Ana içeriğe atla

Ji : Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê Dr. Afrasiab Shekofteh

Ji : Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê
Bi : Kongira Netewa Kurd li Kurdistanê (Hewlêr)
Wer ku li giştan bi zelalî dîyar e bi hal û rewşên ku hîn li hinek ji qismên Kurdistanê
hene loma jî organên sîyasî ên kurdî li van qisman navend û meqerên resmî li nav
xelkî xwe tunin, mina kurdistana rojhelat û menteqa bakûra xorasanê, û ev bûye
sebeb ku xebatên hêjmarî, hêjayî û hêzên mirovî ên van organan jî li menteqê zelal
û eşkere nebe. Ji bo vîya jî hin ji hizb û organên sîyasî li rojhilat ku destgahên
ragihandinê (dîtinî , guhdarî) hene carina bi şîveyên teng-bînî û bi teblîqên nasalim bi
şikilên cûrbicûr dixwazin ên din ji holê derxin, ku ev ji exlaqa sîyasî nine.
Li van rojana (royana) rûniştineke destpêkî a “ Kongira Netewa Kurd “ li navenda
seroktîya herêma Kurdistanê li şehrî selahedîn bi hazir bûna Hizb û Organên sîyasî
ên beşên cûrbicûrî Kurdistanê çêbûye. Mixabin li vê konfiransa netewa kurd hewl
dane ta beşin ji netewa kurd yani tîke netewa kurd a bakûra xorasanê bi narewayî ji
holê derxinin. Sazimana Xelkî Kurmancî Xorasan vê hereketa layîq û hêjayî netewa
kurd nabîne.
Mîna ku dîyar e hevalên azîz ên parên cuda ên Hizbên Demokrat û Komale yani
cenabên Mistefa Hicrî, Xalid Azîzî, Omer Îlxanîzade, Îbrahîm Elîzade û Ebdulah
Mohtedî berî civîna destpêkî a konfiransa netewa kurd li şehrî Koyê bi rûniştineke
hevalî û bê hazir bûna organên din ên rojhilat û bakûra xorasanê biryarek xeyrîdemokratîk
girtine, ku bi xeynî van azîzan, organên dinî sîyasî ku li wir nebûne li “
komîta çêkirina konfiransa netewî “ ti şûn tunin.
Û hem jî li ev rûniştina destpêkî qerar va bûye ku komîta çêkirinê ji 21 kesan ji her
çar parçên kurdistanê û ewropa û menteqa bakûra xorasnê bin. Ev komîta tedaroka “
Kongira Netewa Kurd “ dibîne û karên wê bi cîh tine. Ji ev 21 kesana, para
Kurdistana rojhilat (ji menyeqa Wermîye girtî heta Îlam û Kirmanşan û Loristanê) û
Kurdên Bakûra Xorasanê, 5 kes in. Hema çewa hilbijartina van 5 kesan nazelal,
xeyrî-demokratîk û li paş perdê veşartî ye.
Em li vê qinyat û bawera ne ku bare xwar nagêje ser menzîlê, loma jî minasib e ku
gişt Hizb û Organên sîyasî ên rojhilat û bakûra xorasanê bi şîwêk demokratîk û
dostane û bi rêz li mafên hevdu danîn ku ber bi exlaqa sîyasîya mafdarî a sazîyên
sîyasî jî ye û bi gotûbêjek navhevî li vê bara bigihêjine hevnêrînek minasib taku bi
mafên xelkî kurd li gişt deran rêz bêbe girtin.
Dr. Afrasiab Shekofteh
Berpirsê Sazimana Xelkî Kurmanj
25/07/2013
www.kurmanj.org

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.