Rîsala Aborîyê (Beşa III.)
NUQTEYA ÇAREMÎN
Hadîsa ê abordarîye bikê, belaya debarkirinê
nakişênê (Mûsned 1/447) di wateya ‘kesên abordarîye
bikê, belaya malbatê ya debarkirinê nakişênê.’ Bi raza vê
hadîsa şerîf kesên ku abordarîye bikê, zahmet û zorîya
debarkirina malbatî nakişênê.
Belê, delîlên misoger hene ku hejmara va nîne, ku
abordarî sedema bereket û bingeha debarkirina xweşe. Bi
kurt ez di kesatîya xwe de dibînîm û bi dîtîna heval û
kesên ku ji min re alîkarîye dikin de dibînîm û dibêjim;
Bi abordarîye carna ji yekê deh adanî min dit û
hevalên mi jî di dîtîn. Hetta neh sal (ana seh sal) berî niha
ew serokên ku bi min re koçberkiribun Burdur’e, ji bo ku
ez nekevim nav bêdiravî û rezîltî û sefaletê zekata xwe
xwestin bi min bidin pêjirandin. Min ji van maldara re
digot: ‘a rast perên min hindikin. Lê abordarîya min heye,
qanaata min heye. Ez ji ve maldartir im.’ Min ew
pêşnîyara wa a ku gelek caran û bi rêz digotin min
nepêjirand.
Tiştekî balkeşe ku, piştî du sala hin ji wan kesên ku
zekata xwe teklîfî min dikirin, ji bê aborîye bûne deyndar.
Lillahilhamd, piştî wa bi heft sala ew hindik pere bi
bereketa abordarîye ji min re bes bû, avrûya min nerijand,
ez hewcedarî ti kesî nekirim. Destûra jiyana min ya ku ‘ne
hewcedarê mirovan be’ xeranebû.
Belê, kesên ku abordarîye nekê, berendamê
rezîltîye, parsektîya manewî û hêjarîye ye. Di vê demêde,
perê ku bingeha îsrafê ye gelekî bihaye. Li hember vêna
carna rûmet û namusa yekî bertîl dixwazê. Carna pîrozen
olî bertîl dixwazê û duvre perekî nebaş didê. Tê wê watê
ku bi xisarek e manewî ya bi sed lîrayî malêkî maddî ê bi
sed pereyî dikirê.
Ger mirov abordarîye bikê û pedîvîyen pewist benê
cîh, bi raza Bêguman ê rizq didê, ê xwedî hêz û biqûwet
Ellah a. (Sureta Zarîyat 58) Li ser rûye zemîn tu zîndî
nînin ku rizqê wa Ellah nedabê wa. (Sureta Hûd 6)ye ji
devereke ku ne dihesapde rizqê ku jiyana xwe bidomenê
yê bibînê. Ji ber ku ev ayet rizq digrin serxwe.
Belê, rizq dudone:
Yek rizqê rastîye ku pê te jiyandin. Ev bi fermana
ayetê di bin fermana Xwedê de ye. Kirine mirovan
nekevin navê ew rizqê pêwistî ye di her hal de ê dîtin. Ne
mecbur e ku ol û namus û rûmet a xwe fida bikê.
Ya duduyan, rizqê mecazîye ku tiştê pêwistî
pênebê, ketiye dewsa pêwistîyen rast û bi belaya jihevdîtîn
bûye wek derman û naye terkkirin. Ev rizq ne dibin
fermana Rabbanî de ye. Ji ber vêna bidestxistin bi taybetî
di vê demê de gelekî bihaye. Di peşîde rûmeta xwe feda
dikê û rezîltîye dipejirênê. Hetta dibê ku pîye mirovên
nebaş maçbike û dikevê parsektîye manewî. Carna pîrozen
olî ê ku ronîya jiyana bêdawî feda dikê û wî malê bê
bereket û lewitî bidestdixê.
Hem di vê dema mecburîyete de, ji janên kesen
birçî û ê hewcedar kesên xwedî wijdan bi wasita
mirovatîye xwedî derd dibê. Tahma ew diravên ku di
reyên nebaşde têne bidestxistin ger ku mirov xwedî
wijdanbê bi êşdikê. Di demeke halo aceb de ji malên
gumanî heta ji yekî werê xwe jê dûrbigrê. Ji ber ku
Zarûrêt li gora xwe tê dîyarkirin (Gotinek Erebîye) bi raza
ji malê heram ji mecburî yek dikarê bistênin. Ya zedê
nikarê bistenin. Belê kesên hewcedar ji malêkî heram heta
têr bixwe nikarê bixwê. Dibê ku heta nemirê bixwe. Hem li
ber çavên sed zilamê birçî bi tahmeke xweş nikarê zedê
bixwe.
Bûyereke li ser abordarîye ku sedema rûmet û
gihaştinîye nîşandikê: demekê Hatem-î Taî ye bi
camertîya xwe namdar, ziyafetêkê didê. Piştî ku zedê
xelata didê mevanê xwe, derdikevê çolê ku bigerê. Dibînê
ku zilamekî pîr ê xîzan dibin barê darikê bi sitirî li milê
xwe kiriye. Ew sitirî li laşê wî dirabin û xwînî dikê. Hatêm
jê re dibêjê:
‘Hatem-î Taî bi xelata ziyafetek e girîng didê. Tu jî
here wederê, ji bedela darikê bi sitirî ê bi pênç quruşa, tê
pênçsed quruşî bistênê.’
Ew pîre abordar dibêjê: ‘ez va sitirîya bi rûmeta
xwe hildigrim, mineta Hatem-î Taî naxim sitûye xwe.’
Duvre ji Hatem-î Taî pirsîne: ‘ji te camertir û
xwoşevîst te kî dîtîye?’
Gotiye: ‘di wê çolêde ev pîre abordar ku li rasta vî
hatim ji min behtir xoşevîste, ji min behtir bilinde, ji min
behtir camer e.’