بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir on 4 March 2011
SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ: BILA HILBIJARTINÊN PARÊZGEHAN Û YÊN GIŞTÎ JÎ ZÛ BIHÊN ENCAMDAN
PeyamnerPNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, di bareya rewşa niha ya herêma kurdistanê de peyamek pêşkêş kir û tê de, daxwaza encamdana hilbijartinên parêzgehan û hilbijartinên giştîyên berînî jî kir. Serokê herêma kurdistanê di evê peyama xwe de tekezî li ser ewê yekê kir, ku ewê ew xwe disipêrin wî her milletê kurd e û divê birayr a millet be. Ev jî teksta evê peyamê ye:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Gelê Kurdistanê yê têkoşer
Xwişk û birayên ezîz
Careka din ez serexweşîyê li binemalên şehîdan dikim û daxwaza çakbûnê ji birîndaran re dikim. Ez daxwazê ji serokatîya herêmê û hukûmeta herêmê dikim, ku çi ji bo çakbûna evan birîndaran pêdivê be, ew ji wan re bikin.
Ez gelek şad im, ku gencên me gihijtine astekî weha, ku bi awayekî aştîyane û şaristanîyane daxwazên xwe pêşkêşî parliyamentê, hukûmetê, serokê herêmê û hemû alîyên din dikin.
Herweha, pêşinyarên gelek bi nirx û baş dikin û ev jî giroveyê (delîlê) gihijtina gencên me ye û ev jî ji min re xweşî û şadî ye. Dilhêsayî bin, ku ti kes wek min ji we hez nake.
Hûn roleyên evî gelî û evî welatî ne û ayinde (paşeroj) li ser milê we ye û ev emaneta han inşallah gerek hûn wê serkevtîyane bi cih bihînin.
Rêzdaran.. xwepêşandan mafekî suriştî ye û divê gelê me di biwarê xwepêşandanan û derxistina êş û azarên xwe de azad be. Ez naxwazim di welatekî de bijîm, ku tê de milletê kurd ne azad û ne serfiraz be.
Tenê hêvîya min ew e û ew jî hêvîyeka birayane ye, ku ji bo paraztina nav û dengê xwe û welatê xwe, nehêlin ticaran dijwarî di nav evan xwepêşandanan de çê bibin. Ji ber ku derfet ji we re heye, ku hûn tê de her tiştê bixwazin hûn bibêjin û her bîr û nerîneka xwe bidin xuyakirin. Êdî ez hêvîdar im, ku ji bo paraztina nav û dengê xwe û welatê xwe, ticaran derfet nehê dan, ku dijwarî çê bibin.
Dengê min jî bi ewî dengî re ye, ewê ku daxwaza sazkarîyê û dadperwerîya civakî dike.
Xwişk û birayên hêja
Piştî ez vegeriyame, me vexwendinek têr di bareya rewşa xwe de kiriye û ez gihijtime ewê qena`etê, ku divê çareyeka bingehîn ne ku nîvceyî bihê pêşkêşkirin.
Ez daxwazê ji parliyamentê û hukûmetê dikim, ku ew 17 xalên (nuqteyên) parliyamentê pêk bihên û xalên dinên di berjewendîya herêmê û xelkên herêmê de jî, bihên pêşinyarkirin û pesendkirin. Divê hukûmet bi temamî prosesa sazkarîyê berdewam bike û ez daxwazê ji parliyamentê û ji hukûmetê dikim, ku zû bi zû hilbijartinên encûmenên parêzgehan encam bidin û her ji niha ve jî, amadekarîyan jê re bikin. Belê çareya bingehîn li angora nerîna min ew e, ku em nerîna gel werbigirin, ji ber ku ewê em xwe pê disipêrin tenê xelkê kurdistanê ye.
Ez daxwazê ji parliyamentê dikim, ku di bareya vexwendin û encamdana hilbijartinên giştîyên berînî de, guft û goyan bi alîyên din re bikin û millet jî, hukm û nerîna xwe bide.
Xwişk û birayan
Min di behara sala 1991 de daxwaza hilbijartinan kir, ji ber ku min xweztiye hûn azad bin û hûn bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Ez serbilind im, ji ber ku rola min di pêkanîna demokrasîyê de li kurdistanê hebûye û me sistemek danîye, ku tê de ne serokekî hetahetayê heye, ne partîyeka hakim heye û ne jî parliyamenteka herdemî heye. Belê millet bi berdewamî heye û ev millet ew e, yê ku em xwe disipêrin wî û ji ber evê çendê, divê em xwe bisipêrin millet û millet bi xwe biryar û hukmê xwe bide.
Silav li we bin.

Projeya Reforma Siyasî li Herêma Kurdistanê ko 22 xal in wiha ye: 1. Bi armanca pêdaçûn û pesendkirina wê bi lihevkirina di navbera grupên Parlamentoya Kurdistanê de (opozîsyon û Kurdistanî), vegerandina reşnivîsa destûrê bo parlamentoya Kurdistanê. 2. Pêkanîna komîsyona bilind ya hilbijartinên herêmê ji kesên bêalî. 3. Pêkanîna desteya nehiştina gendeliyê ji kesên serbixwe û pêkanîna lêpirsînê digel gendelkaran. 4. Derxistina yasayeke taybet bi nehiştina gendeliyê. 5. Guhertin û serastkirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê bi lihevkirina di navbera partiyên opozîsyonê û Lîsteya Kurdistanî. 6. Guhertin û serastkirina yasaya xwenîşandanan bi lehevkirina di navbera partiyên opozîsyonê û Lîsteya Kurdistanî. 7. Yekxistin û bipîşeyîkirina herdu dezgehên asayîşê bi curekê ko desthilata bicihanînê nemîne û vegerin ser wezareta navxwe. 8. Yekxistina û bipîşeyîkirina dezgehên asayîşa navxwe (wezareta navxwe). 9. Yekxistin û bipîşeyîkirina hêza pêşmerge ya Kurdistanê. 10. Bicihkirina bêlayenî û serbixweyiya desthilata dadwerî û pêkanîna pêdaçûnê di pêkhateya niha ya civata bilind ya dadwerî û dadgeha temîzê de. 11. Aktîvkirna dezgeha dawakariya giştî û cihêkirina wê ji wezareta dadê û girêdana wê bi civata bilind a dadweriyê. 12. Vegerandina mal û mulkên giştî yên ko partî û aliyên siyasî dest bi ser de girtine. 13. Guherîna pêkhateya hizbî ya dezgehên Zanyarî, Parastin û Dijîterorê bo pêkhateyeke asayîşa neteweyî ya ser hikûmetê li ser bingeha pîşeyî û bêaliya serbixwe. 14. Rêxistina têkiliyên di navbera partî û hikûmetê bi curek ko hemû desttêwerdanên hizbî yên bo karûbarê hikûmet û desthilatên destûrî nehêle. 15. Guherîna wezîr û wekîl û wezîrên pêşmerge, navxwe, darayî û samanên sirûştî û li şûna wan danîna kesên serbixwe û teknokrat. 16. Desteberkirina serbixweyiya zanîngehan û navendekirina xwendina bilind û nehiştina hemû cure desttêwerdanên hizbî. 17. Aşkerekirina hemû jêderên dahat û dabeşkirina dahatê bi awayekî adilane, aşkere û şefaf di budceyê de. 18. Ji bo destpêka îdareyên mehelî, guhertin û serastkirina yasaya civata wîlayetan û pêdana desthilateke bêtir bi civata wîlayetan. 19. Di nav dam û dezgehên wezareta pêşmerge û navxwe de, qedexekirina karê hizbî. 20. Birîna alîkariya darayî ya dam û dezgehên ragihandinê yên partiyên desthilatdar û medyaya sîber û hemû rêxistinên ko li jêr navê civaka sivîl samanê giştî heba dikin. 21. Piştî ragihandina vê projeyê, bila di maweya mehekê de yasa û biryarên taybet bi her yek ji van xalên jorê bê derxistin û di maweya du mehan de jî bên bi cih anîn. 22. Di haleta bicihnebûna van xalên jorê di maweya diyarkirî de ko di xala 21-ê de hatiye, bila serokê herêmê biryara hilbijartina pêşwext rabigihîne û hikûmeteke yekîtiya niştîmanî serperiştiya wê qonaxê û hilbijartinan bike.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.