بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dewleta Tirk û Bajêrê Kerkukê

  Ev çendîn salin, bi taybetî jî pêş û dem û dawîya ruxana rejîma Saddamî li sala 2003, dewleta Tirk hemû hewil û xebatê xwe ji bo parastina statukoya Bajêrê Kerkukê terxan kir...Pêş şerê Amerîkayê li dijî Saddamî Kerkûk „hêla Sor“ a Tirkan bû.. Ji bo vê yekê jî wan di hemû danûstandinê xwe ligel Amerîkayê de pirsa Kerkûkê û destkeftên Kurdistanê li Bajûrê welet anî rojevê..Dewlet Tirk çawa hebûna xwe li ser nebûna Kurdan avakiriye, hemû peywendîyen xwe ên sîyasî û aborî jî li ser vê yekê avakiriye.... Wê dema Amerika hewil dida li dijî rejîma Beh’sî hevpeymantîyek leşkerî û sîyasî pêkbîne, şertên serekî ên Tirkan ji bo beşdarîbûna şerî, lawazkirin û sînordarkirina desthilatê Kurdên Başûr bû...Lê Tirk di vî armanca xwe de serneketin.. Ji ber ku, Kurdên Başûr ji hemû alîyan ve beşa serekî a rêkeberîya rejîma Bexdayê bûn..Di şerî de jî li gel Amerika wekî hêza duyemîn beşdarbûn û dewrek serekî di wî şerî de lîstin. Wê dema hêzên Peşmergên Kurdistanê Kerkûk ji hêzên dagirker ên Iraqê rizgarkir, „hêlên sor“ ên Tirkan nehîştin.. Sed mixabin nakokîyên di navbera partîyên sîyasî ên Kurdistanê de rêdan, Kerkûk bi awayekî emîr waqî bête li nav Kurdistana azad.. Hêzên Peşmergan di bin fişara Amerîkayê de bajêrê Kerkûkê berdan..Dewleta Tirk dîsan ranewestîya, destpêkir gellek ji sîxwerên xwe ji bo tekdana rewşa Kerkûkê şand li wir.. Dewleta Tirk beşek ji Turkomanên Kurdistanê ji bo dujminkarîya Kurdan û desthilatê Kurdistanê di nav rêzên Cepheya Turkmanî de rêkxist... Ev çendîn salin karekî vê Cepheya xwefiroş heye, ew jî dujminkarîya deshilatê Kurdistanê û destkeftên Kurdan e. Dewlet Tirk bi hemû hêzên xwe ya rasterast yan jî bi Cepheya xwefiroş hewil da hemû neyarên Kurd û Kurdistan li ser mijara Kerkûkê rêkbixe... Lê ew di vî karê xwe de jî serneketin..Nûnerên Kurdistanê li Bexdayê ligel Ereban ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê li gor madeya 58 a Zagona wextî a îdareya dewletê hevhatin... Lê sed mixabin du hukumetên Iraqê, a Allawî û Caferî ji bo vê madeya navbirî qet tiştek nekirin... Piştî vê yekê madeya 58 wekî xwe li jêr navê madeya 140 di Destura Daimî a Iraqê de cihgirt...Tirk qet ranewestîyan... Wan di hemû danûstandin û gotûbêjên xwe ên fermî û ne fermî de neyartîya Kurdistanîya Kerkûkê kir. Wê dema wan Caferî davetkir ji bo Tirkîyê û li ser çareserîya Kerkûk axift, Kurdên Başûr helwestekî niştîmanî wergirt û dawî bi Serwezîrtîya Caferî anîn.Wê dema Kurdên Başûr li Bexdayê ji bo damêzrandina hukumeta nû kardikirin, merca serekî a Kurdan çareserkirina pirsa Kerkûkê bû... Çawa jî wisa nebe.. ji bo Kurdistanîyetîya Kerkûkê şoreşên Kurdan şikestin xwarin, 4000 gundên Kurdan hatin wêrankirin û 182.000 Kurd hatin enfal kirin.... Çawa Kurd dikarin waz ji Kerkûkê bînin.Kurd û Şîa û hêzên din li ser vê yekê hevhatin û çareserkirina meseleya Kerkûkê di bernameya hukumeta Nurî El Malîkî de cihgirt... Li gor Destura Iraqê pêwîste heta dawîya sala 2007 pirsa Kerkûkê çareserbibe û referandum bête kirin.. Hukumeta Nurî El Malîkî li gor biryara hukumeta Allawî lijneyek ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê avakir û ji bo karên pêwîst jî 200 mîlyon dolar terxankir..Dewleta Tirk dîsa ranewestîya, dîsan berdewamî êrîşên xwe bû li ser Kurdan û Kerkûkê..Kurd û Ereb pêk hatin û Desturek amade kirin.. Ew destur ji bi rêya referandumê ji alîyê Kurdan û Ereban ve hate pesindkirin..Dewleta Tirk vê destûrê jî qebulnake û hertim hewl dide destê xwe li nav karûbarên Iraqê ên navxweyî werdide..Piranîya Serokên Kurd û Ereb dibêjin „Pirsa Kerkûkê, a navxweyîye û tu peywendî ligel Tirkîyê û hêzek derekî nîne“... Lê dîsan Tirk ji van gotinan tiştekî fêmnakin û Parlamenterên Turkoman ji Parlamentoya Irakê dawetî Tirkîyê dikin.. Ew hewl didin çawa ew parlamenterên Tirkman dikarin dijîtîya Kurdan bikin û Kerkûkê teh’rîbkirî bihêlin..Dewleta Tirk di vê dawîyê de li ser şandina leşkerê xwe ji bo Libnanê qisedike... Wekî dema şerê Iraqê û Amerîkayê, vê carê jî dîsan destpêkirine ligel Amerîka û Neteweyên Yekbûyî li ser meseleya Kerkûkê bazarîyê dikin..Bi rastî jî Tirk dikarin xwe bifroşin ji bo ku Kurd wekî berê bindest bimînin..Li pêncê vê mehê serokê Neteweyê Yekbûyî Kofî Annan diçe Tirkîyê. Ligor ragêyandina Tirkan karbidestan wan bi keleka meseleya Qibrisê, dixwazin daxwaza ji Annan bikin ku statûkoya Kerkûkê teh’rîbkirî bimîne.. Ji bo vê yekê jî alîkarîya Annan dixwazin..Tirkan sed hezar leşkerên xwe li ser tixûbên destkirî ên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê komkirîye û wekî şûrê Demokles li ser serê Kurdistana azad de badike...Rewşa deverê û cîhanê derfet nade ku, ew biçin li nav Kurdistana azad.... Lê wekî seyên har li der û dora destkeftên Kurdan tê û diçin...Bahaneya wan jî ew çekdarên PKK li Başûrê Kurdistanê ye..Niha Amerîka, ji bo ku Irak, Tirkîye û Amerîka li sê qolî li ser meseleya çekdarên partîya navbirî rawestin û guftûgo bikin Koordînatorêk tespît kir...Her çıqas bi fermî navekî din jî tê nasîn ew „Koordînatorê Kurd“e û dê bi karûbarê Kurdan ve mijûlbe.. Wekî Felakedîn Kakayî dibêje „belkî ew jî dewrekê di çareserîya pirsa Kerkûkê de dibîne “..Kurt û kurmancî, Tirk car û bar PKKê, carna Tirkmanan û carna jî Kerkûkê wekî bahane nîşandidin, Lê armanca wan a serekî Kurd li ku dibin bila bibin, lê pewîste bê desthilat, bê destkeft, bê azadî û bê dewlet bin.. Ji ber ku, azadîya Kurdan wekî nemana Tirkan û dewleta xwînrêj a Tirkan dibînin... Serkomarê Tirk Sezer çend roj pêş niha li pêş çavên hemû rojnamevanan eşkere kir ku ji bo çi Mam Celal dawetî Tirkiyê nake... Çawa bike „Serokê eşîrekê, wekî serokê dewletê dawet bike“ deriwên wan ên sed salan derdikeve holê..Tirkan di van salên dawîyê de gellek hewl dan ji bo pûçkirina dewleta federal a başûrê Kurdistanê... Lê qet carekê ser neketin... Ew di meseleya Kerkûkê de jî sernakevin... Ji ber ku, di van sê salên dawîyê de sê hilbijartin hatin lidarxistin. Di her sê hilbijartinan de jî Kurd piranî derçûn.. Heke sibe ew kolonên Ereb biçin, bajarokên Kerkûkê bizivirin li ser Kerkûkê hejmara Kurdan digîhijê wekî Şemsedin Samî digot „ 3/4ê Kerkûkîyan“..Di dawîyê de pêwîst e çavên hemû Kurdên dilsoz li ser Kerkûkê be.. Ji ber ku, li Kerkûkê çarenivîsa 40 mîlyon Kurdan tê lêyîstin..03.09.06[email protected]

Total funds in the account tend to alter significantly between consumers, this might permit just the littlest disaster to completely hinder your finances. Aid is usually needed to stay on mark with your budget. A Absolute Pay Day Loan [www.absolutepaydayloans.com] could be a great selection to explore because it could grant brief cash for those sudden complications that happen.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.