بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ji Le Monde diplomatique kurdî kampanyayeke watedar: Navnîşanên xwe bişînin bila hejmarên pêş hewre bên mala we!

Ji Le Monde diplomatique kurdî kampanyayeke watedar: Navnîşanên xwe bişînin bila hejmarên pêş hewre bên mala we!

Rojname, ji vê hejmarê ve ji bo xwendevanên kurdîhez kampanyayekê dide destpêkirin.

Le Monde diplomatique kurdî, dê ji bo sê jimarên xwe yên mehên îlon, cotmeh û sermawezê abonetiya hewre dide destpêkirin. Li gor vê yeke, 1000 kesên pêşîn ku navnîşanên xwe ji me re bişînin dê bi awayek hewre (belaş, mift) bo sê mehan bibin abone. Xwendevan dikarin navnîşanên xwe bi rêya [email protected] bigihînin me. Kesên ku dixwazin van hejmarên rojnamê bidestbixin divê tevî navên xwe navnîşanên xwe jî bêxeletî û bi awayek vekirî ji me re bişînin.

Rojnameya Le Monde Diplomatique kurdî, di dawiya sala derbasbûyî de dest bi weşana xwe kiriye û berhema yekem ya IKMG’yê ye (International Kurdish Media Group). Navenda wê li paytexta Almanyayê li Berlinê ye û hewl dide ku di siberojê de jimara berhemên xwe zêde bike.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.