Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 27 July 2009

Pîrozbahiyê Li Serokê Kurdistan Rêzdar Mesûd Barzanî dikim

Hêviyên Gelê Kurd Ji Rêzdar Mesûd Barzanî

Serok Mesûd Barzanî Neêxistina cilûbergên Pêşmergayetiyê bi Kerkûkê ve girêda û got: “Heta Kerkuk nevegere Ser Kurdistan ez cilên Pêşmeryeyan ji xwe na denim“.

Mesûd Mele Mistefa Barzanî di 16.8.1946de li Li Mahabad di bin siha (sîber) Ala Kurdistanê de û di Roja damezrandina PDKê de ji dayik buye.
Serok Mesûd Barzanî wek pêsmerge û xebatkarekê doza gelê Kurd bastirîn kesbuye ku bête hilbijartin bo serokê Kurdistan. Timamê jiyana xwe di dinava têkoşîn û berxwedana azadiya Kurdistanêde burandiye. Aşiqê têkoşîna dijê talankarî û dagirkeriyê buye.

Di sala 1947ê de malbeta Barzanî vegeriyaye Îraqê, heta sala 1958 wekî koçberên rêzanî Malbeta Barzanî li Bexda û Besreyê de dimîne.

Di sala 1962 de Ji ber peywendiyên xwe yên rêzanî(siyasi) bi Şoreşa Kurdistanê re têkoşîna berxwedana gelê xwe, Mesûd Barzanî neçar dibe Mekteba xwe li Îraqê bihêle. Lewme di jiyê 15-16 saliya xwe de dikeve nav refên Pêsmergeyande û daxwazê ji Serok û rêberê doza gelê Kurd Mistefa Barzanî dike ku bibe pêşmergeyê parastina doza azadiya Kurdistan û beşdariyê di refên Şoreşê kiriye.

Di sala 1970 de di jiyê 20 Saliya xwede weko dîplomatekî lêhatî û jêhatî û şareza beşdariyê di gotubêjên di navbera Kurdistan û Iraqêde(bexda) dikit.
Di Sala 1971de, di Kongra 8min bo endamê Meclîsa PDK tête hilbijartin.

Di sala 1975an de ligel Birayê xwe Îdrîs Barzanî ji terefê bavê xwe ve tên erkdar kirin daku carekedin Şoreşa Kurd dijê rejîmê organize bikin.( piştî peymana Cezayêrê), di 26. Gulanê 1976ê de careke din dest bi Şoreşa Gulanê li ser çiyayên Kurdistan dijê zordarî, talankariya rejîma Iraqê despêkin.

Sala 1976 heta 1979 li Emerika dimîne Jiber Babê xwe.
Di sala 1979 li Viyana rejîma Îraqê hewilda ku Mesûd Barzanî terror bike.Lê bi silametî jê rizgardibe.

Di sala 1991 de Serokatiya Serhildana Gelê Kurd bo azadiya Kurdistan dike. Her di wê salêde Mesûd Barzanî serokatiya heyeta Kurd yaku li Bexda gotubêjên liser hevhatinekê pêkbîn dike.

Di 12 Temuzê 2005 de weko kesê yekemîn serokê Kurdistan hatiye hilbijartin. Mesûd Barzanî di sala 1965 de zewiciye û 8 zarokên wî hene. Kurdî,Farisî Erebî û Ingilizî dizane.

Sekreterê YNk Celal Talabanî bi vî rengî wesifdide Serok Mesûd Barzanî: “Kek Mesûd ji zarokiyê ve pêşmerge bûye û ez wî ji zarokiyê ve dinasim û dizanim ku hatibû ba pêşmerge, gencêk bû nû tifeng girtibû, ji wî çaxî ve hertim pêşmerge û berxwedêr bû û di rêza têkoşînê de bû û di rojên dijwar û nexweş de, di hewraz û nişîvên şoreşa rizgarîxwaz ya gelê me de li rex birayên din û hêzên in beşdarî têkoşînê bûye, lewra bi rastî hêjayê wê çendê ye ku em hemû wî wek serokê herêma Kurdistanê hilbijêrin.

Sekretterê YNK Talebanî got:“ Nuha em hemû hilbijartina birayê me yên xweştivî cenabê Mesûd Barzanî bo serokê herêmê bi israrin û yekdengin. Kek Mesûd ji zarokiyê ve pêşmerge bûye û ez wî ji zarokiyê ve dinasim û dizanim ku hatibû nav pêşmerge, gencêk bû nû tifeng girtibû, ji wî çaxî ve hertim pêşmerge û berxwedêr bû û di rêza têkoşînê de bû û di rojên dijwar û nexweş de, di evraz û nişîvên şoreşa rizgarîxwaz ya gelê me de li rex birayên din û hêzên beşdarî têkoşînê bûye, lewra bi rastî hêjayê wê çendêye ku em hemû wî wek serokê herêma Kurdistanê hilbijêrin.

Ji bilî xebata wî, Kek Mesûd serweriyên din jî hene, zarokê fermander û qeramenekî mezinî neteweyê meye ku şoreşa Îlonê piyade kiriye û bavê wî jî her ji zarokiyê ve di xebat û têkoşînê de bûye. Kek Mesûd zarokê malbata Barzanî ye ku malbata Barzanî di çend salên borî de xwediyê serweriyeke mezine di Dîroka (mêjûyê) gelê me de, di hemû şoreş û xebatan de roleke mezin lîstine. Lê tenê ji ber van sedeman em deng nadin kek Mesûd Barzanî belkî hêz û karîn, hêjayî û jêhatiye wî jî dike ku, em hemû dengê xwe bidin wî daku bibe serokê herêmê, Her weha pêwîste em dengê xwe bidin Lîsteya Kurdistanê ku lîsteya bidestxistina hêvî û amancên gelê Kurdistanê ye.“ (9.7.2009 Ranya Pukmediya)

Sereterê YNK Celal Talebanî wiha dom kir:“ Çima cenabê kek Mesûd? Rast e kak Mesûd zarokê serkirdeyekî me yê mezin e,rast e kek Mesûd ji malbata Barzan e ku yekek in ji şêxên terîqeta neqşîbendî, rast e kek Mesûd zarokê Barzane ku di çend salên borî de bi dehan car şewitiye ,hatiye wêran kirin û hezaran şehîd daye lê ne ku tenê ji ber van sedeman divê em dengê xwe bidin Lîsteya Kurdistanî û Mesûd Barzanî,belkî ji ber wê çendê ye jî ku “kesekî bihêz û karîne û dikare serokatiya herêmê bike, ji zaroktiya xwe pêşmerge ye û li Iraq,Kurdistan,Rojhilat,Ewropa,Amerîka û Asyayê kesekî navdar û naskirî ye“, lewra divê em hemû dengê xwe bidin Mesûd Barzanî bidin.“ (18.7.2009Silêmanî Pukmedia)

Serko Mesûd Barzanî di mesaja sipaskirina(26.7.2009) gelê Kurdistanê bo besdarbûna Hilbijartiande, bi teybetî mesajekî bi nirx û dilxwes da gelê Kurd bi giştî û xelkê Kerkûkê biteybetî. Serok Barzanî:

“Ez hêvîdarim ku xelkên xweştiviyên Kerkûkê û cihên dinên dabirrayiyên herêma Kurdistanê, beşdarîyê di hilbijartinên dahatiyên herêma kurdistanê de bikin“.
Rêzdar Mesûd Barznî di pîrozkirina mesaja xweya bo xelkê Kurdistanê ya hilbijartinan gotinekî bi xwebêj û dilveker pêşkêşê gelê Kurdistanê kir. Dibêjit: Xelkê Kerkuk ev hilbijartina bêt dê li Kurdistanê besdariyê di hilbijartinande bikin“. Min ev gotine bi erênî û bingeh zaniye. Ango dinava van çar salên serokê Kurdistanê de muhekkek Mesûd Barzanî dê Kerkukê bêxe ser Kurdistanê û ev mesaje jî bo Xelkê Kerkukê her ji nuhave diyarkir.

Serok Mesûd Barzanî di Serok Mesûd Barzanî dinava çar salên bênde, sedê sed dê Vegerandina Kerkûk û Xaneqîn, Singal û Mexmur cihên din vegerîne ser Kurdistan. Vegerandin dibeku gotinekî ne dicihdebit, jiberku Kerkuk jixwe axa Kurd û Kurdistanêye. Ez bawerim ku dinava van çarsalande îstîqlala Kurdistan dê bête ragihandin bo cîhanê.(Eger Kurdên Bakûr û Rojhilat û rojava amadebin û Kurdistan dibin serokatiya rêzdar Mesûd Barzanîde pêkwere, ragihandina Kurdistan liber deriyê Kurdistan li hêviyê ye. Erkê mezin dikevit ser milên partî û sexsiyetên Kurd ku Kurdan bi vê siyasetêve kanalize bikin û bo vê gava pîroz jî her çende direng mane jî, amadebikin. Gelê Kurd bi sedan salin dibinê zordarî û mêtingehîyêde dinaliya û em Kurd jî ne ji gelê cîhanê kêmtirin û mafê meyê dewleta Kurdistan ^ji heye bi gorî desturnameya Rêxistinên Netewên Êkgirtî.

Ez serokê hêja û xemxwarê doza gelê Kurd û Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî bidil û can pîrzdikim.Sihetekî baş û Serketinê ji cenabê Serok Mesûd Barzanî re dixwazim.
Îsmaîl Girikî
27.7.2009

Têbînî:
Min Serok Mesûd Barzanî di 5.7.09 de bigorî baweriya xwe dizanî ew dê bête hilbijartin, lewma min ew her hinge pîrozkirîbu li jêr:
Her ji Nihode Ez Bo Serokatiya Kurdistan Mesûd Barzanî Pîrozdikim
Gönderen: Îsmail Girikî (IP Kaydedildi)
Tarih: 5 July, 2009 22:38
Gelê Kurd dê bi dewla serê Serok Mesûd Barzanî serxwebuna xwe didemek nêzîkde bistînit. Ev baweriya min heye û divê emdamên gelê me jî bi dilekî zelal û bi serxwegitiyekî jêhatî gestekê bidin pêşmerge û dilxwazê doza Kurdistan.
Bê guman Serok Mesûd Barzanî keseke ku ji terefên gelê Kurd û Kurdistaniyê ve tête naskirin û biha giranekî mezine li nik me Kurdan. Ew di warê leşkerîde rêberekî bê wêne buye. Mirovekî xwedî wijdane, demokrate. Rêzdar Mesûd Barzanî li berdestên Mirvô mezin Nemir Mistefa Bazanî perwerde standiye. Keseke ku di 15-16 saliya xwede çekê azadiyê û serxwebuna Kurdistan hilgirtiye û divê rewsa dijwar û azar û zehmetîde xwe gihandiye îro.
Mesûd Barzanî mirovekî sadeye, lê kesekî milliye û bê tavîzkare. Jixwe ev terefê wiyê di warê tavîznedanêde û siyaseta wiya şeffaf û xwedî misyona netewî dinava gelê Kurdistanêde buye cihê rumetê û rêzgirtinê.
Çavên welatên dinyayê di roja 25.7.09de liser demokrasiya Kurdistanê dimine. Jixwe rêzdar Serok Mesûd Barzanî di fermêt: „Bila ew roja hilbijartinê bibe roja cejna netewî“. Divê hevokêde axin û kalîn, nalîn û azara gelê Kurdistanê bo cîhanê dide berçv kirin ku gelê Kurd xwedî cewhera demokrasiye ye û ne ji miletên dinyayê kêmtire.
Jiberku serokatiya Kurd û Kurdistanê tinê bi destên kesekî wekî rêzdar Mesud Barzanî ve bête rêvebirin di berjewendiya doza gelê Kurddeye. Em divê wî carbicar hişarbikin liser hindek gotaran jî. Li Kurdistanêde, ji bilî gelê Kurd hindikayî hene, divê ji wanre nebêjin netew. Jiberku ew ne netewin, lê kêmanîne.
Jiberku Serok Barzanî dê sedê sed serbikeve. Ez her ji îro de Serok Mesûd Barzanî bo demê çar salan serokê Kurdistan pîrozdikim. Jiberko serokatî û serxwegiritina gelê Kurd bo azadiya Kurdistan incex laiqê wiye bo binecihkirina Kurdistan.
Îsmaîl Girikî
5.7.2009

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.