بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir on 25 February 2011
Mesûd Barzanî: ´xelatkirina gel û neteweyekê ye´

Sêşemiyê, 22-02-2011 li çarçêweya rêwresmeke taybet li "Roma" ya paytexta welatê Îtalyayê bi amadebûna hejmarek ji senatorên hevpeymaniya Bakûrê Atlas, nûnerê serokê Îtalya madalyaya Atlantic bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê re bexşî.

Di vê rêwresmê da nûnerê Papayê Vatîkan, balyozê Iraqa Federal li Roma, nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Îtalya, hejmarek ji berpirs û piledarên hêza Nato ji aliyê nûnerê "Selvio Berliskonî" serokê Îtalya madalyaya Atlantic bi birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê hate bexşîn.

Di çarçêweya rêwresmê de hejmarek ji senatorên hevpeymaniya Bakûrê Atlas gotara xwe ya di derbarê kurd û Kurdistan de pêşkêşî amadebûyan kirin. Bi awayeke giştî tîşk xiste li ser rolên serok Barzanî ya aştî û demokrasî û pêkve jiyana netewe û oliyên li herêma Kurdistanê.

Her wiha tîşk xistin li ser rolên serok Barzanî ya binyadnana Herêma Kurdistan û pêşxistina rewşa avadanî û aramiya Herêma Kurdistanê

Peyva serok Barzanî di merasima wergirtina xelatê Atlantic Award li Romayê

Xuşk û birayan, ev dema we baş

Dema xweşhalî û serfiraziya mine ku îro li gel we yên birêz û delal dame, helbet bexşîna vê xelatê jî ii bo me wate û delalata kûr û taybetiya xwe heye, ku li aliyek rêzgirtina we yên birêze li wê peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê ku berdewamî ji bo wê têkoşiyaye û di heman demî jî de bexşîna rewneqekî dine bi serkeftiya ezmûna demokrata herêma Kurdistane.

Birêzan...

Wekî ku hemû aliyek agahdarin ku herêma Kurdistanê li sayeya aramî û rewşa asayîşê ve, roj bi roj li ser astên siyasî, aborî û civakî berev pêşve pêngavên zêdetir davêje, ku em hemû bi çîroka serkeftinê li Iraq û navçeyê de wesif dikîn.

Hez dikim vê jî bibêjim ku hewlên me li ser asta Iraqê jî bi heman gur û tîne, ji bona pêşxistina proseya siyasî û binyatnanê û pêkanîna dam û dezgehên destûriyan di çarçêweya Iraqekî federal û demokratîk de hewlên me didomin.

Birêzan...

Xuşk û birayên ezîz...

Bi pêwîstî dizanim bala we bikşînim li ser rûdawên vê dawiyê yên bakûrê Afrîqiya û navçeyê bi giştî, helbet ew rûdaw bandora xwe li ser tevahiya navçeyên dewruber û navçeya me jî dike, lê belê em bawerin eger ew guhertin berev demokratiyetê ve pêngavan bavêjin, bêguman wê demê di berjewendiya hemû gelan û gelê Kurdistanê jî de bin, eger guhertin berev rizgarbûna mîlletan bin, eve heman demî de guncawe li gel bîr û baweriya me ku salaneke dûr û dirêje bi wî navî me xebatê kiriye.

Ew rûdawên li Tunis û Misirê rû da rûdawên giringin, lê belê heta niha derencamên wê diyar nebûne û nayê zanîn berev kijan alî ve diçin. Eger li dawiyê de grûpekî diyarkiriya wan welatan desthilatê bidest bigrin ku hilgirê îdeolojiyakî tundrew bin, wê demê pirsgirêk ji bo hemû navçeyê û ji bo me û ji bo we jî serî hildide. Ji bo wê yekê pêwîste agahiya me li rêrewa wan rûdawan bê heta bizanîn berev ku ve diçe.

Birêzan...

Amadebûyên hêja...

Ewê li welatê Sûdanê rû da cîyê dilxweşiya me bû, ji ber ku me dît gelê deverê biryara çarenûsa xwe bi azadî da. Em jî wekî gel baweriya me bi wê mafê heye û li herêma Kurdistanê da çarçêweya pêwendiya yasayî û destûriya xwe li gel Iraqê da li ser awayê federalîzmê diyar kiriye. Em wekî gelê Kurdistanê û wekî serkirdayetiya siyasî, xwedî ezmûn û ramaneke emelîne û bi mafê xwe dizanîn li çarçêweya sîstema welatekî demokrat û federal da ezmûna xwe pêş bixîn. Lê belê eger me dît sîstema wî welatî berev dîktatoriyet û take kesî ve diçe, wê demê ne mumkîne xebat û qurbanîdana dehan sala gelê xwe bi heder bidîn û bêguman li doxekî wiha de maf bi xwe didîn li gor pêvajoya wê rojê biryara guncaw bidîn û neçîne jêr rewşa sîtem û dîktatoriyetê.

Herêma Kurdistanê û Kurdistan bi giştî heta niha fakterekî aramî bûye û beşekî çalak jî bûye li parastina aramiya bi giştiya navçeyê de, lê belê me pêwîstî bi yarmetî û hevkariya we û gelê xwe heye heta ku li ser asta azadiya bîr û ra, fireholî, firehneteweyî û firehhizbî bibîne nimûneyeke pirşingdartirê çîroka serkeftina demokrasî û pêkvejiyana li Iraq û navçeyê da, me ji ber ku ew bawerî bi wan prensîpan heye, ji bo wê yekê me hewl dawe bi rastî cîh bi cîh bikîn. Her ji bo wê yekê ew renc û xebata me berubûmeke baş hebuye û herêma Kurdistanê kiriye wê penageha arama ku îro lêqewimiyên li seranserê Iraqê bi hemû ol, mezheb, eşîr, grûp û neteweyan ve, çi ereb bin yan aşûrî û kildan, yan mesîhî û misilman, ku hemû li demên teng da serî li herêma Kurdistanê dikin. Hûn jî berî baweriya me û bi wan mefahîm û prensîpane, lê belê yarmetiya we jî ji bo me gelek girînge, mebesta me ne hatina kompanya û yarmetiya darayî ye, ji ber ku me pêwîstî bi yarmetî û piştgîrî û hevkariya siyasî û me'newiya we heye.

Birêzan... Ezîzan..

Îro ez hest bi serbilindî û serfiraziyê dikim ku vê xelatê bi min dibexşin, lê belê li aliyê min ve eve xelatkirina gel û neteweyeke, ev xelat ji bo wane ku li rojên sext û dijwar da li çiya û newalên Kurdistanê de xebatê bi navê azadî û rizgariya gelê xwe kirine. Eve xelatkirina her jineke Kurd e ku çendîn sal êş kişandiye û beşdariyê li binyatnana civaka Kurdistanê da kiriye. Ev xelat xelata her mamostayeke Kurdistanê ye ku bi dilsozî têdikoşê û zarokên gelê xwe fêrî prensîp û bingehên mafê mirov û rêzgirtina beramber dike. Ev xelata bi min dihête bexşîn, xelatkirina her keseke Kurdistane bi kurd û turkman û aşûrî û kildanî û ermenî ve, xelatkirina her kurdistaniyeke bi misilman û mesîhî û êzdî ve.

Li dawiyê de rêz û pêzanînên xwe û gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhatên wê ve bi we radigihînim, ezmûna salên dûr û dirêj jî me fêrkiriye ku ew bingeha wateya jiyanê ji bo me hemûyan dike, tenê û bi tenê ew hemerengiya jiyan bi xwe ye, li ser me jî pêwîste ku li her devereke cîhanê bîn, piştevan û hevkariya hevdû bîn ji bo parastina wan prensîpa hemerengiyê, ku çend berqerar û parastî bê, ewqas din bingehên aştî û lêborîn û pêkvejiyanê zamin û cîhgir dibin.

Spas ji bo we. Hêviya serkeftinê ji bo hemû aliyek û her bijîn

KRP.org
23 Feb. 2011

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.