Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 12 July 2009

Sirûşt Aryen

Paris (Rûdaw) – Çalakvana mafê mirov, dosta Kurd, Seroka Weqfa Azadiya Fransa û jina Serokkomarê Fransa, Fransuwa Mitterand ê koçkirî, Danielle Mitterrand dema di derbarê têkiliya xwe û Kurdan de diaxife, wek ku bahsa zarokên xwe bike, bi hêstiyarî diaxife. Kurd di jiyana Mitterand de demekî cîhê nawendî girtine, ew bi salên dirêj bi Kurdan re rabuye û rûniştiye, bi derdên wan re xemgîn, bi çoşa wan re bengîn buye. Bi gotina Kurdan ’Madam Mitterand' ji ber vê yekê dibêje Kurd wê wek ’dayîk' dibînin û ew jî wan wek zarokên xwe. Mitterand pirsên Rûdawê bersivand.

Rûdaw: Birêz Danielle Mitterand Kurd bi sempatiyeke mezin li we dinêre. Di nav Kurdan de navdarên cîhana polîtîk yên Ewrûpayê nayîn zanîn û hûn ne wezîrin jî Kurdên her çar parçeyan jî we nas dike û ji we hez dike. Bawerim hûn jî ji wan pir hez dikin. Gelo ev nêzikahiya we û Kurdan ji ku destpêkir?

Mitterand: Ez di jiyana xwe ya kar de li pirsgirêkên ku rû bi rû dimînim, bi jidilî guhdar dikim û bi wan re eleqedar dibim. Min giliyên Mehdî Zana yê Şaredarê Amedê di salên 1984 û 85an de bihîstin. Li Tirkiyeyê îşkence lê kiribûn û di girtîgehê de mabû. Sedema van tiştan jî tenê axaftina bi zimanê zikmakî bû.

Min jî wek gelek Ewrûpiyan wê demê Kurd nas nedikirin. Min Kurd nas dikirin lê dîroka wan nedizanî. Min li ser sedema zilma ku li her welatî li Kurdan tê kirin lêkolîn kirin. Min xwest fêm bikim. Lê tenê min xwe karî bigihînim agahdariyên dîrokî. Min bi Kurdên li Ewrûpayê re hevaltî kir. Di saziya CNRS'ê de lêkolînerekî derheqê Kurdan de ez agahdar kirim. Ez heta Medan birim. Yanî vî gelê Rojhilata Navîn bi min re eleqeyeke mezin çêkir. Min fêm nedikir digel ku Kurd welatiyên welatê xwe ne çima heqaret û zilmê dibînin.

Rûdaw: Lêkolînên we çi gotin ji we re di encam de?

Mitterand: Lêkolînên min, giliyên ku min dibihîstin teyîd kir. Çimkî nedixwestin gelê Kurd bibîhizin û kesî ew nedibîhistin. Di her carê de di bin tesîra welatên xwe de diman. Min xwest ez bi doza Mehdî Zana re eleqedar bibim û min ji saziya xwe parêzerek ji bo wî şand. A rast jê re cezayê mirinê dixwestin. Lê ji ber ku observatorên biyanî hebûn 18-20 sal cezayê girtîgehê dane wî. Li gorî me ew ceza jî nedihat qebûlkirin. Di wê demê de ji bo Mehdî Zana cezayê mirinê dihate xwestin û me wek saziya "France Libertê" biryar girt ku em mudaxaleyê vî cezayî bikin.

Piştî wê bûyerê min derheqê Kurdan de derdora xwe agahdar kir. Min wê demê rewşa Kurdên li İraqê û jenosîda Helepçeyê bihîst. Min ji bo dîtina vê rewşê berê xwe da İraqê. Ez li ser navê midûrê saziya xwe çûm wê derê. Min xwest ez rewşê bi çavên xwe bibînim û tiştên ku min dîtin ez matmayî hiştim. Tiştên ku min li wargehên li wê derê bihîstin, tiştên hovane bûn.

Rûdaw: Hingê helwesta Fransa çibû li hember çewisandin û qetlîma dijî Kurdan?

Mitterand: Dema ku ez vegeriyam Fransayê, min tiştên dîtibû yek bi yek ji hevsera xwe Francois Mitterand re got. Wê demê polîtîkaya Fransayê bêyî ku derheqê van meseleyan de tiştek bizanibe dimeşiya. Saddam Huseyîn zêdetir wek mirovek demokrat dihate naskirin. Yanî tiştên ku ji hevsera min re dihate gotin û yên ku min jê re gotin ji hev pir cuda bûn. Ew dem gotin ez hatime manupulekirin. Min nedizanî kî manupule dike. Lê min tişta ku li wir didît dizanî û tu caran min dev ji vê yekê berneda. Piştî wê demê êdî min derheqê Kurdan de dest bi axaftinê kir.

Rûdaw: Baş e Birêz François Mitterrand derheqê mijarê de çi difikirî?

Mitterand: Ew matmayî mabû. Çimkî tiştên ku jê re hatibûn gotin gelek cuda bûn. Min wê demê xwest penaberên di wargehên İraqê de bînim vê derê. Bi awayekî Fransayê deriyên xwe ji wan re vekir û ev dihate vê wateyê: "Em trajediya ku tê jiyandin dipejirînin." Bi ya min hezkirina Kurdan a li hemberî min ji wê demê dest pê kir. Îro bi navê 'Dayê' gazî min dikin. Çimkî di demeke ku wan qêrîn dikir û tu kesî dengê wan nedibîhist de, min ew diparastin.

Rûdaw: Rast e, Kurd di vî warî de gelek hesas in. Digel ku di dilê polîtîkaya cîhanê de ne jî hînbûyiyê piştgiriya kesî nîn in. Yanî dibînin ku tu kes ji bo wan ji cihê xwe nalebite.

Mitterand: Li gorî demên berê ji bo Kurdan pêşveçûnên gelek girîng pêk hatin. Ji bo wan hêsan nebû, lê wek mînak li İraqê ji bo wan tiştên girîng çêbûn. Divê mirov vê yekê jî bibîne; Kurd bi awayek baş nêzî hev nabin û bi hişmendiya qabîleyê tevdigerin. Ji ber ku hişmendiya qabîleyê ye, di nava xwe de dikevin nava nakokiyan. Ji bo ku Talabanî û Barzanî destê hev bigrin, bi salan min hewl da. Ji ber van pevçûnên wan, bi salan min dîtina herduyan jî red kir.

Rûdaw: Baş e we vê biryarê çawa nirxandin?

Mitterand: Herduyan jî ji min re digotin 'Dayê' û her wisa dom kir. Lê bersiva min a ji bo wan ev bû: “Divê zarokên min bi hev re biaxivin û li hev bên. Ez zarokên xwe yên ku bi hev re naaxivin weke zarokê xwe qebûl nakim." Rojekî herdû ji bo dîtina min hatin vê derê. Piştre jî pêşveçûnên demokratîk pêk hatin û min vekirina Parlamentoya Kurdistanê pêk anî.

Rûdaw: Baş e, dema mirov paşeroja Tirkiyeyê dide ber çavên xwe, heta demên berê jî zimanê kurdî qedexe bû.

Mitterand: Dîrok nîşan dide; ger hûn bersîv bidin, aştî tu carî pêk nayê. Ez bi PKK'iyan re axivîm, min got ’dev ji çekê berdin em piştre biaxivin.' Jixwe dema Öcalan hate girtin, şerê çekdarî sekinî. Digel bêdengbûna çekan jî Tirkiyeyê dev ji şer berneda. Lê dîsa jî divê mirov bibêjen ku şaşî hatine kirin. Fransa wê demê rola ku dikete ser milê wî bi cih neanî. Ger Fransayê rola xwe bi cih anîbûya, îro dê Abdullah Öcalan di girtîgehê de nebûya.

Rûdaw: Li gorî we xeletiyên çawa dikin? Ji bo ku nêrîna we rast bê fahmkirin, hûn dikarin mînakek bidin?

Mitterand: Bilindkirina dengê hêzên çekdarî xeletî ye. Ev yek tenê dibe sedema silbûna Tirkiyeyê û ev jî tu caran stratejiyeke baş nîn e. Lê ez vê yekê jî dibînim, Kurd miletek cesûr û jîr e. Min Kurdistana İraqê di sala 1992'an de dît. Wê demê yek xaniyek ku nehilweşiyabû tunebû. Rê berbat bûn û li her derê riyên kevir hebûn. Dema me dest bi çêkirina dibistanan kir, me ji erdê kevir radikirin û paqij dikir. Hemû deşt û daristan ziwa bibûn. Ez 10 sal piştre vegeriyam û tiştên ku min dît ez matmayî hiştim. Her der hatibû çêkirin, deşt ji nû ve şîn bibûn. Lê di navbera wan de yekitî tuneye û hêj hêzên li derve li wê derê desthilatdarin.

Rûdaw: Digel her tiştî îro li holê tabloyek heye; Celal Talabanî û Mesûd Barzanî tên ba hev û li gorî 10 sal berê di navbera wan de girêdayînek heye...

Mitterand: Helbet wisa ye û ev yek serkeftineke mezin e. Yek ji wan Serokomarê İraqê û yê din jî Serokê Herêma Kurdistanê ye. Ji vê rewşê re rojek yek rabû û wiha got: "Hûn kêfxweşin, her dû zarokên we jî bûn serok?" Min ev bersiv da: "Min ji bo zarokên xwe ev tişt xeyal nekiribû, lê wisa çêbû."

Rûdaw: Me pirsgirêka Kurdistana İraqê, Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd nîqaş kir, li gorî we ev pirsgirêk çawa dikare çareser bibe"

Mitterand: Her gelê ku tê xwestin bê parvekirin, cudakirin, dixwaze xeyalên xwe yên serxwebûnê pêk bîne. Ez dema 18 salî bûm, min di nava berxwedana Fransayê de cihê xwe girt. Wê demê em bi birayên xwe yên Ewrûpî re di nava şerek de bûn. Dema em li ser Ewrûpayê diaxivîn û me xeyal dikir, me 'Gelên Ewrûpayê' xeyal dikir. Ji me tu kesî xeyala Ewrûpayeke ku hêza wê ya aboriyê zêde ye nedikir. Fikrên bi vî rengî bi demê re pêk tên. Heman rewş dê demek ji bo Kurdan jî pêk bê. Heman tişt ji bo Afrîkayê jî derbasdar e. Dema ku nexşeyên bi cetvelê hatine xêzkirin ji holê rabin, dê parzemîna li wê derê jî bigihije aramiyê.

Rûdaw: Ez dixwazim pirseke dawî bikim. Rastiyek heye, gelê Kurd li çar parçeyan belav bûne. Zû an jî dereng divê ji vê pirsgirêkê re çareseriyek bê dîtin. Nêrîna we ya derbarê vê yekê de çi ye?

Mitterand: Di saziya me de prensîbek heye; heta ku İraqî ji min piştgirî nexwazin an jî heta ku nexwazin em tevlî projeyek wan bibin, ez ê êdî ji cihê xwe neleqim. Ez ê tenê ji dûrî ve temaşe bikim. Îro İraqî xwe bi xwe bi rê ve dibin û ez naxwazim tevlî karê wan bibim û nêrîna xwe li ser wan ferz bikim. Ger rojek Kurd ji min alîkarî bixwazin, yanî bawer bikin ku wê dengê min ji bo wan bibe alîkar, ez ê li ba wan rûnêm. Lê êdî top di sehaya wan de ye. Bi vê yekê bi pirsa we, wan jî peyama xwe wergirt.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.