بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Tûrikê Ramanên Azad (Beşa I.)

- Hemû evîndarên ku negihaştine hev bûne destan/qawl.

- Di jiyana me de ti tişt bi dilême çênebûye. Ji gelek sedema daxwaziye me nehatine bicih. Her dem jiyana me li gor kesen ku pewendiye wa bi me re hene tê meşandin. Azadiya kesatîya me di nav civakêde hatiye birîn.
Û bêçaretî... dora me pêçaya. Em li ber ba têne firandin.

- Miroven ku bikevê dozên mezin ger ku ew piçûkbin jî mezindibin.

- Li devera ku tû tiştekî nekê, cihê xwe bigûharîn e, ji bo ku tû gelek tişta bikê derdoreke xwe çêbike.

- Jiyana mirov li ser dû civaka avabuye.
1- civaka çandinîyê
2- civaka çinînê/xwarinê
Mixabin ku îro bi piranî mirov ji hêla çinînê xwe dihesibênin. Ev tê jibîrkirin ku heta tiştek neyê çandin nayê çinîn. Lê miroven hemdemî vê rastîye piştguh dikin. Ji bo vênaye ku navbera mirovande pirsgirêkên mezin derdikevin.

- Di gerdûnêde hemû tişt bihevre girêdayîye. Ji tiştê piçûk heta tiştê mezin pergalek di navbera hemû tiştî de heye. Di nav hemû afirandîyanda pergalek heye. Sîstema di bedena mirovde di avayîya gerdunêde heye.

- Li Mezopotamya mirov di temenekî zû de pîrdibin. Zilamê Mezopotamya li hember hemû xayîntiya mêranîye ji dest bernadê. Pîreken Mezopotamya dayiktîye, pîrektîye û mirovatîye bihevre dijê.
Şêrê çiyayê Mezopotamya birîndarin, xerîbin û ji xwefihêtin.

- Ji bo tiştê ku encama wa newê gûhartin serê xwe ne êşên e. Bi piranî mirov xwe ji bo tiştê ku nikarê bigûharînê acizdibê.

- Di jiyanê de hemû tişt bi mirov re bi pêwendîye. Ji bo jiyana mirovan hemû awayî û hemû kirin razake jiyana mirov e.

- Ji sedema aborî navbera mirova de rehm nemaye. Biqasî ku mirov qiymet di de alave xwe na dê kûr, keç û nasê xwe.

- Miroven mezin bi hicretê (goçberîye) mezindibin.

- Me go dayika nekujin,
Zarok kuştin.
Nizanîbûn ku
Mirina her zarokekî mirina dayikekêye.

Dilazad ART, Ramanên Azad, Weşanên Zanîngeh, Nisêbîn 2010
www.zaningeh.net
[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.