بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir on 28 July 2010

Dr. Naci Kutlay dinivîse, « kurd jî sûcdarin, em gere ji dîrokê û ermeniyan bexşandinê bixwazin.Dewletê kurd dane xebatê, bi me dane kirinê, nabe sebeb ».
Gelo kengê ev psîkolojya qûltiyê ji nav xwîna kurdan derê? Kurd bi vî aqilî bûne, lema jî heta niha negîhiştine tiştekî û eger ha bimeşe, ne jî wê bikaribin du kevira daynin ser hev. Xazila di wan salan da Dr. Kutlay jî di nav wan kurdan da bûya û me bidîta, ka wê çi bikira? Welleh, wê «qula mişka bi hezar tûmanî dest nexista». Ça ew kirin misilman, wê ûsa jî ev kar pê bidana kirinê. Birêz Dr. komkujiya sed sal berê qewimiye divîne, lê ya ku ber çavê wî tê kirin, navîne. Bese, bese, çi kula we ermeniya ketiye. Welatê wan heye, feqîrno, ya we çi heye? Yek hebe halê weda bigirî. Ji bo bindestiya miletê xwe binivîsin, eger hûn haqa hûman û qehremanin, ya kurd mirîşkin ji bo we?
Yeke, eger em xwe ber nigê ermeniya da şerjêkin jî, ber çavê wan nayê. Badilhewa xwe sûk û selîm (sivik) nekin.
Têmûrê Xelîl jî dinivîse, « Hinek begên kurdan, bi helandaîna tirkan, milet rakirine dijî ermeniyan ». Hewar, hela werin vê ecêbê binhêrin.Dêmek miletê kurd rabûye dijî ermeniya. Kerema xwe, ji serê xwe der tişta nevêjin û nenivîsînin.Dilê T.Xelîl ser êzîdîyan diêşe…? Baş dibû ser rewşa êzîdiyên Ermenîstanê çend gotin binivîsiya (dibe cîkî din nivîsî be, nizanim), û bigota ka sebebê derketina wî, yê rastî, ji Ermenistanê çi bû?.
Ez fikira Dr.Ebdûlbasît Seyda rast dibînim ku dibêje, « Hin ji kurdan bi xwe wê meselê baş ji hev dernaxin û pir şaş diçin, dixwazin însanetiya xwe bidin xuyakirin, lê xwe sûcdar dibînin û dixwazin kurdan jî wek milet bi qirkirina ermaniyan gunehkar bikin ».
Hela yek hebe ji Gulan Avciyê bipirse, kê heq daye te ser navê miletê kurd pêşda bêy? Û ça birêz Ibrahim Guçlu dinivîse, «Avciyê kurd û bav-dê pîrên xwe di pirsa qirkirina ermeniyan da, bi awayekî vûlgarî û bê ûjdanî, tewanbar kir ». Ez dibêjim Gulan Avciyê gere bê mehkemekirin. Ji bo Avciyê eva barekî girane, gerek hilnede ser xwe, ya eger na, fitiqa wêyê derkeve .Ya din jî, ev mesele, mesela dîrokzana ye. Kesên ku ne pisporê vê pirsgirêkê ne, ne kompêtêntin ,
Kerema xwe «mînanî kevçiyên bê poçik» serê xwe nekin her cî . Eger kurd nebûna ew çend ermenî jî xilas nedibûn û bi saya serê rûsan jî dewlet xwe ra çê nedikirin. Min şaş fam nekin, ez navêjim fikrê xwe neynin zimên, naxêr, gotina min ewe, ku em bi awayekî ûsa nêzîkî vê pirsê bin ku him xwe rezîl nekin û miletê kurd jî neherimînin . Di wextê xwe da rojnameyeke avropî nivîsîye, «Pêwendiyên germ, ên ermenî –kurd tirkan rehet nahêle». »Ber ku tirk ji derva hatibûn, lê kurd û ermenî bineliyên van erdan bûn. Bi qurnan bi hev ra jiyane, eynî av vexwarine, şîn û şaiyên hev bûne. Tirsa tirkan ew bû, ku ewê bibin qewateke mezin dijî Tirkiyê. Hêdî-hêdî fikrek pêşda tê-rê li ber yekîtiya van herdu miletan gerek bê girtin. Pêwiste yek ji wan an erdê Tîrkiyê terk bike, yan jî bê qirkirin. Di dîrokê da fikrek heye, yanî ber ku kurd misilman bûne, loma destpêkê da xwestine ermeniya ji holê rakin. Eva fikreke ne raste. Di serê qurna 19-a tirk diha zef dijî kurdan bûn. Di nîveka 19-da hêdî-hêdî pilana qirkirina ermeniyan derkete holê. » (A.Karsov « Zamêtkî o kûrdax » rûp.22-23. bi zimanê rûsî)
Gelek serhildanên kurdan çê bûne, bi sed hezaran (belkî bi milyonan) kurd qir bûne, sirgûn bûne, bo çi deng qet ji ermeniya derneketiye, çira tev kurda nebûne? Ez zanim çira-ber ku kîderê germe ermenî xwe didine wira.
Şêx Ubeydulla, di edebiyeta ermeniya da (Raffî, «Kayser») bi resmekî nêgatîv û ne baş hatiye nirxandin.Belkî nivîskarekî ermenî Levon Mesrop, ku gelek li Kurdistanê geriyaye û nav kurdan da jiyaye dinivîse, «Di rastiyê da Şêx Ubeydulla xêrxwaz û dostê ermeniya, yê herî mezin bû. Ewî digot, « Tirk dixwazin me dijî ermeniya bi kar bînin. Gava ew biqedin, wê vegerin ser me». (Levon Mesrop « Kurdistan û kurd ». Parîs, 1957, rûp. 69.)
Sala 1927-a Bedirxaniya li Parîsê «Xoybûn» damezirandin. Daxwaza wê çêkirina yekîtiya kurdan bû, derxistina wan ji bin nîrê tirkan û farisan. Ewî ûsa jî bangî ermeniyan kir, ku destekê bidin kurdan û bi hevra dijî dijminê herdu miletan derkevin. Eynî wê salê wekîlê «Xoybûnê» Sireya beg û berpirsiyarê partiya ermeniya «Daşnaksûtyûn» hevpeymaneke nivîskî çêdikin.
Sireya beg dinivîse, «Oktobirê, sala 1927-an «Xoybûnê» û «Daşnaksûtyûnê» êlan kirin, ku tirk dijminê wanin. Ji bo azadiya wan herdu miletan, me peymana şêr dijî tirkan êmza kirîye.» Ew dîsa divêje, - Bi navê miletê kurd ez spasiya xwe didim miletê ermenî, yê qehreman û armanca wane pîroz, kîjane-avakirina Ermenistaneke serbixwe û yekgirtî. Dûr ra xudanê pirtûkê dîsa dinivîse,- Xûya bû haya «Xoybûnê» pê nîbû, ku daşnaka gelek wext berî êmzakirina vê peymanê, destê xwe kiribûn destê tirkan.Wextek şûnda berdevkê daşnakan êlan dike, «Dostê meyî heqîqî tirkin, pêwiste em destê xwe têkin destê tirkan, xem nîne, ku ew dest bi xwîna ermeniyan va hatine gevezandin (sorkirin)… ( eynî pirtûk, rûp. 72.).
Biborînin, ermenî ha bûne û ha jî mane. Berê-ber da mezinên me gotine, «Seyê tûle, hespê kule, mêrê file (ermenî), baweriya xwe pê neynin». «Qirkirina ermeniya ne ji bo dîn bûye, ew bi pilan û bi heq-hesab hatiye çêkirin û dijminê ermeniya ne kurdin, lê belê tirk û dewleta wane!!» (H. Orbêlî-zanyarê ermeniya yê mezin). Arşak Çobanyan jî dinivîse, ezab û tiragêdiya kurda, ji ya ermeniya kêmtir nebûye. (S,Poxosyan, «Kurd û pirsa ermeniya», rûp. 233 )

Qedera kurdên Ermenistanê

Belê, radyoya kurdî hebû, rojnameya «Riya Teze» derdiket, lê gerek bê gotin, evana xêra qanûnên Sovyêta berê bûn. Anegorî wan qanûnan, hemû milet birane û girîngiyeke mezin didan miletên biçûk, çand û kultura wan. Wextê Sovyêt hilweşiya, hukmeta Ermenistanê hêdî-hêdî rûyê xweyî rastî nîşan da himber «miletên bira». Eynî siyaseta tirkan li vir jî hate meşandin. Kurdên misilman û azeriyên ku bi dehan salan li nehiya Masisê da cî-war bûbûn û di xizmeta wanda bûn, bi awayekî hovane ji malên wan derxistin -20000 kurd, azerî hê zêde- û mal û milkê wan zeft kirin.
Gava ewana qediyan vêga hatin dor kurdên êzîdî, rewşenbîrên me kuştin, belê kuştin, miletê me pîre-pîreyî kirin û xwe dane alîkî, xwedêgiravî ne dibînin ne jî dibehên. Û kesekî nikarîbû deng derxista, ber ku her yek ji jiyana xwe ditirsiya di wê kaosê da. Gava îdî miletên mayîn neman, prêzîdêntê Ermenistanê Lêvon Têr-Pêtrosyan eşkere pesnê xwe da û got, «Me karek kir, ku yên pêşiya me di 75 – salan da nikarîbûn bikirana. Me welatê xwe ji miletên mayîn paqij kir.»
Wê demê gotinên Talat Paşa ketin bîra min, ku digot, «Ermenî bira sebir kin, çi, ku Hemîd di 30 salan da nekir, ezê 30 rojan da bikim.Tenê peyva «ermenî» wê tarîxê da bimîne, jinên wan, qîzên wan, mal û milkên wan wê bimînin mera. (S. Poxosyan « Kurd û pirsa ermeniyan, rûp. 222)
Niha jî ermenî bi awayekî eşkere dijminatiya kurda dikin û dijî çêbûna Kurdistanê ne.Hîn bûne, xelk wanra cî veke, ew jî herin têda rûnin.
Niha bajarê Yerêvanê dîsa bi azêriyên Ïranê û tirkan va tije bûne, bi deh hezaran jin û mêrên ermenî ketine kolanên tirkan û her karî dikin, ku çend qûrişan top kin û bişînin malbatên xwe ra. Û ça ermenîkî ji min ra nîvgirî got, «Berê jinên me bi zor dibirin, niha me bi destên xwe carek din ew dane destên mêrên misilman… »
Niha jî pirs e, gelo gerek kî ji kê lêborînê bixwaze?

Aslîka Qadir
Fîlolog, hunermend (Pispora ziman û edebiyata ermenî)

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.