Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 8 June 2008

DR. MUHEMMED IHSAN BÊJEDANEK DI BAREYA PÊŞINYARÊN DEMISTURA DE DA ]
PNA – Di bareya reporta nûnerê sekreterê NY yê li Iraqê Stefan DeMistura de û di bareya herçar qezayên Mexmûr, Hemdanîyye, Mendilî û Akrê de, wezîrê deverên derveyî herêma kurdistanê Dr. Muhemmed Ihsan bêjedanek taybetî da KTV û da xuyakirin, ku ev reporta han dûrî reyalizmê ye.

Dr. Muhemmed Ihsan da zanîn, ku evaya nerînek seretayî ye û nerîna dawî nerîna hukûmeta herêma kurdistanê, gelê herêma kurdistanê û alîyên siyasîyên herêma kurdistanê ye.

Dr. Muhemmed Ihsan di evê bêjedana xwe de da xuyakirin, ku ew evan pêşinyaran vedixwînin û ew dê nerîna xwe ya guncayî li ser bidin. Weha jî da xuyakirin, ku beşdarbûna DeMistura di evê prosesê de li angora biryara 1770 ya NY bû.

Dr. Muhemmed Ihsan tekez jî kir, ku dê maddeya 140 her aktîv be û ti alî nikare wê li paş guh bixîne. Weha jî da zanîn, ku bi cihanîna evê maddeyê ji serokatîya kurd re hatiye hiştin.

PNA – Serokê encûmena parêzgeha Dîyala ragihand, ku xelkê devera Mendilî bi ti awayî pêşinyarên nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Stefan DeMistura yên di bareya deverên wan de qebûl nakin. Serokê encûmena Dîyala Ibrahîm M. Hesen ji ajansa PNA û radiyoya Zagros re got, ku xelkê Mendilî pêşinyarên DeMistura qebûl nakin û ew naxwazin ku girêdayî parêzgeha Dîyala bin. İbrahîm M. Hesen got: ev pêşinyarên han li angora nerîna wan in.. ne merc e ku ev pêşinyarên han bi cih bihên.. heger milletê kurd bi sê parêzgehan razî baya, dê di sala 1974 de jî bi evan hersê parêzgehan razî baya.. divê kurd giranîya xwe ya di encûmena nûnerên Iraqê de bi kar bihînin û deverên herêma kurdistanê yên ku niha ne di nav herêma kurdistanê de ne, li herêma kurdistanê vegerînin. DeMistura jî di evan pêşinyarên xwe de yên ku di bareya ewan deveran de ne, daxwaz kiriye ku devera Mendilî girêdayî parêzgeha Dîyala be. Xelkên evê deverê jî hemû kurd in û ji kurdên Feylî ne.

Serokatiya Herêmê dê helwesta xwe li ser projeya Di Mestura nîşan bide 6-ê vê mehê nusxeyek ji pêşniyaza di Mestura gihêşte destê serokatiya Herêma Kurdistanê û biryar e piştî gotûbêjkirinê, bi fermî helwesta xwe li ser projeyê nîşan bide. Malpera serokartiya Herêmê ragihand ku pêr nusxeyek ji projeya çareseriya deverên cudabûyî ji Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê nûnerê sekreterê gişrî yê NY-yê yê li Iraqê Stivan Di Mestura ve hatiye amadekirin, gihêşte destê serokatiya Herêmê. Her wiha malpera navborî aşkere kir ku serokatiya Herêmê piştî gotûbêjkirina projeyê, dê bi fermî helwesta xwe li ser nîşan bide.

Cîgirê Parêzgarê Musilê Xesrew Goran aşkere kir, ku rapora Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Staffan de Mistura berovajiya daxwazên xelkê deverên ku ji Herêma Kurdistanê hatine cudakirin e. Di daxuyaniya xwe ya PUKmediayê de Xesrew Goran aşkere kir, ku rapora Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Staffan de Mistura ya li ser navçeyên ji Herêma Kurdistanê hatine cudakirin, bi taybet jî li ser navçeyên parêzgeha Musilê berovajî li daxwazên xelkê devereyê û welatiyên Hemdaniyeyê li hember raporê giliyên xwe nîşan dane. Goran got:"Di civîneke li gel nûnerên qeza û nehiyeyan de, ew daxwaz kirin ku navçeyên wan vegerin bi ser Herêma Kurdistanê."

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Ewnî Bezîz bi PUKmedia re diyar kir, ku sibê Parlamentoya Kurdistanê dê li ser naveroka beşa yekem a rapora Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Staffan de Mistura, li hev bicive. Biryar e\ di civînê de êndamên parlamentoyê nêrînên xwe li ser raporê aşkere bikin. Roja pêncşemeya borî, Staffan de Mistura beşa yekem a rapora xwe ya li ser çawaniya çareserkirina navçeyên nakokbar di çarçoweya madeya 140 de,pêşkêşî serkomarê Iraqê Celal Talebanî kiribû.

Piştî ku Staffan de Mistura beşek ji pêşniyarên xwe yên li ser çawaniya çareserkirina navçeyên nakokbar,pêşkêşî serkomarê Iraqê Celal Talebanî kir ku di beşekê wê de pêşniyar kiriye,nahiyeya Qeracê ya ser bi qazaya Mexmûrê,biçe ser parêzgeha Musilê,qaymiqamê Mexmûrê Barzan Seyid Kake got: “ Ev pêşniyar gelek dûr e ji rasteqîniyê û bûye sedema nerihetiya xelkê navçeyê bi giştî û gundên erebnişîn bi taybet.Li nahiyeya qeracê 76 gund hene,40 ji wana kurdnişîn,34 erebnişîn û 2 gund jî têkel bi kurd û ereb in.Hertim bi nasname rêjeya kurdan ji ereban gelek zêdetşr bûye lê ji ber ku pêştir gundên kurdnişîn hatine raguhestin heta niha kurd nevegeriyane û li benda qerebûkirinê ne.“ Kake got:“ Cihê matmayînê ye ku de Mitura dibêje navçe erebnişîn e û ereb naxwazin vegerin ser herêma Kurdistanê çimkî di maweya 5 salê borî de çendîn car erebên Qeracê rêpîvan kirine da ku vegerin ser Kurdistanê.“ Kake got:“ Erebên navçeyê li dijî vê pêşniyarê derdikevin û dê li dijî wê rêpîvan bikin.Qerac deşteke çandiniyê ye û axa Kurdistanê ye,em bosteke axa Qeracê jî nadin.Bi tu awayî pêşniyara de Mistura qebûl nakin.“

´NY divê pêbendbûnên xwe ên li Iraqê piştguh neke ku sînorê wan bicîhanîna madeya 140-ê û jinavbirina zilm û zora rejîma berê ye´ -------------------------------------------------------------------------------- Cîgirê serokwezîrê Iraqê di daxuaniyekê de derbarê rapora Di Mestura got: “Bersiva me a destpêkê ji bo raporê we e ku bi tu awayî rapor nayê qebûlkirin û piştî gotûbêjkirinê, emê bi awayekê fermî helwesta xwe li ser raporê nîşan bidin.“ Cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Ehmed Salih di daxuyaniyekê de ji PUKmedia-yê re got: “Rapora di Mistura cihê dilgiraniyê ye û serkirdayetiya siyasî a Kurdistanê niha mijûlî gotûbêjkirina wê ye.“ Salih got, “Neteweyên Yekbûyî divê pêbendbûnên xwe ên li Iraqê piştguh neke ku sînorê wan bicîhanîna madeya 140-ê û jinavbirina zilm û zora rejîma berê ye.“ Di berdewamiya axaftina xwe de Berhem Salih got: “Em ji NY wê yekê dipên ku di çarçoveya erkên xwe ên destûrî de alîkariya Iraqê bike, lê belê rapora Di Mestura di çarçoveya wan erkan de nîne.“ Derbarê helwesta serkirdayetiya Kurdistan û Bexdayê li hemberî rapora navborî, de cîgirê serokwezîrê Iraqê got: “Serkirdayetiya siyasî a Kurdistanê niha mijûlî gotûbêjkirina raporê ye. Bersiva me ya destpêkê ji bo raporê jî, we e ku ew rapor bi tu awayî nayê pesendkirin. Piştî gotûbêjkirinê, em ê bi awayekî fermî helwesta xwe li ser raporê nîşan bidin.“ Pukmedia

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.