Ana içeriğe atla
Submitted by Rojgar Merdoxi on 25 September 2009

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=News&file=article&sid=6162]Ev demeke li Kurdistana Bakur û li dîyasporaya Kurd, li ser mijara “Vebûna Kurd“ an jî li “Vebûna Demokratîk“ gellek gengeşe tên kirin.

Pêvajoya gengeşe ji alîyê hêzên Kurdistanê û rewşenbîrên wê destpênekiriye.

Ji alîyê dewleta Tirk ve, bi taybetî ji alîyê Serkomara Tirk û Serwezîrê Tirk ve ev pêvajok hate destpêkirin. Dîyar e arteşa Tirk jî îcaza xwe ji bo vê gengeşe dayî xuyakirin.

Bê îcaza arteşê ne Gul ne jî Erdogan dikaribûn li ser mijarek wisa mînkirî devê xwe vekin.

Ev rastîya vê pêvajoyê ye..

Wê dema karbidestên Tirk destpêkirin li ser vê mijarê hinek gotinên bê bingeh û bê serû ber belavkirin, hinek Kurdên me wekî hertim, bi çoşek nedîtî û nebînî pêşwazîya vê atmasyona Tirkan kirin.

Gellek ji van Kurdên me, ên Ewrupayê barên xwe barkirin, hewanên xwe tijî kirin û li benda biryara Erdoganî ne.

Bi rastî jî rêkeberîyek gellek tûj di navbera van Kurdan de peyda bû.
Ev rêkeberî ne ji bo parastina mafên rewa ên gelê Kurd bû.
Ev rêkeberî ji bo nêzîkbûna devletê bû. Hinek ji wan destpêkirin û gotin “wan di jiyana xwe de qet çek karneanîye“

Û destpêkirin “li ser kar û zerara Kurdistana serbixwe“ axivtin.
Hinek ji wan bi rêya rageyandina Tirkî bruske û mesajên xwe ji bo karbidestên dewletê şandin.

Hinek ji wan ji bo Erdoganî name rêkirin.

Hemû van Kurdana bi “evîna“ welêt dişewitin û dixwazin bi lez û bez bizivirin ji bo welêt.

Ev welat, Kurdistana Azad nîne, Kurdistana dagirkirî ye.
Gelo di vê navberê de çi hat guherîn, ku Kurdên me dixwazin “bi serbilindî“ vegerin .

Heta niha dewleta Tirk kîjan mafê Kurd naskirî ye, ku ev Kurdên me vegerîyana xwe pê serbilind dibin.

Ev çend mehin Tirk li ser vê mijarê diaxivin, roj bi roj zelal dibe, ku di durîka wan de jibo Kurdan û mafên wan qet tiştek nîne.

Tirk, bi gotgotikan û derewan ve dixwazin dubare ew Kurdên ku xwadanê hesta netewî ne bikêşîne li jêr bandora xwe, ango li jêr bandora navendê.

Gellek ji Kurdên me jî bi vê yekê qail in, hewl û tekoşîna wan jî delîlê vê zelîlîyê ye.

Di vê dawîyê de rojnamevanekî rojnameya Sabah a Tirkî bangî dewletê dike û dibêje pewîst e dewlet rê bide van Kurdanan ku dixwazin bizivirin.
Rojnamenivîs armanca xwe jî bi şiklekî vekirî eşkere dike û dibêje “ew dijî PKKê ne, bila bên partîyên xwe avabikikin û bandora PKK biruxînin“......

Mesajên van Kurdan wisa tê şîrovekirin an jî hinek kes wilo fem dikin.
Rola ku Tirk ji bo wan terxandikin, ji PKK jî xiraptir e.

Eger hinek mirov li dijî PKK berê xwe bidin TRT-Şeşê..

Rojnamenivîs û karbedestên Tirk jî dikarin ji bo wan erkên nû peyda bikin...
Pêwîste Kurd ji bo van kesan bibêjin:

Oxir be!!![/url]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.