Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 14 August 2009

Li bakurê Kurdistan u li Tirkîye, pêvajoyek germ u gûr destpêkir. Rewşenbîrên u sîyasetmedarên Kurd u Tirk li ser vê pêvajoyê nêrînên xwe tînên ziman. Gelo rojeva ev pêvajo çîye kû hemu rewşenbîr u sîyasetvan, bi lez u bez dîtên u nêrînên xwe li ser rupela tînên ziman, rojevê dinirxînên!

Serokerkanê dewleta Tirk a dagirker, serokvezîrên wan u dîlê Îmralî çi got kû em hemu yekser ketin amadebaşîyê. Gelo gotinên van her sê zata ji bo me Kurda tê çi vateyîyê! Gelo bi rastî, em Kurd di pêvajoyek çarenusdane!

Gelo ’' Kürt Açılımı'' ya Serokvezîrên devleta Tirk a dagirker, çaresirîye ji bo doza Kurd u Kurdistan! Min li ser vê mijarê, dîtên u nerînê xwe bi zimanê Tirki li malpera Newroz. Com veşand. Ez niha dixwazêm li ser hinek nivisar u rewşenbîrên Kurda rawestim. Kû yek ji van Hemşerîyê min ( bingeha şehîr ji Kurdî tê kû ev jî ’' Şar'' e) Mûrad Cîvan e.

Hemşerîyê min Mûrad Cîvan bi awurekî ronî, bê virda u vurda, bi helwestek zelal, piştgirîya gotinê Serokvezîrê Tirkan dike u wek berêz Serokkomarê İraq Mam Celal dibêje, Serxwebuna Kurdistanê xeyale u wek Tirka jî tîne ziman qetandina Kurda an serxwebuna Kurdistan, dijî berjewendîyê gelê ( xelkê) Kurda ye.

Berêz Mûrad Cîvan bi Kurdîyek tevlihev, kû erebî u farisî tevlê Kurdî kirîye, bi tevlêbuna tirki, farisî u erebî, zimanê Kurdî buye, bîye zimanek navnetevî.....! lê dîsa jî, ji ber Kurdnivêsîya vî, hemşerîyê xwe pîroz dikim. Lê şîretên gelek xerab li neteva Kurda dike.

Berêz Mûrad Cîvan bi navê ’' Veqetiyana k( K )urdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e? ’' Gotarek dur u dirêj li malpera Netkurdê nivêsîye. Gava kû mirov gotar li ser hev kombike, van xal u naverokê jêrê tê holê.

Fermon çavên xwe lê bigerînên Berêz Mûrad Cîvan çi şîreta li Kurda dike;

1 Gelo mimkin e ku kurd ji Tikriyeyê veqetin?
2 Gelo (ji bo ku azad bibin) lazim e (pêdivê, pêwîst e) ku kurd veqetin?
3 Gelo di fêda kurdan de ye ku ew ji Tirkiyeyê veqetin?

Her eynî tişt; zedetir ne kêmtir ji bo kurdên bakur jî rastî ye. Di dinyayeka wek a îro de ne mimkin e ku dewleteka kurd a serbixwe bijî. Loma meriv digihîje wê encamê ku di praktîkê de hema hema (di pêşerojeka xuyakirî de qet) ne mikmin e ku kurdên bakur ji Tirkiyeyê veqetin û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.

Bi rastî pêwîst nedikir kû berêz Cîvan gotarêk ewqasa dirêj binivsanda, dakû Kurd bawerkin, ger ji Tirka cudabin (biqetin) gûrê manco* wan bixwe.

Ez dur u dirêj gotar şîrove nakim, lê pêwîste berêz Cîvan bizanibe u ez bawerin dizane, gava Mam Celal li Paytaxta dewleta dagirker a Tirka got; Serxwebuna Kurdistan nerealîste xewnên Şaîrane, li başurê Kurdistan ru bi ruyê rexnên tund u tuj bu.

Niha Berêz Cîvan bi heman şîve dibê aman ha ger hun ji Tirkîye cudabin, temenê we kin dibe, nikarin bijîn. Bi dehan sale kû devleta dagirker u rewşenbîr nivîsarên vî, dixwazin, mêjîyê Kurda têk bidin u wan bidin bawerkirin, ger Kurd ji Tirkîye cudabin ewê ji birçîna bimrin. Ez bixwo,wek Kurdek dixwazim ji birçîna u bi serfirazî bimrim lê rojek dibin bandora zulm u sîtema Tirkên hov nejîm. Devleta hov u nîjadperest a Tirk u hempayên wî bi salahan dibejin çar alîyên Kurdistanê girtîye, derya we tune, hun aşîrên hovên nikarên li hevkin. Hun çawa daxwaza Kurdistanek serbixwo dikin. Hinek jî dibêjin Kurdistana wan serê wan bixwo, bidin wan êdî bese heta niha xwina me Tirka mêjîyan!

Niha jî hinek aqilbendên me hatine holê dibêjin; Tirk me ji derî da bavên derva emê di pacê an di kûlekê da bikevin hundir. Hinek jî dibê jin em bi hezaran sal bi hevra vek du bira di nav aşîtî u yeksanî da jîyan. Hinek dibêjin me bibexşên me rumeta we nizanibu kû hun çawa di xema derd u kûlê me da bun.

Bi kurt u Kurmancî ji şerê yekemîn ê cihanê heta niha bi dehan gelên bindest serxwebun u azadîya xwe bidest xistin u nehatin xezeba devletên dagirker u ji birçîna jî nemirin. Niha wek du dewletên yeksan dan u stendin bi hevra dikin. Hun jî qet serê xwe nehêşînên, ger Kurdistan serbixwo azad be, dewletên dagirker u dewletên din wek kuçika werên li ber derê Kurdistan rawestin.Di sîyaset u têklatîyên navbera devletan da dijminantîyên ebedî tune, berjevendî heye. Kudreta dewlemandîya Kurdistan kare ev kar bi cîh bîne.

Dîsa jî mirov li bîryarê xwe da azade, yên bawer nake karên wek Umit Firat li Tirkîstanê bijîn, lê ez bi zikê birçî, serbilind u bi serfirazî Li Kurdistana şirîn behişta ku Hz Musa u Mihemed xeyal dikir, bijîm........

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.