بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

3000 mailên taybet ên Esed hatin weşandin

Rojnameya ingilîzî "The Guardian" 3000 e-mailên ji Sûriyê bi dest xistine - ew teqez dikin ku tevî şerê li Sûriyê Beşar el-Esed jiyaneke lûsk dijî û bi Îranê re dişêwire.

Di nûçeyeke xwe de ku çarşemê di malpera wê de hatiye weşandin, "The Guardian" îdîa dike ku wê 3000 e-mailên serokê Sûriyê Beşar el-Esed û xanima wî Esma bi dest xistine. Rojnameya ingilîzî diyar dike ku e-mail di rêya çalakvanên sûrî re gihane wê. Di van e-mailan de xuya dibe bê çawa dîktatorê sûrî di bûyerên li Sûriyê de tevdigere û bê çawa xanima wî jiyaneke lûsk dijî. "The Guardian" dinivîsîne ku tevî lêkolînên hûrbîn ew nikare bêje ku ew e-mail sed ji sedî rast in.

Li gor "Guardian" di e-mailan de xwe xuya dibe ku el-Esed bi hevalbenda xwe Îran re li ser danûstandina bi şoreşa li Sûriyê re şêwiriye. Li gor e-mailan Îran şîret dane serokê Sûriyê ku di axavtinên xwe de peyvên "xurt û bi hêz" bi kar bîne, da hêza leşkerî ya Sûriyê bê xuya kirin û rê li ber êrîşeke ji derve bê girtin.

Herweha di e-mailan de eşkere dibe, wek ku "Guardian" dinivîsîne, ku Esed bi berfirehî li ser hebûna rojnamevanên biyanî di taxa Baba Emir li Humsê de dihat agahdar kirin. Di şibatê de di êrîşeke artêşa sûrî de du rojnamevanên ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Fransayê hatibû kuştin.

Li gor e-mailên ku "Guardian" belav kirine, "Xanima Yekem" a Sûriyê Esma el-Esed bi bêtirî ji 12.000 Euro tiştên bûha mîna mûmdank, mase û lampeyan di rêya internêtê re kirîne. Ev yek di demekê de pêk hatiye ku cîhanê bi metirsdarî li têkbirina zordaryane ya çalakiyên protestoyê li dijî rêjîma Beşar el-Esed temaşe dikir. Ji dema destpêkirina şoreşa li Sûriyê bêtirî 9000 kes hatine kuştin.

"The Guardian" diyar dike ku e-mailên ku wê di rêya çalakvanên opozîsyona sûrî re bi dest xistine, di dema di navbera hizêrana 2011ê û şibata 2012ê de hatine nivîsandin.

Tevaya nûçeya "The Guardian" dikare li vê derê bê xwendin:

http://www.guardian.co.uk/world/2012/mar/14/assad-emails-lift-lid-inner-circle

Cavkanî: www.rudaw.net/kurmanci/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.