1936-1950) ye. (Berhevkar, Tuba Akekmekçi-Muazzez Pervan, Çotmeh 2011)

Di arşîva Necmettin Sahir Sılanî de diyardekirinek wiha heye. Rêveber, wek mînak Sererkanê Leşkerî, Serokwezîr, Serokomar wiha dibêjin: Divê em bi vana re yanî bi Dêrsimiyan re mu’amela mistemleketîyê bikin. Gelî hevalan di vê mijarê de jî ez dixwazim tişkî piçûk bibêjim. Mistemleke. Tu hêzeke mêtingehkar li mêtingeha xwe li hember mirovan gazên jehrê bikarneaniye. Ne li Hindîstanê, ne jî li mêtingehên wekTanzanyayê, Ugandayê, Kenyayê û hwd. Britanya Mezin gazên jehrê bikaraniye... Fransa li Gana, Senegal, Cezayirê û hwd. neketiye rêya bikaranîna gazên jehrê. An Portekiz, li Angola, Mozambik, Gine Bissauyê tiştên wiha nekiriye. Mînaka gaza jehrê em wiha li Tirkiyeyê bi awayek pir ji nêz ve dibînin, vî li hember Kurdan hem di 1938an de kir hem jî di 1911(2011)an de an di berî wî de kir. Ez ji vir dixwazim werîm Başûrê Kurdîstanê. Wek mînak Sedam Husên di sala 1988an de li hember Kurdan pir bi tûndî gazên bijehr bikaranî. Yanî İngiltere, Fransa, Portekiz vana nikarin bikin. Tevî niyeta wan heye nikarin bikin, lewra ji çewsadinên navnetewî fikaran dikin. Lê va em bêjin Tirkiye an Irak an Îran li hember Kurdan vî pir bi awayek hêsanî dikin. Çunkî dema mijar Kurd bin, çewsandinên navnetewî nayên rojevê. Ev jî cesaret dide dewletên ku bi hevkarî Kurdan di bin çewsandinan de digrin.

Dema ku di 16ê Adara 1988an de li hember Kurdan gaza jehrê bikar hat, jenosîd hat kirin, Konferansa Îslamê, li Kuweytê di civînê de bû. Lê Konferansa Îslamê di encamnameya civînê de qet cî neda vê bûyerê. Ev awayek(helwestek) bû ku ji nizanim, nabihîzim, nabînim dihat. Di vê civînê de Serokomar Kenan Evren nûnertiya Tirkiyeyê dikir. Di encamnameyê de, wek mînak, ji ber operasyonên navê Bulgaran li Tirkan danînê dewlet û hikûmeta Bulgarîstanê dihat rexne kirin. Lê li hember jenosîda Kurdan nepejinkariyek wiha hebû. Ev nepejnkarî, helbet bi dinyayê re jî hebû. Ev nepejnkarî, cesaret dida dewletên ku bi awayek hevkarî Kurdîstanê dibin mêtingehî de girtibûn.

Civînên Dêrsimê, gengeşiyên ku li ser vê mijarê tên kirin xwedî sûdên pir girîng in... Dema ku Kurd di bin zilmeke ewqas mezin de bin, dema ku ewqas zilmên mezin dibînin û dema ku ewqas mezlûm in çima dunya vê mezlûmîya Kurdan nabîne... Çima nabîne?. An Kurd, ewqas mezlûm in, ewqas di bin çewsînê de ne, çima piştgiriyek navnetewî bidest naxin. Ev jî jixwe mijarek nû ye. Li gor pêwendiyên navnetewî pirsa Kurd di çi astê de ye. Kurd li kîja hêlî ne mijarek nû ye. Ev jî divê bê axavtin, bê gengeşe kirin.

Di vê pêvajoyê de bi kurtî awirdanek li ser rabirduya dîrokî bisûd e. Dêrsima 1937- 38an, bi awayek, dewamek jenosîda Ermeniyan a 1915an e. Jenosîda 1915an ku li hember Ermenî, Suryanî, Rûm û Pontusan hatibû kirin. Di 1937- 38an de li hember Kurdan tê kirin. Heta gotineke Hitlerî heye. Em tev wî dizanin. Dema ku Hitler di salên 1940an de li hember cihûyan jenosîd bikar tîne, dema ev operasyon tên rojevê hin Alman, Nazî ji Hitler re dibêjin ku ger em wiha bikin dê dunya li hember me derkeve. Dê dinya me rexne bike. Emê li hember dinyayê tewanbar bibin. Hewl didin tiştên wiha ji Hîtler re bibêjin. Hitler viya dibêje: Di 1915an de ewqas li Ermeniyan zilim, jenosîd hat kirin, kî ji vî re tiştek got. Tu kesî tiştek negot. Li vir jî kes tiştek nabêje. Ev jî cudahiyek pir girîng e...

Ev helbet jenosîd e hevalino. Di roja me ya îro de, di derbarê buyerên 1937-38an de, di mijara jenosîdê de gelek gengeşî têne kirin. Di derbarê jenosîda ku li Dêrsimê pêk hat de gengeşî dibin. Gelo çima jenosîd hat kirin? Hin ronakbîrên Dêrsimî î hevalên me, wiha dibmjin: Ev li hember baweriya me hate kirin. Yanî li hember Kurdan nîne, jenosîdeke li hember pirsa Kurd nîne ev. Ev li hember baweriya me hat kirin... Li gor qen’eta min ev nerast e. Ji ber vî awayî ev nerast e: Piştê jenosîda li Dêrsimê kesên mayî, kesên dijîn mişaxtina wan tê rojevê. Mişaxtin bi kuderê de tê kirin? Wek mînak berbi Çorumê ve tê kirin, berbi Mereşê tê kirin, berbi Balıkesirê tê kirin, berbi Tokatê tê kirin ne wisa... Li van deran jî ‘Elewî hene. Li van deran jî Qizilbaş hene. Û1937-38 bes li Dêrsimê tê dîtin. Li hember ‘Elewiyên Dêrsimê, operasyoneke li hember ‘Elewiyên Kurdan tê kirin. Bi vî re li hember ‘Elewiyên li Çorumê ne an ‘Elewiyên li Tokatê ne, li hember ‘Elewiyên Mereşê, Balıkesirê, Denizliyê tu pirsgirêk nayê rojevê. Helbet ev operasyoneke ku li hember Kurdan hatiye kirin. Bo asîmîle kirina Kurdan hatiye kirin. Yên li hember asîmîlasyonê dihatin îmha kirin, ev encamek girîng a vê têgihîştinê bû.

Li vir ev jî tê gotin. Di gengeşiyên pêşîn de me vî dît. Derdora Partiya Gel a Komarê dibêjin. Wek ku me gotibû, ew zarokên ku hatibûn neqil kirin bi bal grubek din ve, dibêjin malbatên leşkeran wan girtin terbiye kirin, wan medenî kirin. Hevalno ev bi tevayî têgihiştineke mêtingehkariye. Bi hemî aliyên xwe pêvajoyek mêtingehkarî ye... Rojava, em bêjin Britanya Mezin li Hindîstanê an Fransa li Cezayirê an Portekiz li Angola, Mozambikê her dem digotin em van gelan medenî dikin. Digotin em medeniyetê ji van gelan re dibin. Li vir jî baweriyek wiha heye. Dêrsimî jî, yanî zarokên ku dê û bavên wan hatine kuştin. Belbî li ber çavên wan hatine kuştin, hatine tunekirin. Paşê ew zarokan li malbatên leşkeran hatine parvekirin. A bi van zarokan çawa xizmetkarî tê kirin tête fêrkirin. Yanî tê gotin hûnê xizmetkariya Tirkan bikin. Dê çawa xizmetkarî bikin fêrî wan tête kirin. Ji vî re jî tê gotin medeniyet.

Jixwe newisaye. Li vir pirseke dî jî heye. Pirseke girîng. Bi baweriyê re pêwendîdar, bi baweriya ‘Elewîtîyê re têkildar... Hevalno li Kerbelayê, disala 680yan de, li Kerbelayê 72 kes hatin kuştin. Li Dêrsimê bi deh hezaran kuştin hene. Belki pêncî hezar, belki şêst hezar, belki bêtir jî. Bi deh hezaran mirin. Ez dixwazim li vir vî bînim zimên. Dêrsimiyan vî ji bîr kirine. Kuştina 72 kesan Dêrsimî qet ji bîr nakin. Bênavber wî, Husênî bibîr tînin. Lê Kerbela bûyerek bi dîroka Kurdan re têkildar nîne. Ev şereke desthilatdariyê ye, di nava Îslamê de. Tu pêwendîkî wî bi Dêrsimiyan re tune. Bi vî awayê dibe ku pêwendîkî hebe. Neviyên pêxember tûşî zilmê bûne. Kanê di bingeha ‘Elewîtiyê de, di bingeha baweriya ‘Elewîtiyê de mirov heye ya, mirovatî heye ya. Ji ber vê hesta mirovatiyê, ji ber vê têgihîştina mirovî heskirina mezlûman, xebat bo piştevaniya wan. Hest kirina bi êşên wan... Dibe pêwendîkî wiha hebe lê ‘Elewîtî helbet pir cuda ye, yanî baweriya İslamê nîne. Ji ber vê em dibêjin asîmîlekirina bi bal Misilmaniyê ve heye... Li gor qen’eta min têgiha asîmîlekirina bi bal Sûnîtiyê ve nerast e. Divê têgiha asîmîlekirina bi bal Misilmantiyê ve bê bikaranîn. Hevalno ev rexneyek e. Rexneyek ji Dêrsimiyan re ye.

Di ‘eslê xwe de wiha gotin rastir e. Kurdan ber bi Tirkîtiyê ve asîmîle kirin, ‘Elewiyan ber bi Misilmaniyê ve asîmîle kirin... Dewlet bi operasyonên Dêrsimê xwestiye her duyan jî bi hev re pêk bîne.

‘Uzirê Serokwezîr û Rojhilata Nêzîk

Niha, hevalno, em behsa bi heqîqetan re rûqal bûnê dikin. Hûn dizanin ‘uzir xwestinek serokwezir ji Dêrsimiyan hat rojevê... Li gor qen’eta min ev ‘uzirxwestin, ‘uzirxwestineke pir çewt bû. Wiha çewt. ‘Uzirxwestin, tê wateya ku di rabirdû de pir tiştên çewt bûn, lê ji niha pêve dê tiştên wiha çewt nebin. Hâl ew bû ku di rojên serokwezîr ‘uzir dixwest de, dîsa li çiyayên Kurdîstanê bombebaran hebû, li hember gerîlayan dîsa operasyon hebûn. Wek mînak li Geliyê Teyarê ne wisa? Di heman rojan de bi qasî 500 kîlo, tonek bomba dihatin bikaranîn. Ji ber vî awayî ‘uzir xwestineke rast nîne. Tevî vê serokê Partiya Gel a Komarê ji serokwezîr re wiha gotibû: Tu dê bi vî awayê xwe Ermenan jî binasî. Serokwezîr li hember serokê Partiya Gel a Komarê wiha got: Li Komara Tirkiyeyê kes bêşerefiyek wisa nake. Jiber vê tu ji Kurdan ‘uzir dixwazî lê di mijara Ermenan de çewtiyek pir mezin dikî. Jiber vî awayî dema ku heqîqet û rûbirûbûn were rojevê divê kî li Anatolyayê tev bi hev re le ber çavan bên girtin. Ez dixwazim di vê mijarê de tişkî bêjim hevalno. Yanî bi hemû gelan bi hev re, tevan bigre ber çavan ‘uzrek bixwaze.

Hevalno, Împaratoriya Bîzansî, Bîzansê, Stenbolê, navenda dinyayê, yanî xwe navenda dinyayê dihesiband. Û ji navenda dinyayê ber bi rojhilat ve erdnîgariyê wiha kategorî dikir: Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn, Rojhilata Dûr. Rojhilata Nêzîk Anatolia... Lê ev Anatolia rojavayê Kizilirmakê, ji rojavayê Kizilirmakê re Anatolia digotin. Ji Deryareşa Navîn re Pontus… Rojhilatê Deryareş Lazistan. Cihên ku îro em dibêjin deşta çal Kilikya. A ev başûrê Pontusê, Lazistan, Ermenîstan. Bakurê Gola Wanê Ermenîstan, başûrê wê Kürdîstan… Mezopotamya, Wek mînak Turabdin… Ev welat di serdema Bizansî de navê welatên li erdnîgariya ku jê re Rojhilata Nêzîk dihat gotin cih digrin. Ev nav tên bikaranîn. Li gor qen’eta min li cem Osmaniyan ev nav hebûn. Ewropiyan jî ev têgihên erdnîgarî bikar dihanîn. Hevalno dema Rojhilata Navîn tê gotin, erdnîgariya ji Misrê ta Hindîstanê, ji Bakurê Rûsya ta bi Deryaya ‘Ûmanê ye. Îran di nava her duwan de cih digre. Îran, di nava Rojhilata Nêzîk û Navîn de cih digre. Rojhilata Dûr jî ji Rojhilatê Çiyayê Altayê, Çîn, Mançurya, Vietnam, Kamboçya, ev der Rojhilata Dûr... Niha axaftina me bi piranî liser Rojhilata Nêzîk e.

Ahmet Önal, di nivîsa xwe ya bi navê“Rojhilata Nêzîk bi Jenosîdê Hat Tunekirin Çima?”(www.kurdistan-post.eu, 15 Çile 2012) de va pêwendiyan digre dest. Bi navek din nivîs wiha didome: “Navên‘Anadolu’ û ‘Tirkiye’ Wek Gitîgeha Mirovatî Hat Ava Kirin.” Di
Xebata Gürdal Aksoyî ya bi navê “Girtîgeha Gelan Anadolu, Li ba Kurdan bi navendîbûna Anadoluyê Xwe ji Bîrkirin” ( Weşanên Komalê, Hezîran 2002) de taybetmendiyên balkêş hene.

Di serê axaftina xwe de me behsa polîtîkayên Îtîhad û Terakiyê yên projeya dewlet û civakê kiribû. Ji nû ve organîzekirina Osmanlî li gor esasê Tirkîtiyê... Dewletê ji nû ve organîzekirin... Ev projeya Jon Tirkan, ya Îtîhad û Terakîyê ji aliyê Almanan ve bi tûndî hat destek kirin. Almanya berjewendiyên xwe di polîtîka wan de didîtin. Wek mînak dema ku ji Adriyatikê ta bi nava Asyayê, Çinê, Mançuryayê Împaratoriya Tirkan avabûna Hindîstan, mêtingeha Îngilîzan Hindîstan dê biketa bin tehdîda Almanan.

Ev proje, bi awayek dihat wateya îmhakirina Rojhilata Nêzîk. Çukî li gor esasê Tirkî dewletek nû dihat ava kirin. Di nava wan sînoran de ger ji Tirkan pêve gel hebin, bi awakî dê bên îmha kirin. Almanya, bi awayek tûndî piştevaniya vî karî dikir. Îmhakirina Rojhilata Nêzîk dîtina Almanyayê bû.

Lê pirsgirêkeke Brîtanya, Fransa û Ûris a parvekirina Împaratoriya Osmanî hebû... A em dizanin di dawiya sala 1915an de, hevdîtinên Sykes Picot dest pê dikin. Û ev hevdîtin di sala 1916an de bi encam dibin. Yanî parvekirina Osmanî, axa Osmanî. Bo erdnîgariya Kurdîstanê jî di Sykes Picotê de parvekirinek tê rojevê... Di Sykes Picotê de jî parvekirina Kurdîstanê jî heye, wek welat, wek gel heye. Lê di sal 1917an de, tevgera Bolşewîkan, tevgera şoreşa Bolşewîkan li Rûsyayê li hember projeya Îngilîz û Fransiz bû asteng nehişt bikeve meriyetê. Û Îngilîz û Fransiz bo ku Şoreşa Bolşewîkan berbi başûr ve neyê xwarê mecbûr man projeyên nû çêkin. A li gor qen’eta min li ew ciyê ku em îro jê re Anadolu dibêjin, çêkirina organîzasyona dewletekî, yanî avakirina Komara Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de tê rojevê.

Li Afganîstanê Emanullah Xan, dewleta Afganîstanê, li Rojhilata Dûr tevgera Çan Kay Şek... Bo Şoreşa Bolşewîkan ji nav sînorê Rûsyayê dernekeve projeyên wîha tên çêkirin.
Bo tunekirina Rojhilata Nêzîk, bi vî awayî, vê carê, bi alîkariya Îngilîz, Fransiz û yekîtîya Sowyetan dikeve meriyetê. Ev, li gor qen’eta min tê vê wateyê, ew tunekirina Rojhilata Nêzîk a ku bi piştevaniya Almanan Îtîhad û Terakî dixwast pêk bîne, vê carê bi piştevaniya Îngilîz, Frensiz û Yekîtiya Sowyetan pêk hat. Pir zelal e ku Kemalîst bi organîkî berdewama Îtîhad û Tîryakî ne. Rojhilata Nêzîk wiha ji holê tê rakirin. Rabûna Rojhilata Nêzîk ji holê, wek mînak îro pirsgirêka Kilikyayê nîne. An bi navê Pontusê pirsgirêk nîne. Bi navêTurabdinê pirsgirêk nîne... heta salên dawîn bikar anîna van navan sûc bû. Hevalno, li van deran jî jenosîd heye. Wek mînak Suryanî mijara gotinê ne... Êzîdî mijara gotinê ne. Li van deran jî jenosîd heye. Lê em dibêjin ku Rojhilata Nêzîk hat tune kirin. Rojhilata Nêzîk yanî gelên otoktonên ku li Rojhilata Nêzîk bûn. Kî ne ew. A Suryanî, Kurd, Pontûs, Rûm, Ermenî gelên otoktonên Rojhilata Nêzîk in. Ev gelên otoktonên Rojhilata Nêzîk, ji aliyê gelên ji dûr ve hatin bi jenosîdê re rûbirû mane. A dema em dibêjin rûbirû kirin, heqîqet divê bi tevayî li pirsgirêkan bê nêrîn. A divê Suryanî, Êzîdî, Rûm, Ermenî, Kurd tev bi hev re li ber çavan bên girtin. Divê tev bi hev re bên nirxandin. Yanî dema dibên rûberkrin, dema dibên heqîqet divê di vê çarçoveyê de bê nêrîn. Ji bo vê berya her tiştî divê azadiya îfadeyê bi awayek bêsînor bête bikar anîn, divê bi awayek berfirehî ramana azad bipêşkeve. Ji bo bi azadî salên 1920an bêne nirxandin...

*Axaftina ku di Panela Dêrsima 38an de hatiye kirin di ber çavan re hatiye derbas kirin. Panela Dêrsima 38an, di 8ê Nîsana 2012an de li Enqerê pêk hat. Panelê, Komela Dêrsim Girêneşiqtok(Kaymaztepe) û Gundên Derdorê lidarxistine. Panelîstên din, Cafer Demir, Kazım Gündoğan û Gülay Kayacan in. Panelê Av. Miyase İlnur bi rê ve biriye.

Wergera ji Tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin. [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.