بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

şar Norşîn

MÎT a Tirkîya bi alîkarîya peyayên xwe li bajarê Tatvanê aksîyonek darxist. Li ser panoya Şaraderîya Tatvanê, bang û sempatîya xwe bi terorîstanra anî serê zman. Gor vê bangê wan bi terorîstanara silav dikirin, wanra pîrozbahî dixwestin û xwe li ber aksîyona wan ditewandin . Terorîstên ku nava Îslamê li Parîs e dijî Redaksîyona Kovara Carlie Hebdo komkujîyek dardixistin, li bajarekî Kurdistanê weku “merxas” dihatin pehsandin. Ew pehsandin bo çi ne li bajarekî Anatolîa yê din?! Bo karekî qîrêj yê wusa, wan bona çi bajarekî Kurdistan ê hilbijartin?!

Kovara Carlie Hebdo li dijî kewneperestên cîhanê dijarîyêk mezin dimeşand, dagirkerên Tirk û pîlên wan yên jêrzemînî Redaksîyona vê Kovarê bê sedem nehilbijartin. Redaksîyona Carlie Hebdo gelek cara sempatîya xwe bi tekoşîna gelê Kurd ra anîbu serê zman, nîvîskar û hunermend ê wê yê mezin Steven Cahrb gevekê din pêş va çu bu û dijî kewneperestan gotu bu: naha şunda ez Kurdim weku Kurdekî difikirim! Gotinên wî weku tîrekê dilê dagirkerên Tirk ketîbu û qwil kirîbu, jana wan mezin bu. Bawerim ji ber vê dagirkerên Tirk, bi navê DAÎŞ û AL QAÎDA ew komkujî bi şîvekî hovanê darxistin, naha ew dixwezin avê şelû bikin û bi aksîyonên wekû bajarê Tatvan ê; mabeyna gelê Kurd û dostên wan da pozberîyan avabikin. Aksîyonên wussa nu nînin:

15 Tîrmeh 2014, peyayên dagirkerên Tirk li Amedê dijî xîveta fitarê ya Şaredarîya Amedê êrişek darxistin, xîvet tar û mar kirin, wan sedema vî karî Balyozê Emrîkayê yê bajarê Edenayê nîşan didan. Balyozê Emrîkayê yê bajarê Edanê John Espinoza xwestibu xîveta fitarê zîyaret bike û daxwezîya xwe bona dayina xwerina fitarê bîne serê zman. Xîvet hostatî bi destê provakatorên MÎT a Tirkîya û supintîyên “Kurd” hate hilişandin. Doritira rojê wan ew êrişên xwe yên hovane li ber Ulu Camîyê (Dîsa mizgeftekê Amedê) berdewam kirin. Tiştekî balkêşê, HDP li Amedê xwedî hêztirin organîsazyon bu, wan dikarîya li ber van êrişan bigirin, bi şiklekî tenya dengbilind gazindeyên xwe kirin bi êrişanra dest û pê girêdayî man. Bawerim berku kerîyê sergerdeyan diji Emrîka û Balyoz John Espinoza silogan diqîrîyan, bi şiklekî av li ser dilê hinek endamên HDP jî dihat berdan. Dagirkerên Tirk bi vê buyerê dixwestin peyamekê bidin Dewleta Yekitîya Emrîka; “Kurd mislimanin û dijî wenê, bawer nekin ku ew ji wera bibin dost û li Rojhilata Navarest ji wera bibin hevkar, dostên we yên rast û dirust emin!”

Duenî MîT a Tirkîya bi destên kompradorên Kurd yên perê şerîatê li bajarê Tatvan ê li ser panoya şaredarîyê bi zmanê Tirkî ew bang nîvîsand: “Silav ji braderên Kuaşî yên ku Resulê Xwuda ji xwera Pêşvigar dîtinê. Xwuda pêrgînîya şahdeta wan bike.Dema hun lê didin demokrasîyê, dema em tola xwe digrin terorîzme.” Lîhistik gelek mezine, dagirkerên Tirk rast nîşan didin û çep lêdidin. Ew bi vî şiklî ruyê xwe digirin, naxwezin xwînxwarî û mîrovkujîya wan derkeve holê, naxwezin peyvendîyên wan li gel DAÎŞ û AL QAÎDA zedetirîn bêtin dîtin. Eger hun min bipirsin min dibêjim le paş teqîna Sultan Ahmedê û komkujîya Parîsê dagirkerên Tirk bi xwe hene; li vir peyama Komara Tirk vaye:

1-Terorîzm him bela sere meye him bela serê weye, alîkarîya gelê Kurd mekin, dewletbun û xwedî mafbuna gelê Kurd, ji mejuyê xwe derxînin.

2-Gelê Kurd gelekî Mislimanê şerîatê diparêze û him dijî Yekitîya Ewropa ye him jî dijî Yekitîya Emrîka ye.

3-Li vê navçeyê moderntirîn dewlet, ya laîq û seqular Komara Tirkîya ye, li gel Komara Tirkîya bibin dost, hevkar û piştîvan, yên din bîrkin.

4-Kurdino! “Heşan xwe” bînin serê xwe; Misliman bun û kuştina we destên medaye!

Provakasyon gelek mezine, alîkîva Kurd bi destên peyayên Komara Tirk yên wekû DAÎŞ û AL QAÎDA va tên kuşin, alîyê din va li bajarekî Kurdistan li ser panoya şaredarîyê, bona terorîstan ew banga piştîvanîyê tête darxistin. Bala we dikşînim ne bajarekî Anatolîa an jî Tirakya yê, li bajarekî Kurdistan ê! Çan salekê berîpêş xîveta fitarê li bajarê Amed ê dihat tar û mar kirin û bona reyagelamperî peyama “Mislimanîyê” dihat danîn, naha bajarê Tatvan ê dîsa bi bangavazikî hovane ew peyama “Mislimanîyê” tête dayîn. Berku Kurd “exmax û hov”bêtin nasandin!

Li vir min dixwezim ji arşîvê bona xwendewanan çend buyerên dîrokî pêşkêşbikim berku xwendewan bizanin çerxa Komara Tirk nava xwe da û li ser bingehya navnetewî çawa dizivire, bona çi ez şikê dibim li ser dagirkerên Tirk? Peyvendîyên teqîna Stenbolê û komkujîya braderên Kuaşî li bajarê Parîs, bi Komara Tirkîyê va, dikarin çi bin?

Di 6 Îlonê 1955, MÎT a Komara Tirk, bajarê Selanîkê xanîye ku; kaşografî weku mala Kemalê Selanîkî dihat hesibandin bombe kir. Provakasyon mezin bu; gotin Yunana mala “Atatürk” bombekirine. Bi wan bi vê Provakasyonê li bajarê Stembolê di nava du rojanda hemu dukan û malên Rum a şelandin û talan kirin, hinik ji wan kuştin, Gelê Rum yê Stembolê mecbur ma berê xwe da Yunanîstanê, wan goç kir. Bi zexta navnetewî Komara Tirkîya sembolîk zerara hinek Rum a da. Feqet ji vê buyerê şunda temamîya bajarê Stembolê keti destên Tirka, heta wê katê jimarek mezin ji Gelê Rum li Stembolê dijîya, Kovar û Rojnameyên wan hebun, dêrên wan tijî dibun, dibistanên wan da hîna xwendin berdewam bu. Bi vê provakasyonê wan bajarê Stembolê girtin destên xwe û dest li ser mal û milkên Rum a da danîn. Bi vê provakasyonê temamîya Stembolê bu bajarê Tirka.

Di meha 14 Tîrmeh 1958 li Iraq ê General Abdûl Kerîm Qasim dara sîyasî girt destên xwe, Qiralê Cîwan Faysal û malbata wî hatin kuştin, General Abdûl Kerîm Qasim li gel Mistefa Barzanî peywndî girt, di ve salê da Mistefa Barzanî zivirîya Iraq ê, pêşîvazîyek mezin ya dewletê bona wî hate kirin. Desturnameya Dewleta Iraq ê; keti nava gorînên mezin, behsa wekhevîya Kurd û Ereba hate kirin, tayek mezin Komara Tirk girt, tirsa wan ew bu ku Kurd li vir xwedî maf û dewlet bin û ew weku netewekî serbixwe werin naskirin. Di meha Çileya Pêşin 1959 da, MÎT a Tirkîya di bin seroketîya Serbazê leşkerî Mistefa Dabak da, dijî Dewleta Iraq e serhîldanek rêxist, di serhildanêda hinek Turkman amade bun, serhildan serneket, wan dixwet nava Iraq ê da tejxaleyên mezin derkevin û ew destên xwe dirêji Misul û Kerkukê bikin. Di vê serhildanêda gelek Turkman alîyê dewleta Tirk va hatin xapandin û kuştin. Bona reyagelemperî ya Tirkîya, kuştina Turkmanan kirin li ser stuyê Kurdan. Mebusê Nîğdeyê yê CHP Asim Eren bi aşîkar li Anatolîayê kuştina Kurdan daxwaz kir, wî ji destselayedarên sîyasî yên we katê ra digot: bona kuştina her Turkmanekî li Iraq ê; em li vir Kurdekî bikujin! Wan weku dewlet nedixwestin ne li Bakur ne jî Başur an jî derek din li ser dinyayê kurd weku gel bibin xwedî maf.

Maf desxistina Kurdan li Iraq ê û Kurdistana Başur; dibu mertal û diket nava çavên dagirkerên Tirk, ew alîyê aborîyê va ji nava kirîzek mezin dabun. Serokvezîr Adnan Mendres diçu Emrîkayê Pere dixwest, ew ji Emrîkayê bi destên vala şunva dizivirîya. Di vê katê da; wan bona berterefkirina kirîza aborî û çavtirsandina Kurdan planek darxist: Gor vê pilanê wan dixwest 500 Kurdên nav û deng bigirin û bikujin, dura ew plan daxistin 50 kesan. 50 kesayetên Kurd, piranîya wan ji bajarê Stembol û Enqarayê 17 Çileya Pêşin 1959 hatin girtin û sicinkirin, derheqa wan da dozên mezin hatin vekirin, dixwestin wan darvabikin. Bona reya gelemperî wusa dan diyarkirin ku; Tirkîya di bin tehlîkeya komunîzmêda dinale, Kurd dixwezin bi rêxirawek jêrzemînî Tirkîyayê parçe bikin. Ew doz gor çîrok û falikan hatibun vekirin, tu rasteyetîyak wê tunebu, bona reya gelamperî ya navnetewî wan ew 50 kesayetên Kurd wusa difirotin! Yêk ji wan 50 kesayeten Kurd, Mehmet Emin Batu bu, ew ji xelkê Merdîne bu û wî Zankoyê Dadimendî dixwend, di bin lêdanê da ew cangorî bu. Di zîndanê da ew avitibun holikek gemarî, ji devê wî xwîn diçu, dagirkeran bona tendurîstîya wî mecal nedan, dema ew cangorî bu, wan ew dizî gorkirin, dura weku gelek kesayetên Kurd yên din laşê wî ji gorê derxistin û ew wanda kirin, berku gora wî diwarojda bona Kurdan nebe zîyaretgah. Ew doz dura dîroka Kurdanda weku Doza 49 hatê nîvîsandin, di rasteyetîyê da; 50 kes hatibun girtin û sicinkirin. Dagirkerên Tirk bi vê pilanê, di wî katî da “serketin”, alîkarî ji Emrîkayê û dewletên din girtin. Reyagelamperî ya Tirk dijî gelê Kurd tan tujkirin. Kurd weku dijmin danê nasandin. Bi vî avaî daxwezîyên Mebusê Nîğdeyê yê CHP Asim Eren bi kemasîyan hatibun cîh.

Îstîqbarata Tirk di sala 1962 û 1964, du cara li Qibrîsê bajarê Levkoşê Mizgefta Bayraktarê bombe kir, mînereya vê mizgefte teqand, ew çalakî kir ser stuyên Rum e Qibrîse. Wan bi vî şiklî dixwestin hedî hedi bingeya dagirkirina Qibrîsê danin. Di van buyeranda kesayetekî weku Rauf Denktaş jî (Dura ew Qibrîsê bona dagirkerên Tirk bu Serokdewlet) hebu.Tirkên Îslam li Qibrîsê bi provakasyonek mezin mizgeft boma dikirin! Rasteyetîya vê buyerê di wê katê da alîyê Rojnemavan Ayhan Hîmet û Parêzer Muzaffer Gürkan va dihat nîvîsandin, demek kwirt di vê katê da ew herdu kesayet jî dihatin kuştin û sak li ser vê buyerê diket. Ew çalekîyên terorôst di wê katê da li ser stuyê Ruman da diman. Di salan şunda rasteyetîya vê bombakirinê Orgeneral Sabrî Yîrmîbeşoğlu di hevpeyvînekeda ji devê xwe da berdida û digot: bona amadekira gel, li Qibrîsê me bi destên xwe mizgeft jî bombe kir!

MÎT a Tirkîya ji sala 1983 heta 1985 li Firansayê 12 êrişên hovanî dijî sazî û kesayetên Ermen darxist, mîrovên sîvil û kadirên sîyasî yê Ermen kuşt, yek ji wan Hayk Değirmencioğlu bu, ew 15 Çileya Pêşin 1985, li bajarê Lyon e kuştin. Salan berî pêş, dagirkerên Tirk ew “merxwesiyên xwe yên Firansayê” di Rojnama Hürrîyet ê da weku serî neşîrkirin. Pevîstbu Dewlet Parêzkarên Firansayê ew nîvîs weku îspat bigirta û derheqa Komara Tirkîya da Dozek Navnetewî vekira. Bawerim bona mislehetên aborîyê dozekî wusa venebu. Kirinên wan ji wan ra man, ew “serketin”!

Dîsa MÎT a Tirkîya bi akilarîya nokerên Kurd, 9 Çileya Paşin 2013 da li bajarê Parîsê 3 kesayetên Sîyasî yên Jinxwesên Kurd bi komployekê bi çavsorî kuşt. Ew Jinxwes Sakîne Cansiz-Sara, Fîdan Doğan-Rojbîn û Leyla Söylemez-Ronahî bun. Sara di damezrandina PKK yê da amade bibu, xwedî tekoşînek dur û dirêj bu, di nava Kurdan da kem kesayetên wusa hebun. Pewîst bu derheqa Komara Tirk da, bi suçe terorîzme dozek navnetewî batana vekirin.

Berku “Serokê Serokan, Fîlozofê Fîlozofan” bi dewleta Tirk ra hevqelibandin dixwest û Tevgera Rizgarîya Netewî, bi destên xwe dixesand; gavekî dîrokî ya wusa, ji alîyê tu hezekîda nedihat avitin. Dewleta Firansayê demek kwirt da ew buyer aşîkar kirîbu, kuştdar hatibu girtin, daxawa konkiret dijî Komara Tirk tu tiştek nedihat kirin. Çawa Kurdan gelek cara gotî bun: ax pişta min, ax pişta min.........

Naha serserî û supintîyên DAÎŞ û AL QAÎDA yê li Parîs ê komkujîyek nu darxistin, dilê Mîrovetîyê birîndar kirin. Xwestin dengê mîrovetîyê bibirin, xwestin xof û tirsekê di nava gelên Ewropa û Emrîkay ê belav bikin. Kuştinna wan rojnemevan, hunermend û sîvîlan bona min, bona gelê Kurd janek mezinê. Em Kobanê, Şingalê û Kerkukê wan hovan baş nasdikin, Kurd gelek baş dizanin ku Komara Tirk çawa pişgirîya wan dike. Îro Serokvezîrê Komara Tirk Ahmet Davutoğlu hat Parîsê û li gel gelek sîyasetmedarên dinê yên din ew komkujî “şermezar kir”. Durutîyek wusa di dîroka mîrovetîyê da kem cara pêk hatîye, dagirkerên Tirk di dîroka xwe da gelek komkujî rêxistin. Ew tu car komkujîyan xwe, xwedî derneketin.

Bi vê komkujîyê dewleta Tirk li ser bingehya navnetewî dixwezê Bizitneweya Netewî ya Kurdistan li ser perê terorîzmê bide hesibandin.

Bi vê komkujîyê Dewleta Tirk dixwezê li Bakur gelê kurd weku parêzkarê şerîatê bida nasandin û tevgera Gelê Kurd îzole bike.

Bi vê komkujîyê Dewleta Tirk binva li sernaserî dinyayê dixweze “hevasrê Îslam ê” bigrê destên xwe.

Davutoğlu, Davutoğlu, Serokvezîrê Komara Tirk! Li Tatvanê pehsandin û pişgirî, li Parîsê şermezarkirin ma qet wusa dibe, here cem Süleyman Demîrel bila ew ji tera çend şîretan bike?!

şar Norşîn

11.01.2015

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.