بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dosta gelê Kurd koça dawî kir

Rûdaw.net: Piştî ku îniya borî rakirin nexweşxaneyê, dosta gelê Kurd û xanima Fransa ya berê Danielle Mitterrand îro di temenê 87 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Xanima Danielle Mitterrand piştî ku roja înê rakirin Nexweşxaneya Georges-Pompidou ya Fransa, şeva dûşemê ket komayê û duh bi şev derdora saet 02.00’an ber bi sibehê ve jiyana xwe ji dest da.

Danielle Mitterrand ji 21’ê Gulana 1981’an û bi hilbijartina Serokkomarê Fransa François Mitterrand navê xwe di dîroka Fransa de nivîsand.

Mitterrand di sala 1986’an de Weqfa Azadiyê ava kir. Ev weqif li tevayî cîhanê mafê jin û mêrên tê çewisandin diparêze.

Danielle Mitterrand û hevserê xwe François Mitterrand wekî dû dostên gelê Kurd dihatin dîtin û timî piştgiriya gelê Kurd dikirin. Mitterrand çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ji nêz ve agehdariya wê ji rewşa Kurdistanê hebû.

Peykerê Danielle Mitterrand meha adara 2010’an li bajarokê Helepce yê Başûrê Kurdistanê hatibû danîn. Mitterrand di sala 2009’an li Hewlêrê di daxuyaniyekê de got: “Kurdistan welatê min ê dûwemîne.” Herwiha Mitterrand sala 1989’an 200 kurdên li kampên penaberan de jiyan dikin, biribû welatê xwe.

Danielle Mitterrand 25.10.1924’an li Fransa ji dayîkbûye û di temenê 87 saliyê de koça dawî kir.

Cakanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/10272.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.