Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 8 November 2009

SOSRET!

Şêx Zeynî bi destê kurê xwe hat kujtin

Dijmin nikarîbû wî bikuje, bi destê kurê xwe hat kujtin

Lotikxane- 07/11/09- Stockholm- Em Kurd ji her alî ve têk çûne. Ne malbat maye, ne nirxên Kurdayetî li cem me maye, ne qedr û qîmet maye û ne jî rêz ji ked û xebata meriv re maye.

Belê, siyasetmedarê Kurd Şêx Zeynî (Zeynelabîdîn Gokalp) li bajarê Stockholmê bi destê kurê xwe yê 20 salî hat kujtin û em di nava şîn û xemê de man.

Şêx Zeynî, temamê jiyana xwe da xebata Kurdayetîyê û serî ji dijmin re dananî. Çi li welêt û çi jî li derveyî welêt, her di xizmeta doza xwe de bû û li gora xwe erka xwe bi cîh tanî. Lê çi ecêb û sosret e, Şêx Zeynîyê ku dijminan nikarîbû serî lê bitewînin, bi destê kurê xwe bê kujtin. Di vê sosretê de dixuye bê em Kurd ketine çi halî, çi pelûl bi serê me de rijiyaye û çi tofan hatiye serê Kurdan.

Şêx Zeynî (Zeynelabidîn Gokalp)

Şêx Zeynî, di nava PDK-KUK ê de di gellek wezîfeyên bilind de cîh girt û xebat kir. Piştî vegera welêt jî her ji xebata xwe bi paş de nema. Vê dawîyê Şêx Zeynî dixwest dîsa vegere Swêdê û demekê li vir bi cîh bibe.

Hê baş nazê zanîn ka Şêx Zeynî çima ji alî kurê xwe ve hatiye kujtin, lê tê gotin ku yek ji sedemên kujtina wî sedemên malbatî ne.

Bila rehma xwedê lê be û serê dost û hogirên wî sax be.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.